29 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Elebide û endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê bi rêka enternêtê, du civînên cuda girêdan ligel encûmena xwecihî ya taxên Qabûn û Berzê û hin serkirdeyên Xûta rojhilat.

Elebide tekez kir rijêma Esed û hevalbendên xwe radibin bi tawanên şer li dijî tax û gundewarê Şamê, û got ku nabe ev tawan bê siza derbas bibin, û got ku giringiya koçkirina Esed li ser asta navdewletî yekalî bûye.

Ji aliyê xwe ve, Dr Nizar, yek ji pizîşkên nexweşxaneya Elheyat ya li taxa Qabûn e, diyar kir ku nexweşxaneyên taxa Qabûn bi mebest tên armanckirin û got ku dîtir pizîşk û nojdar nikarin bi erkên çareserkirina nesaxan rabin, ji ber lawazbûna şiyan û nebûna amorên pizîşkî.

Hêjayê gotinê ye ku ji nêzîk du heyvan ve, şerekê dijwar ji aliyên firokên Rijêmê û Rûsiya li ser taxên Qabûn û Berzê û Dûma li Xûta rojhilat dibe, û Rijêm hewl dide bo dubarekirina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertinên demografîk yên hatîn pêkanîn li zêdetir ji navçeyekê bi rêka asêkirina dorpêçkirinê li ser wan taxan.

Herwiha cîgirê serokê hikûmeta demkî Ekrem Tuma behsa rewşa Xûta rojhilat kir, û balkişand ku bi taybetî taxên nişteciyan tên bombebarankirin, û dît ku ev yek tê bi armanca neçarkirina koçberkirina welatiyan ji cih û warên wan.

Û Dr.Macid Elxinşûr ji Ofîsa pizîşkî ya yekgirtî li Xûta rojhilat got ku dorpêçkirin ber bi bobiletek mirovî diçe, bi sedema kêmbûna derman û pêdawîstiyên çareseriyê yên nojdariyê û got ku hin nexweşî carek din dubare dibin û ev yek dibe sedema ketina qurbaniyên zêdetir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

29 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko cihên aram û hêmin ji penaberên Sûrî re peyda bike û bi taybetî li Libnanê, li gora maf û biryarên navdewletî yên penaberan li cîhanê.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs di daxuyaniyekê de îro got “berdewamiya di zêdegaviyên li ser cihê daniştina penaberên Sûrî mijarek nayê pejirandin”.

Wezareta berevaniya Libnanê daxwaz ji penaberên Sûrî li herêma “Riyaq Elbuqaiye” kir ko kampên xwe vala bikin ji ber sedemin ewlekariyê yên bi firokxana Riyaq ya leşkerî ve girêdayî ne, her weha serokê şaredariya Zehlê ji 7 hezar penaberî  daxwaz kir ko ji herêmê derkevin bê yî sedeman diyar bike.

Camûs got zêdegaviyên derheqê penaberên Sûrî de dibin “li dijî yasaya navdewletî û serweriya yasaya navdewletî ya mirovî ne, û li dijî mafê mirovan e.” û daxwaz ji hemûyan kir ko penaberan ji pirogram û berjewendiyên siyasî  bêalî bikin.

Camûs tekez kir ko “rola Netewên Yekbûyî li vê astê naraweste, lê divê operasiyona siyasî bipêşve bibe ji bo li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara navdewletî ya hejmar 2254 çareserkirinê misoger bike ” û dibîne ko ew çareserikirina herdemî ye ya ko aramiyê ji Sûriyê re pêk bîne û penaberên Sûrî han bide ji bo li mal û milkên xwe vegerin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Rêkeftina agirbestê nabe asteng li pêşiya berdewamiya balafirên rejîma Esed û Rêsya di bombebarana nexweşxane û xalên pijişkî de, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku hejmara nexweşxaneyên ku hatine armanckirin di meha Nîsanê de gihiştine 11 nexweşxaneyan.

Hevbendiya Niştimanî doh roja Pêncşembê di daxuyaniyekê de got ku Firokên dagîrkerên Rûsî doh sê nexweşxane li gundewarê Idlibê wêran kirine, û hejmarek mezin ji şehîd û birîndarên sivîl li pey xwe hiştine di rêya  bombebaraneke asmanî bi mûşekên valahî.

Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ji zanyariyên detpêkî tê xuyakirin ku sibeha Pêncşemê firokên Rûsî nexweşxana bajarokê Me'eret Zîta û nexweşxana bajarokê Dêr Şerqî li gundewarê Idlibê armanc kirin û ji xizmetê derketine, her weha take nexweşxana meydanî ya li bajarokê Cisrîn li gundewarê Şamê armanac kirine.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser ku, Nexweşxane  berê û niha jî amancên  sereke yên rêjîma Esed û  dagîrkerên Rûsî ne, ku di meha niha de gelek baregehên Pijîşkî bi şêweyekî rêbazkirî hatin armanc kirin, û tê xuyakirin ku amanca wan ji vê bumbebaranê kuştina jiyanê bi tekûzî ye, û tu kes nikare van kiryaran jibilî tawankariyên li dijî mirovahiyê û binpêkirineke tekûz ji peymana agirbestê û biryarên Encûmena Ewlekariyê re yên hejmar 2268 û 2254 bi nav bike.

Herwiha Hevbendiyê karê Karmendên  karta tendurustiyê bi bilindî nirxand û got" Karmendên  karta tendurustiyê li Idlibê alozî û zehmetiyên mezin dibînin, di dema ku bi riftar û exlaqên xwe yên bilind xizmeteke mirovî ya bêhempa û berdewam pêşkêş dikin, tev ku dizanin cîhanê bi tevayî dev ji wan berdaye".

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê berpirsiyariya armanckirina nexweşxane û navendên pijîşkî dide ser milê rêjîma Esed û herdu dagîrkerên Rûsî û Îranî, her weha berpirsiyariya civaka navdewletî û rêkxistinên mirovî û yasayî di ber van binpêkirin û tawankariyan de tîne bîra wan.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê/Nivîsgeha Ragihandinê

27 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê Riyad Ehesen, daxwaz ji NY kir ji bo peydakirina çareseriyeke vebir û kartêker bo gelek pirsgirêkên ku dikevin pêşya bi milyonan hemwelatiyên Sûriyê derbarê derxistina dîkomîntên kesayetî ku yek ji wan passport in, ku hêjî rijêma Esed wan ji bo kêsjêanîna hemwelatiyan bikar tîne.

Elhesen got "em ji NY daxwaz dikin ku bangewaziyekê bidin hemî dewletên xwe, ji bo pesindkirina pasportên  Sûrî yên demên bikarhatina wan derbas bûye, yan sepandina sizayên tund li ser Rijêmê di dema ku bimîne rijd û berdewam li ser kêsjêanîna hemwelatiyan.

Elhesen balkişand ku armanca rijêma Esed ji biryarên derbarê rawestandina dirêjkirina dema pasportan û xwestina pereyên zêdetir ji bo dirêjkirina dema wan, ji bo bidestanîna rewatiya  xwe ya navdewletî ye, nemaze piştî ku rewatiya xwe jidest dabû di  salên destpêka şoreşê de, û got ku armanca din ew e ku bêhtir serê xelkê Sûriyê bitewîne, bi rêka balyozxaneyên xwe di dema xelk biçin serdana wan, her weha ew dixwaze pereyan bi dest xwe ve bîne ji bo tawanê xwe yên li dijî sivîlan  bi berdewam dike.

Nemaze Ku ew passport  jêderekî giring in ji Rijêmê re ji bo piştgiriya  darayî ji tawanên  xwe re, bi taybetî piştî biryara rawestandina dirêjkirina dema pasportan û tenê ji bo xelk pasportên nû derxin bi nirxekî buha ku dighê 800 dolarî.

Navhatî NY berpirsyar dît di ber kiryarên Rijêmê de, ji ber ku heta niha rewatiyê dide Rijêmê, û Rijêm pêwîstiya xelkê Sûriyê bi wan belge û dîkomîntan ji bo qazanca xwe bikar tîne, û balkişand ku ev yek berovajî yasa navdewletî û yasa mirovî ya navdewletî û mafên mirov e ya ku azadiyê dide  çûnuhatina hemwelatiyên dewletan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Heysem Elmalih, diyar kir ku dadgeha tawanên navdewletî dozgeriya tawanbarkirinê ya li dijî rijêma Esed ji ber encamdana wî ji tawanên şer û yên dijemirov re pejirand.

Elmalih balkişand ku komîta yasayî dozgeriyek li dijî Bişar Esed û birayê wî Mahir û çend efserên leşkerî û berpirsên ewlehiyê ku hejmara wan digehêje derdora 126 kesan li dawiya heyva adarê ji nivîsîngeha tomarkirinê û nivîsîngeha dozgeriyê ya dadgeha tawanên navdewletî re pêşkêş kiribû.

Elmalih xuya kir ku nivînîngeha dozgeriyê ew doz ji aliyê "şêweyê wergirtina dozan" ve pesind kir û hat tomarkirin di dadgeha tawanên navdewletî de, û got niha "em li hêviya qebûlkirina dozgeriyê ne ku dest bi dawetkirina tometbaran bête kirin û lêpirsîn ligel wan bibe", û Elmalih balkişand ku pesindkirina dozgeriyê "tişteke giring e" ji bo tekûzkirina fayilê dadgehkirina encamdarên tawanan li Sûriyê, hevdem daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi rijdî serederiyê ligel vî fayilî bikin ji bo dîtina çareseriyek dadmend, û tekez kir ku tawanên şer yên hovane bi destê rijêma Esed û efserên artêşê û yên hewalgeriyê di derheqê gelê Sûriyê de hatine encamdan, û ew sedema serekî bûn ji bo peydabûna girûpên terorîst mîna milîsên hizibulah û milîsên tayifeperist yên ser bi pasdarên Îranê û DAIŞ û Elqaiy'dê ve.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wezareta tendiristiyê ya desthilata demkî namak şand ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîş re derbarê bombebarana rêbazkirî ya rêjîma Esed û Rûsya li ser nexweşxane û cîgehên bijîşkî, yên ko hejmareke mezin ji kadiran di wan de hatine kuştin, û alav û turumbêl û avahî jî wêran kirine û ew dezgeh ji kar derketine.

Wezaretê diyar kir ko ji sala 2011ê ve heta 2015ê, bi kêmanî 70 cihên bijîşkî hatine amanckirin û di encamê de 497 bijîşk û berdestê bijîşkan yên hawarhatinê şehîd ketine. Wezaretê destnîşan kir ko bêtirîn hejmara bombebaranê sala 2016 bû, ji ber 286 navendên bijîşkî hatin amanckirin û 151 kadirên bijîşkî şehîd ketine.

Wezaretê destnîşan kir ko sala 2017ê û heta meha çaran, 32 cihên bijîşkî hatine amanckirin, û ya dawî nexweşxana Kefer Texarîm bû, ya ko bi mûşekên goşeyî û yên valahiyê berbanga îro hatiye amanckirin.

Wezaretê tekez kir ko cîgehên bijîşkî dûrî baregehên leşkerî û aniyên şer in, û çi endamên çekdar li wir nîn in, ew navend xizmetên bijîşkî ji niştecihan re li herêmên rizgarkirî pêşkêş dikin bê ko li ol, mezheb an regez bipirsin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsekî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê de, tekez kir ku çûna Beşar Elesed û malbata wî ji hêla navdewletî ve tekez bûye, û daxwaza hevgirtin û yekîtiyê ji bo avakirina Sûriyeke nû ji miletê Sûriyê kir .

Endamê Hevbendiya Niştimanî û cîgirê serokê Hevbendiyê yê berê Hişam Merwe, di daxuyaniyeke taybet de îro diyar kir ko dosya Sûriyê di çend rojên buhûrî de guhertineke bingehîn tê de çêbûye, û got ko hêzên navdewletî û û di serî de Emerîka helwesta xwe ya dawî ji Beşar Elesed  û malbata wî diyar kirine, piştî ko di pêkanîna tawankariyên cengê de berdewam in.

Destnîşan kir ko tişta herî giring ku ji hêzên şoreşê û opozisyonê tê xwestin ew e “danîna pirogiramekî siyasî û xuyanî ji bo astengiyên li pêş qonaxa veguhêz û pêdiviyên lihevhatina niştimanî û dadiya veguhêz”.

Merwe bal kêşand ser ko nema Rûsya dikare tawankariyên rêjîma Esed yên li dijî miletê Sûrî yên berdewam binixumîne, û got : giring e Mosko nema piştgiriya Esed bike û sîwanê ji ser rake”eger bixwaze bibe parek ji operasiyona siyasî ya dahatî” 

Her weha got piştgiriya Rûsya ji rêjîma ko tawankariyên cengê li dijî miletê xwe pêk tine, ew piştgiriya tiroristiyê ye û xurtkirina wê ye û tekez kir ko berdewamiya Mosko ji piştgiriya Esed re dê qelenê wê buha bide û wê ji hêla navdewletî ve jî bitenê bimîne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

22 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, îro şembiyê li avahiya Hevbendiyê li Istanbolê,  pêşwaziya serokê Encûmena Tirkumanî ya Sûrî Emîn Bozoxlan û hejmarek endamên Encûmenê kir.

Herdu aliyan kartêkeriya rola Encûmena Tirkumanî li  meydana karê niştimanî Sûrî û li nav dezgehên Hevbendiyê gotûbêj kirin, herdu aliyan tekezî kirin li ser giringiya ko Encûmen û endamên wê bi roleke erênî rabin di pêşvebirina peywendiyên navbera Şoreşa Sûrî û civaka Tirkî de, di riya peywendiyeke civakî bi kesên piştgiriya şoreşê dikin ji civaka Tirkî ya ko Sûrî ji destpêka Şoreşê ve himêz kirine.

Civîngeran tekez kirin ko Encûmenê di avakirina peywendiyan navbera Hêzên siyasî yên Sûrî û Hêzên bingehîn yên civaka li Tirkiyê roleke giring leyistiye.

Herdu aliyan plana hevbeş ya dema dahatî gofûbêj kirin, û dîtin ko encamên wê dê di berjewendiya miletê Sûrî û Şoreşa wî de bin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

21 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên Rijêmê û milîsên Hizibulaha terorîst û kirêgirtiyên Îranê, zêdetir ji heyvekê ye berdewam in di bombebarankirina tax û gundewarê Şamê bi rêka firokên şer û mûşek û topxaneyan, hevdem ligel hewlên berdewam bo derbasî wan navçeyan bibin.

Çalakvanên Şama paytext gotin ku ji 40 rojan de, firokên şer yên Rijêmê rojane di bombebarankirina taxên Qabûn û Tişrîn û Berzê de berdewam in, û gotin ku hevdem ligel êrîşên esmanî rojane navçe bi dehên mûşekan û xertûmên teqîner tevî bombebarana bi topxaneyan ya gotin ku ev gelek caran dubare dibin.

Herwiha bajar û bajarokên Xûta rojhilat li gundewarê Şamê û taxên nişteciyan ji aliyê firokên şer yên hêzên Rijêmê û Rûsiya  bi top û mûşekan hatin armanckirin, û jêderekê ji nivîsîngeha pizîşkî ya yekgirtî li Xûta rojhilat tekez kir ku du kes hatin kuştin ji encama êrîşeke firokên şer li ser bajarê Dûma, ku tê gomankirin ew firokên Rijêmê ne, û diyar kir ku êrîşên esmanî hevdem in ligel êrîşên mûşek û topbarankirinê yên berdewam, ku dibin sedema birîndarbûna bi dehên kesan û di nav wan de jin û zarok hene, tên raguhestin bo xalên pizîşkî yên li bajêr, tevî ku dibin sedema wêrankirina avahiyên nişteciyan.

Û hin çalakvanan ji Xûta rojhilat gotin ku îro bajarokên Hoş û Salihiyê û Elnişabiyê û Otaya û Tilnişabiyê li navçeya Elmerc bi dehên êrîşên esmanî yên firokên Rijêmê û Rûsiya hatin bombebarankirin, û têde hejmarek sivîl birîndar ketin, herwiha ji aliyê topxaneya Rijêmê ve bajarên A'rbîn û kefirbetina û Cisrên û Otaya û Hoş û Salihiyê hatin topbarankirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

20 April 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Firokên Rijêmê û Rûsiya çekên qedexekirî mîna bombên fisforî û weşî û napalim bi awayekî himbêz di êrîşên xwe yên vê dawiyê de, yên li ser gundewarê bakurê Hemayê heta bigihêje Xan Şîxon li gundewarê Idlibê bikar tînin.

Navenda ragihandina Hemayê got ku gundewarê bakur yê Hemayê nemaze Tîbet îmam û Hilfaya û Kefirzêta di çend demjimêrên bûrî de bi zêdetir ji 200 mûşek û heftê êrîşên esmanî bi bombên fisforî û napalimê hatin armanckirin.

Herwiha ku hêzên Rijêmê û firokên Rûsiya êrîşên xwe her ji êrîşa kîmyayî ya vê dawiyê li ser gundewarê bakur yên Hemayê û heta bigehêje bajarokê Xan Şîxon zêdetir dike, û ligor serjimêriya rewangeha leşkerî ku gundewarê başûr yê Idlibê her ji heman êrîşê de rastî zêdetir ji 3000 êrîşan bi bombên boşayî û fisforî hatiye, ku ev yek wek tundkirina êrışên  çavrênekirî li ser navçeyê tê dîtin.

Beşa mafên mirov ya ser bi komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê dît ku kiryarên kuştin û komelkujiyan yên bi destê hêzên Rijêmê û milîsên tagirên wê dibin, wek tawanên dijemirov û tawanên şer in, yên ligor zagona Roma ya serekî ya dadgeha tawanên navdewletî ya pesindkirî di 17'ê tîrmeha 1998an de, nemaze ligor mada şeş û heft ya heman zagonê.

Û daxwaza pêkanîna komîteyeka lêkolînê ya taybet û sepandina navçeyeka dijfirîn û aram ji civaka navdewletî û nemaze ji Encûmena Asayîşa Navdewletî kir, ji bo parastina sivîlan li navçeyên rizgarkirî, û herwiha daxwaz ji rêxistinên mafên mirov û rêxistinên sivîl kir ku bi awayekî karatir fişaran bêxin li ser hikûmetên xwe, ji bo bidawîkirina tirajîdiyên gelê Sûriyê û sînorkirina tawanên Rijêmê û pêşkêşkirina tawankaran bo dadgehên navdewletî ji bo bigehêjin sizayên xwe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: April 2017