Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir ku îro şembiyê 4 kes şehîd ketin, û yek ji endamên tîma wan birîdar bû, ji ber bombebarana asîmanî ya Rûsîya li ser bajarokê Elsihara li gundewarê Helebê, û got ku tîma wan di dema hawarçnê û şopandina cihê bombebaranbûye de hatibû armanckirin.
Û hêzên rêjîma Esed û balefirên Rûsî duh înê li gundewarê Helebê, sivîl armanc kirin, û di êrîşê de 7 kes şehîd ketin û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn, 5 ji qurbaniyan li bajarokê mearit Eletarêb û 2 li bajarokê Eletarib, û birîndar jî ji Darit Ize û Tamora û Başemra û şêx Eqîl û derdorê Orim Elkubra bûn.
Û bajarokên Misêbîn, Nehleya û Bisinqûl li başûrê Idlibê, û Sermîn li rojhilatê Idlibê, herweha gundê Eyn Elesafîr li başûrî Cisir Elşixûr û derdora bajrokê sermeda, û alîyê rojilat ji bajarê Meeret Mesrîn li bakurê Idlibê, bûn armanca bombebarana hêzên rijêmê û Rûsiyê.
Û êrîşa leşkerî ya bejayî ji aliyê Rûsya û hêzên Rijêmê û milîsên bi ser wan ve li ser gundewarên Idlib û Helebê berdeam e, û tundiya helmeta hovane ji 20 heyva kanûna paşîn a 2019 pirtir bûye, û bû sedema kuştin û birîndarbûna bisedan sivîl û derbiderbûna bihezaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî