29 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê hişyarî da ji operasiyonên bombebarana bêserûber ya li ser bajar û bajarokên Sûriyê ku ew ê bihêle operasiyona siyasî tune bibe, berpirsiyariya tekûz ya wê jî da ser mile Rûsya bi sedema ko piştgirî û şirîkatiya hêzên rêjîmê di tawankariyan de dike.

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Selwa Iksoyî got: “em hişyariyê didin ji çavgirtina ji tawankariyên ko li Sûriyê dibin, bi sedema operasiyonên kuştinê ko Rûsya dike ”, û diyar kir ko bombebarana bêserûber “sivîlan û hêzên şoreşê amanc dike, bi amanca ko wan tune bikin.”

Û tekez kir ko Mosko berpirsiyariya tiştê tê serê operasiyona siyasî ye, eger têk çû an rawestiya .

Encûmena xwecihî ya Cisir Elşixûr ragihand ko bajar ketiye rewşeke bobelatî de bi sedema bombebarana asmanî ya tund ji hêla firokên rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya.

Û di daxuyaniyeke encûmena xwecihî de îro sibehê belav bûye ko “bombebarana berdewam li ser taxên niştecihan û bargehên sivîl hişt niştecihên bajêr neçar bibin birevin gundên derdorê , em radigehînin ko bajarê Cisir Elşixûr bi tekûzî di bobelatê de ye. ”

Daxuyaniyê ji rêkxistinên mirovî û yên bijîşkî daxwaz kir ko rewşa nebaş ya ko li bajêr çêbûye bi sedema bombebarana tund çareser bikin, û her weha çareserkirina rewşa penaberên di bajêr de asê mane.

Birêveberiya perwerdeyê ya bajarê Helebê li bajar û bajarokên gundewarê Helebê yê rojava û yê başûr, çûna dibistanan bi sedema bombebarana Rûsî û ya rêjîmê rawestand, û drbarê bobnebarankirina dibistanan got ku ew "karê tirsonekan e", û daxwaza sizakirina kirdeyên wan kir.

Her weha birêveberiya perwerde û fêrkirinê ya bi ser desthilata Sûrî ya demkî ve, di daxuyaniyê de daxwaz kir ko bombebarana asmanî ya Rûsî ya ko dibistanên parêzgehê amanc dike raweste, û diyar kir ko ewê bombebaranê 2 dibistan wêran kirine ko bi sedên şagirtan dihatin wan. 

Birêveberiyê destnîşan kir ko Rûsya peymana kêmkirina şer binpê kiriye û dibistan amanc kirine, û di encamê de 150 hezar zarok û 8 hezar mamoste ji fêrkirinê bêpar kirine, piştî ko birêveberiyê ji tirsa bombebaranê karê dibistanan rawestand.

Û firokên Rûsya îro Idlib û gundewarê wê bi 65 êrîşan bi kêmanî amanc kirin , ku 31 gund û bajarokên parêzgehê ketine ber wan êrîşan.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

28 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Firokên rêjîma Esed û Rûsya bombebarana bajar û bajarokên rizgarkirî berdewam dikin, û herêmên niştecihan û bargehên tendiristî û yên xizmekarî bi mebest amanc dikin, û ev a ko  Hevbendiya Niştimanî Sûrî salixê wê bi Tawankariyên Cengê da, ji yên ko divê Netewên Yekbûyî bilez wan rawestîne.

Çalakvanan ji gundewarê Idlibê anîn ziman ko firokên Rûsya ji îro  sibeha pêncşemê de çend bajar û bajarok li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, di encamê de 20 sivîl ku zarok û jin jî di nav wan de hene şehîd ketin û birîndar bûn, û diyar kirin ko 7 kes bi sedema êrîşa li ser gundê Elhemo li herêma Sehil Elroc li gundewarê Idlib şehîd ketin.

Her weha firokên Rûsya û rêjîma Esed bi bêtir ji 15 êrîşan çend gund û bajarok li Sehil Elroc û gundewarê Cisir Elşixûr û bajarê Xan Elsibil û Mierdibesê û derdorên Til Mirdîx li gundewarê Idlib amanc kirine.

Malperên çalakvanan îro wêneyên bombebarana rêjîmê û Rûsya li ser welat ya ji neh rojan ve berdewam e belav kirine, û wêneyan qurbaniyên zarok û jin û birîndaran dane diyarkirin.

Çalakvanan li gundewarê Hemayê amanckirina firokên Rûsya û helîkopterên rêjîmê ji çend bajar û bajarokên gundewarê Hemayê re belgeh kirine, ku encamê bombebaranê çend kes şehîd ketine û hin sivîl birîndar bûne û avahî pir wêran bûne.

Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev êrîşên” tiroristî yên pirotestokirî” diyar dikin ko amanckirina sivîlan bi mebest û kuştin û koçberkirina wan û wêrankirina bergehên zindîdar û nexweşxaneyan, ew take bijarteya rêjîmê û piştgirên wê ye.

Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko bo parastina sivîlan bi berpirsiyariyên xwe rabe û bombebarankirina sivîlan û navendên zindîdar û yên tendiristiyê rawestîne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Dîsa Rêjîma Esed û Rûsya piraniya herêmên rizgarkirî bombebaran kirin û herêmên niştecihan û navendên bijîşkî û xizmetgizarî amanc kirin, wek pêngaveke metirsîdar, û Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev di berjewendî û xizmeta rêkxistinên tiroristî de ye.

Li gora serjimarên Fermanberiya ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî, firokên rêjîma Esed û Rûsya bêtir ji 47 bajar û bajarok û gundan li Sûriyê tevî bombebaran kirin, û hejmara êrîşên asmanî giha 500 êrîşî ji 20 eylûla nuha û heta sêşemê 26 eylûlê, di encamê de bêtir ji 280 sivîlî,  jin û zarok j' di nav wan de hene, şehîd ketin.

Serjimaran diyar kirin ko bombebarana Rûsî bi mebest 9 nexweşxane û navendên bijîşkî amanc kirine, di encamê de hinek ji wan bi tekûzî wêran bûne û hin din ziyan li wan bûne. Her weha firokên Rûsî û rêjîma Esed sê navendên berevaniya sivîl û 10 navend û herêmên zindîdar û yên xizmetgozariyê li deverên corbocor amanc kirine.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan  berpirsiyariya tawankariyên ko li Sûriyê çêdibin xist hustê Rûsya de, û dibîne ko ew “xizmeta pirojeyê Îranî yên destdanîna ser xakê bo armancên mezhebî dike, û tiroristî li herêmê çêdibe û belav dibe.” Û daxwaz kir ko hemû kirdeyên tundûtûjî û dijatiya sivîlan rawestînin, û dibîne ku ev sûrbûn e ji van aliyan bi heman awayê rêbazkirî û ji bo tawankariyên cengê û cînosayid û tawankariyên li dijî mirovantiyê pêk bînin.

Elferhan di daxuyaniyeke taybet de îro Masko ligel rêjîma Esed tawanbar kir ko ew kar dike ji bo çi çareseriya siyasî têk bibe, ji bo nehêlana çi peymanê ji yên rawestandina amanckirina sivîlan, û daxwaz ji civaka navdewletî kir da bi erkên xwe rabe û bilez tevbigere ji bo miletê Sûrî rizgar bike û nehêle piransîbên dadmendiya navdewletî û pirinsîbên mirovî yên ko rojane ji hêla Rûsya û rêjîma Esed ve binpê dibin têk biçin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

26 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel part û aliyên siyasî, dumahîk guhertinên meydanî û siyasî gengeşe kir, bi armanca hemahengiya helwedtan û standina biryarên taybet bi şoreşa Sûriyê.

Ev hevdîtinên hatin encamdan ji aliyê "komîta partî û kombendan" ya hatî dirustkirin bi biryara desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di van herdu rojên borî de li Xazî Enteb û Orfa li Tirkiyê.

Endamê desteya siyasî U'qab Yihiya di hevdîtina nûnerên partî û kombendan de şiroveyek li ser dumahîk guhertinên piroseya siyasî pêşkêş kir herwiha kurtiyek derbarê piroseya çaksaziya Hevbendiya Niştimanî li ser nûnertiya sercem pêkhate û partî û rewtên wê pêşkêş kir.

Yihiya tekez kir ku Rijêm sûre li ser biryar û tawanên xwe yên li dijî gelê Sûriyê, bi sedema piştgiriya bêsînor ya ji aliyê Rûsiya, û got ku li hember vê yekê bêkariyek navdewletî heye li hember neçarkirina Esed bi pêgiriya biryarên navdewletî.

Herwiha ji aliyê Fûad Elîko endamê desteya siyasî û endamê şanda danustandinkar piroseya danustandinê ya li Cinêv û hin movikên sereke yên dikevin li pêş piroseya siyasî û kospên wê û di serî de redkirina Rijêmê li ser tevlîbûna her piroseyek siyasî ya bi awayekî rijd ligor daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 şirove kir.

Endamê desteya siyasî Ehmed Seyd Yosif daxwaz ji sercem part û kombendan kir ku beşdar bibin di sercem helwestan de yên taybet bi şoreşa Sûriyê, û gengeşekirina wan ligel yek bi armanca gihiştina helwestên cîgir li hember rûbirûbûn û dijberiyên tên li rastî şoreşa Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsiya û rijêma Esed bi pêkanîna tawanên şer bi rêka êrîşên berdewam yên her ji 7 rojan ve dibin li ser navçeyên sivîlan û baregeh û serbazgehên artêşa azad ku bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedên sivîlan, tewanbar kir .

Hevbendiya Niştimanî duhî roja duşemê di daxuyaniyekê de daxwaza rawestandina êrîşên firokên Rûsiya û yên banda Esed her ji heftiyekê ve li ser navçeyên sivîl û nexweşxane û desteyên hawarhatinê û baregehên bergiriya sivîl li Idlibê û bajar û bajarokên wê kir, û cext li ser giringiya dadgehkirina berpirsyarên wan kir.

Ligor çalakvanan, duhî 45 sivîl hatin kuştin û bi dehan hatin birîndarkirin ji encamê zêdetir ji 90  êrîşên firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên rijêma Esed yên ku bajar û bajarokê Idlibê bi 17 êrîşan bombebaran kirin û 27 sivîl li navçeya Cisr Elşixûr hatin kuştin ji encamê armanckirina wê bi 28 êrîşên firokên şer yên Rûsiya û 6 bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên Rijêmê.

Çalakvanan tekez kir ku xaniyên sivîlan û navçeyên zindî bi awayekî rasterast hatin bombebarankirin, û diyar kirin ku "nexweşxaneya Şam" ya li nêzîk bajarê Kefirnibil bi çend mûşekên lerzînî ji aliyê firokên Rûsiya hat bombebarankirin û di encamê de nexweşxane bi carekî ji kar ket.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev "êrîşên terorîstane yên şermezarkirî" eşkera dikin ku sivîl bi mebest têne armanckirin û kuştin, û koçberkirina sivîlan û wêrankirina jêrxana bingehîn û navendên zindî û nexweşxaneyan wek take bijardeya tê bikaranîn, ji aliyê Rijêmê û piştevanên wê ve, û êrîşên dibin ser hêzên artêşa azad, bi xwe hewlek e ji aliyê Rûsiya û banda Esed ji bo piştgiriya hêzên terorîst û tundrew.

Û jêderekî ji artêşa azad, pêr roja yekşemê, got ku baregehên artêşa azad li gundê Tilmirdîx li gundewarê Idlibê bi zêdetir ji 11 êrîşan hatin bombebarankirin û têde zêdetir ji 44 serbazên "feyleq Elşam" yê ser bi artêşa azad ve tevî 5 karmendên bergiriya sivîl û hejmarek ji sivîlan li dema bi rakirina terman ji bin kevilan radibûn şehîd ketin.

Ku her ji heftiyekê bi piranî nexweşxane û xalên pizîşkî û navendên zindî li Idlibê ji aliyê firokên Rûsiya û hilîkopterên rijêma Esed têne bombebarankirin, û bûne sedema ziyanên mezin, ku zêdetir ji 8 nexweşxane û xalên pizîşkî û navendên bergiriya sivîl li bajarokê Xanşîxon û ezgeheka elterîkî li bajarokê Kiferîn û baregehekê bergiriya sivîl li bajarê Kefirnibil û xwendigehekê ku têde hin penaber hebûn li bajarokê Elhibît li gundewarê Idlibê hatin bombebarankirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Firokên rêjîma Esed û dijminkarê Rûsî êrîşên xwe li ser bajar û bajarokên  gundewarê Idlib berdewam dikin, herêmên niştecihan û herêmên zindîdar û bargehên artêşa Sûrî ya azad amanc kirin, di encamê de bi dehan sivîl û leşker şehîd ketine.

çalakvanan tekez kir ko bêtir ji 50 sivîlî duh yekşembê li gundewarê Idlib şehîd û birîndar ketine, ji encama pêkanîna bêtir ji 80 êrîşî û bombebarankirina firokên dijminkarê Rûsî li ser derdora bajarên Seraqib û Xan Şêxûn û Cisir Elşixûr û bajarokê Elteman’a û Til Miriq û Tirê’ û Elhemdaniya û Hiloz û Iştibriq û derdora bajarokên Eltih û Kîk û Sircê û firokxana Ebû Eldihûr ya leşkerî û malên sivîlan û derdora navendên zindîdar.

Jêderekî ji artêşa Sûrî ya azad duh got ko firokên dijminkarên Rûsî bi bêtir ji 11 êrîşan gundê Til Mirdîx li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, û diyar kir ko bombebaranê bi xurtî bargehên artêşa azad li bajêr amanc kir, di encamê de bêtir ji 44 leşker ji endamên Feyleq Elşam ya bi ser artêşa azad ve şehîd ketin û 5 endamên berevaniya sivîl û çend sivîl di dema hewildana derxistina kelaxan ji nav wêraniyan birîndar bûne.

Çalakvanan got ku bombebarana Rûsî herêmên derbideran li gundewarê Idlibê amanc kirine, û diyar kirin ko firokên Rûsî bi şêweyekî tund navenda Muxeyem Elnûr yê bi ser bajarokê Circinaz ve amanc kirine, di encamê de 13 sivîl birîndar bûne û kesên rewşa wan metirsîdar e di nav wan de hene, bombebaranê 20 çadir wêran kirine, û xelkên li kampê niştecih dibin 700 malbatên ko ji parêzgeha Hemayê derbider bûne. Her weha firokên Rûsî bêtir ji êrîşekê dane ser taxên derbideran li derdora bajarê Xan Şêxûn , di encamê de çend kesên ku jin û zarok jî di nav wan de hene birîndar bûne.

Firokên Rûsî ji hefteyekê de bi şêweyekî taybet û tund nexweşxane û navendên bijîşkî û navendên zindîdar li gundewarê Idlib amanc dike, evê jî hişt ko hinek ji wan ji xizmetê derkevin û yên din ziyan gihaye wan, bombebaran gihaye bêtir ji heft nexweşxane û navendên bijîşkî hem jî navendek ya berevaniya sivîl li bajarê Xan Şêxûn û Kehrebgeha bajarê Kefer Eyn û bargeha berevaniya sivîl li bajarê Kefer Nubil û dibistanek ko derbider têde bûn li bajarê Elhebît li gundewarê Idlibê amanc kirine.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

23 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Li Niyoworkê û li ser perawîza civîna komeleya giştî ya NY, şanda opozisyona Sûriyê duhî êvêrî roja înê 22'ê êlûnê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Cawîş Oglo kom bû.

Di hevdîtinê de, pêşhatên siyasî û meydanî yên taybet bi rewşa Sûriyê û pêgav û karên pêwîst yên ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ligor tekestên biryarên navdewletî hatin gengeşekirin.

Wek tê zanîn şandek ji desteya bilind ya danustandinan li roja yekşema borî gihiştibû Niyoworkê ji bo hevdîtina serokên dewletan û wezîrên derve yên dewletên cîhanê û gihandina daxwazên gelê Sûriyê û peyama wî û gihandina trajîdya wî bo giringtirîn sekoya mafnasiyê û mirovîniyê li tevaya cîhanê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

22 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê behiya xebatkara Sûrî Dr. U'rûba Berekat û keça wê ya rojnamevan Hela Berekat kir.

Ku li êvariya duhî nûçeyê terorkirina Berekat û keça wê ji aliyên torên dengubasan hat ragihandin, ku termên wan ji aliyê polîsên Tirkiyê li şeva pêncşemê di xaniyê wan de li navçeya "Oskodar" li Stembolê hat dîtin.

Şeza Berekat li ser malpera xwe li ser "fecebook" ê nûçeya kuştina xuşka xwe û keça wê ragihand, û gotibû: " xuşka min Dr. U'ruba Berekat û keça wê Hela di xaniyê wê de li Stembolê li ser destê zilm û stemkaran hatine terorkirin", û gotibû: "ku bi dirêjahiya çil salan wê manişêt li ser rûpelê pêşiyê dinivîsandin, û dûvçûna tawankaran dikir û ew riswa dikirin, û îro navê wê û keça wê li ser rûpelê yekê ye", û rijêma Esed bi terorkirina wan tometbar kir.

Hevbendiya Niştimanî îro roja înê di daxuyaniyekê de got ku " destê terorê û stemkariyê ew yekem gomanlêkiriye di vê tawana terorkirina hovane de, û em bi hêvî ne ku lêkolînên tên encamdan ji aliyê dezgehên Tirkiyê yên taybetmend bigehêjin wirdekariyên vê tawanê".

Hevbendiya Niştimanî bi bilindî helwestên "Berekat" der barê şoreşa Sûriyê nirxand û got: "ku şehîda U'rûba Berekat, şoreşger û rikaberek bû, xudan helwestên bi rûmet bû, û bi çalakî beşdar dibû di piştgiriya şoreşa Sûriyê de û pabend bû bi armancên wê", û amaje kir ku wê kartêkirina wê piştî mirina wê heta bi demke dirêj wê bimîne, herwiha keça wê şehîda Hela roleke xwe bi rêka karê rojnamevanî hebû di piştgiriya şoreşê de û aşkerekirina tawanên rijêmê".

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên germ dane malbata herdu şehîdan û heval û hogirên wan û ciwan û xebatkarên şoreşê û tekez kir ku " ku peyama hemû şehîdan û karsparte-nameyên wan yên bi xwîna wan hatine nivîsandin yên di nav destê me de wê bicih bibin, û serkeftina şoreşê bi destûra xudê ya nêzîk bûye".

Jêder; Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

22 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdililah Fehed daxwaz kir ko Beşar Elesed û hemû kesên destên wan di bikaranîna çekên kîmawî de li Sûriyê heye yên ko komîta bi ser Netewên Yekbûyî ve tekez kiriye, bêne sizakirin.

Ev gotin hat di dema beşdarbûna wî de di kongirê taybet bo çekên kîmawî û mayûnan de yê ko li paytexta Emerîka Waşintonê 19-21 vê heyvê çêbû. 

Fehed di beşdarbûna xwe de bi berfirehî hejmara qurbaniyên çekên kîmawî şirove kir û destnîşan kir ko nesizakirina Esed li ser wan tawankariyan ronahiya kesk li ber vekir ji bo bêtir êrîşan li dijî miletê Sûrî pêk bîne.

Û bang li civaka navdewletî kir ko alîkariyeke bilez bi miletê Sûrî re bikin û piştgiriya daxwazên wî yên azadî û rûmetê bikin. Û tekez kir ko ev çênabe eger dadweriya veguhêz misoger nebe, ya ko li pey sizakirina tawankariyên cengê tê.

Komîta navnetewî berpirsiyariya Rêjîma Esed di ber 27 êrîşên kîmawî de ji 33yan  tekez kir, ji wan jî êrîşa li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlib ya ko li dora 100 şehîdî tê de çûn, tevlî zarok û jinan. Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko madeya 21 ji biryara 2118ê cîbicî bibe ya ko dibêje li jêr benda heftan ji peymana Netewên Yekbûyî eger aliyekî çekên kîmawî li Sûriyê bikar anî dê siza li ser feriz bibin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

22 September 2017 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda desteya bilind ya danûstandinan ya seredana Emerîka dike got ku giring e operasiyona danûstandinên Cinêvê berdewam bibe, û astengiyên ko rêjîma Esed li pêşberî operasiyona siyasî datîne nehêlin.

Şanda Desteya Bilind ev daxuyanî di gelek hevdîtinên xwe de yên ko roja pêncşembê li bajarê "New Yourk"ê  pêkanîn gotin, dema digel wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr û wezîrê derve yê Omanî Yûsiv Bin Ilêwî û wezîrê derve yê Danimark Olrîk Fîster û Gard Kinodsin, û wezîra derve ya Keneda birêz Kirîsiya Frîland û şandeyarê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora, civiyan.

Hicab di hevdîtina xwe de ya digel Dî Mistora tekez kir ko giring e pêşinyazên nû bêne pêşkêşkirin da navgîniya navnetewî karibe astengiyên bingehîn nehêlin, ewên ko rêjîm bi serhişkiya xwe wan datîne û hevkariyê bi bizavên navdewletî re nake, û her dixwaze tawankariyên mirovî derheqê miletê Sûrî û bizava wî de bike, û dixwaze bi siyaseta koçkirina neçarî û nakokiyên mezhebî, xwe bisepîne.

Dr. Riyad di heman çaxî de hişyarî da derbarê hewildanên hin hêzên xwedan ecindeyên firehkirina kontrolkirina xwe ji xakê re, ji bo baweriya bi desteya danûstandinan û rastiya wê kêm bikin, û bizavê dikin ji bo operasiyona siyasî wekû alavekî bikar bînin ji bo dana rewayê ji Beşar re, yê ku bi bikaranîna çekên kmawî û çekên din yên qedexeya navdewletî li dijî sivîlan, rewayî ji dest daye .

Her weha hişyarî da ji metirisyên fişara hevalbendên Beşar dikin, ji bo navgîniya navnetewî kontrol bikin û çavan ji ser dosyayên bingehîn bigirin, wek dosya girtiyan û dadweriya veguhêz û sizakirina kesên binpêkirin derheqê miletê Sûrî de kirine, û sizakirina wan dabîn bibe.

Ligel şanda desteya bilind, endamê desteya siyasî ya hevbendiya niştimanî Bedir Camûs û endamê desteya giştî Ebdulhekîn Beşar û balyozê Hevbendiya niştimanî li Waşinton Necîb Elxedban beşdar dibin, û ev sededan li rex civînên komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî pêkhatiye.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: September 2017