Ebdulbasit Seyda

  • Pileya Niha: Desteya Giştî
  • Komika siyasî: Encumana Niştimanî Sûrî
  • Bajar: Hesekê
Dr. Abdulbasit Seyda sala 1956an li Parêzgeha Hesekê li bajarê Amûdê jidayik bûye Bakurê Rojhilata Sûriyê. Doktoraya Felsefê ji Zankoya Dîmeşqê standiye. Di pey re mamosteyî li zankoyên Lîbya sê salan kiriye, di pey re çûye Swdêdê da xwe ji Wanedana Şaristaniyên Serdemên kevin û vekolînan li ser bike.
Ji berhemên nivîsandina wî “Kêşeya Kurdî li Sûriyê- Deqên jibîrbûyî ji bobelata berdewam ya Kurdên Sûrî” û “Hişmendiya veşartinî û sexteyî, Ragihandina Erebî wek nimûne” tev li komek gotar di derbarê Olan û Ramanên Siyasî. 
Bi cûreyekî nihênî li dijî Partiya Bas li Sûriyê xebat kiriye, di gelek xwepêşindanên Kurdî de li dijî Rêjîmê di salên buhurî de beşdar bûye. Dr. Abdulbasit di damezirandina Encûmena Niştimanî Sûrî de beşdar bû û ew Endamê Encûmena Cîbicîkirinê ye û Serokê Nivîsgeha Mafê Mirovan e tê de, di pey re wek Serokê Encûmenê ji 09.06 heta 09.11.2012an hate hilbijartin. 
Dr. Abdulbasit ji damezrênerên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûrî ye û ew Endamê Desteya Siyasî ye.
Home Keval Desteya Giştî Ebdulbasit Seyda