Çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD birêz Şivan Mihsin Ibrahîm endamê emîndariya giştî ya Encumena Niştimaniya Kurd û endamê ofîsa serokatiya xwendekar û ciwanên Partiya Dimoqrata Kurdistanî-Sûriya revand, dema wî berê xwe dabû devera dêrik roja duşema borî 26ê meha sibatê da here herêma Kurdistanê ji bo xwendina xwe ya bilind ya pirofesiriyê tomar bike , û girûpeke çekdarên PYDê ew girtin û ew revandin û birin devereke nediyar.
Û emîndariya giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd ev revandin şermezar kir û ew wek karên tirsandinê yê ku dûrî nirxên azadî û demoqrasiyê û piransîbên dadmendî û mafên mirovan e, û PYDê berpirsyar dît di ber saxlemî û ewlehiya wî de û daxwaza berdana wî ya yekser kir, her weha daxwaza berdana tevaya siyasetmedarên girtî li cem wan kir û di serî de birêz Ebdurehman Apo endamê komîta navendî ya Partiya Dîmoqrat a Kurdistanî – Sûriya, û her weha çalakvanê siyasî û endamê Encumena Niştimanî ya Kurd birêz Fûad Brahîm û tevaya girtiyên di ber ramanên xwe de di zindanên wê de.
Jêder: Beşê Kurdî ji Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî