Wednesday, 10 October 2018 15:34

Xwepêşindanên Gundewarê Idlibê Daxwaza Berdana Girtiyan û Ruxandina Rêjîmê Dikin

Bi dehan ji xelkên bajarokê ‘’ Me’er Şorîn’’ li başûrê Idlibê, di xwepêşandana ko çalakvanan duhî sêşembê êvarî rêkxistin kiribû, daxwaza ruxandina rêjîmê û berdana tevaya girtiyan kirin.

Xwepêşinderan redkirina xwe ji biryara lêbûrînê re ya rêjîmê derxistiye anîne ziman, û tekez kirin ko giring e Beşar Elesed û yên tawankariyên cengê digel wî ji 2011ê ve dikin bêne sizadan.

Xwepêşanderan alên şoreşa Sûriyê hildabûn, û siloganên ku tekeziyê li ser berdewamiya piransîbên şoreşê bi ruxandina rêjîmê dikin digotin.

Çalakvanên xwecihî destnîşan kirin ku nûkirina tevgera gel ya aştiyane; nîşana sûrbûna wan li ser berdewambûna şoreşê ye, û ew dê di daxwaza xwe ya rûxandina rêjîmê û berdana girtiyên li bal wê de berdewam bin.

Di hefteyên vê dawiyê de xwepêşandan li bakurê Sûriyê derdikevin, daxwaza ruxandina rêjîmê bi hemî bingehên wê dikin, û tekeziyê li ser berdewamiya şoreşê li dijî wê dikin.

Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Xwepêşindanên Gundewarê Idlibê Daxwaza Berdana Girtiyan û Ruxandina Rêjîmê Dikin