31 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîta ko Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ew erkdar kiribû, peywendî bi 12 alayên leşkerî re kirin, bi amanca ku nûneritiya wan ya  siyasî di Hevbendiya Niştimanî de hebe,  di çarçoveya pirogramê çaksazîkirinê de yê ko desteya serokatiyê ya nû bi serpereştiya mamoste Riyad Sêf  pêşkêş kiriye.

Danûstandin bi alayên destnîşakirî re yên li gora pîvanên ko li ser wan lihevkirine çêbû, û ji hêla desteya siyasî ve hate erêkirin, daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku ev pêngav ji bo xurtkirina rewabûna Hevbendiyê wek dezgehekê ko nûnerîtiya miletê Sûrî û berevaniya şoreşa wî û mafê wî bike, wek beşekî ji pêngavên tavêje ji bo xurtkirin û diristkirina nûnerîtiyê di Hevbendiyê de, û beşdarkirina hemû pêkhatiyên leşkerî û şoreşgerî û siyasî û xwecihî.

Daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko “piraniya wan erê kirin ko beşdar bibin, hêj komît li benda erêkirina yên din e”,  her weha komîtê “komek kar damezirand ji bo hevrêzkariya hevbeş di navbera Hevbendiyê û hemû hêzên leşkerî de bike.”

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de dibîne ko “ev pêngava giring ya ji bo pevgihandina herdu basikên Şoreşê yê siyasî û leşkerî û xurtkirina nûnerîtiya alayên leşkerî di Hevbendiyê de ye.”

Her weha desteya siyasî biryarek bi erêkirina tevahiya endaman stand li gora gotina komîta endametiyê û komîta yasayî, ji bo endametiya firakisyona Erkan bidawî bike, ya ko nûnerîtiya Encûmena Leşkerî dikir, ya berê hatiye jiberhevxistin, (ji ber ko bingeha nûneritiya wan bike nîn e) li gora biryara komîta yasayî.

Desteya siyasî ya Hevbendiyê spasiya endamên di dema bûrî de nûnertiya bizava leşkerî dikirin kir, û xweşhaliya xwe diyar kir bi nûneritiya wan ji çi alayî ji alayên hatine pesendkirin re, û dilxwaziya hevkariya bi wan re tekez kir.

Pirogramê çaksazkirinê yê ko serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Riyad Sêf pêşkêş kiriye, û ji hêla desteya siyasî ve hatiye pejirandin, zincîrek ji pêngavan li xwe digire ji bo nûjenkirin sistema bingehîn û xurtkirina beşdarî û hebûna hêzên civaka sivîl û hêzên siyasî, û çêkirina komên kar yên hevbeş û encûmenên xwecihî û partî û desteyên siyasî û yên xortan û hêzên şoreşger û kesayetiyên ramyarî û yên civakî û karsazan. Da beşdarbûneke berfirehtir di biryara niştimanî Sûrî de dabîn bike, digel pirinsîba zelalî û lêpirsînê, û haydarkirina raya giştî ya Sûrî bi pêvajoya karê siyasî û astengî û rewşa wê, bi awayekî ko bawriya kolana Sûrî bi şoreşê û desteyên wê yên niştimanperwer bîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî

 

 

31 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro li sereya Elîzê li Parîsê şanda Desteya Bilind Ya Danustandinan bi serokatiya rêxerê giştî yê desteyê Riyad Hicab ligel serok Îmanol Makron serokê Firinsa civiya, herwiha duhî jî li roja sêşemê ligel Îf Lodriyan wezîrê derve yê Firinsa li bargeha wezareta derve kom bibû.

Hicab di herdu hevdîtinên xwe de tekezî li ser pabendiya opozisyona sûrî bi piroseya siyasî û piştgiriya her rêkeftinekê ligor cêbicêkirina biryarên navdewletî û başkirina rewşa mirovî ya xelkê Sûriyê kiribû.

Rêxerê giştî yê desteyê diyar kiribû ku pêwîtî heye bi pêrewkirina stratîjiyek nû ji piroseya danustanan re ji bo sivikkirina êş û derdeseriyên xelkê Sûriyê û peydakirina hêviyê, û hevdem destxweşî li daxuyaniya wezîrê derve kir ya derbarê giringiya ku danustandinên Cinêv bigihêjin çareseriyekê û bidawîkirina tawanên li dijî gelê Sûriyê dibin.

Herwiha di hevdîtina îro ya ligel serokê Firinsa û wezîrê derve de, mijara rêkarên hevkariyê ji bo dijberiya terorê û girûpên tundrew yên bûne gef li ser ewlehiya cîhanê hatin gengeşekirin, tevlî gengeşekirina oparseyona dijwar ya Rijêmê û hevalbendên wê xwe ji bo amade dikin li tevahiya Sûriyê, nemaze li ser sînorê Sûriyê-Îraqê, û li parêzgehên başûr û li gundewarê Heleb û Hema û bizavên wan yên ji bo têkbirina hemi lihevkirin û hevdengiyên navdewletî yên ji bo bidawîkirina şer.

Hicab supasiya helwesta Firinsa ya piştgiriya şoreş û mafên gelên Sûriyê kir, û daxwaza rolek Ewropî ya kartêker li ser astê diblomasî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

30 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, roja înê 2'ê Cehzîranê, wê ligel nûnera bilind ya Yekîtiya Ewropa ya karubarên siyeseta derve û ewlehiyê Fîdrîka Mogirînî li paytexta Beljîka li Biroksilê kom bibe.

Û wê serokê hikûmeta demkî û endamên desteya siyasî ligel berêz Sêf bin, ji bo gengeşekirina pêşedçûnên siyasî û meydanî li Sûriyê û geşta dawiyê ji danustandinên Cinêvê ya bi armanca encamdana pirosêsa veguhestina siyasî bi rêka cêbicêkirina daxuyaniya Cinêv û biryarên encûmena asayîşê.

Herwiha wê stratîjiya hatî danîn ji aliyê Yekîtiya Ewropî ya ji bo piştgiriya opozisyonê û hikûmeta Sûriyê ya demkî ji alyê herdu aliyan ve bête gengeşekirin, ku ew stratîjîk hatiye li ser binyatê pêkanîna veguhestinek siyasî ya rasteqîn û çareserkirina pêdewîstiyên mirovî yên xelkê Sûriyê yên ku her bi demê re zêdetir dibin, û tevî handana demokrasiyê û mafên mirov û azadiya radebirînê û dûvçûna tawanên şer û geşkirina piroseya aştiya navxweyî û dadperweriya veguhêz.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

29 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf digel şandyarê Holandî bo Opozisyona Sûriyê balyoz Cîrard Stîk û şêwirdarê siyasî Fîrhak Ranko ji bo pêşveçûnên meydanî û siyasî li Sûriyê gengeşe bikin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf derbarê rewşa hundirîn diyar kir ko desthilata Sûrî ya demkî tev li karînên wê yên lawaz çendîn serkeftin  bidest xistine ko xizmeta niştecihên herêmên rizgarkirî dike, û daxwaz ji Holenda kir ko piştgiriya pirojeyên desthilata demkî bike yên ji bo pêkanîna xizmetên bingehîn, piştî ko rêjîma Esed hemû jêrxanên wê wêran kirine û got: “em ji desthilata welatê we divên ko piştgiriya pirojeyên herêmên rizgarkirî bike yên ji bo sivikkirina derdê miletê Sûrî.”

Sêf diyar kir ku peymanên ko ji civînên li paytexta Kazixistanê çêdibin nabe ko çi rola Îranê tê de hebe, û tekez kir ko pêvajoya Astane nakeve şûna ya Cinêvê.

Bêtir got: “tirsa me ji peymana Astane ya dawî ko Kantonên dûrîhev damezirînin, û ev rê li ber parçekirina Sûriyê  vedike.”

Li hevdîtinê herdu endamên desteya siyasî Ehmed Seyid Yûsif û Yasir Elferhan amade bûn û kesên amadebûyî li ser mijara pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihên herêmên rizgarkirî re û yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin û ewlkekarî û aramiyê lê vegerînin axivîn.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriya êrîşa terorîstî û tirsnak ya li dijî polmaneke veguhestina sivîlan şermezar kir, û hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan û birîndaran dupat kir.

Û got "Hevbendî û bi navê gelê Sûriyê behî û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike", û hevdem hevxemiya xwe ligel birayên xwe li Misrê dupat kir.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî ji aliyê xwe,  ev êrîşa terorîstî û sercem êrîşên din yên li dijî sivîlên bêguneh yan her hewleke peydakirina tevliheviyê û tevdana ewlehî û seqamgeriyê li Misrê şermezar kir.

Tê zanîn ku di êrîşeka terorîstî de li ser bolmaneke veguhestina Xirîstiyanan yên Qobtî li başûrê Qahîre, û ligor wezareta hindur ya Misrê û parêzgerê Elmîna, 28 Qobtî hatin kuştin tevlî zarokan û 25ên din hatin birîndarkirin, û ew êrîş ji aliyê girûpeke terorîst ya rûnixomandî ve bi çekan hatiye pêkanîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

26 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf bîrnameyek ji 30 dewletên dost û bira re, her weha ji çend rêkxistinên navdewletî û ya pêşî Netewên Yekbûyî re şand, tê de li ser têwerdana Îranê di Sûriyê de axivî, û şûnmayên têwerdanê û encamên wê yên xirab bi sedema belavkirina milîtanên terorîst û ramanên idyolocî yên tundrew şirovekir.

Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko “di bin siha têwerdana Îranî ya dagîrkerî de çareserkirina siyasî pêk nayê, û got tu carî aştî û aramî li herêmê peyda nabin eger milîtanên Îranî li Sûriyê bi azadî tev bigerin ”.

Sêf di bîrnameya xwe de got” qebareya têwerdana Îranî di Sûriyê de nema ji kesî tê veşartin her weha rola wê ya navendî di astengkirina bizavên rawestandina rijandina xwînê de, her weha bizavên ku hêviyên miletê Sûrî misoger bikin û mafên wî yên rewa dabîn bikin asteng dike.”

Sêf dubare kir ko têwerdana Îranî ne rewa ye, û bal kişand ser ko miletê Sûrî  ev têwerdana ku alîkariya Esed di kuştina bi sedhezaran Sûriyan dike, her weha dihêle bi berdewamî çekan bikar bîne û ji wan jî çekên kîmawî bi yekcarî red dike.

Sêf diyar kir ko têwerdana Îranî “bi biryara istiratîcî û siyasî ya Îranê ve girêdayîye” û ji hêla desthilata Îranî ve piştgiriya darayî werdigre, û pasvanên şoreşger yên Îranî û hêzên Basîç û artêşa Îranî vê têwerdanê cîbecî dikin, û hejmarek mezin ji yekîneyên milîtanan hatine çêkirin û şervan ji Libnan, Îraq, Yemen û Efxanistan û welatine din anîne, bêtir got ko ew milîtan li gelek cihên Sûriyê belav kirine û bûne hêza Rêjîmê ya bingehîn.

Her weha serokê Hevbendiya Niştimanî got ku ev yekîneyên mezhebperest bizavê dikin ji bo cîbicîkirina plana Îran ya ko hewl dide pirojeyê Îdyolocî yê tundrew li Sûriyê ferz bike, û ji bo misogerkirina wê siyasetê qirkirina regezî bikar tîne.

Serokê Hevbendiya Niştimanî got ko milîtanên Îranê di pêkanîna bi dehên kuştaran di derheqê sivîlan de beşdar bûne, û destê wan di operasiyonên qirkirina regezî de heye.

Her weha got :hemû bizavên ko amanca wan şerê terorîstiyê ye, wê bê sûde bin eger gotara idyolcî ya gurkirina kînê berdewam be li gel belavkirina çanda tundutûjî û dexsê.

Sêf berdewam kir û got: “em berpirsiyariya çareserkirina vê dosyayê didin ser milê civaka navdewletî û di serî de endamên herdemî hem jî serokê encûmenê” û ji wan xwest ko pêngavên pêdivî bavêjin û di serî de rêkxistina pasvanên şoreşger ya Îranî û milîtanên hizbulah li Libnan û Îraqê û hemû milîtanên mezhebperest yên bi Îranê ve girêdayî ne têkin lîsta tiroristiyê û lîsta rêkxistinên tirorist ya Emerîkî û Ewropî.

Her weha ji wan daxwaz kir ko biryarekê derxînin têwerdana Îranî di Sûriyê de pirotesto bikin û berdana wê jî dabîn bikin, û xwest dosya binpêkirina mafên mirovan û tawankariyên lidijî mirovantiyê yên ko di derheqê miletê Sûrî de dibin bibal dozkarê giştî yê dadgeha tawankariyên navdewletî bêne şandin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

25 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Artêşa Sûrî ya azad parin din ji taxa Elmenşiyê li parêzgeha Dera rizgar kirine, piştî şerên li dijî hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî yên tirorist kirine, û Hevbendiya Niştimanî dibîne berdana wan milîtanan ji Sûriyê pêşindeya hemû hêzan e.

Çalakvanan diyar kirin ko şoreşgeran doh êrîşek dane ser bargehên leşkerî yên ko gule û mûşek rojane ji wan derdikevin û davêjin herêmên rizgarkirî, destnîşan kirin ko ew bû sedema ku bi dehan sivîl tevlî zarokan şehîd ketine.

Endamê desteya siyas ya Hevbendiya niştimanî Yasir Elferhan got ku derkirina milîtanên biyanî ji Sûriyê ji pêşindeyên şoreşgeran e, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko piştgiriya miletê Sûrî bikin di tekoşîna wî de ji bo ji tiroristiyê û rêjîma diktator rizger bibin.

Elferhan di daxuyaniyekê de îro pêncşembê tekez kir ko Îran û Rûsya dewletin dagîrker in li Sûriyê, û berdewam kir û got : “heta rizgarkirina buhista dawî ji xaka me emê şer bikin”.

Çalakvanan bal kêşand ser ko avahiyên nû yên kontrol kirine navenda milîtanên mezhebperest yên ko Îran piştgiriya wan dike bû, û pasvanên şoreşger yên Îranî çavdêrên wê bûn.

Digel vê yekê jî firokên cengê yên bi ser rêjîmê ve bêtir ji 21 êrîşên asmanî dane ser taxên Dera Elbeled, her weha hilîkopteran 12 bermîlên teqîner berdane û bû sedema ketina bi dehên birîndaran û wêranbûna avahiyan.

Şoreşger ji şeş salan ve berxwdanê lidijî milîtanên tirorist li Sûrî dikin, û dibînin ko hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperest yên Îranî û hêzên asmanî yên Rûsî û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqratî, berpirsiyar in di ber kuştina bi sedhezarên Sûrîyan de, di dema bêçaretiya navdewletî de bo dîtina çareserkirineke siyasî tako derdê miletê Sûrî bidawî bikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî

24 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Yekîneya Hemahengiya Piştgiriyê roja çarşemê li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê workşopek saz kir ji bo bihêzkirina pêwendiyên rêxistinî û peydakirina mîkanizmên hevkarî û hemahengiyê di navbera saziyên Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de, bi amadebûna serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb û hejmarek ji kesayetiyên giring yên hikûmetê û Hevbendiya Niştimanî û Yekîneya Hemahengiya Piştgitiyê û encûmenên xwecihî.

Di workşopê de bêhtir bal hat kişandin li ser başkirina hevkariyê di navbera saziyan de (yekîneya hemahengî û piştgiriyê û hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî de) bi armanca bilindkirina asta pirojeyên xizmetgozarî yên tên pêşkêşkirin ji navçeyên rizgarkirî re, nemaze piştî wêrankirin û têkbirina piraniya dezgehên jêrxana bingehîn û navendên xizmetgozarî û saxlemiyê li wan navçeyan, li ser destê rijêma Esed û milîsên palpiştên wê.

Û desteya serokatiya nû ya Hevbendiya Niştimanî, rêvebirina navçeyên rizgarkirî û pêşkêşkirina nimûneyeka şaristanî ji erkên xwe yên sereke dibîne, û hewl dide ji bo dubarekirina rola Hevbendiyê ya rasteqîn ya ji destpêka demezrandina xwe  de li ser ava bûye.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf ,pêr, di hevdîtina xwe de ya ligel şanderê Nerwêjê "Kinot Îlîf Layin" diyar kir ku niha amadekarî dibin ji bo pêkanîna çend pirojeyan ji bo rêvebirina navçeyên rizgarkirî û pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji xelkê re, û Sêf dewletên dost han dan li ser piştgiriya pirojeyên hikûmeta demkî yên bi armanca sivikkirina êş û azarên gelê Sûriyê yê dirindetirîn tawan li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê dijî wî hatine pêkanîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

24 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dubare daxwaz ji aliyên piştgiriyê didin milîsên PYDê kir ku li xwe vegerin û fişaran li wan bikin ta ku dest ji kiryar û tawanên xwe berdin.

Hevbendiyê dît ku ev milîs tundutîjî û terorê bikar tînin nemaze di derheqê ENKSê de û kiryar û tawanên wê berovajî daxwaz û berjewendiyên xelkê Sûriyê dîtin.

Hevbendiya Niştimanî, kiryarên tepeserî û tawanên metirsîdar yên van milîsan şermezar kirin, û hevdem tekez kir ku ew kiryar nayên pejirandin û şermezarkirî ne, û pêwîst e encamdarên wan bêne dadgehkirin.

Hêjayê gotinê ye ku milîsên "PYD"ê du endamên pîlotbîroya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya li bajarê Hesekê revandin, piştî revandina 3 endamên ENKSê (ya pêkhateyeke sereke ye di Hevbendiyê de), tevî revandina du rojnamevan û peyamnêran ku hêjî çarenivîsa wan ne diyar e.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 May 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Kiryarên koçberkirina neçarî yên li derdora Şama paytext li ser destê rijêma Esed û milîsên kirîgirtiyên Îranê berdewam in.

Û ligor gotinên çalakvanan, îro bi hezaran sivîl ji taxên Berzê û Qabûn û Tişrîn li Şama paytext û taxa Elwe'r li Himusê, ber bi parêzgeha Idlibê ve koçber bûn, di çarçovê yek ji mezintirîn kiryarên guhertina demografîk di çerxê niha de.

Herwiha hin serkirdeyên van taxên bi salan dorpêçkirî mane diyar kirin ku "xelek ne bi vîna xwe koçber dibin lê Rijêm wan neçarî koçberbûnê dike".

Wan serkirdeyan di hevdîtinekê de bi rêka internêtê ligel desteya serokatiyê û ya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê,  got ku tawan bi awayekî pêrewkirî li see destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê li dijî sivîlan hatine pêkanîn, û dan xuyakirin ku ev yek bûye " şêwaz û riftarê Rijêmê ji bo neçarkirina sivîlan li ser koçberbûnê".

Û bal kişandin ku kiryarên koçberkirinê bi serpirştiya efserên Rûs dibin, hevdem rexne girtin li bêdengiya NY li hember van kiryarên berovajî yasa navdewletî û yasa navdewletî ya mirovî.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf di hevdîtinên xwe de yên ligel balyozên dewletên dost ev kiryarên niha yên koçberkirinê bi "tawanên şer" dîtin, û hevdem daxwaza bizavekê li hember van kiryaran û dadgehkirina berpirsyaran kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 5
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: May 2017