31 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm daxwaz ji hecaciyan kir ko du’ayan ji Sûriyê û xelkên wê re û her weha ji şehîd û girtî û dorpêçkiriyan re bikin.

Di gera xwe ya li bal hecaciyên Sûrî yên ko xwe ji ferza hecê re amade dikin li Erebistana Siûdî, Elhekîm tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî dest ji mafê miletê Sûrî û daxwazên şoreşa Sûrî bernade ta azadî û rûmetê misoger bike.

Duh karwanê dawî yê hecaciyên Sûrî gihişt Mekê û komîta hecê ya bala ya ko ev pênc sal in çavdêriya karwanên hecê rêkxistin dike, diyar kir ko hejmara hecaciyan vê salê giha 15hezaran.

Komîtê çend nivîsgeh ji xwe re li (Misir, Urdin, Libnan, Tirkiyê û bakurê Sûriyê), hem nivîsgehên şaxikî li Îmarat, Qeter û Kiwêtê vekirine, bi amanca pêşwazîkirina daxwazên hecê û rêkûpêkirina tevgera wan û peydakirina hêsankirinan ji wan re.

Her weha kadirên komîtê pêşwaziya hecaciyan kirin û tevgera wan li firokxanan hêsan kirin, û xizmeta wan li wir di rêya nivîsgehên bijîşkî û olî û birêveberî yên bi ser komîtê ve dikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

30 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Bilind ya Danustandinan careke din helwesta xwe ya neguhêr ji erênekirina hebûna çi roleke Beşar Esed di qonaxa veguhêz de nû kir.

Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislet got ku "nabe deste hebûna Beşar erê bike", û got ku "em nabin dîdevan li ser vê tawanê û hewlên mana tawanbar pîroz nakin".

Elmislit got: "gelê Sûriyê wê bimîne li ser kar û xebata xwe û şoreşa Sûriyê wê berdewam be heta bidestxistina rûmet û azadiyê bêyî Beşar Esed".

Û bal kişand ku "di ralîteya siyasî de divê hokarê peydabûna sercem rêxistinên terorîst bête jinavbirin, û hebûna wî neyê pejirandin ji ber ku ew jêdera wan rêxistinên terorîstî ye".

Elmislit tekez kir ku boçûna desteya bilind bo dîtina çareseriya siyasî " ralîteyeke mezin bi xwe ve digire", û got: "ku nekarîna civaka navdewletî li ser cêbicêkirina biryarên navdewletî nikare bihêle ew nerîn bête guhertin", û bal kişand ku "NY bi bêkêriya xwe berpirsyar e di ber tawanên şer û yên dijemirov de li sûriyê".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Beledînews

 

30 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, îro çarşembê, digel serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan civiya.

Ew hevdîtin di beşdarbûna Sêf di ahengên fermî yên “cejna serkeftinê” de li paytexta Tirkiyê, Enqere, pêk hat,  ew beşdarbûna bi vexwendineke fermî ji serokê Tirkiyê bû.

Sêf pîrozbahî ji serokê Tirkiyê û hemû miletê wê re sebaret cejna serkeftinê pêşkêş kir, û tekezî li ser kûrahiya peywendiyan di navbera herdu miletên Sûrî û Tirkî kir, ew hevgirtina ko birayên Tirk li Tirkiyê bi pêşwazîkirina nêzîk 3 milyon penaberên ko neçar ji ber tiroristiya çeteyên Esed reviyane diyar kir.

Sêf got ku Tirkiya giringtirîn piştgirê miletê Sûriyê ye, û ya herî diyar e di piştgiriya şoreşa Sûriyê de tako azadî û rûmeta xwe bidest bixe û ji rêjîma Esed ya dîktator rizgar bibe.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

29 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî danustandinên cihê gomanê yên di navbera herdu rêxistinên terorîst Hizibulah û DAIŞ de bi beşdariya banda Esed şermezar kir, û sersomaniya xwe nîşan da li hember bêdengiya civaka navdewletî derbarê vê yekê, û bicarekî derencamên wan danustandinan red kirin.

Ku duhî zêdetir ji 300 çeteyên DAIŞ ji navçeya Qelmona rojava li gundewarê Şamê bi zêrevaniya hêzên Rijêmê ber bi Dêrazorê ketin, piştî pêkanîna rêkeftinekê ligel "Hizibulah" li ser derketina DAIŞ ji navçeyên sinorî yên Sûriya ligel Libnanê.

Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de tekezî li ser wê yekê kir ku ev danustandin pêwendiyên mikum di navbera DAIŞ û Hizibulah ya ser bi Îranê û desthilata Bişar Esed de eşkere dike.

Hevbendiyê bal kişand ku hersê alî gunehbar in di ber belavbûna terorê de li Sûriya û Libnanê, û dît ku ev rêkeftin dikeve di çarçovê piştgiriya terorê de, û asankariyan pêşkêş dike ji bo terorê, berovajî biryarên encûmena ewlehiya navdewletî û NY yên her têkiliyekê û her hevkariyekê ligel rêxistinên terorîst tawanbar dike.

Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ew encamên vê rêkeftinê red dike, yên derbarê peydakirina kirîdorên aram ji bo çeteyên rêxistina "DAIŞ" ji bo ji Libnanê ber bi Sûriyê derkevin, û ji hikûmeta Libnanê daxwaz kir ku rê li pêşiya veguhestina terorîstan ber bi navçeyê Sûriyê yên rizgarkirî bigire.

Daxuyaniyê cext kir ku şermezarkirina vê girêbestê ne bitenê şermezarkirina aliyê pişkdar e, lê herwiha şermezarkirineke ji dezgehên ewlekariya Libnanê re yên beşdar bûne û bi çavdêriya vê rêkeftin rabûne, û şermezarkirineke ji bo aliyên navdewletî yên li hember vê yekê bêdeng mane.

Hevbendiyê dubare daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê kir ku bi erkên xwe li hember vê binpêkirina mezin rabe, û herwiha bi erkê xwe rabe li hember sercem binpêkirin û tawanên dibin bi çavdêriya banda Esed û aliyên navdewletî yên piştgirên wê, û yên serweriya Sûriyê û mafên xelkên wê û ewlehî û seqamgeriya wan armanc dikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

28 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serkirdeyekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê dît ku nabe tawanên Esed yên di derheqa gelê Sûriyê de "bêne jibîrkirin", û tekez kir ku wê " bimînin kirêtiyek ji civaka navdewletî re heta ku berpirsyarên wan tawanan dadgeh bike ".

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, Bedir Camûs di pêncemîn salvegera komkujiya Dareya de got, ku "terora sînorbir ji encamê kêmasiyên civaka navdewletî li hember dadgehkirina terora Rijêmê peydabû, Rêjîma ku bi hezarên tawanan li dijî gelê Sûriyê ji berî sala 2013 an pêk anîne, ya têde rêxistina DAIŞê peyda bû".

Camûs got ku berdewamiya civaka navdewletî li ser xemsariya xwe li hember sedemên belavbûna terorê li Sûriyê, bû sedemê biserneketina çi qonaxeke veguhêza siyasî ya rasteqîn, ya ku hatî di tekestên biryarên navdewletî de, û cêbicêkirina wê bi "erkekî rewşitî û yasayî ji aliyê NY li hember gelê Sûriyê" hatiye pejirandin.

Û zincîrek ji komkujiyên hovan e ji aliyê hêzên rijêma Esed ve hatin pêkanîn li dijî bajarê Dareya li başûrê Şamê di navbera 22-26ê tebaxa 2012 an de û têde 700 sivîl bûne qurbanî tevî jin û zarokan û hin malbatan bi tevahî.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de dît ku Dareya " xetîra şoreşê ye" û got ku "ji aliyên ciwanên wê  ve nemûneyên balkêş yên xebata sivîl ya aştîxwaz û bi rêkupêk hatin pêşkêşkirin", û got ku komkujiya Dareya "nemûneyek eşkere ye ji tawankariyên banda Esed û berheviya wan li ser pêkanîna tawan û kiryarên hovane ji bo jinavbirina şoreşê".

Daxuyaniyê bal kişand ser ku "bîranîna vê komkujî û komkujiyên din yên hatin pêkanîn di derheqê gelê Sûriyê de wê bimînin dexmeyeke reş û kirêt e li ser eniya civaka navdewletî, ya heta niha nikariye rabe bi erkên xwe li hember rawestandina tawanên berdewam û dadgehkirina berpirsên wan tawanan".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekez kir ko istiratîciya Hevbendiya Niştimanî ew e, bihêle desthilata Sûrî ya demkî pirojeyên xizmetkariyê û siyasetên giştî yên ko hatine danîn cîbicî bike, wek amadekirin ji qonaxa veguhêz re ya ko li pey çareserkirina siyasî bêyî Beşar tê.

Elhekîm di hevdîtina ligel Mark Înz Berawn balyozê Ostiralî li Enqere daxwaz ji hemû hevalên miletê Sûrî ji nav wan jî Ostiralya kir ko piştgiriya danûstandinên Cinêvê ji bo bigehên çareserkirina siyasî bêyî Beşar Elesed û simbolên wî û tu rola wan têde tune be, û got ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriyê bo desteya bala ya danûstandinan pêşkêş dike di rêya şanda wê ya danûstandinan re û tîma locistî, da alî wê bike bo di karûbarên xwe de biser bikeve û rêzên opozisyonê di şandekê de bi yek bike.

Balyozê Ostiralî jî tekez kir ko welatê wî piştgiriya mafê miletê Sûrî dike û welatê wî dixwaze çareseriyeke siyasî ya giştî bibîne di van danûstandinên dibin de, û got ku rêjîma Esed derheqê miletê xwe de tawankarî kiriye û çekên kîmawî bikar anîne, û hemû vekolînên navdewletî tekez kirine ko rêjîm di ber de berpirsiyar e.

Emîndarê giştî daxwaz kir ko piştgirî di rêya desthilata demkî û Encûmena xwecihî ya rewa re bibe , ji bo tekeziya gihandina wan alîkariyan bo herêmên rizgarkirî, û ne herêmên di bin kontrola rêjîmê an a rêkxistinên tirorist de.

Emîndarê giştî bêtir got ku pêkanîna desthilata demkî ji pirojeyên xizmetkariyan re baweriyê bi wê yekê bêtir dike ko tîmên desthilatê dikarin xizmetan ji wan re pêşkêş bikin, û destnîşan kir ko ew rola rêkxistinên tirorist kêm dike û ji wan jî rêkxistina Elqaide ji bo bandorê li sivîlan nekin û pêdiviya sivîlan bi wan nemîne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

25 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî civînek digel çend nûnerên dewletên hevalên Sûriyê lidar xist, ji bo dawîtirîn pêşveçûnên siyasî û meydanî li Sûriyê gotûbêjêj bikin.

Herdu aliyan rewşa sivîlên Reqayê ya zehmet bi amadebûna serokê Encûmena xwecihî ya bajarê Reqa Dr. Se’ed Şiwêş û çend çalakvanan gengeşe kirin.

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko giring e rêbuhêrkên mirovî ji sivîlên asê mane re vebin, û alîkariyên mirovî û yên bijîşkî bigihên wan, çimkî bi sedan bûne qurbanî di  nav wan de zarok û jin jî hene, bi sedema şerên tund di navbera rêkxistina Daiş û hêzên “QSD” yên ku Emerîka piştgiriya wan dike.

Civîngeran li ser nehêlana Partiya Yekîtiya Dîmuqrat xelkên reviyayî ji Dêra Zorê û Reqayê derbasî bajar û bajarokên bakurê Sûriyê bibin, û wan neçar dikin ko di kampan de li çolê bicih bibin, yên ko çalakvanan navê “kampên mirinê” li wan kirine axivîn.

Herdu aliyan civînên dawiyê yên ko li paytexta Siûdiyê Riyad di navbera nûnerên desteya bala ya danûstandinan û nûnerên koma Qahire û koma Mosko gengeşe kirin.

Endamên desteya siyasî daxwaz ji dewletên piştgiriya şoreşa Sûriyê dikin kirin ko piştgiriya xwe ya siyasî ji şanda desteya bala ya danûstandinan re berdewam bikin, û dibînin ko “mana wan li rex me ji bo derketina di rûyê beraberiyên vê demê de dê di berjewendiya veguhastina siyasî ya rasteqîn li Sûriyê de be ”.

Endamên desteyê tekez kirin ko naveroka veguhastina siyasî misoger nabe eger Beşar Elesed bimîne, û gotin ewê dîsa zordarî û gendeliyê li Sûriyê vegerîne, û dê tundûtûjia ko gefê li ewlekarî û aştiya navdewletî dike bêtir bike.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsên Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ji bo gengeşekirina dawîtirîn pêşdeçûnên meydanî û siyasî, civînek ligel nûnerên encûmenên xwecihî yên bajarokên Cîrod û Rihêbê û Dumêr li gundewarê Şamê bi rêka enternêtê lidar xistin.

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbasit Hemo tekez kir ku rêkeftin li ser her çareseriyeke siyasî wê bisernekeve dema derketina Bişar Esed û desteka wî ya desthilatdar têde misoger nebe, û hevdem cext li ser dadgehkirina her kesekî destê wî di rijandina xwîna Sûriyan de heyî kir.

Û sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm bal kişand ser ku Hevbendî û hikûmeta demkî kar dikin ji bo dabînkirina daxwazên sercem navçeyan, ji bo pêşkêşkirina baştirîn xizmetgozariyan bo xelkê di çarçovê şiyan û karînên berdest de, û got ku têkiliyên berdewam hene ligel rêxistinên navdewletî û xwecihî û NY ji bo nivîsandina raportan bi şêweyekî herdemî derbarê rewşa navçeyên Sûriyê û bi taybetî navçeyên dorpêçkirî yên zehmetî dikevin di riya gihandina wan de.

Sikirtêrê desteya siyasî Mihemed Yihiya Mektebî dît ku berzbûna rola Rûsiya di karubarên Sûriyê de, amaje bi wê yekê dike ku hewlên dubarekirina rijêma Esed carek din dibin, û bal kişand ku mana Esed di her qonaxekê de wê veguhestina siyasî ji naveroka wê vala bike.

Ji aliyê xwe ve, serokê xwecihiya Cîrod Elî Camûs diyar kir ku Rijêm dest bi xistina fişaran li ser sivîlên bajêr kiriye piştî derxistina DAIŞê bi armanca kontrolkirina bajêr, û got ku gelek tawan li dijî sivîlan ji aliyê Rijêmê hatine pêkanîn bi armanca xistina fişaran li ser hêzên şoreşê ji bo radestkirina xwe.

Û serokê xwecihiya bajarê Dumêr Fîras Elleham got ku Rijêm bajar dorpêç dike û xelkê wê birçî dike, tevî hebûna koçberan di bajêr de, û bal kişand ku hejmara akinciyên bajêr niha zêdetirî 100 hezar sivîlî ye, û herwiha diyar kir ku gelek derman û nemaze keresteyên benckirinê li navendên saxlemiya wê peyda nabin.

Herwiha serokê encûmena xwecihiya bajarê Rihêbê bal kişand ku vegera penaberan ji kampên Ersal yên Libnanê bûye sedema zêdebûna azarên sivîlan, û hevdem amaje bi kêmiya kelûpelên xwarinê û pizîşkî kir, û daxwaza gihandina pêdawîstiyên bilez ji rêxistinên navdewletî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro çarşemê li baregeha Hevbendiyê li Stembolê Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi amadebûna serok Riyad Sêf, civînek ligel nûnerên hêzên Artêşa Azad lidar xist.

Di civînê dawîtirîn pêşdeçûnên meydanî û siyasî, nemaze pabendiya Rijêmê û palpiştên wê li ser cêbicêkirina rêkeftinên agirbestê hatin gengeşe kirin, tevî gengeşekirina astê kargeriya dewletên gerantor ji bo pêkanîna wê yekê û standina rêşûnên pêwîst derbarê kêmasiyan nemaze rawestindina tundutîjiyê û gihandina alîkariyên mirovî.

Herwiha di civînê de pêvajoya siyasî ya li Cinêv û sedemên rawestana wê û neçûna ber bi danustandinên rasteqîne heta niha, û alavên berdest ji bo pêkanîna wê.

Û gotubêjin di navbera desteya bilind ya danustandinan ligel herdu platformên Qahîre û Mosko li paytrxta Erebistana Si'ûdî Riyad, û encamên wan gotubêjan hatin gengeşe kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf nûnerên artêşa azad bi encamê serdana şanda Hevbendiyê bo Erebistana Si'ûdî, û hevdîtina vê dawiyê li Stembolê ya ligel mezine berpirsên wezareta derve ya Tirkiyê agehdar kirin.

Di civînê de hemû hevdeng bûn li ser giringiya hemahengiyê ligel dewletên bira û dost, û serokê Hevbendiyê tekez kir ku nêrîna Hevbendiya Niştimanî derbarê kongirê Riyad 2 yê çaverê li demkê nîzîk lidar bikeve, balê dikişîne li ser giringiya berdewamiya hemahengiyê di navbera sercem aliyên opozisyonê û pêkhateyên gelê Sûriyê û saziyên sivîl de ji bo bilindkirina astê dezgehên şoreşê yên bi nûnertiya Hevbendiya Niştimanî û artêşa azad û desteya bilind ya danustandinan ji bo rûbirûbûna pêşhat û maf û parên qonaxa bê.

Ji aliyê xwe ve, nûnerên hêzên artêşa azad rijdiya xwe li ser berdewamiya hemahengiyê li ser asteke bilind û berdewam di navbera dezgehên Hevbendiya Niştimanî de diyar kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 August 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî berpirsyar dît di ber ketina qurbaniyan di nav xelkên sivîlên de li Reqê, herwiha ew berpirsyar dît di ber derencamên piştgiriya wê ya berdewam ji milîsên "QSD" re.

Ligor çalakvanên Reqê , zêdetir ji 160 sivîlên ji bajarê Reqê di sê rojên borî de bi êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî û êrîşên milîsên "QSD" hatine kuştin, û diyar kirin ku di nav wan de  heft malbat ku ji 50 kesî pêkhatine bi tevahî tevlî jin û zarokan duhî li roja sêşemê yekser bi êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî li ser navçeya Elmelahî li bajarê Reqê hatine kuştin, û di paş wê re heman navçe ji aliyê milîsên "QSD" ve bi giranî hat bombebarankirin.

Çalakvanan diyar kirin ku nêzîkî 110 êrîş ji aliyê firokên Hevpeymaniyê li ser taxên Reqê li herdu rojên yekşem û duşemê hatin encamdan, û têde zêdetir ji 100 sivîlan şehîd û birîndar bûne, tevlî wêrankirina çend xaniyên nişteciyan û cihên bazirganî.

Hevbendiya Niştimanî îro li roja çarşemê di daxuyaniyekê de tekez kir ku ev tawan dikevin li ser zincîra tawanên şer yên şermezarkirî yên di derheqa sivîlan de dibin, û yasa navdewletî pê binpê dibe, û hevdem diyar kir ku dijberiya terorê bi rêka armanckirina sivîlan û piştgiriya çi awayekî din yên terorê çênabe, ku pêşbîniya çareseriya siyasî nabe bê yekalîkirina helwesta navdewletî li hember çavkaniya terorê, ya ji rijêma Esed pêktê ku ew berpirsayera sereke ye di ber belavbûna terorê de li Sûriya û navçeyê.

Û ev zêdetir ji 75 rojan heye şerên dijwar li Reqê dibin di navbera rêxistina "DAIŞ" û milîsên "QSD" de, û piştgiriya "QSD" ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî bi armanca kontrolkirina bajarê Reqê dibe, yê ku mezintirîn wargehê DAIŞê ye û ji dawiya sala 2013 an ve kontrolkiriye.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: August 2017