Duh roja çarşemê 1-8-2018 ji encama teqîna mayînên ku PYDê li gundewarê Helebê çandine , 10 sivîl hatin kuştin .
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku 10 sivîl li derdorê gundê Başkoyî li gundewarê Helebê ji encama teqîna mayînên PYDê çandine hatin kuştin, dema ku dixwesin bi dizî di riya qaçaxçiyan re derbasî bajarê Helebê bibin.
Her wiha Zeyno diyar kir ku xelkê hatine kuştin ji bajarokê Mabeta ne, û hinek ji bajarê Efrînê ne, ji kampa Fafîn ya di bin destî PYDê de dirivyan berbi Helebê de.
Zeyno tekez kir ku laşên koçberên hatine kuştin û birîndarkirin, hemû ber bi nexweşxaneya Leşkerî li Helebê hatin birin.
Tê zanîn ku ta niha bi sedan welatî hatine kuştin û birîndar bûne, ji encama teqîna mayînên çandî li gundewarê Helebê .
Jêder: Beşê Kurdî ji Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê