31 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulreham Mistefa, komkujiya rijêma Esed ya bi bombebarankirina xwendigeha zarokên bajarê Cisrên yê Xûta Şamê û bûye sedema kuştina heft sivîlan bi kêmayî û birîndarbûna çend kesên din ku piraniya wan zarok in, şermezar kir, û ev komelkujî hevdem ligel bestina kongirê Astana yê ku rêkeftina"kêmkirina oparesyonên leşkerî" yek ji encamê wê bû.

Mistefa daxwaz ji civaka navdewletî ku bi erkên xwe li hember tawanên Esed yên bi hevkariya Rûsiya û Îranê rabe, û kar bikin ji bo şikandina dorpêçkirina li ser Xûta rojhilat û rizgarkirina xelk û zarokên wê.

Bajarokê Misraba ji aliyê hêzên Esed hate bombebarankirin û têde 4 sivîl hatin kuştin ku 2 ji wan zarok bûn, tevî birîndarbûna çend sivîlên din bi birînên ciyawaz, herwiha bajarên Heresta û Dûma û bajarokê Eynterma û taxa Cober bi heman şêweyî hatin bombebarankirin, û têde hejmarek sivîl hatine birîndarkirin, û tîmên hawarhatinê li navenda 90'ê ya bergiriya sivîl bi tomarkirina ziyanan û rakirina birîndaran ji navçeyên hatin bombebarankirin rabûn.

Ji aliyekî din, hin saziyên Sûrî yên nefermî li Xûta rojhilat daxwaz ji hemû aliyên gerantor yên rêkeftina kêmkirina oparesyonê leşkerî kirin ji bo pabend bin bi sozên xwe û bi bikaranîna fişarên pêwîst bo gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê dorpêçkirî li Xûta rojhilat, bi rêka vekirina derwazan bilez û derbaskirina alîkariyan û veguhestin sercem doxên mirovî yên nesax û birîndar.

Herwiha desteyên sivîl li Xûta daxwaza dirustkirina navendeka pizîşkî ya hertimî ya parastî ji êrîşên Rûsiya û banda Esed ji Xaç û Heyva Sor kirin , bi awayekî ku çavdêriya saxlemiyê ya pêwîst bo sedên zarokan yên li ser keva birçîbûn û mirinê ne dabîn bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

30 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Kongirekî hilbijartinî li bajarê Heresta li gundewarê Şamê lidar ket, ji bo endamên Encûmena parêzgehê -Birêveberiya yekem li Xûta rojhilat hilbijêrin, û wezareta fermanberiya navxweyî ya bi ser Desthilata Demkî ve çavdêriya pêvajoya hilbijartinan kir.

Hin rêkxistinên civaka sivîl çavdêriya hilbijartinan kirin digel hin alavên ragehandinê, her weha li hilbijartinan çalakvaniyên fermî û şoreşgerî digel gelek hevwelatiyên bajêr amade bûn.
Tevli berdewamiya operasiyona leşkerî ya ko rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest li ser bajarokên Xûta ya dorpêçkirî ji çar salan ve, lê xelkên Xûta sûr bûn li ser ko xewna xwe berdewam bikinko bigehên dewleteke dîmuqratî ji zaroyên xwe re rûmet û azadiyê dabîn bikin. Komîteke hilbijartinî ya sêqolî ji bo birêveberina operasiyona hilbijartinan bike hate damezirandin, bi beşdarbûna 71 endamên desteya bijarte, û hilbijartin çêbûn ji bo 17 endamên encûmena parêzgehê, û 41 kesan ji endamên desteya bijartî xwe kiribûn berbijêr.

Li gora desthilata Sûrî ya demkî operasiyona hilbijartinan dê li birêveberiyên din yên parêzgehê di hefteya dahatî de berdewam bibin, tako serokê Encûmena parêzgehê û cîgirên wî bêtin hilbijartin, û deh endamên cîbicîkirinê ko nûnerîtiya hemû herêmên parêzgeha gundewarê Şamê di xola xwe ya sisêyan de bikin.

Berê jî Encûmena xwecihî ya bajarê Heresta ya li rojhilatê Şamê hilbijartinên bajêr pêk anîbûn, di dawiya meha heştan de ya vê sale, bi beşdarbûneke jinan ya berfireh di dengdanê de wek cara yekem , ko 120 jin di dengdanê de beşdar bûn.

Di pêvajoya operasiyona leşkerî ya rêjîma Esed ya tirorist li ser Xûta pêktîne, 14 kes ji nav wan ragihêner Qeys Elqadî nûçegihanê Qenata Elcisir şehîd ketin, û wênekêşê qenatê ragihêner Omer Eldîmeşqî gava wênekêşiya bombebarana hovane li ser Xûta birîndar bû.

Hêzên Esed bazara gelêrî li bajarê Hemoriyê bombebaran kirin, di encamê de 9 sivîl, jin jî di nav wan de hebûn şehîd ketin, û sê kes, yek ji wan zarok bû, li bajarê Seqba ji ber bombebarana tund li ser malên sivîlan şehîd ketin.

Her weha top û mûşekên Esed gihan bajarê Dûma û bajarokên Kefer Betna û Eyn Terma û Hezir û Hoş Eldewahire û Cisrên û taxa Cober ya Şamê di encamê de hin kes, yek zarok bû, birîndar bûne, ji ber ketina guleyeke topan bi ser dibistana Kefer Betna de, û derdora gundê Mezreet Beyt Cin li gundewarê rojava ket ber bombebarana bi bermîlên teqîner.

Komek ji bijîşkên Xûta rojhilat şembiya derbasbûyî bang li civaka navdewêltî û hevalên Sûriyê kirin ji bo rêbuhêrkên Xûta vekin û rê bidin ko şîrê zarokan û derman derbas bibin, û tekez kirin ko 120 rewşên kêm xwarinî û derman û şîrên zarokan hene, hem jî 40 zarok li ber mirinê ne ji ber ko zuha bûne.

Rêjîma Esed bêtir ji 350hezar sivîlî li cihekî cugrafîyî yê piçûk ko dora bîst bajar û bajarok û gundan lê hene dorpêç kirine.

Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî û di serî de ji Encûmena Ewlekariyê kir, ko berpirsiyariyên xwe derbarê derdê berdewam yên vê xelkê rabin, û rabûna dorpêçê ji ser Xûta û hemû herêmên dorpêçkirî li Sûriyê dabîn bikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans

 

28 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko li jêr benda heftan  tevbigere ji bo rêjîma Esed li ser tawankariyên ko çekên kîmawî li Xan Şêxûn bikar anîne û komîta vekolîna navdewletî berpirsiyarî kir hudtê rêjîmê.

Yasir Elferhan endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê tekez kir ko ev tevger berê bi madeya 21 ji biryara 2118 û ya ko pêrabûnên li jêr benda heftan feriz bike eger çekên kîmawî radest neke.

Rêjîma Esed bikaranîna gazên kîmawî û jehrîn û yên qedexe gelek caran bikar anîne û tawankariyên cengê û herêmên sivîl bombebaran kir ko peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118, 2209, 2235 û 2254 binpê kirine, tawankariyin ko rêjîmê nikarîbû bikirana û dubare bikira eger helwesta navdewletî ne lawaz ba.

Elferhan got têkbirina Rûsya ya berdewam ji dadweriya navdewletî û bikaranîna wê ji Vîtoyê re li dijî lihevkirina navdewletî li Encûmena Ewlekariyê, divê dewletên endam jiderveyî Encûmena Ewlekariyê bixebitin li Netewên Yekgirtî bi hevpeymaneke bi peymaneke taybet an bi tenahî ji bo miletê Sûrî û pirinsîbên cîhana azad rizgar bikin.

Komîta navdewletî berpirsiyarî da ser hustê rêjîma Esed ko wê êrîşa kîmawî daye ser bajarokê Xan Şêxûn di 4 nîsana borî, di raportekê de li ser encamê vekolînê ko emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî pêncşembê pêşkêşî endamên Encûmena Ewlekariyê kir, komîtê tekez kir ko pêzanînên komkirine ‘’ bingehekî bawerpê ye têde nîşandekên ko çek ji asman bi ser bajarê Xan Şêxûn de hatine berdan di navbera demjimar 6:30 û 7 sibeha 4 nîsanê sala 2017 û firokên bi ser rêjîmê ve li asmanê Xan Şêxûn di heman çaxî de difiriyan.‘’

Û got ko derbên li Xan Şêxûn ketine bi sedema gaza Sarîn di heman sibehê de û korta guleyê çêkiriye bi encama bombebarana firokê ko bi lezgîneke xurt bû.

Balyoza Emerîkî li Netewên Yekgirtî Nîkî Hêlî piştî derçûna raportê ragihand ko vekolîn berpirsiyariya rêjîma Esed li ser êrîşa Xan Şêxûn tekez dike, tev ko hin dewlet hewil didin rêjîmê biparêzin û ew divê biraweste.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Tirkiya wek aliyekî gerantor di rêkeftina kêmkirina oparesyonên şer de han da li ser terxankirina bizavên zêdetir ji bo rê bête girtin li pêşiya armanckirina sivîlên Sûriyê li Dêrazorê û gundewarê Helebê û herdu Xûteyên Şamê ya rojava û rojhilat ji aliyê Rûsiya û Îranê ve bi riya firokên şer û milîsên terorîst yên Îranê.

Ev axaftin îro di civînekê di navbera desteya siyasî ya Hevbendiyê û şandeke ji wezareta derve ya Tirkiyê de hat, bi amadebûna cîgirê rawêjkarê wezîrê derve "Sidat Onal" û berpirsa fayilê Sûriyê "A'îşacan Kirabtirî".

Şanda Tirkiyê bal kişand ku armanca Tirkiyê ji kongirê Astana yê bê ew e parastina sivîlan û serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçê û parastina aramiya Idlibê.

Herwiha şanda Tirkiyê piştgiriya xwe ya tekûz bo Hevbendiyê û desteya bilind ya danustandinan di geşta Cinêv ya bê de xuya kir, û tekezî li ser giringiya yekrêziya opozisyonê di çarçovê piransîpên şoreşê de kir, ku dibe yekrêzî bibe fakterê veguhestineke siyasî li Sûriyê.

Şanda wezareta derve ya Tirkiyê tekezî li ser giringiya hevkariyê di navbera Tirkiyê û Hevbendiyê û hemî dezgehên wê û di serî de hikûmeta demkî de kir, û bal kişand ser rola Tirkiyê li Idlibê û got ew ji bo avakirina xalên leşkerî ye ji bo çavdêriya rêkeftina kêmkirinê ye, û derbarê vê yekê giringiya hevkariyê ligel Hevbendiyê û artêşa azad nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, desteya siyasî ya Hevbendiyê tekezî li ser giringiya radestkirina derwazên sînorî ji bo hikûmeta demkî kir, û ev yek bi pêgaveke sereke ji bo bihêzkirina çavdêriya hikûmetê li ser fayilên serweriyê li navçeyên rizgarkirî dît, û daxwaz ji Tirkiyê kir ku destêwerdanê bike ji bo rawestandina bombebarankirina sivîlan ji aliyê Rûsiya û milîsên hevalbend û kar bike ji bo serbestberdana girtiyên di girtîgehên Esed de.

Desteyê tekez kir ku Hevbendî berdewam e li ser encamdana çaksaziyên pêwîst ji bo karakirina karê navend û saziyên Hevbendiyê û bihêzkirina pêgeha wê li hindurê welêt, û tê zanîn ku desteya siyasî civînek li welêt lidarxistibû û ew bi niyet e berdewam be li ser vê yekê bi armanca çêkirina têkiliyên zaf ligel deste û encûmenên xwecihî, û karkirin ji bo peydakirina xizmetgozariyên pêwîst bo hemwelatiyan li navçeyên rizgarkirî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreû û Rikberiya Sûriyê, Ebdirehman Mustefa, dît ku yekkirina rêveberiya deriyên sînorî yên di navçeya Dir’i Elfurat de ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûrî ve gaveke erênî ye ber bi avakirina Sûriyeke nû, û Mustefa dît ku ew gaveke giring e ber bi sazîkirina dewletê de .

Û cîgirê serok got ku hemû dahatiyên deriyên sînorî wê di xezînakê de kom bibin û di bin destê Hikûmeta Demkî de bin, û bal kişand ser ku ev dê wek bingehekê be ji bo yekîtiyin berfirehtir re.

Û Mustefa got ku hemû dahatiyên deriyên sînorî yên ku di xezînê de kom bûne, wê bi şêweyekî dadmend li ser Hikûmeta Demkî û encûmenên xecihî û Artêşa Azad belav bibin, da ku têkevin xizmeta çêkirina pirojeyên xizmetguzarî û geşepêdanê, ji bo bercewendiya gelê Sûriyê. 

Û Hevbendiyê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku, ew lihevkirina li ser yekirina deriyên sînorî û danîna pilanekê  da yekîneyên leşkerî bibin artêşeke niştimanî  ya ji feyleq û alayan pêk bê li ser du qonaxan, ew gaveke giring e û pêwîst e ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya rasteqîn.

Û daxuyaniyê tekezî li ser karê hemû hêzên kartêker kir ji bo pêkanîna hemû xalên lihevkirinê, li gor qonaxên ku tê de lihevkirin çêbûye, û Hevbendiyê hêviya xwe ji bo hevkariya hemû hêzên şoreşa Sûriyê û dostên gelê Sûriyê ji bo piştgiriya vê lihevkirinê û pêkanîna hemû xalên wê li gor qonaxên ku têde lihevkirin çêbûye diyar kir.

Û ev lihevkirin di dawiya civînin giring de û bi amadebûna cîgirê serokê Hevbendiyê Ebdurehman Mustefa û nûnerên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û berpirsên wezareta berevaniyê û serkirdeyên yekîneyên Artêşa Sûrî ya Azad û nûnerin ji Hikûmeta Tirkiyê çêbibû.

Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

25 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Nizar Elherakî balyozê Sûriyê li dewleta Qeter, cext li ser wê yekê kir, ku tişta li Sûriyê dibe ne şerekî navxweyî ye wek hin aliyên civaka navdewletî dibêjin, lê ew şerekî hovane û kuştineke rêbazkirî ye, ev heft sal in ji aliyê rijêma Bişar Esed û hevalbendên wê ve li dijî xelkê Sûriyê pêk tê.

Elherakî di vegotinekê de di xwepêşandana piştgiriya parêzgeha Dêrazorê de got: "tişta li Dêrazorê dibe şerm e ji mirovahiyê re, û nemaze ku Hevpeymaniya Navdewletî beşdar e di wêrankirina bajêr de", û tekezî li ser piştgiriya xelkê Sûriyê bo Dêrazora birîndar û kar ji bo bi hawarçûn û bihêzkirina hebûn û piştgiriya wan kir.

Elherakî bal kişand ku "ji xelkê Sûriyê yên derve tê xwestin ku bi kesukarên xwe yên li welêt re alîkar bin, û tişta li Dêrazorê dibe xerîb nîne, û nejî cara yekê ye", û cext li ser giringiya dijberiya pilanên Esed û jinavbirina rêxistina DAIŞê kir.

Ji aliyê xwe ve, endezyar Ekrem Tu’ma cîgirê serokê hikûmeta demkî ji Xûta rojhilat ya dorpêçkirî di gotarekê de -bi riya enternêtê- got: NY bi tevahî dijminkariya Dêrazorê û Sûriya bi giştî kir, û dirindetirîn tawan bi dorpêçkirin û kuştinê û wêrankirina jêrxaneya bajêr bi dirêjahiya şoreşê li dijî bajêr hatin pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye ku duhî roja sêşemê ji aliyê balyozxaneya Sûrî li Qeterê, xwepêşandek li Dewha ji bo piştgiriya xelkê Dêrazorê û behîdariya giyanê şehîd û birîndarên wê yên di oparesyonên hovane yên vê dawiyê de ku hêzên Rijêmê dijî parêzgeha Dêrazorê pêk anîbûn, hat lidarxistin.

Û xwepêşandan bi amadebûna hejmareke mezin ji revenda Sûrî li Dewha yên ku ji hemû bajar û gundên Sûriyê bûn ji bo piştgiriya xelkê Dêrazorê hatibû lidarxistin, da dengê xelkê xwe yên hundur bigihînin derve, bi her şêwaz û riyên berdest.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

25 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî dît ku vîtoya Rûsiya tê bi armanca astengîkirina mîkanizma lêkolîna hevbeş di tawana bikaranîna çekên kêmyayî de,  û ew di rastiya xwe de ragihandinek bêşermî ye li ser berpirsyaretiya Esed ya tekûz di ber vê tawanê de.

Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de bi tundî bikaranîna mafê redkirinê "vîto" ji aliyê Rûsiya şermezar kir, û dît ku ev "cara nehemîne helwesta Rûsiya li encûmena ewlehiyê berdewam e, di warê kospkirina destpêşxeriyan de, û parastina tawankaran ji dadgehkirinê, û vekirina dergehan li pêşiya tawanbarên şer ji bo pêkanîna tawanên xwe bê tirsa ji sizakirinê".

Û zêdetir got: Rûsiya wek hercar vîto bikar tîne ji bo parastina banda Esed û dana demke zêdetir ji Esed re ji bo kuştin û koçberkirina xelkê Sûriyê.

Hevbendiyê di daxuyaniyê de dît ku Rûsiya bi tekûzî di ber vê rewşa niha de berpirsyar e, û aliyên din yên civaka navdewletî han dan ji bo bi erkê xwe rabin û dest bi destpêşxeriyê bikin û erkê xwe bi cî bînin ji bo parastina ewlehî û aştiya navdewletî û rizgarkirina Sûriyê û cîhanê ji banda terorîst ya stemkar ya ku xwe bi darê zorê li ser gel sepandiye.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

24 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî tekez kir ku "mana Esed li ser desthilatê dibe kelem li pêşiya her çareseriyeke siyasî", û bal kişand ku " opozisyona Sûrî dikare serkêşiya qonaxa veguhêz li Sûriyê bike".

Elherîrî niha li Amerîka ye bi armanca pêkanîna hevdîtinan ligel berpirsyarên kongirês û rêveberiya serok Doland Turamp, herwiha wê serdana çend wîlayetên Amerîka bike, tevî Niyowork û Waşintona paytext.

Elherîrî diyar kir ku gelek armancên vê serdanê hene, û yek ji wan armancan çêkirina têkiliyan ligel revend û rêxistinên civaka sivîl yên Sûrî li Amerîka ye, her weha wê li 26 û 27'ê vê heyvê û bi amadebûna revenda Sûrî di kongorê girûpa rêxistinên Sûrî de beşdar bibe.

Elherîrî diyar kir ku "şerê li dijî terorê û fayilên Reqê û Dêrazorê di serê lîsta fayilên Sûrî yên germ de ne", û got: " peyamên taybet bo rêveberiya Amerîka derbarê van fayilan li rex me hene, tevî peyamên din ên derbarê destdanîna Rûsiya bi tena xwe li ser çareseriyê li Sûriyê, û dumahîk pêşhat û pêşdeçûnên Sûriyê".

Elherîrî tekez kir ku wê peyamekê bidin Amerîka li ser bizavên Rûsiya yên ji bo peydakirina pêvejoyeke alternatîv dûr ji Cinêv û NY û biryarên navdewletî û piroseya veguhestina siyasî.

Zêdetir Elherîrî serokê şanda bilind ya danustandinên Sûriyê li Cinêv got ku "Em ê ji bo rêveberiya Amerîka bêjin ku opozisyonek rasteqîn heye dikare serkêşiya veguhestina siyasî li Sûriyê bike".

Elherîrî cext kir ku şerê ligel rijêma Esed " şerekî siyasî tenê ye, û hewcedarî bi hilgirtina çekan çêbû ji bo parastina sivîlan, û em hêvî dikin ku bilez agirbest cîbecî bibe ji bo dîtina çareseriyek siyasî ligor biryarên encûmena ewlehiyê, û daxwazên gelê Sûriyê yên bidestxistina azadiyê û veguhestina siyasî pêk werin, û her ji destpêka veguhestinê de bişar Esed tunbe, û bête dadgehkirin".

Elherîrî dît ku " mana Beşar Esed li Sûriyê dibe kelem li pêşiya dijberiya terorê, û nahêle veguhestina siyasî û aştî û seqamgerî li Sûriyê pêk were, û kosp e li pêşiya vegera karê saziyên dewletê".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Elerebî Elcedîd

23 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî û di serî de Encûmena Ewlekariyê kir, ko bi berpirsiyariyên xwe derbarê xelkên Xûta Şamê ya rojhilat rabin, bi dabînkirina rakirina dorpêçê bi şîweyek yekser ji ser Xûta û hemû herêmên Sûriyê yên dorpêçkirî.

Di Daxuyaniyeke Rojnamevanî ya Hevbendiyê de duh got: " ji çar salan ve bobelata xelkê Xûta Şamê ya rojhilat a bi sedema dorpêçkirina wê ji aliyê banda Esed û milîsên terorîst yên Îranê berdewam e. ev tawaneke dijemirov e û hêjî dijî xelkên Xûta li pêş çavê tevaya dinyayê pêk tê, hevdem ligel êrîşên firok û topxaneyan ên hovane, û rola firokên Rûsiya di wan êrîşan de sereke ye."

Her weha çalakvên Sûrî îro êvarî wê bi kampaniyeke ragihandinî rabin li ser malperên danûstandina civakî bi navê (Esed Xûta Dorpêç dike) tako bala xelkê bikişine ser derdê nîv milyon dorpêçkiriyên ko piraniya wan zarok û jin in.

Yên xwe ji kampanya îro re amade dikin çalakvan û ragihênerên Xûta rojhilat in, bi hevkariya komeke berfireh ji çalakvanên hundir û derveyî Sûriyê, da banga xwe bigehînin cîhanê ji bo li ser derdê xelkên Xûta rojhilat yên  ko ji sala 2013ê ve hêzên rêjîma Esed ew dorpêç kirine rawestin.

Di daxuyaniyê de hatiye ko “peymana kêmkirina şer ya ko 3 meh di ser re buhirîne ya ko wê rêka bazirganiya azad veke û bihêle alîkarî bigehên Xûta Şamê, heta nuha cîbicî nebûye, rêjîma Esed tu rêbuhêrk venekirine û nehiştiye nexweş û birîndar ji bo çareserkirinê derkevin.”

Çalakvanan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ko rêjîma Esed hêj 350hezar sivîlî dorpêç dike, û gelek zarok di nav wan de hene,  lê nahêle xwarin û derman û pêdiviyên jiyanê yên giring bigehêjin wan.

Çalakvanan di daxuyaniya xwe de daxwaz kirin ko hemû dezgehên sivîl û yên ragihandinî û yên diplomasî kartêker bibin,  ji bo rakirina dorpêçê ji ser Xûta ya ko rêjîmê ji 1850 rojî de feriz kiriye.

Ji aliyê xwe ve Dr. Yihya Ebû Yihya  yê ji navenda Elhekîm got ko şaxên navendê û hejmara wan 11 ne li Xûta rojhilat "di sê mehên dawî de 9700 zarok pêşwazî kiriye, ji wan 80 zarok bi sedema kêmxwariniya tund û dused zarok ji kêmxwariniya orte nexweş ketine. 

Elhekîm got: ko çarhezar zarokên din bi pileyin corbicor hewcedarên xwarinên taybet in ko ev nîşandekeke metirsîdar e.

Xelkên niştecihên Xûta rojhilat derdê birçîbûneke dijwar dikişînin, û ji gava dorpêçê ve pir rojên giran dîtine, dahata darayî ya her malbatekê 50 dolar e, lê rêjeya bêkariyê 70% û rêjeya kêmnirxbûna pereyên Sûrî 900% , eger bi salên berê re bête pîvan.

Li gora nivîsgeha karûbarê mirovî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, dawîtirîn karwanê alîkariyên xwarinê û yên bijîşkiyê û pêdiviyên din di 23 eylûna borî de derbasî sê bajarokan bû, piştî karwanê ko di cehzerana borî de derbas bibû.

Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

21 October 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Zarokek hat kuştin û çend kesên din birîndar bûn bi sedema bombebarankirina Şamê û gundewarê wê bi mûşekên ji aliyê hêzên Rijêmê ve, tevî emzekirina Rijêmê li ser rêkeftina agirbestê li wan navçeyan û bi gerantiya Rûsiya.

Çalakvanan got ku taxa Cober li Şamê û herdu bajarokên "Eynterma" û "keferbetna" li gundewarê wê  û herwiha "Hoşeldewahira" bi mûşekên coreyê "fîl" hatin bombebarankirin.

Hemwelatiyên wan navçeyan tekez kirin ku bombebarankirin bû sedema birîndarbûna bi dehên sivîlan û wêrankirina avahiyan û navendên jêrxana bingehîn bi awayekî berçav, û hin serkirdeyên encûmenên xwecihî bal kişandin ku ew bi temamî berpirsyaretiyê têxin hustê Rûsiya, û dîtin ku pêwîst e ew bi erkê xwe rabe ji bo "rê li pêş Rijêmê bigire ji bo rawestandina karên xwe yên dijminkarî ".

Li aliyek din, Tora Sûrî ya mafê mirov di raportekê de li heyva êlûnê de gotibû ku Rijêma li tenişt hevalbenda xwe Rûsiya dubare navê wê di serê lîsteya encamderên komkujiyên Sûriyê de hat, û kuştina 912 sivîlan bi destê hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya di heman raportê de hatibû dîkomîntkirin, û xuya kiribû ku ji wan 498 sivîl di nav wan de 101 zarok û 83 jin û 33 dibin eşkencê de bi destê hêzên Rijêmê hatibûn kuştin.

Û di hevdîtinên vîdyoyî yên bi rêka enternet  ên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî li gel serkirdeyên encûmenên xwecihî li Şamê û gundewarê wê tekez kirin ku Rijêm berdewam e li ser fişarên xwe û birçîkirina xelkê ji bo armanca sepandina mercên xwe.

Hevdem ku Hevbendiya Niştimanî cext li ser giringiya ku NY bi karakirina mijara dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê rabe kir, û sivîlan biparêze û nehêle Rijêm kiryarên hovane li dijî sivîlan pêk bîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: October 2017