28 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Amara qurbaniyên parêzgeha Reqê ji ber zêdebûna şer li dijî rêxistina DAIŞê gihişt zêdetir ji 1300 kesî , û NY got ku zêdetir ji 200 hezar kes ji bajêr koçbar bûne.

Çalakvanên bajarê Reqê gotin ku duhî roja pêncşemê zêdetir ji 40 kesî hatin kuştin bi sedema bombebarankirina navenda bajêr ji aliyê firokên Hevpeymaniya navdewletî, hevdem ligel topbarankirina taxên nişteciyan ji aliyê hêzên QSD bi rokêt û mûşekên arastekirî û têde zêdetir ji 36 sivîlan li roja çarşemê hatin kuştin di bombebarankirinek hevşêwe ji aliyê firokên Hevpeymaniya navdewletî û hêzên "QSD".

Ku bi dirêjahiya 50 rojan, taxên bajarê Reqê rojane ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên " QSD" tên bombebaran kirin û têde û ligo amarên ofîsa ragihandina Hevbendiyê ku 1342 sivîl hatine şehîd kirin û bi sedan hatin birîndar kirin ku nîvekê wan jin û zarokên.

Û duhî roja pêncşemê, alîkarê emîndarê giştî yê NY yê karubarên mirovî Orsola Moler got ku zêdetir ji 200 hezar kes her ji nîsana bûrî ji dorubera Reqê revîne, û di gotara xwe de li pêşiya Encûmena Asayîşê got ku "amara navhatî bi xwe ve 30 hezar kesî digire yên revîn bitenê li heyamê heyva niha ya tîrmehê".

Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê îro di kongirekê rojnamevanî de xembariya xwe nîşan da li hember ketina sivîlan li ser destê Hevpeymaniya Navdewletî û herwiha ev yek şermezar kir û daxwaza rawestandina êrîşan yên rastî sivîlan kir, û herwiha daxwaza encamdana lêkolînên zelal kir derbarê wan êrîşan yên têde bi sedan û bi hezaran sivîl hatine şehîd kirin ku di nav wan de jin û zarok û malbat bi tevahî hene.

Hevbendiyê tekez kir ku pêwîst e rêveberiya Reqê bi carekî bikeve di dest xelkê wë de bi rêka encûmenek xwecihî ya helbijartî, li jêr çavdêriya Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî û bi beşdarî û piştgiriya nûnerên civaka sivîl dûr ji destêwerdanên derekî û baldestiya hêzên tundrew yên ne pabend bi ejinde û armancên şoreşa Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

28 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji dewletên piştgir û yên hevalên Sûriyê kir ko piştgiriya damezirandina artêşeke niştimanî yekbûyî bikin, ko ji hemû alayên şoreşê pêkbê tako pareke bingehîn ji hevpeymana navdewletî li dijî tiroristiyê be. Ev di kongirê rojnamevanî yê ko Hevbendiya Niştimanî îro înê li bargeha Emîndariya giştî li bajarê Istanbulê daxwaz kir. Di kongir de helwesta xwe ji pêşhatên siyasî û meydanî yên dawî diyar kir.

Serokê nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî got: “pêşhatên metirsîdar û cihê mixabiniyê  yên ko li Idlibê çêbûne, di texmînê de bûn ji ber kêmasiya mezin ya asta piştgiriya artêşa azad û nekarîna miletê Sûrî bi rêya dezgehên xwe yên siyasî yên rewa artêşeke niştimanî ya yekbûyî damezirîne.”

Remedan daxwaz ji alayên opozisyonê kir ko yekgirtî bin û got: “Tiştê li Idlib çêbû alayên leşkerî dike ber berpirsiyariyeke niştimanî ji bo tevli artêşeke niştimanî ya yekbûyî bibin, dê karûbarê wê yê bingehîn bergîriya herêmên rizgarkirî ji êrîşên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê bike, û herêmên ko rêkxistinên tiroristî dagîr kirine ji wan rizgar bike.”

Hevbendiya niştimanî xweşhaliya xwe bi peymanên ko çêbûne da yên li Xûta rojhilat û aniya başûr û daxwaz kir ko
“cîbicîkirina tekûz ya hemû peymanên ko çêbûne dikin yên ko pêdiviya alavên çavdêriya bi awayekî tekûz kartêker bibe.”
Û dibîne ev peyman divê bigihên asta rawestandina bombebaranê û agirbestê li gora biryarên navdewletî û ji bo destpêkirina yekser bi kartêkerina pêvajoya siyasî bi rêya danûstandinên rûbirû li Cinêvê ji bo kêşeya bingehîn gengeşe bibe ew jî mijara operasiyona veguhastina siyasî ye .

Remedan  têwerdana hizbulaha tirorist ya aşkere di herêma Qelemûnê de û dorpêçkirina wê ji çend bajarok û hewildana wê ko xelkên wê deverê koçber bike wekû “xizmetekê ji rêjîma Îranê re tako guherîna dîmugrafî li herêmê pêk bînin ya ko gelek herêman ji gundewarê Şamê dinimîne”.

Û daxwaz kir ko helwêsteke Erebî û navdewletî yekbûyî ko daxwaz bike ev milîtanên tiroristî û hemû miltanan li ser xaka Sûriyê derxînin, û daxwaz ji desthilata Libnanî kir ko pêrabûnên pêdivî li bin çavdêriya navdewletî bike tako endamên van milîtanên ji Libnan û Sûriyê nehêlin derbas bibin û tawankarî û kuştinê li gel çeteyên Esed li dijî miletê Sûriyê nekin.

Li ser herdu civînên Astane û Cinêvê Remedan tekez kir ko Astane beraberiyeke siyasî dike bi sedema ko piraniya aliyan Îran wekû dabînger ji çi peymanê re red dikin, got Cinêv negiha asta “operasiyona siyasî ” û heta vê kêlîkê hêj di çarçoveya operasiyonên gotûbêjan di navbera aliyan û nûnerê navdewletî û tîma wî de ye, û heta bi alavên şêwirdariyê yên teknîkî ne pabendî ne, gengeşe di navbera opozisyonê û tîma Netewên Yekbûyî de dibe.

Matmayîna xwe diyar kir li ser pejirandina Netewên Yekbûyî beşdarbûna nêgatîv ya şanda rêjîmê û dîtina tenê amadebûna wê şandê tiştekî giring e, dûr ji naverok û gewherê mijarê û bal kêşand ser ko berdewamiya kar di pêvajoya Cinêvê de bê ko pêşketineke xuyanê û di berdewamiya rêjîmê û hevalbendên wê di êrîşan de û hewildana çareserkirinê bi awayê leşkerî, baweriya gelî pê nema û tê dîtin ko ji hêla rêjîmê û yên piştgiriya wê dikin tête bikaranîn ji bo xeyaleke hebûna operasiyoneke siyasî piştî ko ew ji naverok û gewherê wê derxistin.

 

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Duh çarşembê ji encama bombebarana firokên hevpeymana navdewletî li ser gundewarê Dêra Zorê 24 sivîl ji nav wan zarok û jin şehîd ketine û hinên din birîndar bûne.

Toreyin medya yên xwecihî anîne ziman ko kuştar li gundê Eltîba li gundewarê Dêra Zorê yê rojhilat pêk hatiye, di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û nehên din ji encama bombebarana firokên hevpeymana navdewletî li ser bajarê Ebû Kemal yê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine kuştin.


Rêkxistina Dêra Zorê ya 24 anî ziman ko derbideriyeke mezin li gund û bajarokên Dêra Zorê bi sedema bombebarana berdewam û rewşa jiyanê ya nebaş çêbûye.
rêkxistinê di demeke berê de jî diyar kiribû ko çend nexweşî li herêmê belav bûne, û di serî de pûçbûna zarokan, bi sedema kêmbûna dermanan û keresteyên pizîşkî, û piraniya nexweşxanan li herêmê hatine wêrankirin.

Rêkxistinê destnîşan kir ko gund û bajarokên parêzgeha Dêra Zorê dikevin ber bombebarana Rêjîmê û Rûsya û hevpeymana navdewletî, û tekez kir ko di operasiyonên bombebaranê de bombeyên goşeyî û yên fisforî hatine bikaranîn.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

26 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê yadnameyek pirotistokirinê derbarê êrîşên Hizibulaha Libnanî li ser navçeya Qelmûn ya Sûrî û Ersala Libnanê ji Entinyo Gotrîs sikirtêrê giştî yê NY û ji sikirtêrê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeys û ji nûnerên hemîşe yên encûmena asayîşa navdewletî re şand.

Ji aliyê komîta yasayî tawanên şer yên li ser destê çekdarên Hizibulaha terorîst li dijî sivîl û penaberên Sûriyê dibin hatine şirovekirin, û têde diyar kiriye ku sivîl rastî êrîşên hovane dibin.

Di pirotistokirinê de daxwaz ji NY hatiye kirin ji bo xistina fişaran li ser hikûmeta Libnanê ji bo çakkirina rewşa penaberên Sûrî û parastina wan ji zêdegavî û tawanên berdewam yên milîsên hizibulah li dijî penaberan.

Û daxwaza dirustkirina komîteyek serbixwe bi çavdêriya NY kiriye ji bo eşkerkirina nehîniyên van tawanan, û gerantîkirina serbestberdan û parastina penaberan bi awayekî bilaz kiriye, tevî daxwaza belavkirina çavdêriya navdewletî bi awayekî berdewam kiriyr ji bo parastina penaberên Sûrî li Libnanê, bi sedema berdewamiya Hizibulah di pêkanîna tawanan de li dijî penaberan.

Li aliyek din, komîta yasayî daxwaza lidarxistina kongireyek awarte li ser asta wezîrên derve kiriye ji bo gengeşekirina rewşa penaberên Sûriyê li Libnanê û rawestandina destêwerdana hin aliyên Libnanê di karubarên navxweyî yên Sûriyê de, ji ber ku beşdariya Hizbulah ya leşkerî li kêlek rijêma Esed wek destêwerdaneke kirêt tê dîtin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulbaset Hemo tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya kurdî wê bi hemû şêwazên aştiyane yên berdest bersiva kiryarên stemkarî yên milîsên PYDê bide.

Hemo di dîdarekê de bi malpera "Kuluna Şureka" re, bal kişand ku ENKSê "li ser rêbaza xwe ya aştiyane bi viyaneke xurt berdewam e", û got: "Me berjewendiya gelê xwe berî her tiştekî din daye ber çavê xwe".

Herwiha bal kişand ku siyasetên " PYDê bi rengekî zordarî û hovane li dijî gelê kurd in, bi rêka daxistina nivîsîngehan û leşkeriya neçarî û sepandina bac û bêşan û revandina siyasetmedar û rojnamevanan û serkutkirina rêxistinên civaka sivîl û jinavbirina jiyana siyasî û aborî tevî êdiyolojîkirina rêbazên xwendinê bo nifşên nû, û eşkere kir ku milîsên PYDê kar dikin ji bo peydakirina şerekî kurdî kurdî bi armanca mijûlkirina gel bi arîşeyên navxweyî û bêalîkirina wî ji armancên sereke, û got: "em bawer nakin ku PYDê wek partiyek takerew siyasetên xwe yên zordestî biguherîn e".

Hemo derbarê pêwendiya ENKSê ligel Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku firaksyona ENKSê firaksiyonek sereke ya Hevbendiyê ye û rêkeftinek derbarê lênêrînek paşwext a hebeş di navbera herdu aliyan de hatiye emzekirin, û ENKSê di sercem civînên Cinêvê de amade bûye, û herwiha bi awayekî sereke di desteya bilind ya danustandinan de beşdar e.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

25 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê şanda desteya bala ya danûstandinan Nesir Elherîrî tekez kir ko wê tu rola Esed û rêjîma wî di qonaxa veguhêz de tune be”, û got ku rêjîm sedema bi tenê ya tiroristiyê ye li Sûriyê, û têkbirina tiroristiyê bêyî çareserkirina sedemkarê ew çêkiriye nabe. 

Acansa Enadol îro sêşembê hûrbîniyên hevdîtina digel Elherîrî belav kir û got “baweriya hemûyan heye ko tiroristî ji pêşindeyan e, û tiroristî derheqê miletê Sûrî de ji hêla rêjîma Beşar Elesed ve hatiye pêkanîn, û tiroristiyek ji hêla Îran û milîtan û nandozên wê û milîtanên hizbulaha Libnanî û milîtanên Îraqî ve û hinên din û rêkxistina Daiş û Qaîde û yên bin sîbera wan de bikar hatiye ”

Elherîrî bêtir got ko “ji bo em bêjin şerê têkbirina tiroristiyê bi ser ket, divê aramiya siyasî pêk bê, û ew misoger nabe neko bi rêya operasiyona veguhastina siyasî ya diyar be, li gora biryarên Encûmena ewlekariyê”, û got: “giring e viyaneke navdewletî hebe ji bo awayên pêdivî ji bo pêkanîna operasiyona siyasî, ya ko nuha di cihê xwe de maye, ji bo ber bi operasiyoneke siyasî ya dirist ve here li gora planeke demdiyar ya ko biriyarên Encûmena Ewlekariyê ew diyar kirine.”

Elherîrî civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî bi hebûna kêmasiyan di rola wê de tawanbar kir, ji ber ku Esed û hevalbendên wî neçar nekirin ko jidil bên ser maseya danûstandinan bo bigihên gengeşekirina veguhastina siyasî. Vê yekê hişt ku em bêjin: Rêjîm naxwaze derbasî çareseriya siyasî bibe ji ber ku ew zane wê ziyana mezin li wî bibe.

Serokê şanda desteya bala got: “Netewên Yekbûyî nikare di vê operasiyonê de bipêşve biçe bêyî ku piştgiriyeke navdewletî hebe, û gerek ew jî bi peymaneke Rûsî-Emerîkî çêbibe, lê arîşe Îran û Rûsya ne, çimkî pişta rêjîmê digirin û li kêleka wî şer dikin, ji ber wisa bêyî têwerdaneke navdewletî ya jidil ji bo terazûyê biguherîne û hevalbendên rêjîmê neçarî pejirandina operasiyona siyasî bikin, wê rola Netewên Yekbûyî kêm bimîne.”

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

22 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wezareta Çandiniyê di desthilata Sûrî ya demkî de  û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, di civînekê de roja înê bi amadebûna nûnerên herdu aliyan, gotûbêj li ser geşkirina karta çandiniyê û xwedîkirina ajelan li herêmên rizgarkirî kirin.

Civîngeran li hev kirin ko Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê alîkariya Dezgeha Giştî Ya Samanê Ajalan û pirojeyê Navenda Serjimarê û pirojeyên Kargeha Êm bike, li ser bingeha serkeftina ezmûneyeke berê ko di navbera herdu aliyan de çêbibû.

Lihevkirina destpêkî hat kirin li ser çêkirina navendekê bo ewlekariya xwarinê, bi amanca ko piroje ji wê re pêşkêş bibin, û li nerînên hev guhdarî bikin, û alîkariyê ji hêla dewletên piştgiriyê dikin dabîn bikin.

Alîkarê wezîrê çandiniyê endazyar Elî Ismaîl yê ko li civînê amade bû li ser giringiya hevkariya hevbeş di navbera wezareta çandiniyê û Yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê de tekez kir, û spasiya xwe ji Yekîniyê re ji bo piştgiriya wê ji wezaretê re di dema borî de pêşkêş kir.

Ismayîl bal kêşand ser ko şeş dezgehên wezareta çandiniya giştî li ser xakê û li piraniya parêzgehên Sûrî belavkirî ne kar dikin. Û destnîşan kir ko ewê karta çandiniyê û xwedîkirina ajelan bipêşve bibe û dibîne ko wê ev kar cobicorkirina jêderên perewergirtinê ji bo desthilatê û heyberên corbicor bo niştecihan dabîn dike.

Birêveberê cîbicîkirinê yê Yekîniya hevrêzkariya piştgiriyê endazyar Mihemed Hseno li ser rola Yekîneyê axivî wek dezgeheke niştimanî ji bo hevrêzkariyê di navbera yên piştgiriyê dikin û dezgehên niştimanî wek şirîkên cîbicîkirinê li ser xakê ji (Encûmen, Birêveberî, Rêkxistinên civaka sivîl).

Hesno karên bingehîn yên Yekîniyê wek nirxandina pêdiviyan û deranîna raportan û pêşvebirina pirojeyan û çavdêrî û nirxandin û handanê dan diyarkirin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

21 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê Riyad Sêf tekez kir ku Hikûmeta Demkî destkeftên mezin li deverên azadkirî bidest dixe, tevî  karînên kêm, herwiha daxwaz ji dewletên piştevan kir ku alîkariya wan bikin ji bo parastina dezgehên dewletê û misogerkirina berdewamiya karê wan.

Ev yek roja Pêncşemê hat gotin, di civîna serokê Hikûmeta Demkî Cewd Ebû Heteb û hejmarek wezîr li gel nûnerên welatên piştevan, û beşdariya encûmenên parêzgeh û rêveberiyan, û Yekîneya Hemahengiya Piştevaniyê, û rêxistinên civaka sivîl li avahiya Nûneratiya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî li bajarê Xazî Entabê.

Sêf got:"Tişta ku Hikûmeta Dr. Cewd Ebû Heteb pêk aniye destkefteke mezin e, ew jî tevî karînên kêm ên heyî, û dê tiştekî herî baş pêşkêş bike heger alîkariya darayî û teknîkî hate pêşkêşkirin ew jî bi saya karê karmendên wê ".

Sêf bal kişand l ser wê yekê ku pêşindeya Hevbendiya Niştîmanî piştevaniya Hikûmeta Demkî ye, û da zanîn ku ev yek dê parastina damûdezgehên dewletê li deverên azadkirî bike, herwiha dê çênebûna cêwaziyê di navbera sîstemên îdarî û şêweyên jiyanê de misoger bike.

Herwiha Ebû Heteb destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî  nûnertiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike, û lêzêde kir ku "Wezîrên Hikûmetê li kêleka kadroyên li ser xaka Sûriyê kar dike, û tevahiya wezaretan sîstemeke wan ya rêvebirinê heye, ku ji aliyê tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê tê piştevanîkirin li deverên azad".

Serokê Hikûmetê di heyama civînê de weha berdewam kir:" Hikûmetê ev erk da ser mile xwe û erê kir tevî hemû metirsiyên wê, ji bo dîtina sîstemeke desthilatê ya demokrat li ser bingeha zelaliyê li dijî projeyên tundrew û cudaxwaz, herwiha projeyên stmekariyê, û kar li ser wê yekê hate kirin, ku wekheviyê di navbera jin û mêr de herwiha di nav tevahiya pêkhateyan de pêkbînin".

Di dawiya civînê de nûnerên Yekîtiya Ewropayê karên ku Hikûmeta Demkî li deverên azadkirî tevî karînên kêm pê radibe bilind nirxand, û dan zanîn ku ev kar di serî de di berjewendî û xizmeta sivîlan de ye.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

20 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê zêdegaviyên Desteya Tehrîr Elşam derheqê sivîlan û astengkirin û peyketina wan û ta  bi kuştina takekesên bêçek pirotesto kir.

Hevbendiyê pirotestokirina xwe ji çi zêdegaviyên li ser alayên şoreşê ji hêla hêzên tundrew ve tekez kir, û dibîne ko çi hêz destê wan di şerê li dijî sivîlan de hebe û piransîb û hêviyên miletê Sûrî mandel bike, hîç nabe ew aliyek ji şoreşa Sûriyê be, lê ew li gora kar û tawanên xwe li rex rêjîma Esed û piştgirên wê radiwestin.

Hevbendiya Niştimanî li ser giringiya yekbûna hemû alayên artêşa azad di beraberiya hêzên tundrew de sûr e, û hemû ramanên li dijî pirinsîbên şoreşa Sûriyê di azadî, dadî û rûmetê de red dike, her weha tekezî li ser yekkirina hemû bizavan ji bo beraberiya tawankariyên rêjîma Esed û hêzên dagîrker û milîtanên tirorist yên piştgiriya wê dikin kir.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

20 July 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

di çend demjimêrên bûrî de zincîrek ji komkujiyên hovane li Dêrazorê û Reqê ji aliyê firokên Rûsiya hatin pêkanîn, û têde nekêmtir ji 15 kes li bajarokê 'Eyaş li rojavayê Dêrazorê hatin kuştin ku ji wan 10 kes ji malbatekî bûn, tevlî komkujiyeke din li taxa Sêfidewle li Reqayê û herwiha bi dehan şehîd û birîndar ketin di du komkujiyên din de li bajarokên Mi'dan û Zorşemer li gundewarê Reqê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ev tawan şermezar kir û dît ku "sivîl bi awayekî yekser û rasterast tên armanc kirin û ev dibin binpêkirin ji yasa navdewletî re, têde rêxistina DAIŞê wek bihane ji bo yasakirina tawanên xwe yên dijemirov û dijî sivîlên Sûriyê bikar tînin ".

Hevbendiya Niştimanî balkişand ku tawanên dagîrkariya Rûsiya yên yekser û bimebest dubare dibin bi rêka pilana hewla "bikaranîna nekarîna navdewletî ya ku bi tenê maye bendewar ta ku dagîrkar pêkanîna tawanên xwe yên di derheq gelê Sûriyê de idawî bike!".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: July 2017