Îro înê bi sedan xelk li çend herêmên Sûriyê derketin xwepêşindanan, da kirdeyên “Desteya Tehrîr Elşam” derheqê artêşa azad û sivîlên li herêmên rizgarkirî pirotesto bikin.
Çalakvanin ji gundewarê Idlib gotin ku bi dehan xelk ji bajarê Biniş li gundewarê Idlib piştî nimêja nîvro ya înê derketin û çend serperetşên artêşa Sûrî ya azad jî di xwepêşindanan de beşdar bûn, tê de daxwaza rawestandina şerê li gundewarê Idlib kirin û yekkirina çekan di rûyê rêjîmê û milîtanên Îranî de.
Çalakvanan bêtir gotin ko bi sedan li Me’ret Eln’man û bajarokê Circinaz li gundewarê Idlib, ala şoreşê hildan û kirdeyên Desteya Tehrîr Elşam pirotesto kirin, û tekez kirin ko giring e yekkirina artêşa Sûrî ya azad bibe da beraberiya rêjîma Esed û Elqaî’de bike.
Bi dehan li bajarê Elbab jî li dijî Desteya Tehrîr Elşam derketin û ji bo piştgiriya artêşa Sûrî ya azad, daxwaz ji şoreşgerên li odeya operasiyonên “Diri’h Elfurat” kirin ko li beraber endamên Desteyê derkevin.
Her weha bi dehan li bajarê Telbîsê li gundewarê Humsê xwepêşindan kirin da tekeziya berdewamiya şoreşê bikin di rûyê rêjîma Esed û milîtanên Îranî de û kirdeyên Desteya Tehrîr Elşam li bakurê Sûriyê û gundewarê Hemayê pirotesto kirin.
Acansa Simart got ku duh li bajarê Seraqib xwepêşindanin mezin çêbûn, xwepêşinderan ala şoreşê û diruşmên “xelkên Seraqib desthilatdariya wê dikin” û siloganên daxwaz dikin ko “Tehrîr Elşam” derkeve gotin.
Simart got ko endamên Tehrîr Elşam guleyên “R B G” di rûyê xwepêşinderan de hildan tako wan bitirsînin, wê hişt ko xwepêşinder êrîşî dadgehê bikin û endamên Tehrîr Elşam ji bajêr qewitandin, yên ko bi dabînkirina hin xelkên bajêr di riya Afis re derketin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê duh di daxuyaniyekê de zêdegaviyên Desteya “Tehrîr Elşam” derheqê sivîlan û astengkirina wan û peyketin heta giha kuştina takekesên bêçek pirotesto kirin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko çi zêdegavî li ser alayên şoreşê ji hêla hêzên tundrew, ew ne aliyeke ji şoreşa Sûriyê, lê li gora awayê xwe li rex rêjîma Esed û piştgirên wê radiwestin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî