31 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ko rêkxistinkirina Rûsya ji kongirê Sotşî re bi vî şêweyî, nerîna wê ya paşerojê ji Sûriyê re diyar dike, ya ko dixwaze desthilatdariya dîktatorî berdewam bimîne, û tawankaran bihêz bike û viyana miletê Sûrî binpê bike.

Razgirê desteya siyasî Mihemed Yihya Mektebî di daxuyaniyeke taybet de îro got ku em nikarin çi salixê ji kongirê Sotşî yê duh çêbû re bibînin, ji bilî ko em bêjin ew Sêrk bû, û ne li gora çi pîvanên ko Netewên Yekgirtî ji bo dîmuqratî û azadiya miletan danîne.
Mektebî bal kişand ser ko Mosko bi vî şêweyê rêkxistinkirinê awayê ramana xwe bo Sûriya paşerojê diyar kir, û tekez kir ko ew dixwaze Sûriya “bêviyan û dûvik be”
Mektebî şêweyê amadebûna vê hejmara mezin ji vexwendiyên (Kompars) re ya ko mîna perlemana Sûriyê ya lawaz û peyrewa Beşar Elesed de red kir, her weha vexwendina kesayetiyên berpirsiyarên kuştaran û tawankariyên li Sûriyê dibin wek Mi’rac Oral yê xwîniyê dewleta Tirkiyê ye û berpirsiyarê tawankariyên ko derheqê sivîlên Banyas de çêbûne.
Her weha got ku hemû hewildanên Mosko yên ko dixwazin viyana miletê Sûrî binpê bikin û yên mercan li ser wan datînin û dixwaze çareserî yekalî be red dike. Û daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko bi biryarên navdewletî yên taybet bo Sûriyê pabend be, û ya sereke biryara 2254 tako bigehêje veguhastina siyasî ya tekûz.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

30 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf got ku divê Rûsiya dest ji hewlên xwe yên zîvirîna li şoreşa Sûriyê berde, û nema esed bide pêş. Û daxwaz jê kir ku hevkariyê bi civaka navdewletî re bike ji bo rêkeftin pêk were li ser cêbicêkirina çareseriya siyasî li Sûriyê ligor tekestên biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêv û bi taybetî biryara 2254.

Sêf îro roja sêşemê daxuyaniyek da û têde tekez kir ku berdewamiya Rûsiya di hewlên xwe yên takalî û sepandina dîtina xwe de, tevlî ku ew ticarî di vê nerînê de biser neketiye jî,  sûrbûna wê li ser beravîtîkirina piroseya siyasî, û têkçûna wê di rola wê de wek endamekî herdemî di NY de diyar dike.

Serokê Hevbendiya Niştimanî cext kir ku vîna gelê Sûriyê nayê şikandin, ne bi rêka bikaranîna fişaran li ser opozisyona Sûrî û piroseya siyasî, û nejî bi rêka kuştinê û armanckirina bazar û nexweşxane û navendên xizmetgizariyê yên bi piştgiriya firokên Rûsî.

Sêf tekez kir ku hêzên opozisyona Sûriyê ji her demeke berê bêhtir hevgirtî ye, û bûye cihê baweriya xelkê Sûriyê ji ber dakokiya wan ya berdewam li ser dabîkirina daxwazên gel û guhertina sîstema rijêmê bi awayekî bingehîn û rasteqîn ber bi avakirina dewleteke demokrat û firealiya siyasî bê hebûna rijêma Esed a diktator.

Sêf bal kişand ku desteya giştî ya Hevbendiya Niştiman ji berî sê heyvan deng da ji bo baykotkirina kongirê "Soçî", û got ku ew baykotkirin bi xwe dakokiyeke li ser pêkanîna çareseriya siyasî ligor encamên danustandinên Cenêvê ên bi çavdêriya NY.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

27 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Di kongirê rojnamevanî yê dûmahiyê îro li Viyênayê serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî ragehand ku, Desteya danûstandinan biryar daye ku li Sotşî beşdar nebe, û tekez kir ko ew bi operasiyona siyasî li jêr sîwana Netewên Yekgirtî pabend in.

Elherîrî got: bizavên me yên navdewletî hebûn ji bo pêşvebirina operasiyona siyasî û ji bo kurtkirina demê bo çareseriya siyasî, û ji wan bizavan ramanin nû derketin ko operasiyona siyasî hêsan bikin, û got hevdîtina Mosko derfetek baş bû bo gihaştina xalin hevbeş ji çareseriya siyasî re, ji bo pêkanîna berjewendiên hemûyan bi operasiyoneke siyasî ya armanckirî.

Elherîrî destnîşan kir ko şanda desteyê gotûbêj ligel aliyê Rûsî û Netewên Yekgirtî û Komara Tirkiyê û Emerîka berdewam kir, tako sûdê ji çi destpêşxeriya ko çareseriya siyasî li Cinêvê bi pêş ve bibe wegire.

Elherîrî tekez kir ko rêjîma Esed baweriyê bi çareseriya siyasî nayine, û em hewcedarî bizaveke navdewletî ya tevahî ne ji bo cîbicîkirina biryara 2254ê, û ev yek pêdiviya wê bi arezûya navdewletî heye.

Elherîrî dibîne ku şêweyê danûstandina şandê erênî û nerim bû, bê ko ji pirinsîbên şoreşê dakeve û got: em di dezgeheke dîmuqratî de kar dikin û em dewleteke dîmuqratî dixwazin û nêta dezgehê bi dengdaneke azad û zelal û dîmuqratî hebû, û piştî gengeşeyên jidil û danûstandinên hûrbîn li ser kongirê sotşî biryara desteyê ew bû ko di kongirê sotşî de beşdar nebe.

Elherîrî got em bi çareseriya siyasî pabend in bo rakirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî û berdana girtiyan, û dibîne Cinêv cihê tenê guncaw e bo gihaştina çareseriyeke siyasî,û hêvî kir ko çi destpêşxeriya navdewletî di çarçoveya biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254ê de be.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, duhî roja înê di hevdîtinekê de ligel wezîrê dewletê yê karubarê derve yê keneda Omer Elxebira û şandeke wezareta derve ya keneda bi amadebûna sikirtêrê giştî yê Hevbendiyê Nezîr Elhekîm û cîgira serokê Hevbendiyê Selwa Eksoyî û endamên ofîsa têkliyên derve Enes El'ebide û Dîma Mûsa, pabendiya Hevbendiyê bi piroseya siyasî li jêr sîbera navnetewî li Cenêvê û ligor biryarên konseya ewlekariyê hejmar 2118 û 2254 tekez kir.

Şanda wezareta derve ya keneda ji şandera keneda ya taybet bi Sûriya xanim Robin Wîtilfir, û Olrîk Şanon konsilê giştî yê keneda li Stembolê, û xanim Lorans Doşon Labort rawêjkara wezareta derve ya Keneda ya siyasetên rojhilata navîn pêk hatibû.

Şanda keneda ji aliyê xwe ve, pesna rol û aqilmendiya karê opozisyona Sûrî di vê qonaxa zehmet de da, û tekezî li ser piştgiriya hikûmeta keneda ji gelê Sûriyê re kir, her weha tekezî li ser pabendbûna keneda bi piştgiriya danustandinên di bin çavdêriya NY û pêkanîna veguhestina siyasî li ser bingeha biryara navdewletî 2254, li gor daxwaz û pêdawîstiyên gelê Sûriyê û bidawîkirina rijandina xwînê û trajîdiyên xelkê Sûriyê kir.

Herdu aliyan cext li ser giringiya beşdariya Jinê di karê siyasî de û herwiha giringiya amadehiya wê li kêleka mêr di navendên biyardanê de kirin, tevî gengeşekirina raman û mijarên girêdayî bi pirojeyên piştgirî û rahênana jina Sûrî ji aliyê siyasî ve.      

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsên desteya danustandinên Sûriyê tekezî li ser giringiya rawestandina bilez ji tawanên şer re yên li dijî sivîlên Xûta rojhilat dibin kirin, û NY berpirsyar dîtin di ber tişta dibe, ji ber bêkariya wê û nestandina helwestên jidil ji bo neçarkirina Rijêmê û rawestandina êrîşên wê yên berdewam.

Ev daxuyanî hatin bi rêka civînekê hatibû girêdan, di navbera hin berpirsên desteya danustandinê û serkirdeyên Xûta rojhilat de bi rêka bernameyekê televiziyonê yê daxistî (CCTV).

Ji aliyê xwe ve, endamê desteyê Ebdulîlah Fehid cext kir li ser rijdiya desteyê li ser berdewamiya têkiliyan ligel sercem çalakiyên şoreşgerî li tevaya navçeyên Sûriyê, û pêşkêşkirina zanyariyan ji wan re derbarê destpêşxerî û diyalogên li NY dibin û piroseya danustandinê.

Hevdem endamê desteya danustandinê Firas Elxalidî amaje bi wê yekê kir ku metirsî li ser piroseya siyasî hene ji ber hewlên pûçkirina pêvajoya Cinêvê û sepandina çareseriyekê li gor nerîna Rûsiya li ser xelkê Sûriyê bi rêka kongirê Soçî yê çaverêkirî li dawiya vê heyvê bête girêdan, û cext kir ku şoreşa Sûriyê dest ji piransîp û armancên xwe dijî destdirêjiyê û dadgehkirina tawankaran bernade.

Ehmed Ele'srawî, endamê desteya danustandinê bal kişand ku berpirsên Rûsî çi bersivên tewaw li ser kongirê "Soçî" nedan şanda desteyê li dema serdana wê ya Mosko li heftiya borî, û got ku şandê tekez kir ku ew pabend in bi çareseriya siyasî û cêbicêkirina biryarên navdewletî, û bal kişand ku ev yek bi mana Rijêmê çênabe.

Serkirdeyên Xûta gotin ku rewşa mirovî ya zehmet xirabtir dibe bi sedema berdewamiya êrîşên leşkerî û dorpêçkirina tevaya navçeyê û qedexekirina gihandina alîkariyên mirovî ji pêwîstdaran re.

Û bal kişandin ku Rûsiya pabend nebû bi rêkeftina "kêmkirina tundutîjiyê", û gotin ku serdana Mosko hevdem bû ligel bombebarankirina bajarê Dûma bi gaza kilorê ya jehrîn, ku bû sedema bînçikandina bi dehên sivîlan tevî jin û zarokan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf di civîna dewletên bexişkar li bargehê desthilata demkî li Xazî Entabê başûrê Tirkiyê beşdar bû.

Serokê desthilata Sûrî ya demkî û wezîrên desthilatê hem serokên encûmenên xwecihî û Yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê amade bûn.

Civîn bi amanca hevrêzkariyê bû li gel desthilata demkî di pirogramê li ser kar dike, û çêkirina pirogramin nû ko li gora amancên desthilata demkî bin, û xizmetgozeriyan ji niştecihan re pêşkêş bikin û ewlehî û aramiyê ji herêmên rizgarkirî re misoger bikin.

Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb û cîgirên wî karên desthilatê û pirojeyên wê yên xizmetkariyê pêşdîtin kirin, û daxwaz kirin ko piştgiriya desthilatê û karê wê yê li ser xakê bibe, ji bo amadekirina dezgehan û pirojeyên xizmetkarî bi amanca xizmetan ji Sûriyan re dabîn bikin û nehêlin jihevcudabûna herêman çêbibe, û aramiyê ji herêmê re pêkbînin, û dabînkirina rêbazeke yasayî û dezgehî ya pispor, û piştgiriya karînên Encûmenên xwecihî li nav çarçoveya yasayî ya dewletê bikin, li gora rêbazên hundirîn yên ko desthilata Sûrî ya demkî danîne.

Cîgirê serokê desthilata demkî Ekrem Tu’ma ji Xûta rojhelat ya dorpêçkirî li ser karê desthilata demkî li başûrê Sûriyê û Xûta rojhelat û li ser beraberiyên têne pêşiya wan axivî, bi taybetî ko dorpêç tundtir bûye û operasiyonên leşkerî ji hêla rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest berdewam in.

Desthilata Sûrî ya demkî pêşdîtin û pêdiviyên sivîlan li herêmên rizgarkirî di hemû biwaran de, bijîşkî, xizmetgozarî, xwarin û fêrbûn pêşkêş kirin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

25 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Dr. Nesir Elherîrî tekez kir ko gera nuha ya danûstandinan li Viyena ezmûn e ji rêjîmê û piştgirên wê re, ji bo têketina operasiyona siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî.

Elherîrî duh êvarî di kongogirekî rojnamevanî de got ko ‘’gera nuha ya danûstandinan dê jidilbûna hemû aliyan di operasiyona siyasî de diyar bike ‘’, û got: ‘’ em li vir in bo şopandina tiştên em berê li ser axivîne, ew jî gotûbêja Sûrî Sûrî ye, ji bo bigehêjin çareseriyeke dadwerî û rastî li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî, û em xemxurên gihana çareseriyeke siyasî ne ji welat re.‘’

Û xweşhaliya xwe da ‘’derbarê pabendiya şirîkên navdewletî bi piştgiriya danûstandinan li jêr çavdêriya Newtewên Yekgirtî’’, û bal kişand ser ko gelek hevdîtinên desteyê bi dewletên corbicor re hebûn, û ya dawî digel serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bû.

Elherîrî aşkere kir ko nameyên gihane wan ji seredanên ku di hefteya borî de pêk hatin, ji - Netewên Yekgirtî, Emerîka, Frensa, Birîtanya, Tirkiyê û Rûsya- diyar dikin ko nêta piştgiriya operasiyona danûstandinan li Cinêvê heye, û amanc jê veguhastina siyasî ye, ya li gora biryara navdewletî 2254.

Serokê desteya danûstandinan got: ‘’em li benda cîbicîkirina vê nêtê ne, û rêjîmê bînin ser maseya danûstandinê, û desteya danûstandinan amade ye ko hemû bendên biryara 2254ê gengeşe bike, ji bo veguhastina siyasî misoger bike, her weha kêşeyên destûrî û hilbijartinan. ‘’

Û got ko deste ‘’ xwedan viyanek jidil e ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 û daxuyaniya Cinêvê ya ko bo qonaxa vekohêz bi hemû karûbaran û heta bigehêje destûreke nû û hilbijartinin dadwerî, û giringiyê di vê gerê de bidin kêşeyên destûrî.‘’

Got: ‘’eger Netewên Yekgirtî jidil be, divê hemû alî bi danûstandinan pabend bin, û cîbicîkirina biryara 2254 misoger bibe, û me ji rêjîmê nebihîstiye ko ewê jidil bê danûstandinan  ‘’

Li ser helwesta wan ji kongirê gotûbêjiya niştimanî li Sotşî, Elherîrî destnîşan kir ko: ‘’ çi pêzanîn li bal wan li ser nîn in, û ew hewcedarê xwendina rewşê ne, û bi taybetî pêşkeftinên herdu rojên dahatî‘’, û tekez kir ko biryara wan wê ne li dijî ya gelê Sûriyê be.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

25 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duhî roja çarşemê pêşwaziya serokê desteya danustandinên Sûriyê Dr. Nesir Elherîrê kir, û ligel sercem pêşhatên herêmî û navdewletî yên berî lidarxistina geşta bê ya danustandinan gengeşe kirin, tevî gengeşekirina encamên geşta serdana desteya danustandinan ya li çend welatan, û bi taybetî serdana vê dawiyê ya Rûsiya.

Dr. Elherîrî ji aliyê xwe ve supasiya Tirkiyê kir li ser pêşkêşkirina piştgiriya xwe bo gelê Sûriyê ji bo bidestxistina mafên wan û avakirina dewleteke dîmokrat ya têde mafên sercem hemwelatiyan parastî be.

Serokê Tirkiyê ji aliyê xwe ve, piştgirî û alîgiriya xwe ji karê desteya danustandinan re û hewlên wê yên ji bo cêbicêkirina biryarên navdewletî anî ziman, û tekez kir ku helwesta Tirkiyê guncayî ye ligel dabînkirina daxwazên gelê Sûriyê.

Herwiha serokê Tirkiyê tekez kir ku welatê wî bi heman çavî li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê temaşe dike, û tişta niha Tirkiyê li bakurê Sûriyê dike; bi tenê li dijî milîsên terorîst e yên ligel Rijêmê beşdar in di kuştina gelê Sûriyê de, û di heman demê de gefa wan li ser ewlehiya Tirkiyê heye.

Serok Erdogan bal kişand ser ku ji bo ziyan negihên xelkê sivîl; dema oparesyonên leşkerî li bakurê Sûriyê dirêj bûye.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

24 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Duh sêşembê ofîsa peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê digel şandekê ji wezareta derve ya Çînî civiya, herdu aliyan pêşveçûnên meydanî û yên mirovî yên aloz ko çend herêmên Sûriyê têde dijîn bi sedema êrîşên leşkerî yên berdewam ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve gengeşe kirin, her weha li ser kongirê Sotşî yê çaverê ye hefteya dahatî lidar bikeve rawestiyan.

Serokê ofîsê Ebdulehed Istêfo got ku gerek Çîn roleke wê ya mezintir hebe û li ser seredaneke nêzîk bo Pekînê lihev kirin.

Istêfo got ‘’operasiyona siyasî biyekcarî rawestiyaye‘’, û bêtir got: ‘’ çi pêşketin di di naveroka biryarên nadewletî de nîn e‘’, ew jî bi sedema miqeresiya rêjîmê ko ne jidil beşdarî operasiyona siyasî dibe.

Istêfo bal kişand ser ko rêjîm herdem li gora pirinsîba “serkeftî û têkçûyî” diçe, û dixwaze mercên xwe di rêya çareseriya leşkerî re feriz bike, û ew bi cîbicîkirina biryarên navdewletî û damezirandina desteya desthilatiya veguhêz ya ko desûrê datîne û dihêle hilbijartin çêbibin ne behwer e. Û ew dijî naveroka biryarên navdewletî ye yên ko li ser çareserkirina siyasî li Sûriyê tekexz  dikin.

Û got : negihiştina çi encaman derbarê operasiyona siyasî, derî li ber lidarxistina gelek kongir û civînan vekir, û niha gotin hemû li ser kongirê Sotşî yê ko Rûsya çavdêriyê dike ne.

Istêfo diyar kir ko hevrikiya Sûriyê çi pêzanînên tekûz li ser kongir nîn in, ne ji hêla lîsteya kar an yên bêne vexwendin û ne jî li ser rola netewên yekbûyî.

Dîma Mûsa endama fermanberiya ofîsa derve, destnîşan kir ko dosya mirovî ya ko guhastine ‘’Astane’’, çi pêşketin tê de çênebû . Û tekez kir ko herêmên kêmkirina şerî wêran dibin û ew lihevkirin biyekcarî ber bi nemanê de diçe , hem jî rêjîm daxwazên rakirina dorpêçê ji ser bajar û bajarokên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî û berdana girtiyan red dike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 January 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda desteya danustandinên Sûriyê bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî serdana xwe ya li Mosko  ya li ser gazîkirina wezareta derve ya Rûsî bidawî kir.

Ku ev serdan hevdem hat ligel berdewamiya Rûsiya di kiryarên xwe yên leşkerî de li Sûriyê, û hewlên wê yên ji bo wergerandina vê yekê li ser astê siyasî.

Di destpêka serdana xwe de şanda danustandinan ligel serokê komîta pêwendiyên derve yê parlamentoya Rûsiya "Liyonîd Silotskî" kom bû, û Elherîrî şirovekirineke zengîn li ser doza Sûrî pêşkêş kir, ne wek ramanên di serê hin karbidestên Rûsî de bû. Û di dawiya hevdîtinê de herdu alî gihiştin boçûneke jiyeknêzîk, û dîtin ku pabendbûn bi cêbicêkirina biryarên navdewletî û nemaze biryara 2254, û bihêzkirina pêvejoya Cenêv dibe rêkar bo peydabûna çareseriyeke dirust li Sûriyê, û hêviyên gelê Sûriyê bi cî bîne, bi avakirina dewleteke aram û demokratîk dûrî stem û milîtan û dagîrkariyê.

Herwiha di yekem roja serdana xwe de hevdîtineke din ligel wezîrê derve yê Rûsiya Sîrgî Lavrof û hin berpirsên wezareta derve û ya bergiriyê re pêkanî, û têde herdu alî gihiştin encamên erênî, û li hev kirin li ser berdewamiya têkiliyan bi awayekî jidil ji bo serxistina hevdîtinên Viyêna û karakirina pêvejoya Cenêvê, û terxankirina sercem bizav û çalakiyên siyasî li pêxema hewlên dîtina çareseriyeke siyasî bo kirîza Sûriyê.

Elherîrê di serdana xwe de bal kişand li ser pirsên mirovî, û amaje kir ku ew mijar di ser danustandinan re ne, û herwiha li ser rewşa Xûta rojhilat û Idlibê axivî, û bal kişand ku hersê heyvên dawiyê bêhempa bûn ji aliyê bombebaran û wêrankirin û koçberkirinê ve, û dorpêçkirina tund ya rijêma Esed û milîsên xwe li ser disepînin.

Elherîrî cext li ser giringiya rola Rûsiya li Sûriyê û giringiya pabendbûna wê bi rêkeftinên emzekirî kir, hevdem ku boçûn û nêrîn jiyek dûrbûn derbarê kongirê "Sotçî" yê çaverêkirî ye lidar bikeve, û ji aliyê Rûsî ve têgihiştin hebû derbarê helwesta desteyê ya rijd li ser pêdagiriya cêbicêkirina biryara 2254.

Di duwemîn roja serdana xwe de, şanda desteyê ligel balyozên dewletên Ereb li Mosko kom bû, û şandê bi serdana dêra ErsodoKs serdana xwe bi dawî kir.

Elherîrî di hevdîtina xwe de ya ligel balyozên dewletên Erebî tekez kir ku "îro Sûriya li ser duriyanekê" ye, û cext li ser giringiya cêbicêkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê kir, û rizgarkirina gelê wê ji kuştarên berdewam.

Û cîgirê serokê desteyê Xalid Mihamîd ji aliyê xwe ve, balyozên Ereb han dan li ser piştgiriya doza gelê Sûriyê û got: ku "Sûriya rojekê bitenê çi dewketeka Erebî bitenê nehêlaye".

Û Mihamîd daxwaza standina helwestekê yekgirtî ji dewletên Erebî kir ji bo rawestandina şer û kuştarên li Sûriyê û daxwaza piştgiriya danustandinên Cenêvê kir, ya ji bo çareseriyeke siyasî li asta daxwazên gelê Sûriyê û vegerandina aramiyê bo tevaya welat".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: January 2018