Ebdulrehman Mustefa

  • Pileya Niha: Cîgirê serokê hevbendiyê
  • Komika siyasî: Encumana Niştimanî Sûrî
  • Bajar: Heleb

Encûmena Tikumanî ya Sûrî

Cîgirê serokê serokê Hevbendiyê

Ebdulrehman Mistefa kurê bajarê Cerablis xwendina xwe ya Abûrî li Helebê bidawî kir, da têkeve meydana kar û birêveberiya darayî 42 salan, li Tirkiyê, Lîbya, Siûdiyê û Bulgarya û ew bi zimanê Tirkî û ingilîzî dizane.

Û bi destpêka Şoreşa Sûriyê re Ebdulrehman Mistefa jiyana xwe ya kar bidawî anî, ya ko 1988ê dest pê kir û çentên xwe tevdagirtin û li Sûriyê vegeriya.

Di sala 2012ê bi karûbarekî kartêker rabû derbarê rêkxistina Tirkumanan di şoreşa Sûriyê de û roleke bilind di rêkxistina rêzên Tirkumanî de li parêzgeha Helebê. Û di vê çarçoveyê de di desteya damezirandinê de bû “Menbera Tirkumanên Sûriyê” ya ko wekû yekem serkeftina dezgehî ko Tirkumanên Sûriyê sala 2012ê misoger dikin.

Di sala 2013ê de dîsa di desteya damezirandinê ya ko rê li ber damezirandina Encûmena Tirkumanî ya Sûrî vekir. Û wekû cîgirê serokê Encûmena Tirkumanî ya Sûrî di civîna yekem de ya desteya giştî ya Encûmenê hate hilbijartin, ya ko bi beşdarbûna endamên Tirkumanan ko ji hemû herêmên Sûriyê hatibûn lidar ketibû.

Di civîna duyem de ya desteya giştî ya Encûmenê ya ko di gulana sala 2014ê de ji hêla endaman de wekû serokê Encûmena Tirkumanî ya Sûriyê hate hilbijartin, ya ko nûnera rewa ya Tirkumanên Sûriyê ye.

Di civîna sêyem de ya Encûmenê de ya di cehzerana 2016ê de lidar ket, wekû endamê Encûmenê hate hilbijartin û ew karê siyasî Tirkumanî digel tîma Encûmenê li ser hemû astên xwecihî û herêmî û navdewletî berdewam dike.

Ebdulrehman Mistefa tekoşîna xwe ya siyasî berdewam dike tako danpêdaneke destûrî bi Tirkumanên Sûriyê bikin wekû “pêkhatiyekî resen û damezrêner” di destûra “Sûriya nû de ” ya ko dê dawiya operasiyona siyasî-diblomasî de çêbibe. Û danpêdana hemû aliyan bi rewşa yasayî ya Tirkumanên Sûriyê dabîn bike.

Ebdulrehman Mistefa roleke serpereştî ji “tekoşîna rûmet û azadiyê” ya ko ji bo damezirandin û dabînkirina mafê siyasî û çandeyî ji Tirkumanan re li Sûriya nû ya ko di çarçoveya pirensîbên jiyana hevbeş di rewşeke aştiyane û mafên mirovan û dîmuqratî û dewleta yasayê û ew nûnerîtiya dad û mafdanê tekez dike, û giring e çi kom û beran ji mafên wan di çareseriya siyasî de bêpar nekin.

Jiyana pîşesazî
1992-1988ê: Birêveberê karûbarê darayî û birêveberî û birêveberê herêmî yê firma Kotmana Tirkiyê li Li Lîbya.
1993-1995: Bazirganiya azad (Tirkiya-Bilgarya)
1996-2012: Koma fîrmeyên Ozkosaoglo (firma Intes)

Birêveberê karûbarê darayî û yê birêveberî yê firma Lîbya
- Cîgirê birêveberê giştî yê fîrmê
- Birêveberê herêmî yê dirma Lîbî
- Hevrêzkarê fîrmê li Sûriyê û rojhilata navîn
- Birêveberê herêmî li Erebistana Siûdî

Jiyana Siyasî:
- 2012: Endamê damezrêner yê firakisyona Tirkumanan
- 2013-2014: Endamê damezrêner yê Encûmena Tirkumanî ya Sûriyê
- Cîgirê serokê Encûmena Tirkumanî ya Sûrî
- 2013-2014: Berpirsê peywendiyên derve û yê siyasî li Lîwayê Ehfad Elfatihîn
- 2014-2016: Serokê Encûmena Tirkumanî Sûrî
- 2016… : Endamê Encûmena Tirkumanî Sûrî

Xelatwergirtin:
2014: Xelata çaktirîn siyasî yê sala 2014 di xelatên Ismayîl Bêk Gasbîralî di biwarê mafên mirovan ya navnetewî.
2015: Xelata çaktirîn siyasî di sala 2015ê di ahenga Oskar de ya 12mîn de li pirojeyê başûrê rojhilatê Enadol.

Home Keval Cîgirên Serok Ebdulrehman Mustefa