30 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko dosya tawankariyên rêjîmê û hevalbendên wê bête şandin bibal dadgeha tawankariyên navdewletî, piştî ko dîsa rêjîmê gaza kilora jehrînî di bombebarana sivîlan li Şamê û gundewarê Hemayê bikar aniye.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya roja pêncşembê 30 adarê de got giring e livandina pêrabûnên dadwerî bibe yên li gor mîkanîzmên Netewên Yekbûyî roja 21.12.2016ê hatine danîn, tako vekolînê bikin û peyketina berpirsiyarên tawankariyan yên ko li Sûriyê kirine bibe.

Bijîşkên gundewarê Hemayê gotin ku Firokên cengê yên Rêjîma Beşar bi mûşekên bi gazên jehrînî barkirî îro pêncşembê bajarê Elletamina û herêma Elziwar li gundewarê Hemayê amanc kirin, û di encamê de bi dehan kes bînçikandî bûn. Bijîşkan diyar kirin ko tiştê li birîndaran diyar bûne: kef bi devê wan ketiye, û pîpoka çav hûr bûye, û bihnçikîn û çavşewitîn û sistbûna damaran, û bijîşk dibêjin ku ev ji encama bikaranîna heybera “Fosfor” e.

Çalakvanan ji Şama paytext anîn ziman ko hêzên rêjîmê doh çarşembê taxa Elqabûn ya Şamê bi çend mûşekên bi gaza kilora jehrîn barkirî amanc kirin û bi dehan rewşên bihnçikandinê çêbûne.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko bikaranîna gazên jehrîn û yên qedexekirî, binpêkirina peymana Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118, 2209, 2235 û 2254 ne û got ku berdewamiya van tawankarî û binpêkirinan, di heman dema ko çi bersivên guncaw dijî van kirdeyan ji hemû aliyan ve nîn in, dihêle ko Hevbendiya Niştimanî berpirsiyariyê bide ser aliyên sereke yên di Encûmena Ewlekariyê de, û endamên civaka navdewletî, berpirsiyariyek ko digihê asta beşdariyê.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê

30 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji desthilata Rûsya kir ko dev ji siyaseta durûtiyê û rola şirîkê pêkanîna tawankariyan berde, û wek berpirsiyarê aştiya navdewletî û çavdêra operasiyona çareserkirinê û rêzgirtina viyana miletê Sûrî di azadî û çarenivîsa xwe de tev bigere, û piştgiriya rêjîma zordar neke, û têwerdanê di karûbarên Sûriyan de neke.

Ev di daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî de ya îro sibeha pêncşembê de hat li ser kirdeya “Firokên dagîrkerên Rûsî ko tawankariyek pêk anîne û di encamê de bi dehan kes şehîd ketine û hin birîndar bûne, piraniya wan derbider in”, piştî ko roja çarşembê 29 adarê gundê Eldêr Elşerqî nêzîk bajarê Me’eret Elnu’man başûrê Idlibê amanc kirine.

Hevbendiyê diyar kir ko bombebarana ko salixê wê bi „Tawankarî” da, ya ko li dijî sivîlên li ber navendeke firotina nan bûn li bajarok dema ku nan dikirîn pêk anîne. Tê de bombeyên goşeyî lidijî herêmên niştecihan bikar anîne, her weha raportan anîn ziman ko ziyan giha mezargeha “Omer Bin Ebdulezîz” ji ber bombebaranê.

Hevbendiya Niştimanî ev tawankariya ko sivîl amanc kirine pirotesto kir, û her weha dubare binpêkirinên berdewam ên Rûsya ji agirbestê re red kirin, ew aliyê Rûsî yê ko gerek çavdêrê peymanê be û gerek rêjîm û Îranê pê pabend bike.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de bal kêşand ser ko “dabînên Rûsya pêşkêş dike ewe ko berdewam kuştaran, koçkirinê  pêk tîne û rizgarkirina tawankar ji sizayan dike. “Rûsya sîwanê dide ser hemû binpêkirin û tawankariyên dijî yasaya navdewletî û ew ne amade ye ko bi roleke erênî rabe ji bo agirbest misoger bibe an jî jidil ber bi çareseriyeke siyasî ve li Sûriyê biçe.”

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Di pirojeyê “Daraştina Siyaseta Giştî Ya Hevbeşkarî“, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi hevkariya desthilata demkî û peymangeha dîmuqratî ya niştimanî “NDI” li Istanbulê, îro simînarek lidar xist, li ser astengiyên têne himber kerta tendiristiyê li herêmên rizgarkirî di dema berdewamiya rêjîma Beşar û milîtanên pê re di armanckirina kadirên tendiristiyê de.

Di rûniştina yekem ji simînarê sê tewer hatin pêşkêşkirin, a yekem pêdiviyên karta tendiristî û rewşa nexweşxane û navendên tendiristiyê û nexweşxanên meydanî û navendên çareserkirina fîzyayî û dermanxane û alavên bijîşkî.

Tewerê duyem babeta çêkirina dermanan û arîşeya dermanên qaçax û kêmbûna derman û kampaniyên vaksînan û kontrol û çavdêriya karê nexweşxanan û yê rêkxistinên di karta tendiristiyê de li herêmên rizgarkirî kar dikin.

Tewera sêyem ya rûniştina yekem li ser kadirên mirovî ji doktoran û berdestên wan û dermanfiroşan heta bi kêşeya guhdana rastî ya bi fêrkirinê ya kerta tendiristiyê û girêdana wê bi pêdivî û pereyên li hember çareserkirinê tên standin .

Rûniştina duyem ya simînarê derbarê peywendî û hevrêzkariya di navbera desthilatê û rêkxistinan de bû, û daxwazên desthilatê ji rêxistinan, her weha daxwazên rêkxistinan ji desthilatê, û hevrêzkarî di navbera wan û desthilata demkî de, û di pey re li ser bingehên şirîkatî û hevrêzkarî û çavdêriyê bû.

Û emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed, pêşinyar kir ko hevdîtin bi navê doktorê şehîd Elî Derwîş be, yê ko berî çend rojan şehîd ket, di çaxê ko birîndar rizgar dikirin. wek rêzgirtinê jê re û ji bijîşkên jiyana xwe didin re di ber rizgarkirina niştecihên ko ji hêla rêjîmê û milîtanên Îranî têne amanckirin.

Wezîrê tendiristiyê yê desthilata Sûrî ya demkî Mihemed Firas Elcindî tekez kir ko rêjîm û hevalbendên wê dezgeh û baregehên tendiristiyê bi mebest û şêweyekî rêbazkirî li herêmên rizgarkirî bombebaran dikin. Û wezîr destnîşan kir ko giringtirîn pirsgirêkên tendiristî li herêmên rizgarkirî û ji wan jî pirbûna rêkxistinên bijîşkî yên ko bi şêweyekî nerêkxistinî kar dikin, û navendên hînkirina bijîşkî li hindir nîn in, û nebûna taybetmedarên hin nexweşiyan û kêmbûna pir ya dermanan.

Her weha pispor Dr. Wecîh Cuma li ser pêşindeyên xizmetkariyên tendiristî axivî, ji nav hemû xizmetên ko li herêmên rizgarkirî hatine pêşkêşkirin, û dibîne ew giringtirîn bingehên ku xelkê bi xaka wan ve girêbide. Cuma got ku xizmetên tendiristî ji hîmên bingehîn e yê çesipandina rewatiyê, û piştgir e ji çareserkirina siyasî re û giringtirîn fakterê aramiyê ye.

Hevbendiya Niştimanî dê du kargehan pêk bîne di heman pirojeya (Daraştina Siyasetên Giştî Yên Hevbaşkariyê) de, li Xazî Entab û herêmên Mertala Ferat.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilîlah Fehed bang li dewletên bira û heval kir ko piştgiriya desthilata Sûrî ya demkî bikin ji bo cihê hêwirînê ji koçberên taxa Elweer ya Humsê re bibînin.

Fehed di daxuyaniyeke taybet de îro bal kêşand ser ko Rûsya û Îranê berpirs in di ber operasiyonên koçkirina kotekî de ya di derheqê niştecihan de dibe, çimkî ew dabînkerên agirbestê ne.

Fehed bêtir got ko operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî (tawankariyên cengê ne). û tekezî li ser redkirina wan operasiyonan kir, yên ko binpêkirineke diyar in ji peymana agirbestê re ya ko di 29.12.2016ê de imze kirine.

Û peymana rêkeftinê dibêje ku her alî wê di herêmên nuha kontrol kirine de bin, û giring e heyberên hawarhatinê derbasî herêmên dorpêçkirî bibin û agirbest pêk were.

Û doh sêşembê beşê duyem yê koçberên taxa Elweer ên ku hejmara wan 393 malbat in bi bal gundewarê Helebê yê rojhilat ve derketin, û beşê yekem di 18 adarê de derketibûn, û piştî du rojan gihan kampa ko ji wan re hatibû terxankirin li nêzîk bajarê Cerabilis li gundewarê Helebê û lê bicih bûn,.

Û taxa Elweer operasiyonên leşkerî yên tund ji destpêka sibata buhûrî dîtine, û heta destpêka vê mehê berdewam bûn, û hêzên rêjîmê çekên asmanî bi tundî bikar anîne, bi rengekî ko wê taxê ji sala 2011ê ve tiştekî wisa nedîtiye.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, carek din bi yekcarî her pilaneka koçberkirina sivîlan ji her navçeyeke Sûriyê red û şermezar kir, û da zanîn ku ev pilan berovajî yasa mirovî ya navdewletî û biryarên encûmena asayîşê ne, û tawanên dijemirov in, û dît ku rawestandina vê pilanê û pirojeyên metirsîdar yên wek wê erkên civaka navdewletî ne.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku çi alî nikarin pilanên koçberkirin û guhertina demografîk bi rêka çi lîstikan re rewa bike, heger bi çavdêriya Rûsiya bibin yan jî bi pilangeriya Îranê yanjî derfetdîtina bêdengiya navdewletî ya kirêt yan li bin çi behaneyeke din be.

Hevbendiyê balkişand ku her pilangeriyek, tevî ya tê binavkirin bi "Rêkeftina Kifriya- Elfû'a", dibe beşdarîkirin di guhertina demografîk de û dikeve xizmeta pilanên rijêma Îranê de, bi rêka sepandina zalkirinê li ser navçeyên niştecîkirî û guhertina nasnameya wan ya civakî û mirovî, û ev yek merem û daxwazên Îranê yên rijd didin xuyakirin, ji bo danustandinan bitenê ligel rêxistina Elqa'îdê bike, ku ewjî pilaneke ji bo girêdana şoreşê bi terorê.

Daxuyaniyê cext kir ku ev pirojeyê guhertina demografîk tê wek amadekariyekê ji bo girêdana pilanên guhertina demografîk ligel hewlên beravêtîkirina çareseriya siyasî, ji bo misogerkirina mana Rijêmê li ser desthatdariya Sûriyê, û ji bo bikaranîna qada Sûriyê li demek dirêj bo hevrikî û ajendeyên xwe û ji bo berjewendiyên navdewletî.

Hevbendiya Niştimanî dubare daxwaza standina biryarekê li jêr benda hefta ji aliyê encûmena asayîşê kir, ku têde sercem awayên kuştin û dorpêçkirin û koçberkirina neçarî bêne rawestandin, û hemû alî bi pabendiya rêkeftina agirbestê bên neçarkirin, û hêzên dagîrkar û milîsên terorîst ji Sûriyê derkevin, û Rijêmê neçar bike ji bo cêbicêkirina pêvajoya çareseriya siyasî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimamî

28 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê diyar kir ku rizgarkirina Reqê divê bi riya artêşa azad be, û kiryarên milîsên "PYD"ê  wê karînê nade wan ku bibin alî di rizgarkirina bajêr de, û cext kir ku şervanên artêşa azad karîn ewlehiyê peyda bikin ji bo navçeyên "Mertala Feratê", û di encamê de bi hezaran xelkên koçber vegeriyan li ser mal û xaniyên xwe.

Endamê desteya siyasî Yasir Elferhan di daxuyaniyekê de tekez kir ku " binpêkirin ji aliyê milîsên Partiya Yekîtiya demokrat (PYD) di oparesyonên leşkerî de hatine pêkanî, û digehêjin asta tawanên şer", ji wan jî kiryarên kuştin û girtin û talankirin û şewtandina cih û xaniyan û koçberkirina xelkê Sûriyê ji hemû pêkhateyan.

Ferhan rexne li Amerîka girtin li ser piştgiriya van milîsan û got: "hêzên Amerîka destwerdan di Mibicê de kir ji bo parastina mana çekdarên PYDê, di dema ku bêdeng e li hember koçberkirina xelkê gelek bajarên Sûriyê, wek koçberkirina vê dawiyê li taxa Elwe'r li Himusê ".

Û got ku Waşinton dijefirînê li ser firokên Rijêmè disepîne li deverên wargehên wan milîsan, û heman dijefirînê li ser navçeyên din yên ji aliyê firokên Rijêmê bi bermîlên teqîner û bombe û napalim û gaza kilorê û ya Sarînê tên armanckirin ferz nake ".

Ferhan balkişand ku ew milîs berdewam bi pêkanîna tawankariyan bi rêka dana zanyariyên cihên yên şaş bo hêzên Hevpeymaniyê radibin, û di encamê de hemwelatî tên armankirin û ev yek dibe sedema koçberkitina xelkê.

Û li dawiyê got: " em têdigehin ku heryek ji stemkarî û terorê hev geş dikin, û teror li Sûriyê bi carekî binbir nabe bê peydabûna baredoxên jiyana bi rûmet û azad, ku ev yek daxwazên şoreşa xelkê Sûriyê ne, û pêwîstiya pêkanîna van daxwazan bi barkirina Esed heye ji bo dabînkirina seqamgeriya pêwîst bo Sûriya û navçeyê".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

28 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Opozisyona Sûrî redkirina her roleka Esed û desteka wî ya destê wan di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de heye, di qonaxa veguhêz de tekez kir, û daxwaz ji NY kir ji bo xistina zêdetir ji 60 milîsên mezheperist yên li kêleka Rijêmê şer dikin, û Îran pereyan dide wan, di nav lîstên terorîstiyê yên navdewletî de kir.

Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî, duhî li Cinêvê di daxuyaniyekê de got ku "îro gengeşe berdewam bûn li ser mijara veguhestina siyasî û rêşûnên destûrî yên rêxistîkirina qonaxa veguhestina siyasî".

Û got ku "pêwîst e têde Beşar Esed û desteka wî ya bi kuştinê tawanbar in, kar ji desthilatê bikêşin wek destpêkeka serekî bo dadgehkirina wan li ser pêkanîna tawankariyan", û tekez kir ku "pêwîst e birayar bête standin ji aliyê destûrî ve li ser desthilatdariya veguhestina siyasî bi tevahî".

Herwiha li kêleka danustandunan, endamê şanda danustandinkar fermandar Fatih Hesûn diyar kir ku "bi deh hezaran ji çeteyên pasdarên Îranê û milîsên Şi'î yên Libnanî û Îraqî û Afxanî û Pakistanî û çeteyên cîhanê hatine  Sûriyê", û Hesûn bal kişand ku ev çete hatine "piştî hatine meşq û perwerdekirin di serbazgehên Îranê de ku ji 14 navendan pêktên, herwiha ku pasdarên Îranê zêdetir ji 20 navendên fermandariyê û kontrolê li Sûriyê ava kirine, ji wan serbazgeha Zeyneb û baregeha Yermûk û baregeha 3yem ya pasdaran û navenda oparesyonên leşkerî li bakurê Sûriyê, baregeha bajarokê Maya û navenda pasdaran li Elşêx Necar", û Hesûn cext kir ku "gelek komelkujî û tawanên şer li ser destê van milîsan û bi beşdariya hêzên Rijêmê li seraserî Sûriyê hatine encamdan, û pêwîst e ji aliyê civaka navdewletî biryarek taybet bête standin bo van milîsan û tevlîkirina wan di nav lîstên rêxistinên terorîstî de".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

27 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Şanda Desteya Bilind Ya Danûstandinan ya ji bo beşdarbûna danûstaninên Cinêvê Nesir Elherîrî “şer û tawankarî û tiroristiya Esedî” pirotesto kir û got: di êrîşên li ser bazara bajarokê Hemûriya li gundewarê Şamê de 15 sivîl hatin kuştin û 70 birîndar bûn.

Elherîrî piştî civîna digel şanderê navdewêetî Stîvan Dî Mistora got: “tiroristiya li Sûriyê heye, ya Esed û milîtanên mezhebî û pasvanên şoreşger yên Îranî û Elqa’ide û Daişê ne”, berî ko navê qurbaniyên kuştara Hemûriya li pêşberî rojnamevanan li Cinêvê bixwîne.

Her weha Elherîrî desthilat bi neçarekirina sivîlan li ser derbideriyê û pêkanîna guherîna dîmugrafî tohmetbar kir.

Elherîrî got: “operasiyona siyasî dê bêwate û bêsûde be eger li ser xakê agirbesta rastî pêk neyê” û ji  bil wisa dê hemî rewş têk biçin.

Çalakvanan anîn ziman ku roja şembiyê firokên Rûsî êrîş dane ser bajarokê Hemoriya li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê û kuştarek li wir pêk anîne û piraniya şehîdan zarok û jin in.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

25 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ko wan desteya desthilatdar ya veguhêz û karûbarên wê, ya ko pirinsîba veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê ye, digel şanderê navdewletî Stîfan Dî Mistora gengeşe kirin.

Di kongirekî rojnamevanî de li baregehê Netewên Yekbûyî li Cinêvê, piştî hevdîtina digel şanderê navnetewî, Elherîrî got: îro me gengeşeyine berhemdar bi Dî Mistora re kirin, û li gora gera derbasbûyî, me li ser veguhastina siyasî ramanin di derbarê damezirandina desteya desthilatdar ya veguhêz û hemû dezgehên bi qonaxa veguhêz re têkildar pêşkêş kirin.

Elherîrî diyar kir ko wan raportek li ser rewşa mirovî û kirdeyên rêjîmê û hevalbendên wê pêşkêş kir, ku di navbera herdu gerên danûstandinan de 586 kes şehîd ketine û neh dibistan û cihên bijîşkî û 5 bazar amanc bûne, û hejmara kesên di operasiyonên girtinê de hatine girtin gihaye 647 kesan, 24 zarok û 43 jin di nav wan de hene.

Elherîrî berdewam kir û got: “tekez dikim ko em li vir in ji bo welatê xwe ji tiroristiyê rizgar bikin û Sûriya ji tiroristiya Daiş rizgar nabe eger ji tiroristiya Beşar Elesed rizgar nebe.”

Mihemed Sebra, Mezinê danûstankaran, diyar kir ko şandê belgeha derbarê dîtina opozisyonê li ser desteya desthilatdar ya veguhêz roja înê radestî şanderê navdewletî kir. her weha doz kirin ko desthilatên desteya veguhêz heman karînên serokê komarê û desthilatê bin, û desthilatiya li ser artêş û ewlekariyê di nav wan de bin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Ele’rebiyê

24 March 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ko opozisyona Sûriyê bi mijara veguhastina siyasî li gora biryara navnetewî 2254 û daxuyaniya Cinêvê pabend e.

Elherîrî di kongirê rojnamevanî de roja pêncşembê piştî hevdîtina cîgirê şanderê navdewletî Remzî Remzî got ku nuha divê em balê bidin ser mijara vaguhastina siyasî û çi tiştên pêve girêdayî ne, û got, ku biryara navnetewî hejmar 2254 diyar e ko hemû aliyan bi daxuyaniya Cinêvê pabend bikin.

Serokê şandê bêtir got ku deste hewil dide bi piraktîkî bipêşve biçe û operasiyona siyasî bi pêşve bibe, û tekez kir ko biryara 2254 bi tekûzî li ser dema veguhêz diaxive û li ser hemû babetên em dixeazin bipeyivin.

Elherîrî destnîşan kir ko civîna digel Remzî de gelek gotin li ser veguhastina siyasî çêbû, bêtir got ev mijar li ser listeya kar hatiye danîn ji bo bi hûrbînî û firehî bi Dî Mistora re roja Înê bête gengeşekirin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 5
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: March 2017