Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan, diyar kir ko kuştara Rêjîma Esed li kampa “Kemûnê” ya derbideran li Gundewarê Idlibê pêk anî, çênedibû eger serokê Emerîka Barak Obama çêkirina Herêma Aram li Sûriyê erê bikira.
Bêtir ji 30 sivîlî ji nav wan zarok û jin doh şehîd ketin ji encama bombebarana firokên Esed ji kampa Kemûne re li Gundewarê Idlibê, û agir bi Çadirên ko bi sedan malbat di wan de hene ket.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan got “Zarok û Jinên ko Esed li Kampa Kemûnê ew kuştin gerek li Herêma Aram bana ya ko serokê Emerîka Obama ew red kir.”
Remedan pirsiyar kir ka çi sedem e ko Obama şandina dosya Esed bi bal Dadgeha Tawankariyên Navdewletî red kir, di dema ku wî tawankariyên cengê yên diyar di derheqê zarok û jinan de kirine?
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de “kuştara hovane ya ko Hêzên Esed pêk anîne pirotesto kir” hem jî bêdengiya Civaka Navdewletî li ser qirkirina sivîlan şermezar kir, û dibîne ko ev bêdengî şirîkatiyeke yekser di ewan tawankariyan de ye anko destûrdaneke ji bo Sûriyan bikujin.
Hevbendiyê tekez kir ku bombebarankirina kampa koçberan, yekser hat piştî şermezarkirina Encûmena Ewlekariyê ji komelkujiyên rêjîma Esed yên li dijî Helebê re; ku ev yek dibe berberiyek û rûbirûbûneke eşkere ji vîna navdewletî re û hemû biryarên yasa navdewletî piştguh dike, û tekez kir ku ev riftara tawankarî, dide diyarkirin ku hêç nêzîkbûneke siyasî peyda nabe, di dema ku rêjîm û bi hevalbendên xwe ve di pêkanîna tawanan de berdewam in, herwiha dupat dike ku hîç hevparek ku nimiztirîn astên hevpariyê digel hebe, ji kargêriya piroseya siyasî re nîne, bi tenê girûpek e kar li ser rêveberina terora dewletê ya rêbazkirî dike heye.
Hevbendiyê sersaxiya malbatên şehîdan kir û pesnê xweragiriya miletê Sûrî da di rewşeke dijwar de û nebûna aliyekî navdewletî dako parastina evî miletê ko tawankariyên cengê bi serê wî tên bike.
Jêder: Hevbendî