Riyad Seyf

  • Pileya Niha: Serokê Hevbendiyê
  • Komika siyasî: Kesatiyek Niştimanî
  • Bajar: Şam
  • Dayikbûn: Tuesday, 01 January 1946
  • cihê dayikbûnê: Damascus
  • Bawername: Pîşesaz

Kurte-zanyariyên Jiyana Endamê Hevbendiyê Riyad Sêf

Riyad Sêf mirovekî karsaz e û di warê pîşesaziyê de kar kiriye, li sala 1994an tevlî qada siyasetê bû, dema bilindtirîn hejmara dengan di helbijartinên perlemanî li Şamê bidest xist. bi sedema dijberiya wî ji gedeliya kargêrî û siyasî re ya li welêt, nemaze gendeliya desthildaran û kesayetiyên nêzîkî desthilatê, ji aliyê dezgehên hewlageriyê yên Rijêmê gelek astengî hatin pêşiya wî û sala 1996an kurê wî kuştin, û li dawiya sala 1999 an iflasa xwe ya bazirganî ragihand.

Dema desthilat sala 2000an bi mîratî di nav mala Esed de hat veguhestin, Bihara Şamê dest pê kir, û destpêka platforma hevpeyvîna niştimanî ji mala Sêf dest pê kir.

Û dema Ramî Mexlûf kurxalê Bişar Esed dest danî ser girêbesta tora mobayilan Sêf ew kar red kir, û herwiha bi rêka pêşkêşkirina lêkolîneke hûrbîn ew girêbest riswa û şermezar kir; lewra dema pênc salan ji aliyê Rijêmê hat zindankirin.

Li destpêka sala 2006 an hat serbestberdan, û li heyamê du salan encûmena niştimanî ya Ragihandina Şamê hat demezrandin, û yekemîn civîn li mala Sêf hat lidarxistin, û serkirdayetiya encûmenê hat helbijartin û Sêf bû sikirtêrê wê yê giştî.

Piştî çend rojan endamên serkirdayetiya encûmenê tevlî Sêf hatin girtin û du sal û nîvan li girtîgeha E'dra hat zindanîkirin.

Li nîva sala 2010 an hat serbestkirin û tevlî xwepêşanderan bû li pêş wezareta navxweyî li yekemîn roja şoreşê 15/03/2011an.

Bo nivîsîngeha cêbicêkirinê ya Encûmena Niştimanî Ya Sûrî li hindurê welêt hat helbijartin, û piştî çend hewlên terorkirina wî ji aliyê rijêma Esed, û piştî du rojan ji hewleke terorkirinê li 13/6/2011 an ji welat derket.

Yek ji damêzrênerên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bû, û bû cîgirê serokê Hevbendiyê di yekemîn gera serokatiya Hevbendiyê de, û niha endamê Desteya Bilind Ya Danustandinan e.

Home Keval Serokê Hevbendiyê