Di encama teqîna mayinên ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê li gundewarê Efrînê çandibûn ,zarokekî jiyana xwe ji dest da.
Çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand ku berî du rojan zarokî bi navê Nîhad Hemo Hemîd , yê 16 salî, dema ji gundê grêzlê diçû nav baxçê xwe jiyana xwe ji dest da, di encama teqîna mayineke çandî de li ser riya Basûtê.
Her wiha Hesen diyar kir ku bi dehan xelkê Efrînê bûne qorbaniyê teqîna mayinan , û ew bi tirs li nav baxçe û zeviyên xwe kar dikin.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi sedan xanî li hindirê bajêr û gundewarê wî berî ku derkevin mayin kirin, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî