Duh çarşembê çend xwepêşindan li herêm û bajarokên Sûriyê yên corbicor derketin, ji bo piştgiriya Xûta rojhelat ya ko ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya bêhempa de ji hêla hêzên rêjîma Esed û firokên hevalbenda wê.
Xelkên bajarê Resten li bakurê Humsê rawestaneke pirotestokirinê derketin bo piştgiriya bajar û bajarokên Xûta Şamê ya rojhelat, û bêdengiya civaka navdewletî û ya Netewên Yekgirtî beraber qirkirina derheqê xelkên Xûta dibe pirotesto kirin, û daxwaz ji alayên leşkerî kirin ko rêzên xwe bikin yek û şer li dijî hêzên rêjîmê bikin.
Her weha çalakvanên bajarê Ezazê li bakurê Helebê bo piştgiriya xelkên Xûta derketin, û dirûşmên hildabûn tiştê derheqê sivîl û zarokan dibe red dikirin.
Li parêzgeha Dera’ bi dehan xelk li du xwepêşindanan derketin yek li bajarê Newa li başûr û yek li kolanên bajêr, daxwaz kirin bombebarana li ser Xûta di cih de raweste û Beşar Elesed û peyayên wî têkevin ber lêpirsînê.
Xwepêşinderan li gundewarê Dera siloganên piştgiriya Xûta bilind kirin wek ‘’Xûta heta mirinê em bi te re ne ‘’, ‘’milet dixwaze aniyên şer vebin ‘’
Xûta rojhelat ya dorpêçkirî ketiye ber operasiyoneke leşkerî ya tund ji hêla rêjîmê û milîtanên îranî bi piştgiriya firokên Rûsî, rêkxistina bijîşkên bêsînor got ko bargehên bijîşkî yên ko ew piştgiriya wan dike ew agahdar kirine ko gelek kuştî û birîndar hatine, û destnîşan kir ko 13 nexweşxane û clînîkgeh ji sê rojan ve wêran bûne, û dibîne ko ev yek dihêle guhdana tenduristî kêm bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans