15 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda hêzên şoreşê yên leşkerî ji bo Astana ragihand ku peymana Idlibê bi temamî ji aliyê Artêşa Azad ya Sûriyê hate pêkanîn, û tekez kir ku îro navçe ji êrîşên rêjîmê û êrîşên hevalbendên wê parastî ye, ku ev yek rê ji bo dîtina agirbestek bi temamî û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya herdemî li gor biryarên navnetewî vedike.

Serokê şandeyê Ehmed Tohmê roja duşemê di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Stenbolê, got ku peymana Idlibê “Li gor tişta li ser hatiya lihevkirin dimeşe, navçe ber bi aramiyê diçe û bi hemû wateya peyvê ewle ye”, û ji welatiyên sivîl xwest ku jiyana xwe bi asayî derbas bikin, û guh nedin daxuyanî û gefên rejîmê yên li ser standina Idlibê.

Û diyar kir, ku hewldanên Artêşa Azad ya Sûriyê û himbêzkirina hemû komên leşkerî di nava xwe de "gav bi gav dibin ji bo parastina şoreşa gelê Sûriyê û girtina riyan li pêşiya piropagendeyên teslîmbûn û xweradestkirinê", û komên leşkerî han dan ji bo pabendbûna bi birgên peymanê, û destxweşî li gava wan kir, ya ji bo vekişandina çekên giran ji devera peymanê di heman dema destnîşankirî de.

Û tekez kir ku peymanê rê li pêşiya vegera rejîmê li nav navçeyê berî rêkeftina çareseriya siyasî girt, ew çareseriya sîstema dîktatoriyê li gorî wê bi dawî bibe, û Sûriya dê ber bi sîstemeke demokrat û dadperwer de biçe, ber bi dewleteke sivîl a pabend bi dabînkirina jiyaneke bi rûmet û azadî bona xelkê Sûriyê.

Wî herwiha bal kişand ku dem hatiye ji bo vegera rêveberiya sivîl ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan û dabînkirina jiyaneke aram û perwerdeya zarokan û çavdêriya tenduristî û avakirina jêrxana binesazî. û amaje kir ku ev yek wê deverê bike "Nemûneyek ji bo cîhanê, ji ber dema gelê Sûriyê azad bibe wê her tiştî ji bo pêşketina xwe bike".

Û supasiya Tirkiyeyê û gelê wê kir "li ser pêşkêşkirina alîkariyan ji bo birayên xwe yên Sûrî û sivikkirina barê zehmetiyan li ser milê wî".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

12 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya mamoste Ebdilrehman Mistefa çend civîn digel balyoz û berpirsiyarên navdewletî li paytexta Tirkiyê Enqere lidar xistin, û digel wan peymana Idlib û rola civaka navdewletî di pêşdebirinê de da bigehên agirbesteke tekûz li welat û destpêkirina pirosêsa siyasî ji bo pêkanîna daxwazên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê gotûbêj kirin.

Şanda hevbendiyê bi balyozên dewletên yekîtiya Ewropî li Enqere û balyozên dewletên hevalên miletê Sûrî re ji nav wan yê Emerîka civiya, hem jî digel balyozê yekîtiya Ewropî Kirîstiyan Birgir û tîma wî ya siyasî, û di pey re bi birêz Elî Barîş Ewlosoy ji wezareta derve ya Tirkiyê re civiya.

Şanda Hevbendiyê ji hevrêzkarê peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo û berdevkê fermî Enes Elebde û endama desteya giştî Besma Mihemed pêk dihat.

Serokê Hevbendiyê di hevdîtinên xwe de dibîne ko peymana Idlibê herêm ji bobelateke nû parast, ya ko wê bi êrîşa rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser Idlibê çêbûba, û tekez kir ko wê nehişt pêleke penaberiyê ya ko wê bigeha dewletên Ewropî jî çêbibe.

Û xwest ko piştgiriya desthilata Sûrî ya demkî û encûmenên xwecihî bibe, tako birêveberiya sivîl li herêmê bihêz bibe, û bal kişand ser ku ewê bibin alîkar ji bo nehiiştina rêkxistinên tiroristî, û got: ‘’Mijara tiroristiyê mijareke navdewletî ye, û gerek hemû alî digel hev li dijî vê diyardeyê hevkar bin, bi başkirina rewşa jiyana gel da dûrî metirsiya tundrewiyê bibin. ‘’

Bêtir got di dema dawî de tevgereke sivîl li dijî Desteya Tehrîr Elşam li bakurê Sûrî derketiye, û dibîne ko ev ji encamên erênî yên peymanê ne, û daxwaz piştgiriya navdewletî ji peymanê re kir.

Û destnîşan kir ko peymana Idlibê nedemkî ye, ne wek ko rêjîm dibêje demkî ye, ji ber ku ew bi serkeftina pirojeya siyasî ve girêdayî ye, û daxwaza pêşvebirina wê kir ji bo bighên agirbesteke tekûz li tevaya welat.

Û got ku giring e pirosesa siyasî aktîv bibe û fişar li ser rêjîmê bên sepandin da bi tekûzî têkeve pirosesê, her weha ji yekîtiya ewropî daxwaz kir ko bi roleke mezintir rabe û fişarê bide ser Îranê, û dibîne: ‘’ Nû-avakirin nayê wateya aramiyê‘’ ji ber aramî bi têkbirina milîtanên tirorist ve girêdayî ye, û kesên destê wan di pêkanîna tawankariyên cengê de heye bêne sizadan.

Her weha tekez kir ko hêjî tirsa Hevbendiya Niştimanî û alayên artêşa azad ji rêjîmê û hevalbendên wê heye, û got: ‘’ Bawerî nîn e… serboran tekez kiriye ko rêjîmê bêbextî bi peymanên berê re kiriye ‘’ . û diyar kir ko ‘’ şervanên me amade ne li hemû aniyan ji hemû texmînan re bo berevaniyê di ber xwe û sivîlan de bikin.‘’

Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

12 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, daxwaz ji civaka navnetewî kir ku bizaveke lezgîn ji bo rizgarkirina sivîlên li kampa El-Rikban bike, û fişarên rasterast li ser rejîma Esed bisepîne ji bo rakirina dorpêçê ji ser kampê, û rê bête dayîn bo derbasbûna karwanên alîkariyan bêyî çi mercan.

Hevbendiya Niştimanî roja înê di daxuyaniyekê de bal kişand ser ku rewşa li kampa El-Rikban ya koçberên Sûrî li nêzîkî sînorê Sûrî-Urdunê li parêzgeha Himsê ber bi xerabiyê ve diçe, û rewşa nêzîkî 70 hezar koçberên Sûrî li kampê ber bi rewşeke trajîdî ve diçe, di bin dorpêçkirineke dijwar de ye ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê her ji heyva hezîrana borî ve.

Daxuyaniyê bal kişand ser zêdebûna hejmara mirinê di nava kampê de ji ber wan baredoxan, û got ku "mirina zarokan dest bi zêdebûnê kiriye, piştî ku girtina dergehên rêxistinên navnetewî yên hawarhatinê û berdewamiya astengiyan û destdanîna li ser derman û xwarinê ji aliyê rêbendên hêzên rejîmê ve", û diyar kir ku ev yek bûye sedema kêmbûna derman û kelûpelên pizîşkî û zêdebarî kêmbûna stokên xwarinê di nav de ard û şîrê zarokan.

Hevbendiya Niştimanî pêwîstiya zarokên kampê ji bo hawarhatinê tekez kir û got ku pêwîstiya wan bi rizgarkirina "ji projeya birçîbûnê ya ku ji aliyê rejîmê li dijî zarokan û kesukarên wan tê pêkanîn" heye, bi taybetî jî ku pêwîstiya gelek doxên nexweşiyê bi çavdêriya saxlemî û ya taybetmend yan jî bi niştergeriya bilez heye.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji civaka navnetewî daxwaza bizaveke lezgîn kir ji bo rizgarkirina koçberên kampa El-Rikban û misogerkirina çavdêriya saxlemî bi awayekî berdewam û hertimî, her weha daxwaza bikaranîna fişarên rasterast li ser rejîmê kir, ji bo rakirina dorpêçkirina li ser kampê û gihandina alîkariyan bêyî çi mercan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

11 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berdevkê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes El-Ebda, piştrast kir ku giringîpêdana Hevbendiyê ji bicihkirina peymana Idlib re, ji ber guhdana wê bi ewlehiya welatiyên sivîl e, û parastina wan ji operasyonên leşkerî yên rejîma Esed û hevalbendên wê yên li dijî deverên cuda yên Sûriyê pêkanîne, û têde tawanên şer yên berfireh çêbûne.

El-Ebda îro roja pêncşemê di daxuyaniyeke taybet de bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî "Ewlehî û parastina welatiyên sivîl her dem wek giringtirîn erkê xwe dibîne", û got ku planên rejîmê yên ji bo kontrolkirina Idlibê " yekcarî biser neketin".

Û destnîşan kir ku şandeke Hevbendiya Niştimanî serdana devera tampon ya destnîşankirî ji aliyê peymana Idlibê kir, û got: "baweriya me bi rêjîmê nîne, ji ber vê yekê me serdana deverê kir û me bi çavê xwe amadebûna şervanên li eniyên şer dît, û likarbûna wan ji bo rûbirûbûna her bizavekê ji aliyê rejîmê ".

El-Ebda diyar kir ku tenê çekên giran ji herêma tampon hatine vekişandin, ligel mana çekên navîn û sivik di destê şervanên Artêşa Sûriyê de.

Wî herwiha diyar kir ku hevbendiya Niştimanî kar bi Tirkyê û hikûmeta demkî û encumenên xwecihî re dike, ji bo danîna planekê bo rêvebirina deverê bi tevahî û aktivkirina xizmetên têde û got: "Em dixwazin rewşa trajîk ya li herêmê biguherînin piştî bombebaran û wêrkankirina wê ji aliyê rejîmê di salên borê de".

Û tekez kir ku wê kar bi riya jinûve-avakirina saziyên dewletê bibe, û birêvebirina wê ji aliyê şêniyên wê ve, bi sûdewergirtina ji pisporên di nav sivîlanên ku bi zorê koçber bûne de, yên bûne beşekî mezin ji xelkê wê, piştî operasyonên guhertina demografîk ji aliyê rejîmê li deverên cuda cuda.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

10 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Bedir Camûs, kiryar û dorpêçkirina rejîma Esed ji kampa El-Rikban re û rêgirtina li ber derbaskirina xwarin û dermanan şermezar kir, ku kiryarên rejîmê bûne sedema mirina 14 kesan, çar ji wan zarok in, ji ber nebûna guhdana tenduristî di nava kampê de.

Rêveberiya kampê hişyarî da derbarê xilasbûna xwarin û dermanan û alavên pizîşkî, û amaje kir ku wê dikanên kampê piştî hefteyekê yan herî zêde deh rojan bi timamî vala bibin.

Camûs, îro di daxuyaniyeke taybet de got ku bi deh hezaran koçberên ku bi darê zorê ji aliyê hêzên rejîmê de koçber bûne di kampê de hene, û diyar kir ku ew "qebûl dikin li çolê di bin konan de bê hebûna pêdiviyên herî kêm yên jiyanê bêjin, ji bo parastina rûmeta xwe dûrî bindestiya çeteyên Esed ".

Û da zanîn ku “komên çeteyên Esed û Rûsya û bi piştgiriya civaka navnetewî, dorpêçkirinê pêktînin û rê li ber derbaskirina xwarinê û dermanan digirin, da wan naçar bikin ku vegerin cem rêjîma tewankar”.

Rêveberê kilînîka kampê, Yezin Ê'lêwî, ji Ajansa "Smart" re diyar kir ku 14 kes ji ber nebûna çavdêriya pizîşkî piştî dorpêçkirina li ser kampê mirin, û diyar kir ku çar zarok û du jin û sê zilam di nava miriyan de hene, û yên din kesên temenmezin in.

Ji aliyê xwe ve, serokê meclisa xwecihî di kampê de, Ebu Ahmed Derbas El-Xalidî, got ku rejîm daxwaza bestina peymanên bi darê zorê û vegera kotekî ji nişteciyên kampê dike, bo vegerin deverên di bin kontrola wê de, û diyar kir ku Netewên Yekbûyî "bêdeng maye" li hemberî kampê, tevlî nebûna xwarinê û şîrê zarokan.

Tê zanîn ku nêzîkî 65 hezar kesî di kampê de di rewşeke xerab de dijîn, ji aliyê nebûna pêdiviyên jiyanê û kêmtirîn mercên tenduristî û perwerdeyî, tevî ku Balyoza Niyazên Paqij ya Neteweên Yekbûyî li Rojhilata Navîn bang li ajansên navnetewî û aliyên hawarhatina mirovî kiriye, ji bo rewşa xirab ya penaberên kampê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

10 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Abdul Rehman Mistefa, ligel Sekreterê Giştî Nezîr Hekim û berdevkê fermî Enes El-Ebda, û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî serdana devera tampon ya li gorî peymana Idlibê destnîşan bûye kirin.

Mistafa di daxuyaniyeke taybet de tekez kir ku xalên beramberiya hêzên Esed û milîsên Îranê yên terorîst nehatine guhertin û wek xwe mane, û diyar kir ku tişta bûye bi tenê ew e ku çekên giran ji deverê hatine vekişandin ligel mana çekên navîn û yên sivik.

Û bal kişand ku wî li ser nexşeyê devera tampon şopandiye, bi alîkariya hejmarek ji fermandarên artêşa azad, û got: "Em bi hûrbînî rewşa li ser erdê û gazinên xelkê ji kêmbûna xizmetgozariyan dişopînin".

Herwiha Serokê Hevbendiya Niştimanî civînên cuda cuda bi encumenên xwecihî yên bajarên Hama û Heleb û Idlibê û çalakiyên sivîl re pêkanîn, ji bo gengeşekirina arîşeyên herêmê, û bi taybetî berdewamiya karê encumenên xwecihî di hundirê devera tampon de û pêşkêşkirina xizmetan ji xelkê re.

Bal kişand ku hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê hewl didin ji bo ku sûdê ji vê peymanê bibînin ji bo bihêzkirina rêveberiya sivîl û dupatkirina li ser têgaha dewletê û aktivkirina saziyên xizmetê û rêvebirina bi rêya xelkê deverê û got ku "Plana me ew e; em ligel cemawerê deverê bin, û bi hemû mîkanizmên berdest kar ji bo vê yekê dikin".

Serokê Hevbendiya Niştimanî got, ku "Em dabînkirina xizmetan û jîyaneke hêjayî mirovan ji bo kesên sivîl li deverên rizgarkirî wek erkekî li ser mile xwe dibînin, û em kar ji bo vê yekê dikin piştî pêkanîna peymanê", û diyar kir ku ev peyman cihê pêşwazî û xweşhaliya navnetewî bû, ji bo rêlibergirtina her operasyoneke leşkerî ya li dijî sivîlan.

Û diyar kir ku niha tevgereke din ji aliyê Hevbendiya Niştîmanî heye ji bo sûd ji peymanê bête dîtin li ser asta siyasî, û cext li ser pêwîstiya vekirina rê li pêşiya aktivkirina prosesa siyasî kir, ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya berfireh û bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo azadî û dadperweriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

09 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, fermana lêborînê ya hatiye derxestin ji rejîma Esed, bi "Cihê qerfê ye" da zanîn, û tekez kir ku ew hewldanek e ji bo " Xwe razî bike ku wî rewabûna xwe vegerandiye".

Endamekî desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasser El-Ferhan, îro roja sêşemê di daxuyaniyekê de got ku "Beşar El-Esed yê tohmetbar e bi tawanên şer û jenosaydê li dijî sivîlan û kuştin û îşkence û derbiderkirina bi milyonan; îro fermana lêborînê dide kesên ji artêşê cuda bûne".

Û destnîşan kir ku cudabûyan ti tawan nekirine heta bêne cezakirin, û got: "Divê bêjin ku cudabûyan fermanên kuştinê yên Beşar El-Esed li dijî xwenîşandanên aştiyane dabûn red kirine".

El-Ferhan diyar kir, ku derxistina lêborînê tê wateya hewldana ji bo piştrastkirina gunehkariya cudaxwazan, û dît ku ev yek nayê qebûlkirin, û got: "Lêborîna giştî tê bi wê wateyê ku biryara pêkanîna tewanê hatiye dan, û ligor yasayê dema lêborîn derdikeve ceza ji ser tewankar tê hilanîn yan jî kêm dibe, bêyî ku navê gunehkariyê ji ser bête rakirin", û got: " Ev yek nayê qebûlkirin ji aliyê giyan û felsefeya edaletê, ya ku maf dide endamên artêşa azad ku li ber xwe bidin û gel biparêzin".

Û hişyarî da ji bo kes neyê xapandin û xwe teslîm neke, û got: "Em balê dikişînin ser fermana lêbûrînê ji aliyê deshilatên neqanûnî derketî, ku kiryarên terorîstî bi xwe ve nagire", û da zanîn ku rejîmê di heman demê de, hemû dijber û hunermend û şêwekar û aktor bi terorîstiyê gunehbar kirine.

Herwiha bal kişand ser ku dadgeh li Sûriyê di bin bandora siyasetê de ne, û dikevin di bin guşara fermanên hêzên ewlekarîyê û îstîxbaratê de, û diyar kir ku ev biryar "Wê bimîne tenê hibra ser kaxezê, û rêjîmê ji bo sedemên siyasî derxistiye, da bi riya wê bide xuyakirin ku wê serweriya xwe ya nemayî li Sûriyê vegerandiye".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

08 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko destpêkirina alayên artêşa azad bi cîbicîkirina peymana Idlibê, nîşana hestê berpirsiyariya bilind e li rex alayên şoreşê û bizava wan ji bo parastina sivîlan ji dijminkariya Rûsiya û  Îranê.

Mistefa di daxxuyaniyeke taybet de îro duşembê got ku cîbicîkirina peymanê ‘’dê bihêle herêm ewletir be, û hemû operasiyonên bombebaranê yên ko berê rêjîmê berdewam pêk tanîn rawestin, û hemû hewildanên wê yên kontrolkirina Idlibê têk çûn.‘’

Û got ku wê rêjîm nikaribe derbas bibe devera bêçek, ji ber hebûna xalên çavdêriya Tirkî û amadebûna alayên artêşa azad.  

Bêtir got ku di rojên dahatî de dê herêm bibe xwedan birêveberiyeke sivîl û xizmetkarî bêtir bibe û diyardeya çekan dê kêmtir bibe, got: ‘’ em bi aliyê Tirkî re kar dikin bo danîna planekê bo bihêzkirina birêveberiya sivîl û kartêkirina karê dezgehên xizmetguzariyê yên ko rêjîmê di salên bûrî de ew wêran kirine.‘’

Destnîşan kir ko cîbicîkirina peymanê dê helwesta şoreşê di pirosêsa siyasî de bihêztir bike, û got ku giring e ew biwar rê li ber aktîvkirina pirosêsa siyasî veke û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bo karûbarê Sûrî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.

Serokê Hevbendiya Niştimanî got rêjîm û hevalbendên wê pirosêsa siyasî asteng dikin, û li himber karê komîta destûrî radiwestin, û daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko helwesteke wêrek bistîne bo neçarkirina rêjîmê li ser pirosêsa siyasî li jêr çavdêriya wê.

Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

05 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê "êrîşa terorîstî" ya duhî li roja pêncşemê li ser zerîpoşeke artêşa Tirkiyê li wîlayeta "Batmanê" ya li rojhilatê Tirkiyê şermezar kir.

Hevbendî piştgiriya xwe ji Komara Tirkiyeyê re li hemberî hemî terzên terorê dupat kir, dubare helwesta xwe ya xurt û neguhêr di derbarê vê yekê de piştrast kir, û cext kir li ser pêwîstiya yekkirina bizavên navnetewî yên tund ji bo peyketina terorîstan û sponsorên wan, û xebata ji bo jinavbirina çavkaniyên terorê û dewlet û aliyên piştevanên wê.

Hevbendiya niştimanî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya başbûneke lezgîn ji birîndaran re kir, û hevdem da zanîn ku terorîzma li dijî miletên navçeyê, her yek terorîzm e.

Hevbendiyê got ku "em hemû bacê bêkariya civaka navdewletî didin, ku nikare bi cidî raweste li hemberî serkar û sponsorên wê, ku di pêşiyê wan de rejîma Esad û rejîma Îranê tên".

Li gorî ajansa Anatoliya Tirkî, teqîna terorîstî ji aliyê çakdarên PKK "terorîst" li gundên wîlayeta "Batman" li rojhilata Tirkiyê hat pêkanîn, û têde 7 hatin kuştin û du birîndar bûn.

Derbarê êrîşa terorîstî, cîgirê serokê Tirkiyê Fuad Oktay got ku dewleta Tirk wê bi heman awayî bersiva terorîst û piştgirên wan li hundur û derveyî welêt bide.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

02 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Mihemed Seîd Silêman wek serokê nû yê Encumena Efrînê hat bijartin piştî destberdana serokê berê Zuhêr Heyder ji posta serokatiya Encumenê, bi amadebûna mamoste Abdul Rehman Mistefta serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û endamên Encumena xwecihiya Efrînê û encamên xwecihî yên deverê,.

Serokê Hevbendiya Niştimanî supasiya serokê berê yê Encûmenê û hemû endamên Encumena Rêveber û encûmenên xwecihî li ser karê wan yê berê kir, û got, "Me guhertinek mezin li herêma Efrînê di şeş mehên dawî de dît ", her weha supasiya Tirkiyê kir li ser rola wê ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji bo encumenên xwecihî û standina herêmê ji destê çekdarên terorîst yên PYD.

Wî pesnê rêkeftina di navbera endaman de di dema hilbijartinan de da, û da zanîn ku ew jîngeheke guncayî peyda dike ji bo kar û pêşkêşkirina xizmetên baştir ji bo xelkê herêmê, bi taybetî piştî vegera aramiyê bi saya Artêşa Azad û artêşa Tirkiyê.

Wî hêvî xwest ku Encumana nû ji bo temamkirina karê xwe li ser heman armancên berê berdewam be, ji bo vegera hêminî û aramiyê bo herêmê û vegera penaberan, tevlî aktîvkirina karê saziyan ji bo pêşkêşkirina xizmetên baştir ji sivîlan re.

Mistefa diyar kir ku hêzên şoreşê û opozisyona sûrî rastî "gefên rastîn" dibin, û bang ji bo karê hevbeş kir ji bo aştiya herêmê, û pêkanîna hemû pêdiviyên sivîlan û koçberbûyên kotekî û pêşxistina Efrînê û gundewarê wê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Page 1 of 2
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: October 2018