Di encama şer û pevçûnên ku êvara Yekşemê 3tîrmehê li bajarê Hesekê di navbera hêzên rêjîma Esed û hêzên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD de rûdabûn sê kesên sivîl birîndar bûn.
Şer û pevçûn êvara Yekşemê li bazara Navenda bajêr ta kaziya Merşo Qewimî, her wiha gule li ser gelek taxên bajêr hatin barandin li gor agahiyên ku peyamnêrê me yê li bajarê Hesekê gihandin ku ”herdû aliyan çekên sivik û yên orte bi kar annîn”.
welatiya bi navê Cawîda Hiznî li taxa Salihiyê birîndar bû û hate veguhestin bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo, her wiha du zarok ji taxa Ezîziyê li nexweşxaneya Niştimanî li heman texê têne dermankirin.
di heman demê de firoşgeheke cilan li kolana Qamişlo li Navenda bajêr hate şewitandin û hejmarek ji xwediyên firoşgehan û hin welatî di firoşgehan de dorpêçkirî man.
Jêder: Hevbendî