29 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bala ya danûstandinan Nesir Elherîrî îro çarşembê digel serpereştên perêzgeha Humsê û gundewarê wê di rêya pirogramekî televizyonê yê girtî civînek lidar xist, û tekez kir ko miletê Sûrî û dezgehên şoreşger û alayên leşkerî ew ji şanda danûstandinan re li Cinêvê giringtir piştgir in.

Elherîrî di axaftina xwe de tekez kir ko şanda danûstandinan bi pirinsibên şoreşa Sûriyê pabend in, yên ko di daxuyaniya dûmahiyê ya kongirê berfireh yê duyem yê hevrikiya Sûriyê yê ko paytexta Erebistana Siûdiyê Riyadê ew mêvandar kiribû.

Elherîrî ji gelek serpereştên Humsê re diyar kir ko daxuyaniya dûmahiyê ya kongirê Riyada 2 gelekî bi hûrbînî li ser desteya desthilata veguhêz ya ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2118 û 2254ê de hatiye axivî.

Elherîrî got evro rêjîm di astengiyê de ye û divê jidiliya xwe li pêşberî civaka navdewletî diyar bike ko ew pirinsîba çareserkirina siyasî li gora biryarên navdewletî dipejirîne, berdewam kir û got ko ew texmîn dike dê rêjîm hewil bide operasiyona siyasî asteng bike.

Duh sêşembê şanda bala ya danûstandinan di rûniştina yekem de ya digel tîma Netewên Yekgirtî de beşdar bû û digel şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora lîsta kerê gera nuha gotûbêj kir.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bala ya danûstandinan, Nesir Elherîrî, spasiya Erebistana Siûdiyê kir li ser mêvandarî û piştgiriya wê ji kongirê berfireh yê duyem yê hevrikiya Sûriyê re, yê ko li paytexta Siûdiyê Riyad lidar ket.

Di nameyekê de ko ji qeral Selman bin Ebdulezîz re şand, Elherîrî got ku ‘’ em bi rêz  li ber qencî û ked û karê we yê ji bo serkeftina kongir radiwestin, û ev çend salên borî jî we bizaveke baş kiriye bo sivikkirina derd û zehmetkêşiyên miletê Sûriyê û bidawîkirina bobelata wan ya mezin ko hê wek wê di serdema nû de çênebûye.  ‘’

Elherîrî tekez kir ko peywendiyên biratiyê di navbera herdu miletên Sûrî û Siûdî berê hebûn û nuha jî hene û dê her bimînin, ji ber li ser rastî û bawerî û hevpeymana çarenivîsî hatiye avakirin.

Û şanda danûstandinan ya bala duh roja duşemê giha bajarê Cinêva Siwêsrî ji bo di gera heştan ya danûstandinan de beşdar bibe, û serokê şanda bala ya danûstandinan di dema gihandina xwe de got ko şandyarê navdewletî û Encûmena Ewlehiyê berpirsiyariya neçarkirina rêjîmê li ser çareseriya siyasî hildigirin.

Elherîrî di kongirê rojnamevanî de got ko deste dixwaze operasiyona veguhastina siyasî dabîn bike, ya ku çûna Esed di destpêka qonaxa veguhêz de ye, û bal kişand ser ko hêvî ji Cinêva heştan pir kêm in û rêjîma Esed dê astengkirina danûstandinan berdewam bike.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

27 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro duşembê, Şandeya Desteya Dilind ya Danûstandinan bi serokatiya Nesir Elherîrî dighêje bajarê Cinêvê yê Siwêsrî, da beşdariyê di gera nû ya danûstandinan de bike, ya ku wê sibe sêşembê dest pê bike, bi armanca pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryarên rewaya navdewletî.

Û hejmarek ji berpirsyarên rikberiya Sûrî, tekezî li ser serkeftina kongireyê rikberiya Sûrî yê duwem ê berfireh ê li Riyadê yê roja pêncşema bûrî bidawî hat kiribûn.

Û serokê desteya bilind ya danûstandinan ,Nesir Elherîrî, di kongirekî rojnamevanî de piştî civînê tekez kiribû ku hemî aliyên nûnerîtiyra şoreşê dikin bûne yek, û Karin dest bi danûstandinên yekser bi rêjîma Esed re bikin, ji bo cîbecîkirina veguhestina siyasî li gor lêvegerên nevdewletî.

Û her weha herîrî got ku rikberiyê berê xwe daye cinêvê da danûstandinên rasterast bike, û ew amade ye danûstandinan derbarê hertiştî bike.

Her weha Herîrî got ku Yekîtiya Oropî pîrozbahiya rikberiya Sûriyê, û D. Nesir Elherîrî, û Erebistana Siûdî kiriye, li ser ked û karên kirine ji bo biserxistina kongir. Û nûnera bala ya karûbarê derekî di Yekîtiya Oropî de, Fedrîka Mogerînî, got ku tişta çêbû nîşaneke giring e li ser ku pirosesa çûna ber bi danûstandinên raseqîne li cinêvê heye.

Û Mogrînî weha jî got:" Yekîtiya Oropî hêvîdartir bûye ku rê xweş bûye li pêşiya danûstandinên Cinêvê   ji bo standina biryrên berbiçav di nav aliyên Sûrî de, tevlî biryarên derbarê Hukumraniya Veguhêz û destûrê û helbijartinên azad û durist di bin çavdêriya NY de.

Û her weha Mogerînî tekezî li ser giringiya rawestandina têkçûna rewşa mirovî û bidawîanîna êrîşkirina ser sivîlan wek yên vê dawiyê li bajarê Etarib a gundewarê Helebê û Xûta Rojhilat a gundewarê Şamê çêbû, û tekezî li ser giringiya nehêlana astengiyên nahêlin alîkariyên mirovî bigihên tevaya deverên Sûriyê kir.

Û beyana dawî ya kongireyê Riyadê yê rikberiya Sûrî, tekezî kiribû ku ti cihê Esed û bendeka wî ya desthilatdar di qonaxa veguhestina siyasî de li Sûriyê tune ye, û beşdarên kongir cext li ser pabendiya xwe bi piransîbên şoreşa Sûrî û mafên gelê wê di bidestxistina azadiya xwe de kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî  

25 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ku hêzên nûnertiya şoreşê dikin rêzên xwe kirin yek, û niha yekser dikarin danustandinan ligel rijêma Esed ji bo veguhestina siyasî ligor lêvegerên navdewletî bikin.

Duhî li Riyadê, Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de got ku opozisyon wê biçe Cinêvê ji bo pêkanîna danustandinên rasterast, û ew amade ye bo gengeşekirina her tiştî li ser maseya daustandinan.

Her weha Elherîrî got ku ew bi piransîpên şoreşê pabend in, û rijd in li ser damezrandina desteya fermanraniya veguhêz, bê ku serokê Rijêmê Beşar Esed têde hebe, û daxwaza çavdêriya NY ji her civînekê re ji bo çareseriya doza gelê Sûriyê kir.

Herwiha dît ku pêşniyara Rûsiya ji bo lidarxistina kongirê "Sotçî" nakeve di xizmeta piroseya siyasî de, û got ku ew hêvîdar e hemû hevpeyvîn di riya NY re bin.

Elherîrî ji bo kurtkirina dema danustandinan û gihiştina çareseriyê, daxwaz ji civaka navdewletî tevlî Rûsiya jî  kir, ku zêdetir giringiyê bidin karên bikevin di xizmeta piroseya siyasî de, ya ligor daxuyaniya Cinêv ya bi çavdêriya NY.

Elherîr di kongirê rojnamevanî de bal kişand ku pêwîst e danustandinên Cinêv rasterast û jidil bin, û ligor nexşeke kar a xuya be, û daxwaza peyakirina hemû mijaran li ser meseya danustandinan kir.

Elherîrî encamên kongirê Riyad wek pêgavek giring dît, ku rastgoya civaka navdewletî têxe bin ezmûneke sereke, ku êdî hîç behanak derbarê rûniştinên rasterast li rex Rijêmê nemaye,  ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ligor hersê lêvgerên navdewletî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

24 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî Sûrî got ko pêkhatiyên hevrikiya Sûrî li Riyadê di lihevkirina dîtina şandeke yekgirtî ji bo danûstandinên Cinêva dahatî de biser ketin.

Kongirê berfireh yê dûyem yê hevrikiya Sûriyê li Riyadê paytexta Erebistana Siûdiyê, karê xwe duh pêncşembê bidawî kir, û beşdaran di daxuyaniya dûmahiyê de tekez kirin ko cihê Esed û simbolên wî bi destpêkirina qonaxa veguhêz re li Sûriyê nîn e.

Endamê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed di daxuyaniyeke taybet de îro diyar kir ko ew hêvîdar in biryarên navdewletî kartêker bibin, û operasiyona siyasî bicî bibe, tako bigehên veguhastina siyasî ya tekûz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.

Bêtir got ko ew ji gera Cinêva dahatî re amade ne, destnîşan kir ko desteya danûstandinan li benda jidiliya civaka navdewletî ye, da bigehên çareseriyeke siyasî li Sûriyê.

Û bal kişand ser ko îro ji civaka navdewletî tê xwestin ko fişarê bide ser rêjîma Esed tako têkeve operasiyona siyasî ya jidil û biryarên navdewletî yên cîbecîkirina desteya desthilata veguhêz  bi karûbarên cîbicîkirina tekûz.

Fehed got ku giring e Netewên Yekbûyî bi rola xwe rabe da êrîşên rêjîmê û Rûsya yên leşkerî li ser herêmên sivîlan pirotesto bike, û dorpêç ji ser herêmên dorpêçkirî rake û alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re bigehînin û hemû girtiyan berdin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

23 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Beşdarbûyên duwem-kongirê berfereh yê opozisyona Sûriyê li Riyad, paytexta Erebistana Si'ûdî, tekez kirin ku cihê Beşar Esed û bendeka wî her ji destpêkirina qonaxa veguhêz namîne.

Îro, duwem roja kongir bû, û têde daxuyaniya dawiyê derket, û têde endamên kongir cext li ser parastina helwesta oposizyonê derbarê piroseya danustandinan kirin, ku nabe destberdan bi hîç awayekî ji xwîna qurbaniyên gelê Sûriyê bibe, ya ligor tekesta daxuyaniya Cinêv1, derbarê "avakirina desteyeke hikumraniya veguhêz ku bikaribe seqayekî bêalî ji bo cêbicêkirina piroseya veguhêz peyda bike".

Beşdarbûyên kongir dîtin ku " cextiya li ser cêbicêkirina piroseya veguhestina siyasî û dabînkirina seqayeke  aram û seqamgîr, tiştekî gewherî ye bo hemû kesî ", û tekez kirin ku ev yek bicih nabe bê çûna Esed û destekên wî û rijêma stem û zordestiyê her ji destpêkirina qonaxa veguhêz de.

Beşdarbûyan cext kirin ku tawanên şer li dijî gelê Sûriyê ji aliyê Beşar Esed û destekên desthilatdar hatine pêkanîn, û dîtin ku pêwîst e ew ligor yasa navdewletî û yasa mirovî ya navdewletî bêne dadgehkirin, û bal kişandin li ser giringiya raguhestina sercem tawankarên tawanên şer li Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî.

Endamên kongir di daxuyaniyê de diyar kirine ku armanca wan yekgirtina hêzên opozisyonê ye, li ser nêrîneke hevbeş ji bo çareseriyeke siyasî ligor daxuyaniya Cinêv û herdu biryarên encûmena ewlehiyê 2118 û 2254, û damezrandina qonaxa veguhêz ji bo welat ber bi sîstemekî siyasî demokrat û firealî û medenî bibe, û dabînkirina dadwerî û yeksaniyê.

Herwiha amadebûyan tekezî li ser yekparçebûna Sûriyê û serweriya dewleta paşerojê li ser tevaya xaka wê kirin, û pabendiya xwe anîn ziman li ser ku Sûriya; dewleteke firenetew û firekeltûr e.

Daxuyaniya dawiyê daxwaz ji NY û civaka navdewletî kir ji bo cêbicêkirina biryarên encûmena ewlehiyê û karkirin bi awayekî bilez û rijd ji bo cêbicêkirina biryarên taybet bi serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçkirinê ji ser navçeyan û gihandina karwanên alîkariyên mirovî bo xelkê pêwîstdar, û peydakirina zemînekê bo vegera koçber û penaberan bo cih û warên wan, û cêbicêkirina rêkeftina kêmkirina oparesyonên şer bi awayekî karîger û vebir û rawestandina binpêkirinên Rijêmê û hevalbendên wê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

22 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Civîna berfireh ya duyem ya hevrikiya Sûriyê li Riyad, paytexta Siûdiyê, îro çarşembê, bi amadebûneke diblomasî ya navdewletî ya fireh lidar ket.

Serokê Hevbendiya niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf di gotina xwe ya destpêka kongir de, tekezî li ser pirensîbên şoreşa Sûriyê û qurbaniyên miletê Sûrî ji bo azadî û rûmetê bidest bixe kir.

Sêf di gotina xwe de got: ‘’ Bobelatên bi serê miletê Sûrî tên ji ramana bi  Beşar Elesed mezintir in ‘’ , û  got : ‘’ Beşar Elesed wê ne di qonaxa veguhêz de nejî di paşeroja Sûriyê de tune be, û ev kêşe bi kêmanî nîvê miletê Sûrî piştgiriya wê dikin.‘’

Sêf bal kişand ser ko xelkên Xûta ji birçîna dimirin, tev ko biryarên navdewletî daxwaz dikin ko bombebaran raweste û rêbuhêrkên mirovî  vebin û alîkarî bigehên wir û girtî bêne berdan , û bêtir got ku hevrikiya Sûriyê cîbicîkirina biryaran dixwaze, li gora ko di têkistên wan de hatiye.

Û wezîrê derve yê Siûdiyê Adil Elcibêr dest bi kongir kiribû, û di gotina xwe de ya ji nûnerên hevrikiya Sûrî re pêşkêş kir de got :" çi çareserî li Sûriyê nabe bêyî lihevkirina Sûriyan xwe bi xwe, û yekîtiyek ko amancên miletê Sûrî misoger bike, û derdê wî bidawî bike li gora ragihandina Cinêv1 û biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254".

Nûnerên hemû pêkhatiyên hevrikiya Sûrî li Kongir amade ne, û tê texmînkirin ku roja pêncşembê bi daxuyaniyekê bidawî bibe, ku tê de lêvegera danûstandinan ya hevrikiya Sûrî destnîşan bibe, berî gereke nû ya Cinêvê ko Dî Mistora dibêje wê di 28 çêriya paşî ya nuha de çêbibe.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

21 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpireskî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza damezrandina hevpeyameyekê ji dewletên Erebî kir ji bo rawestandina "terora Îranê", û dewletên Erebî han dan li ser standina "biryarên pêwîst" bi rêka encûmena ewlehiya navdewletî ji bo rawestandina "destêwerdanên Îranê yên redkirî".

Ehmed Remedan, serokê ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, duhî roja duşemê di daxuyaniyekê de ji ajansa Anadol re got: " Em piştgiriya pêkanîna hevpeymaneyeke Erebî dikin, ya bibe destpêka hevpeyamenyeke navdewletî li hember pilan û terora Îranê, û pêwîste em rê nedin Îranê ku mifayê ji nakokiyên di navbera Ereban de bibîne, û hewl bide bi rêka wan nakokiyan destkeftan ji bo berjewendiya xwe bidest bixe".

Hêjayê gotinê ye ku encûmena wezîrên derve yên Ereban daxuyaniyek yekser da piştî lidarxistina civîneke awarte li roja yekşemê li Qahîra paytext, û li ser daxwaza Erebistana Si'ûdî biryar da ji bo veguhestina "fayilê destêwerdanên Îranê" bo encûmena ewlehiyê, û şermezarkirina milîsên "hizbulah" ya Libnanî, û qedexekirina weşanên kenalên "ji aliyê Îranê têne peredan " li ser setelaytên Erebî.

Remedan got ku "Hevbendî xweşhaliya xwe diyar dike ji redkirina destêwerdanên Îranê di Sûriyê de, û hewlên Tehranê yên ji bo belavkirina ajawegeriyê û terorîstiyê li navçeyê red dike, û destxweşiyê li derketina helwesteke Erebî ya yekgirtî dike".

Remedan zêde kir û got: "pêwîst e helwest ne tenê bi derxistina daxuyaniyekê be, lê herwiha divê kar bibe bi rêka encûmena ewlehiya navdewletî ji bo standina biryarên pêwîst, ku nabe dewleteke terorîst ya sînorbir  xwe di ser yasayê re dibîne, bêyî ku tu aliyê navdewletî rê li pêş bigire".

Remedan tekez kir ku " kiryarên Îranê li Sûriyê, nemûneyek e ji terora ku milîsên wê li navçeyê bikar tînin ", û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî her ji destpêkê de daxwaza karekî kiribû li dijî destêwerdanên Îranê û hewlên wê yên ji bo peydakirina fitnegeriyên mezhebî.

Herwiha Îran tometbar kir bi encamdana guhertinên demografî li Sûriyê û got: "tişta dibe gelekî metirsîdar e, û Îran bi rêka baskên xwe guhertina demografî û koçberkirina xelkê Sûriyê pêk tîne, ji bo hawirdekirina çeteyan li şûna wan".

Remedan cext kir ku " li hember vê yekê pêwîst e li nav hemû dewletên Erebî zingilê metirsîdariyê lê bide, û em bawer in ku ev bizava komkara Erebî wê bibe destpêk, û pêwîst e berdewam be ber bi astekî berfirehtir û tekeztir".

Remedan got ku " metirsiya Îranê, sebaret xelkê Sûriyê kêmtir nîne ji metirsiya rijêma diktator (Bişar Esed), û tawanên Îranê li Sûriyê wê bi dirêjahiya salan jibîr nebin".

Remedan daxuyaniya xwe bidawî kir û got " di qonaxa bê de wê karên berbiçav li hember destdirêjiya Îranê li ser cîhana Erebî bên kirin, û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kar ji bo dirustkirina bereyeke Sûrî ya yekgirtî dike, ya ku bibe beşek ji hevpeymaniyeke Erebî û navdewletî ya berferhtir ji bo rûbirûbûna gefên Îranê bi hemû şêwazan".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

20 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê rêveberiya ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ehmed Remedan got: qezenckirina Kombenda Rojnamevanên Sûrî ji danpêdana navdewletî re pir giring e, ji bo tekezkirina mafê rojnamevanên şoreşger yên kirdeyên rêjîma Esed li Sûriyê red kirine.

Kombendê danpêdana navdewletî bi tevaya dengan bidest xist, di civîna endamên nivîsgeha cîbicîkirinê ya (Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan) anko (IFJ) ‘’fîdraliyeta navdewletî ‘’, ya li Tûnisê roja şemiyê 18 çêriya paşî ya nuha lidar ket.

Remedan bal kêşand ser ku karên kombend dike dikeve berjewendiya pêşketina rojnamevaniya Sûrî bi taybetî, û berjewendiya Sûriyê bi giştî.

Remedan pîrozbahiya hemû kesên Kombendê birêve dibin kir, û hêviya berdewamiya serkeftinê ji wan re kir, di berevaniya azadiya derbirrînê û eşkerekirina tewanên rêjîma tewankar de.

Tê zanîn ku Kombenda Rojnamevanên Sûrî di sibata 2012ê de, bi destê komek rojnamevanên Sûrî yên piştgiriya şoreşê dikin çêbû, û bi fermî li Frensa li gora yasaya komelan, û di 6 tîrmeha 2013 hat tomarkirin, û nivîsgeheke xwe li bajarê Xazî Entaba Tirkî vekir.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

18 November 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku ew êrîşên ku hêzên rêjîmê û Rûsiya dijî sivîlan li Şamê û gundewarê wê û her weha li gundewarê helebê pêktînin, merem jê têkbirina çareseriya syasî ye, bi riya binpêkirina rêkeftinan û berdewamiya kuştin û tawankariyan.

Û bidehan kes şehîd û birîndar ketin ji encama bombebarankirina rêjîmê ji bajar û bajarokên Xûta Şamê ya rojhilat ya dorpêçkirî re, her weha bidehan jî şehîd ketin û birîndar bûn di bombebarana Rûsiya ji bazargeha bajarê Etarib re li gundewarê Helebê, û ew dever tev jî ji yên rêkeftina kêmkirina asta şer in.

 Û di daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî de hatiye ku 37 şehîd li Xûta rojhilat ketine, û bêhtir ji 200 kesî birîndar bûne ji ber dever tûşî bêhtir ji 1000 aviştokên hawinê û 35 mûşekên goşî û zêdetir ji 130 êrîşên asîmanî bûne,

Û Hevbendiyê amaje kir ku hêzên Rêjîmê xaza kilora şehrîn ya qedexekirî roja pênşembê 17ê çiriya paşî bi kar anîye, dema deverin li Heresta ya Xûta rojhilat armanc kirin, her weha helîkopterên wê bermîlên teqîner yên kilor di wan de bi ser Bêt Cin li gundewarê Şamê yê rojhilat de avêtine,  û Hevbendiyê dît ku ev binpêkirin e ji biryara Encûmena Ewlekariyê re ya nimare 2209 û ya 2235, û bumbebarankirina Bêt Cin bû sedema çêbûna bêhnçikandinê piştî belavbûna bêhna kilorê û dûyekî rengê wî zer bû.

Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Rêjîm û hevalbendên wê hewldanê berdewam ji bo astengkirina karê komîta vekolînê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê dikin, di riya karên diblomasî re li Encûmena Ewlekariyê yan jî bi riyên tewankariyan û pêkanîna tewanên bêhtir li ser xakê.

Û daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û dewletên dostên gelê Sûriyê xwest ku van êrîşan şermezar bikin û erkên xwe hilgirin û fişareke rastî bidin ser Rêjîmê û hevalbendên wê ji bo bi mercên çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî û lêvegera Cinêv1 pabend bin, û hevbendiyê dît ku têkbirina pêvajoya siyasî armancek sereke û take-bijardeya rêjîmê û hevalbendên wê ye.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: November 2017