29 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsiya û Rijêm bi hewlên sepandina boçûn û lênêrîna xwe li ser piroseya çareseriyê li Sûriyê bi rêka oparesyonên leşkerî li dijî sivîlan û nemaze zêdegaviya niha ya li ser Idlibê tometbar kirin.

Hevbendiyê li êvariya pêncşemê di daxuyaniyekê de got ku ligel diyalog û gengeşeyên ciyawaz yên li ser çareseriya siyasî dibin, hevdem Rijêm bi piştgiriya Rûsiya hewl dide ji bo sepandina xwe li ser qadê bi rêka siyaseta xwe ya bimebest ya bikaranîna bermîlên teqîner û mûşek û kuştinê û oparesyonên koçberkirin û dorpêçkirinê.

Û got ku hêjî êrîşên firokên Rûsiya û hilîkopterên Rijêmê yên ji heftiyekê ve li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê berdewam in, hevdem ligel hewlên pêşketina hêzên Rijêmê û milîsên palpiştên wê li ser aniyên başûr.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîşên duhî roja pêncşemê (28'ê çileyê pêşiyê) heta niha û ligor amarên destpêkî bûne sedema kuştina 18 sivîlan ku di nav wan de jin û zarok hebûn, û bi dehan şehîd û bi sedan birîndar ketine her ji destpêka oparesyona niha, û bi sedema êrîşên Rûsiya bi mûşek û bi dehên bermîlên teqîner yên hatine avêtin bi hilîkopterên Rijêmê li ser gund û bajarokên rojhilat û başûrê Idlibê.

Hevbendiyê tekez kir ku  têkşikandina pêvejoya siyasî her ji destpêkê de, bijaredeyek stratîjîk a Rijêmê û hevalbendên wê bû, û çaverê nabe ku civaka navdewletî pêşbînî bike ku ev stratîjîk bête guhertin, li dema ku helwestekî ciyawaz bi awayekî bineretî û fişarên rasteqîn neyên standin, û dest bi xwendina fayilê Sûrî bi stratîjiyeke nû, ku guncayî be ligel qebarên erkên wê û sirûşta ketwarên nû.

Daxuyaniyê bal kişand ku bêkariya civaka navdewletî li hember rihakirina sivîlan û têkşikestina wê li hember parastina aştiyê û ewlehiyê li Sûriyê,  û ew tenê li tawanan teşaşe dike, û ev yek dibe cihê lêpirsînê, herwiha ev wek erêkirinê tê pesindkirin li hember oparesyonên niha dibin, û her weha li ser hemû encamên wê yên  çareseriya siyasî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

28 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya hecê ya bala ya Sûriyê amaje bi bizavên welatê Siûdiyê kir, û got ko her sal xizmet û guhdana hecacên Sûriyê dike, di civîna komîta bala ya hecê ligel berpirsiyarên Siûdiyê,

Di seredana desteya hecê ya bala ya Sûrî bo welatê Erebistana Siûdî duh çarşembê de, Dr. Nezîr Elhekîm serokê komîta hecê ya bala û emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, tekezî li ser giringiya bizavên ko Erebistana Siûdî ji hecacên cîhana islamî re pêşkêş dike kir.

Ji hêla xwe ve Dr. Ebdulfetah Bin Silêman Mişat cîgirê wezîrê hec û umrê yê Erebistana Siûdî amaje bi bizavên dezgehî yên komîta hecê ya Sûrî kir, ko ji sala 2013z, 1434k xizmeta hecaciyan dike.

Mişat got: Erebistana Siûdî dibîne ko xizmeta mêvanên mala xwedê erkekî netewî û pîroz e, destnîşan kir ko ‘’ desthilata Siûdî alîkariyê bo hemû miletan pêşkêş dike û miletê Sûrî dê piştgiriyeke guncaw jê re bibe. ‘’

Hevdîtina ko li bajarê Cedê çêbû ji endamên komîta bala ya heca Sûrî bi serokatiya Dr Nezîr Elhekîm û Dr. Hişam Merwe cîgirê serokê komîtê û Samir Bêreqdar fermanberê heca Sûrî û endamên komîtê digel Dr. Ebdulfetah Bin Silîman Mişat cîgirê wezîrê hecê û umrê û Dr. Hisên Bin Nasir Elşerîf wekîlê wezaretê yê karûbarê hecê û wekîlên wezaretê yên fermanberiya giştî û seredanê li bajarê Medîne Elmunewere û yên hatinûçûnê û nûnerên wezareta navxweyî û derve ya welatê Siûdiyê pêk hat.

Di dûmahiya hevdîtinê de herdu şandan nîşanên xelatkirinê dane hevûdû, seredan dê hefteyekê berdewam bike ji bo hevdîtinê ligel dezgehên bi ser wezareta hecê û umrê ve pêk bîne û girêbestên pêwîst bo werzê hecê yê dahatî imze bikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî, tekez kir ku kongirê "Sûtşî" yê ku Mosko " daxwaza lidarxistina wî dike, ne ligor biryarên navdewletî yên derbarî doza Sûrî ye, û mafên xelkê Sûriyê ji bo dewleteke demokrat û azad bo hemû welatiyên xwe jinav dibe", û got ku Rijêm rê li pêşiya piroseya siyasî li Cinêvê digire, û divê NY bi rola xwe ya ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî rabe ".

Îro roja pêncşemê, Elherîrî civînek ligel serkirdeyên parêzgeha Der'ayê bi rêka bazineke telefizyonî ya girtî lidar xist û têde got ku "zanyariyên derbarê kongirê Sûtşî yên ku tên bobelat in" û zêdetir got ku Rûsiya bi rêka vî kongirî dixwaze karên xwe yên leşkerî bi rêka kongirekî siyasî li gor xwestekên xwe biser bixe.

Elherîrî cext kir ku opozisyona Sûrî wê berdewam be di cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên taybet û di serî de biryara 2254 de, û dît ku dabînkirina veguhestina siyasî ya ku di tekesta wan biryaran de hatiye, bitenê riya rizgarkirina Sûriyê ye.

Elherîrî bal kişand ser ku beşdariya desteya danustandinê li Cinêvê bi sûde ye ji şoreş û gelê Sûriyê re, û got "tevî ku wan danustandinan heta niha çi encam nedane, lê beşdarîkirin baş bû ji bo hetikandina Rijêmê û aşkerekirina tawanên wê li pêşiya civaka navdewletî".

Serokê desteya danustandinê tekez kir ku şanda li Cinêvê dijberiya Rijêmê û hevalbendên wê dike, tevî civaka navdewletî ya ku bi dîtina wî " bêdeng e" li hember tawanên hovane yên di derheqê gelê Sûriyê de dibin", û cext li ser yekrêziya hêzên şoreş û opozisyonê li hember Rijêma stemkar û dîktator kir".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

27 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek ji rikberiya Sûrî bangek belav kirin ji bo baykotkirina "Kongrê Diyaloga Niştîmanî" yê ku Rûsiya amadekariyan jêre li bajarê Sotçî di Çileyê Paşîn ê bê de dike.

Daxuyaniya ku zêdetir 3500 kesayetiyên dijber ji kesên serbixwe  û yên di nava Hevbendiya Niştîmanî, Hikûmeta Sûrî ya Demkî, serbazên Artêşa Azad û rojnamevan û çalakvanan li ser îmze kirine, amaje bi wê yekê kir ku armanca Rûsiyê ji vî kongreyî ew e "Biserxistina çareseriya li gor nerîna Rûsî ye, û jiberhevxistina rêzên hêzên şoreş û dijberiyê, herwiha sepandina destûreke bê bingeh ku mana serokê rejîmê Beşar Esed misoger dike, ew jî bi alîkariya hilbijartinan ku dê li jêr bandora damûdezgehên ewlekariyê werin encamdan, û ew dikare her çavdêriyeke Sûrî ya navnetewî têk bibe".

Kseayetiyên ku li ser daxuyaniyê îmeze kirine diyar dikin ku “kongir bi temamî berûvajî danûstandinên  ku ev şeş sal li Cinêvê berdewam in, û dixwaze bi zor û pîlanan ji bo berjewendiya rejîma Esed bidawî werîne, herwiha nehêle gelê Sûriyê bigihje mafê xwe yê rûmet û serweriyê yê ji bo wî milyonek şehîd dane".

Di daxuyaniyê de hatiye ku Kongreyê Sotçî "danûstandinên Cinêvê bê bandor dike, û ji naveroka wê vala dike, herwiha binavkirina dijberiyê di nava deryayeke kesên vexwendî ku berya niha alîgirê mana Esed bûn, û têkdana doza rasteqîne ya ku Neteweyên yekbûyî biryar li ser daye ew jî doza veguhestina siyasî ye".  

Daxuyaniyê destnîşan kir ku "Çareseriya Rûsî vîna xwe ya  mana desthilata Esed û rejîma wî venaşêre, herwiha jinavbirina lêvegera Cinêv ya ku li ser biryarên Encêmena Ewlekariyê û têgihiştinên navdewletî hatiye avakirin".

 Kesayetiyên ku îmze kirine tekez dikin ku "Armanca Sotçî rewakirina dagîrkirina Rûsî -Îranî ji Sûriyê re ye, û hebûna xwe ya  leşkerî  bikin mîna misogerkirinê ji cîbicîkirina biryarên Kongreyê Sotçî re".

Herwiha daxwaz ji "tevahiya beşên raya giştî li Sûrî kir, çi dezgehên sendîka û siyasî û fesîleyên leşkerî bin, an kesayetiyên niştîmanperwer û rewşenbîr bin, vî kongreyî baykot bikin, herwiha bihêlin ku ev kongir bi ser nekeve, û kar bê kirin  ji bo têkbirina hewla Mosko ya derbarê binpêkirina vîna gelê Sûriyê yê azad û talankirina mafê Sûriyan yê birêkxistina diyaloga xwe ya niştîmanî ya xwe bi xwe, û li jêr serpereştî û serkirdayetiya wan de, herwiha tinekirina serweriya wan û bêbandorkirina qurbaniyên wan yên mezin û jinavbirina pêşeroja wan û ya zarokên wan".

Herwiha daxwaz ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, herwiha Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xêd,û endamên Encûmena Ewlekariyê û dewletên dost û dezgehên mafperwerî û yasayî kirin ku tevlî vê mijarê bibin , da ku Rûsiya û tevahiya dewletên peywendîdar pabend bin bi biryarên navdewletî, û tekez bikin ku kongreyê Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê çarçoveya tekane ya rewa ye ji bo encamdana danûstandinên çareseriya siyasî li Sûriyê".

Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

26 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê goman xistin ser karîna Rûsiya ya badora erênî di kongirê Sûtçî  de, û gihiştina encamên mifadar ku bibin fakter ji bo pêşvebirina piroseya siyasî û cîbicîkirina naveroka tekestên biryarên navdewletî.

Sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yihiya Mektebî got ku Mosko nikare çavdêriya kongirekî aştiyê li Sûriyê bike, û zêdekir û got ku hêjî firokên Rûsiya li kêlek Rijêmê berdewam in di armanckirina sivîlan û taxên nişteciyan de.

Mektebî bal kişand ser ku pêwîst bû Rûsiya jidilbûna xwe derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê di geşta dawî ya danustandinên Cenêvê de diyar kiriba, bi rêka pêkanîna fişaran li ser rijêmê dema ku astengî çêkirin û biyekcarî tevlîbûna danustandinên rasterast red kir.

Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, 'Uqab Yihiya, got ku Rûsan merc danîn li pêşiya opozisyonê berî ragihandina rojeva kongirê "Sûtçî", û bal kişand ku ev yek gelek pirsyaran têxe li ser kongir, û got ku rola Mosko nerênî ye di pêşvebirina piroseya siyasî de, û bal kişand ku opozisyona Sûrî pabend e bi çareseriya siyasî bi rêka danustandinên Cenêv bi çavdêriya NY, û ligor biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê , û di serî de daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şandeke desteya danustandinên Sûriyê bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî duhî li roja yekşemê ligel Adil Elcibêr wezîrê derve yê Erbistana Si'ûdî civiya, û encamên geşta dawî ya danustandinên Cenêv û piroseya danustandinan gengeşe kirin.

Elherîrî tekez kir ku deste pabend e bi çareseriya siyasî ya ligor biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, û di serî de daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254, û cext li ser wê yekê kir ku riftara Rijêmê ya hişk bû sedema  kospkirina bizavên şanderê taybet yên ji bo pêşvebirina piroseya siyasî û bidestxistina encaman di geşta dawî de.

Elherîrî di hevdîtinê de, bal kişand ser ku opozisyona Sûrî bi erkê xwe rabû bi hêviya ku NY bi rola xwe rabe ji bo hazirkirina aliyê din, û got ku ev yek pêk nehat  û Rijêm berdewam e di danîna kosp û astengiyan li pêş cîbicîkirina biryarên navdewletî.

Elcibêr, Ji aliyê xwe ve piştgiriya Erbistana Si'ûdî ji bo desteya danustandinê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û dîtina çareseriyeke siyasî ya berdewam ya ji bo bidawîkirina tirajîdiya gelê Sûriyê û dabînkirina veguhestina siyasî û vegerandina penaberan bo cih û warên wan nîşan da.

Herwiha wezîr Elcibêr piştgiriya xwe li hember niyazên desteyê bo serdana dewletên endam yên encûmena ewlehiyê nîşan da, û deste han da li ser karê ber bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê ve.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

22 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda şoreşê ya leşkerî roja înê çend civîn bi Şandên Welatan re li Paytexta Kezexistanî li dar xist, û tekezî li ser giringiya gihana armancên xuyanî derbarê dosya Girtiyan kir.

Û şanda leşkerî ligel şanda leşkerî ya Tirkî, Rûsî û Amrîkî civiya , û bi wan re gengeşe di dosya berdana girtiyan de kir, û her weha çesipandina peymana kêmkirina pevçûnan, û fişarê li rêjîma Esed bikin ji bo zêdegaviya ji kok de rawstîne.

Serokê Şandeyê Ehmed Tu’mê diyar kir ko wê giringiyeke mezin bidin pêkanîna pêşketineke xuya di doseya girtiyan de, û got ko ew mijara herî giring e li rex me, gerek peymana girtiyan kartêker bibe û gerek sîska vê gerê be.

Û daxwaza pêkanîna fişaran li ser rêjîmê û dewletên dabînker kir ji bo ‘’ bi peymana kêmkirina pevçûnan û bi taybetî li Idlib û li Xûta ya gundewarê Şamê bi tekûzî pabend bin.‘’ û dibîne ko ev peyman bi saxlemî û ewlehiya Sûriyan ve girêdayî ye.

Şandeyê bîrbelgehek radestî şandeya leşkerî ya Rûsî kir, tê de zêdegaviyên li ser peymana kîmkirina pevçûnan yên ko hêzên rêjîmê ji destpêka imzekirina peymanê pêk tînin diyar kiribûn, û daxwaz kir ko Mosko fişara tê xwestin bike ji bo rêjîmê bi tekûzî bi peymanê pabend bike.

Her weha amaje kir ko hêzên rêjîmê rê xweş kirin ji bo derbasbûna hêzên Daiş bo herêmên Eqêrebat li gundewarê Hemayê bi bal Idlib ve, û daxwaz ji şanda Şoreşê kir ko vekolîneke tekûz derbarê vê dosyayê veke, ya ko rêjîmê tewanbar dike û danûstandina wê digel komên tirorist diyar dike.

Û serokê şandeya Tirkî, rawêjkarê wezareta Tirkiyê Sîdat Onal, bîntengbûna xwe derbarê binpêkirinên ko hêzên rêjîmê pê radibin diyar kir, û got ku me ev yek ji hemû aliyên dabînkerên rêjîmê re guhastiye, û me fişar daye ser wan da vê bobelatê bidawî bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

21 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şandeke teknîkî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, îro pêncşembê sibehê, di destpêkirina qonaxa 8emîn ji danûstandinên Asîtanayê, civînek li gel tîmeke teknîkî ya NY pêk anî, û bi wan re kêşeya serbestberdana girtiyên li rex rêjîma Esed gotûbêj kirin.

Û şandeya hêzên şoreşê ya leşkerî  ya Asîtana di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku armanc ji beşdariyê serbestberdana  girtiyan e, her weha çesipandina agirbestê û bi taybetî li deverên kêmkirina şer, û hilanîna dorpêça li ser tevaya bajar û bajarokên dorpêçkirî, û gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar.

Û şandeyê bal kişand ser ku kêşeya girtiyan pêşindeya şanda leşkerî ye, û tekez kir ku giringiya mezin wê ji behiskirina vê kêşeyê re be li gel aliyê Rûsî bi taybetî.

Û dît ku redkirina rêjîmê ji serbestberdana girtiyan re, li dijî biryarên Encumena Ewlekariyê ye, û bi taybetî bendên mirovî yên di biryara 2254 de, û ji Mosko xwest ku bi rola xwe rabe wek aliyekî berpirsyar û dabînkar ji rêjîmê re.

Her weha şandeyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku hêzên rêjîmê û milîsên biyanî yên îranî pabendî bi rêkeftina rawstandina agirbestê nekirin, û tewanên dijî sivîlan li xûta rojhilat li gundewarê şamê û Idlibê hîn jî berdewam in.

Û got ku riftarên şanda rêjîmê di gera Cinêvê ya dawî de, ji her kesî re tekez dike ku ew pabendiyê bi biryarên navdewletî nake, û bi tekûzî cîbecîkirina wan red dike, û tekez kir ku îro ji her demê bêtir ji aliyê Rûsî tê xwestin fişaran bide ser Rêjîmê ji bo pêkanîna çareserkirina siyasî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

 

20 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya danustandinên Sûriyê, îro roja çarşemê li Si'ûdiyê li Riyada paytext, dest bi civînên xwe kir bi armanca gengeşekirina gera vê dawiyê ya danustandinên Cenêv, û avakirina laşekî rêvebrin û cîbicîkirinê ji desteyê re.

Dr. Xalid Elmihamid cîgirê serokê desteya danustandinê got ku "armanc ji civînan ew e, gengeşekirina sercem mijarên danustandinê yên di geşta dawiyê de hatibûn pêşkêşkirin ", û got ku deste wê bi rêka van civînan kar bike ji bo rêxistinkirina navmala xwe û dabeşkirina erk û berpirsyaretiyan û dirustkirina laşekî kargêrî ji bo xizmeta berjewendiyên stratîjîk yên siyasetên danustandinê.

Elmihamid bal kişand ser ku geşta dawiyê wê gihiştiba derencamên erênî herger ne ji ber redkirina aliyê dîtir baya, ku danustandinên rasterast yên ji bo beşdarîkirina ji dil ji bo dîtina çareseriyekê bo bidawîkirina tirajîdiya miletê Sûriyê red kirin.

Û tekez kir ku cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254 ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tekûz, ew baştirîn çareserî ye ji bo pêkanîna aramî û seqamgeriyê li Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

20 December 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, kuştara dagîrkerê Rûsî li bajarê Me’erşorîn li gundewarê Idlib pêkanî û bi dehan sivîl tevlî jin û zarokan têde bûne qurbanî protesto kir.

Hevbendiya niştimanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro çarşembê daxwaza tevgereke navdewletî kir ji bo tawankariyên Rûsya û rêjîmê rawestînin, Hevbendiyê got ko daxuyaniyên nûnerên dewletên kartêker tu fişarê nadin ser rêjîmê û rûsya, hem jî civaka navdewletî bêguneh nake ji berpirsiyariyên wê yên yasayî û mirovî beraber rizgarkirina sivîlan û parastina aştî û ewlekariyê li Sûriyê .

Ragihêneran ji gundewarê Idlibê gotin ko çar firokên cengê yên Rûsî barê xwe bi ser herêmên niştecihan de li bajarê Me’erşorîn li gundewarê Idlib avêtin, ku di encamê de 17 kes şehîd ketin û 35 birîndar bûn, û diyar kirin ko bombebaran bi mûşekên teqîna wan mezin û tund kirine, û wêraniyeke mezin di avahî û bargehên xizmetkariyê de çêkirine.

Berevaniya sivîl ya gundewarê Idlibê tekez kir ko ji nav şehîdan 13 kes ji malbatekê ne, ji nav wan 4 zarok in û du jin in , û got ko tîmên berevaniya sivîl bilez gihiştin cihê amanckirî û bêtir ji 30 sivîlî rizgar kirin.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko danûstandin û çareserkirina siyasî di metirsiyeke rastî de ne, û gerek civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê piştgiriyeke baş bo parastina operasiyona danûstandinan dabîn bike, û wê ji rewşa pûçbûnê derxîne û wê têke rewşa jidil û kartêker, û giring e biryarên navdewletî yên bi binpêkirinan têkildar in kartêker bibin, û bi taybetî biryara Encûmena ewlekariyê 2268 û 2254, û dabînkirina sizakirina çi kesê wan binpê bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: December 2017