Bi hezaran xelk û çalakvan li çend bajar û bajarokên Sûriyê derketin ji bo pirotestokirina tawanên cengê yên ko rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên Îranî li dijî bajarê Helebê dikin. Siloganên “Hêrs bo Helebê” nivîsandibûn, û “bêdengiya navdewletî” ya li himber van tawanan pirotesto kirin.
Bajarê Helebê ji 15 çêriya paşî ketiye ber bombebaraneke tund, di encamê de 750 kes piraniya wan jin û zarok in şehîd ketine û bi hezaran birîndar bûne.
Toreya Şam ya nûçeyan got ku xwepêşindan li hemû bajar û bajarokên Idlib û Meeret Elnuman û Hezarîn û Eldana û Meeret Hirmet û Sermîn û Eqrebat û herêmên din derketin, û daxwaz ji alayên Artêşa Azad kirin ko rêzên xwe biyek bikin.
Her wiha çalakvanan çend vîdyoyên xwepêşandanan li herêmên corbicor belav kirin, wek xwepêşandnên bajarê Etarib rojavayê Helebê, bajarê Resten li gundewarê Humsê yê bakur û bajarê Dûma û Seqba li gundewarê Şamê, û di xwepêşandanan de siloganên doza yekîtiya alayên şoreşê dikirin û pirotestokirina “bêdengiya navdewletî”li ser tawanên li Helebê hildan.
Li kampeke derbideran li bajarê Etma li ber sînorê Tirkiyê, xwepêşanderan siloganên ji bo alayên şoreşê hildabûn têde digotin:“ jihevbelavbûna we hêviyên me sar kirin, yekîtiya we daxwaz û hêviya me ye, li hêviya Elheşid Elşabî bin”.
Û li Istanbula Tirkî jî, bihezaran xelk derketin xwepêşindanê, dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê û tawanên Rêjîma Esed li bajarê Helebê û hemû Sûriyê pirotesto kirin.
Xwepêşindanên doh hemûyan silogana “Hêrs bo Helebê” bilind kiribûn, û hin duruşmên din wek “Heleb keleha şoreş û xweragiriyê ye, û çepera sernixûziya we ye, berî em gazinan ji miletê Erebî û Misilman yên bêdeng bikin, gerek em li serpereştên xwe yên bêdeng bipirsin, erê ji artêşa yekbûyî re.. na ji cudahiyê re aniyên raketî hişyar bikin.”
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Aljazîre