Ebdilîlah Fehid

  • Pileya Niha: Emîndarê giştî
  • Ji: 5 adara 2016an
  • Komika siyasî: Encumanên Xwecihî
  • Bajar: Hums
  • Dayikbûn: Thursday, 12 March 1970
  • cihê dayikbûnê: Homs
  • Bawername: College of Business
  • Zanyariyên dîtir: Kurteya jiyana Mamoste Ebdililah Fehed Karê siyasî: Nûnerê Encûmena xwecihî ya Parêzgeha Hums Parêzgeh: Hums Zayîn: 1970 Cihê Zayînê: Hums Bawernameya zanistî: Bazirganî Mamoste Ebdililah Fehed di damezirandina pirojeyê Encûmena xwecihî de li Sûriyê ji destpêka wê de sala 2012an beşdar bû. ji bo tekûzkirina damezirandinê û berdewamiya encuman bi şêweyekî guncayî , ji Sûriyê derket û karê xwe yê hevrêzkarî û birêveberinê ji derve de berdewam kir. di pey re ji bo damezirandina Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê kar kir. Ew xwedanê Kompaniya Elfehed ya bazirganiyê li Humsê ye, û ji destpêka Şoreşê ve li bajarê xwe Hums tevli Şoreşê bû. Hat helbijartin ji bo endamtiya desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî di gera wê ya yekem de, û bû endam tê de, ji Çêriya paşî 2012 heta Nîsana 2013an. Her wiha Mamoste Ebdililah Fehed wek Emîndarê giştî ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, di hilbijartinên ko li bargeha Hevbendiyê çê bûn di 5 adara 2016an hate hilbijartin. Di karê Hawarhatinê û yê Civakî de li bajarê Humsê bêtir ji deh salan di komelên xêrxwazî û rewşenbîrî de kar kiriye. Mamosta Ebdililah xwedî nerîneke niştimanî ya têgihiştî ye, ew dizaane çi ji ketwarê re gerek e, û ew zane berpirsyariya li ser milê rikberiya siyasî û leşkerî çi ye. Û ji ber pisporiya wî di warê aborî û rêvebirinê de, ew dikare bi şêweyekî pîşeyî armancan destnîşan bike, û istiratîcî û pilanên destnîşankirî deyne û wan bi moralek bilin bişopîne. Bi saya giyanê xortan yê ku di kesayetiya wî de heye, ew bi hêviyên ciwanên şoreşê pabend e, û kul û kedera wî herdem rawestandina rijandina xwînê ye, bêyî ku xwîna şehîdan erzan bihêle û bazaran li ser mafên gel û armancên şoreşa wî bike.
Home Keval Emîndarê Giştî Desteya Giştî Ebdilîlah Fehid