30 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê îro înê civînek bi serpereştên encûmena xwecihî ya taxa Elwe’r û Qabûn di rêya Internetê re lidar xist, herdu aliyan rewşa meydanî ya derbiderên ko ji herêmên xwe ber bi gundewarê Idlib û Helebê ve derketine pêşdîtin kirin.

Û xelkên Qabûn û taxa Elwe’r di operasiyona koçkirina neçar ya ko rêjîmê vê dawiyê bikar anîbû, piştî operasiyonin leşkerî yên mezin ku hemû cûreyên çekan li dijî sivîl û cihên wan bikar anîn, ber bi bakurê Sûriyê ve derbider bibûn.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm tekezî li ser sûdegirtinê ji karînên Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê yên hene kir “ta ku ev qonaxa tengav ya ku derbider dibînin derbas bibe û bigihên amanca xwe û fişar li ser wan kêm bibe “

Elhekîm daxwaza wergirtina sûdê ji karînên penaberan û ji pisporiya wan ya zanistî û pîşesazî û ya di hemî waran de kir. Û got giring e alîkarî ji şareza û zanayên di nav Hevbendiya Niştimanî û rêkxistinên navdewletî de bête kirin, ji bo sivikkirina derdên penaberan.

Elhekîm baldêrî da ser giringiya danîna planeke tekûzkirî ji bo avakirina hêzeke aborî di dema niha de, bi rêya dahatî û karînên ku li cem derbideran hene, ji bo bidawîkirina vê qonaxa dijwar ya ko derbider û sivîlên herêmên rizgarkirî têre derbas dibin.

Û razgirê desteya siyasî Mihemed Yihya Mektebî tekez kir ko miletê Sûrî rastî kirêttirîn tawankariyan bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê hat û got: “şerê miletê Sûrî ne tenê bi çek û wêranî û koçberkirina ji mal û milkên wî hat kirin, lê belê şerê wî bi kêşeyên tendiristî û xwarinê jî hatiye kirin. ”

Serokê encûmena xwecihî ya taxa Qabûn zehmetiyên ku sivîlên li bajarê Idlibê dibînin û tawankariyên di derheqê wan de ji hêla rêjîmê ve dibin şirove kirin.

Civîngeran li ser xurtkirina peywendiyê  bi kesên koçbarkirî re lihev kirin, her weha gihandina nameyên wan bo dewletên hevalên miletê Sûrî û Netewên Yekbûyî û rêkxistinên navdewletî, û peywendiyê  bi desthilata Sûrî ya demkî re bikin tako pêdiviyên derbideran pêk bîne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, daxwaz ji dewletên hevalên gelê Sûrî kir, ji bo piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê bikin, ji bo birêvebirina herêmên rizgarkirî bikin da bê desthilat nemînin.

Riyad Sêf serokê Hevbendiya Niştimanî ev daxwaz di hevdîtina digel şandyarê Birîtanî Garît Bayilî û şandyarê Danîmarkî Îvan Nîlson kir.

Sêf tekez kir ko geşkirina Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê û desthilata demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û encûmenên xwecihî û sindoqa emîndariyê, dê sûdeyeke mezin li miletê Sûrî bike, bi taybetî yên ko li herêmên rizgarkirî zehmetiyê dibînin piştî ko rêjîma Esed hemû hêmanên jiyanê li wir têk birine.

Sêf bal kêşand ser ku guhdana dewletên heval “hêviyê dide me ko miletê Sûrî dê dîsa karibe desthilatdariya xwe bike.”

Herdu şandyaran pesnê karê Hevbendiya Niştimanî da, û li ser hevdîtineke hevbeş, di navbera Hevbendiya Niştimanî û aliyên piştgiriyê dikin li hev kirin, ji bo mikanîzmên hevbeş deynin mîna belgeya ko ji civîna kargeha parêzgeha Reqa encam da.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên Rêjîmê û milîtanên Îranî di pêkanîna pêşkevtinê li aniyên bajarê Der’a têk çûn, piştî operasiyoneke leşkerî ya tund, ji destpêka meha cehzeranê ve ko firokên Rûsî jî têde beşdar bûn, bi amanca ko dîsa bajêr bi tekûzî kontrol bikin.

Tev ko rêjîmê û hevalbendên wê çekên qedexekirî wek bombeyên goşî û mûşekên napalm yên sotandinê bikar anîne û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketine û bû sedema derbideriya bi hezarên sivîlan ber bi sînorê Urdunê ve lê biser neketin.

Odeya operasiyona “Elbunyan Elmersûs ” anî ziman ko artêşa Sûrî ya azad dora 350 endamên hêza rêjîmê û milîtanan kuştin, ji nav wan jî 100 efser bi pileyên corbicor û bêtir ji 29 endamên milîtanên hizbulaha tirorist û du endamên pasvanên şoreşger yên Îranî

Û di “infogiraf ” de, yê ji Odeya operasiyona “Elbunyan Elmersûs ” derket, encamên şerê dawî hatin şirovekirin, şerê ji nîveka sibata borî û heta doh pêncşembê 28 cehzeranê berdewam kir. şoreşgeran tekez kir ko 90% ji taxa Elmenşiyê ya istiratîcî li bajarê Der’a di bin kontrola wan de ye.

Şoreşgeran anîn ziman ko wan du firokên çavdêriyê xistine û 30 tunel û 20 tang û bi dehan turumbêl û alavên leşkerî yên ko di dema têwerdanê de  rêjîmê di bombebarana taxên rizgarkirî de bikar tanîn, têk birine.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart

24 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf ligel serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb û serokê ofîsa ragihandinê Ehmed Remedan û çend berpirsên hikûmetê serdana hin navçeyên rizgarkirî kir.

Serokê Hevbendiyê ligel şanda navhatî li ser dergehê Bab Ekselamê yê sînorî ji nêzîk ve li rewşa derbasbûna hemwalatiyên Sûriyê û li hêsankariyên hikûmeta Tirkiyê, yên pêşkêşî xelkê Sûriyê dike li dema ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin temaşe kir, û herwiha serdana kampên penaberên Sûriyê kir û guhdarî li axafina hemwelatiyan kir, yên ku têde behsa zehmetiyên xwe kirin.

Di serdana xwe de, serokê Hevbendiyê û yê hikûmetê û perpirsên Hevbendiyê ligel serokên encûmenên xwecihî yên navçeya bakur û herwiha ligel encûmena hozên kurdî yên şoreşa Sûriyê kom bûn, û di hevdîtinê de serokê Hevbendiyê pîrozbahiya wan bi cejna rojiyê kir, û tekezî li ser giringiya hemahengiya dezgehên şoreşê ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî kir, ji bo sivikkirina barê tengaviyên bi sedema rijêma Esed û hevalbendên wê.

Herwiha Sêf cext li ser giringiya yekrêziya hêzên leşkerî yên şoreşê û yekitiya wê di yek pêkhateya leşekerî de kir, li jêr ala artêşeke niştimanî ji bo parastin û berevaniyê di ber maf û xelkê Sûriyê de bike.

Her weha serokê Hevbendiyê û serokê hikûmetê û şanda ligel wan serdana zanîngeha Helebê û peymangeha amadekirina wanebêjan kirin, tevî serdana baregeha hikûmeta demkî li bajarê Azazê, û Sêf bal kişand ku şoreş berdewam dibe heta bidestxistina daxwazên wan yên ji bo rûmet û azadiyê û bidawîkirina stemkariya rijêma Esed ya berdewam her ji salên heftiyan ji çerxê bîstê û heta niha.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

22 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro roja pêncşemê, desteya serokatî û ya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de ligel şandeka Birîtanî kom bû, ku ji dibomatkar û berpirsên fayilê Sûriyê li çend dewletên dirawsê pêk dihat, û herdu aliyan di hevdîtinê de behsa guhertinên dawiyê yên meydanî û siyasî li Sûriyê kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riya Sêf behsa giringiya bihêzkirina hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî kir, ji bo rêveberî û kargeriya sercem navçeyên rizgarkirî û dubarekirina aramiyê û vegera xelkê koçber bo mal û warên xwe.

Sêf balkişand ku hikûmeta demkî pilanek wê ya tekûz heye ji bo rêvebiriya navçeyên rizgarkirî û aktîvkirina dezgehên dewletî tevî dadweriyê û asayîşê, û pêşkêşkirina xizmetgozariyên serekî mîna perwerde û saxlemiyê.

Ji aliyekî din ve, sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm tekez kir ku dibe rêveberiya bajarê Reqê bi rêka hikûmeta demkî bête kirin, û ku dibe xelkê Reqê bi xwe desthilatdariya xwe bikin, û balkişand ku ev yek dibe bête pêkanîn "bi rêka helbijartinan di bin çavdêriya aliyên navdewletî de".

Elhekîm got ku pêwîst e milîsên " PYD"ê ji bajarê Reqê piştî rizgarkirina wê ji rêxistina DAIŞê derkevin, û dibe seqamgerî li Reqê dubare peyda bibe û rê bête girtin li pêş peydabûna her rêxistineke tundrew ya nû, bi sedema redkirina xelkên navçeyê ji wan milîsan re, yên ku Amerîka şaşitîk kir dema ku pal da ser wan ".

Herwiha serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî tekez kir ku tawanên şer li dijî gelê Sûriyê ji aliyê Bişar Esed û rijêma wî ve hatine pêkanîn, û têde bi sed hezaran xelk hatine kuştin û cext kir ku "heger her aliyek wêrekî li rex hebe bo dîtina çareseriyê li Sûriyê, pêwîst e derkeve û bêje ku me nikarî bi erkê xwe rabin ji bilî derxistina behaneyan", wek amajekirinê li ser daxuyaniyên serokê Firensa Îmanoyil Makron yên dawiyê derbarê gotina wî "ku wan alternatîvek rewa li Sûriyê nedîtin e".

Elherîrî di hevdîtinê de got ku danustandinên Cinêvê bi kurtî bûne du beş, beşek baweriyê bi çareseriya siyasî tîne û erênî ye û bi rijd kar ji bo çareseriya siyasî dike, û aliyek din berovajî wê ye û çareseriya siyasî red dike û bi piştgiriya hevalbendên xwe dijberiya wê dike, hevdem ligel hebûna navgînekî (NY), ku nikare bi berpirsyariya xwe rabe, û balkişand ku Rijêm heta niha danûstandina rasteqîn bi piroseya siyasî ya li Cinêv red dike, û tawankariyên şer yên bêhempa di vê serdemê de pêk tîne.

Elherîrî tekez kir ku gelê Sûriyê wê berdewam be li ser tekoşîn û xebata xwe li dijî rijêma Esed ya diktator, û cext kir ku ev xebat wê berdewam be heta " bidestxistina mafên azadî û rûmetiya gel ya ji bo wê bi sed hezaran qurbanî hatine dan".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

21 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê kargeheke kar îro li Istanbûlê li dar xist, ji bo “birêvebirina bajarê Reqa piştî rizgarkirina wî ji Daişê.”

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf û emîndarê giştî Nezîr Elhekîm û serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb û serokê Encûmena xwecihî ya bajarê Reqa Seed Şiwêş û çend endamên desteya siyasî û desteya giştî yên Hevbendiya Niştimanî û nûnerên dewletên hevalên Sûriyê lê amade bûn.

Serokê Hevbendiyê Niştimanî Riyad Sêf tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî ew aliyê tenê ye yê ko kar pê tê sipartin, ji aliyê rewayî ve, li ser daxwaza Erebî û Navdewletî ji bo birêvebirina Reqayê, û got: “çi çareseriyeke din eger bi kotekî ferz bibe, wê bibe bombeyeke vedayî û destpêka cengeke navxweyî li Sûriyê.”

Sêf dibîne ko hêlana xelkên Reqayê ji bo birêvebirina bajarê xwe di bin çavdêriya desthilata demkî  de, ew “çareseriya herî çak e”, û bal kêşand ser ku “divê ziyana ji encama spartina karê rizgarkirinê ji bo (PYD), û dûrkirina artêşa Sûrî ya azad ya ko karîbû wê rizgar bike eger piştgirî ji hevalên miletê Sûrî gihabayê çareser bibe.”

Serokê desthilata demkî jî Cewad Ebû Heteb destnîşan kir ko operasiyona birêvebirina bajarê Reqayê û vegerandina xizmetên bingehîn, dê sûdeyê bigehîne her alî, di rêya dûrkirina tundrewyê û tunekirina jêderên tiroristiyê û vegera aramiyê li herêmê, û vegera koçkiriyên ji malên xwe hatine derkirin.

Endamê Hevbendiya Niştimanî Mistefa Newaf Elelî got ku parêzgeha Reqa “gihaye qonaxeke giring piştî ko xelkên wê pir ziyan ji destê Daiş dîtin, bi sedema bi navkirina bajarê wan bi paytexta dewleta hovane Daiş  ”

Û got ku têkbirina tiroristiyê divê ne tenê bi nav be, lê belê “bi nehêlana mercên çêbûna terorîstiyê be.”û  got  ku giring e xelkên herêmê birêvebirina herêmên xwe bikin, û pêkhateya civakî û dîmugrafî ya bingehîn biparêzin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

19 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bombebarankirina bajarê Dêrazorê ji aliyê Îranê şermezar kir, û dîtin ku ew dikeve di çarçova niyazên Îranê de yên ji bo gihandina destdanîna xwe ya li ser xakê heta deriya sipî.

Endamê desteya siyasî O'qab Yihiya got ku ew bombebarankirina şermezarkirî "guhertinên nû" di fayilê Sûriyê de dinexşînin, û got ku ew yek "pirsyaran derbarê rola Îranê di şerê dijberiya terorê de pêşniyar dike", û tekez kir ku Îran beşek sereke ye ji kiryarên terorîstî yên rojane yên di derheqa gelê Sûriyê de dibin.

Yihiya balkişand ser ku " tê nasîn ew navçeyên di dest DAIŞ de ji berpirsyaretiya Hevpeymaniya Navdewletî be, û ew berpirsiyartiya wê bombebarankirinê li xwe bigire".

Ji aliyek din, endamê desteya siyasî Mihemed Eldendel diyar kir ku bombebarankirina Dêrazorê bi mûşekên Balistî ji aliyê Îranê, tê bi armanca girêdana Şamê bi Tehranê ve bi rêka Bexda, û balkişand ku Melayên Tehranê hewl didin ji bo kontrolkirina Dêrazorê, dûrî ragihandê, bi rêka milîsên xwe yên kirêgirtî li Îraq û Sûriyê.

Eldendel tekezî li ser giringiya bizaveke Erebî û bi taybetî ya dewletên kendavê li hember pirojeyê berfirehkirina Îranê yê mezhebî û neteweperist, û hişyarî da li ser metirsiya heman pirojeyî ku Îran bi rêka wê navçeyên nû kontrol dike, ku hîç roleke Îranê di wan de tinebû mîna Mûsil û Enbar û Dêrazorê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

17 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, nameyek ji NY û encûmena asayîşê û komkara Erebî û rêxistina hevkariya Îslamê û encûmena hevkariya dewletên kendavê û 26 dewletên din yên bira û dostên gelê Sûriyê re şand, û têde tekezî kiriye li ser giringiya rawestandina oparesyona leşkerî ya hovane ya bi destê rijêma Esed û hevalbendên wê dibe dijî bajarê Der'a û gund û bajarokên derdora wê.

Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de tekez kiriye ku ev êrîş dibe binpêkirinek eşkere li ser sercem biryarên navdewletî û rêkeftina agirbestê, û got ku ev yek "dibe gefek mezin li ser asoyên dîtina çareseriyek siyasî li Sûriyê".

Sêf bal kişand ku " heger rê bête dan bo rijêma Esed û hevalbendên wê bo sepandina yekaliyek leşkerî li Der'a wek heman ya li ser Helebê hatî sepandin ya hevdem ligel bêkariya navdewletî ya kirêt, dîtir wê hîç handerek nemîne li rex Esed ku tevlî piroseya siyasî bibe ya ji bo pêkanîna veguhestinek siyasî", û dît ku yek wê bibe fakter ku gelê Sûriyê "bicarekî baweriya xwe bi piroseya siyasî jidest bide, ku heta niha piroseya siyasî bitenê bijaredeya stratîjîk ya opozisyona Sûriyê ye".

Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku miqate bin li rewşa dijwar ya bajarê Der'a , nemaze hevdem ligel pêla koçberiya mezin ya dibe ji navçeyê ber bi sînorê Urdinê û peydanebûna pêdawîstiyên jiyanê û Sêf li hember vê yekê daxwaza standina rêşûnên berdest ji bo çareserkirina bobilata mirovî ya dibe bi sedema êrîşên Rijêmê kir.

Sêf di nameya xwe de hemû alî handan li ser bizavên bilez ji bo neçarkirina rijêma Esed û hevalbendên wê ji bo rawestandina dojminkariya xwe û tevlîbûna piroseya siyasî bi awayekî rijd û bi niyazek paqij.

Serokê Hevbendiyê di nameyê de gotiye ku niha dem hatiye ku civaka navdewletî kar bike bo dirustkirina mîkanîzmekê ji bo rê bigire li dubarebûna wek van binpêkirinan li ser biryar û yasa navdewletî bê siza, û tekez kir ku pêwîst e rijêma Esed û hevalbendên wê bêne dadgehkirin li ser tawanên xwe yên li Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê

17 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Encûmena Niştimanî Kurdî bang li civaka navdewletî kir tako fişarê bidine ser milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat ji bo nema zarokan birevîne û wan nebe leşkergehên leşkeriya neçar.

Encûmena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de got ko ev kar û kirdeyên tiroristî yên rêbazkirî ji aliyê milîtanên Partiya Yekîtiya dîmuqrat ve di çarçoveya istiratîciya bidawîanîna jiyana siyasî li herêmên piraniya wan kurd in li Sûriyê. Encûmenê bêtir got ko milîtanên PYD kesên ko temenê wan bêtir ji 35-40 salî dibe leşkeriya neçar an jî wan li ba xwe dihêle ji dêvila zarokên wan ve tako ji Kurdistana Iraqê vegerin, berê jî Partiya Yekîtiya dîmuqrat bi dehan kadirên partiyên Encûmena Niştimanî kurdî girtine, û vê dawiyê hin revandine, ji wan: Berzan Silêman endamê desteya şêwirdarî ya partiya dîmuqratî Kurdistanî û Ebdulqehar Ezîz Ebdulrehman endamê komîta xwecihî ya heman partiyê, û Cengîn Elîko û Cuma Elehmed endamên komîta herêmî ya partiya yekîtî kurdî li Sûriyê.

Encûmena Niştimanî di daxuyaniya xwe de xwest ko civaka navdewletî têwerdanê bike ji bo van kirdeyên ko milîtanên Yekîtiya dîmuqratî dike ji astengkirina azadiya mirov û leşkeriya neçar û koçberkirina kotekî û ferizkirina rêbazên idyolocî û girtina bargehên Encûmena Niştimanî Kurdî û partiyên wê rawestîne.

Encûmena Niştimanî van karên tiroristî pirotesto û red dike, di heman çaxî de jî daxwazê ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê û dewletên mezin dike yên ko bandora fişara wan li ser PYD heye tako nehêlin van kirdeyan bike bi behaneya şerê DAIŞ , û wî şerî bike behanak ji bo jiyana siyasî li herêmên ko piraniya wan Kurd in li Sûriyê têk bibe.

Ji hêla xwe ve rêkxistina lêborîna navdewletî “Emînisntî” Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD bi girtina serpereştên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKS di zindana Elaya li bajarê Qamişlo tawanbar kiribû.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiyê

16 June 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekezî li ser dubare aktîvkirina rola Hevbendiya Niştimanî di serkirdayetiya şoreşa Sûriyê de kir, û dxwaza zengînkirina saziyên wê bi şiyanên ciyawaz û dana rê û derfetan ji ciwan û jinên Sûrî re kir.

Ev axaftin hatin di miyanê hevdîtinên sikirtêrê giştî de, yên ligel berpirsa siyasî ya Yekîtiya Ewropî Lara Skarbîta û şanderê Elmanî yê bo karubarê opozisyona Sûrî Hîrman Nîkolai , û sikirtêrê qunsulxaneya Ferensa li Istenbûlê Fabrîs Dîsiblişin.

Elhekîm di hevdîtinên xwe de cext li ser giringiya kar ji bo vegera Hevbendiya Niştimanî û karakirina wê kir, ji bo xurtkirina girêdana wê bi civaka wê re, û tekezî li ser rola hikûmeta demkî û yekîneya hevrêziya piştgiriyê di biserketina vê girêdanê de kir, û dît ku ev yek bi pilana serokatiya vê qonaxê re digunce.

Elhekîm balkişand ser ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo bihêzkirina têkiliyan ligel dewletên Erebî û dostên gelê Sûriyê, bi awayê ku bikeve li jêr berjewendiya şoreşa Sûriyê û dabîkirina daxwazên ji bo bidestxistina rûmet û azadiyê.

Elhekîm balkişand ser ku Der'a rastî êrîşek leşkerî ya dirinde li ser destê rijêma Esed û milîsên Îranê û bi piştgiriya firokên Rûsiya dibe, û herwiha behsa rewşa koçberan yên bi sedema bombebarankirina bitewş koçber bûne hate kirin, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariyê ji berpirsên Ewropa ji bo hikûmeta demkî û yekîneya hevrêziya piştgiriyê di riya welatên wan re kir, ji bo alîkarîkirina koçberên ku ji bombebaranê direvin.

Ji aliyên xwe ve, berpirsên Ewropa carek din tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û piştgiriya rola wê di qûnaxa pêş de kirin, tevî piştgiriya hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan di hindur navçeyên rizgarkirî de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: June 2017