Bi dehan xelkên gundê Elcirniyê rojavayê bajarê Reqayê xwepêşindanên nerazîbûnê li dijî kirdeyên milîtanên PYD li herêmên kontrola wê derketine, ko ew milîtan bi kampaniyeke berfireh îro sibehê li bajarê Minbicê li gundewarê Helebê bi amanca wan bibin leşkeriya neçar û wan tev li rêzên xwe bikin.
Acansa Simart anî ziman ko li dora 50 kesî li pêşberî bargeheke milîtanên PYD li gundê Elcirniyê xwepêşindan kirine, û daxwaz kirine ko kirdeyên xwe li dijî niştecihên xwecihî û ji wan jî kampaniyên leşkeriya neçar rawstînin.
Milîtanên PYD yên bi ser Partiya Yekîtiya dîmuqrat yên ko Emerîka piştgiriya wan dike, têne tawanbarkirin ko derheqê sivîlan binpêkirinan dikin, kuştin, girtin, êşkencekirin, koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî û nehêlana partiyên siyasî ko karê xwe bikin û baregehên wan bi kotekî digirin.
Dema dawî de tevgereke sivîl ya berfireh li dijî kirdeyên milîtanên PYD li herêmê derketine, berê jî xelkên Minbic li gundewarê Helebê yê rojhelat çend caran derketine, kirdeyên PYD pirotesto kirine û daxwaz kirine ko bêne rawestandin û red kirine ko zarokên xwe bo leşkeriya neçar bişînin û mangirtineke giştî ragehandine.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê kirdeyên wan milîtanan red kiriye û tekez kiriye ko ew bi amancên miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve pabend e ko ev çend sal in li dijî rêjîmê û milîtanên bi ser ve tekoşînê dikin.
Tekez kir ko giring e dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve biçe tako hemû kesên tawankarên cengê li Sûriyê pêk anîne bêne siza dan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî