Ebdulehed Sitêfo

  • Pileya Niha: Endamê Desteya Siyasî.
  • Komika siyasî: Encumana Niştimanî Sûrî
  • Bajar: Hesekê
  • Dayikbûn: Sunday, 10 March 1957
  • cihê dayikbûnê: Qamişlo
  • Bawername: Macistêra Dîrok û zanînên Zimanên Samî Zankoya Lovan a Katolîkî Belcîka. - Bawernameya Wêjeya Engilîzî Zankoya Helebê
  • Zanyariyên dîtir: Kurtasiyek derbarê jiyana Eldilehed Istêfo Mamoste Ebdilehed Istêfo, 1ê adara 1957ê li Qamişlo hatiye dunyayê, endamekî xuyanî ye di nav damezrênerên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê. Di damezirandina Encûmena Niştimanî Sûrî de beşdar bûye û li ofêsa wê ya cîbicîkirinê kar kiriye. Ew endamê damezrêner yê komîtên Ragehandina Şamê li Holenda û Belcîka ye. Heta sala 2012ê serokê şaxê Ewropa yê Rêkxistina Aşûrî ya Dîmuqrat bû, û endamê şanda danûstandinê ya Cinêvê ji çilê paşî 2014ê heta çilê pêşî 2017ê bû. Sala 2016ê cîgirê Hevbendiya Niştimanî Sûrî bû. Nuha Istêfo endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û serokê birêveberiya peywendiyên derve ye, her weha ew hevrêzkarê danûstandinên Sûrî û endamê komîta destûrê ya Netewên Yekbûyî ye. Di gelek pirojeyên lêkolîn û gotar û wane û kongiran de, derbarê dîroka zimanên Samî, bi zimanê Erebî, Siryanî, Engilîzî û Firensî beşdar bûye. Her weha di kongirên ko dezgehên yekîtiya Ewropî pê radibe de, yên derbarê mafên mirovan û kêmnetewan li Biroksilê ji sala 1991ê ve beşdar dibe.
Home Keval Desteya Giştî Other Political Body Ebdulehed Sitêfo