10 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Bedir Camûs, kiryar û dorpêçkirina rejîma Esed ji kampa El-Rikban re û rêgirtina li ber derbaskirina xwarin û dermanan şermezar kir, ku kiryarên rejîmê bûne sedema mirina 14 kesan, çar ji wan zarok in, ji ber nebûna guhdana tenduristî di nava kampê de.

Rêveberiya kampê hişyarî da derbarê xilasbûna xwarin û dermanan û alavên pizîşkî, û amaje kir ku wê dikanên kampê piştî hefteyekê yan herî zêde deh rojan bi timamî vala bibin.

Camûs, îro di daxuyaniyeke taybet de got ku bi deh hezaran koçberên ku bi darê zorê ji aliyê hêzên rejîmê de koçber bûne di kampê de hene, û diyar kir ku ew "qebûl dikin li çolê di bin konan de bê hebûna pêdiviyên herî kêm yên jiyanê bêjin, ji bo parastina rûmeta xwe dûrî bindestiya çeteyên Esed ".

Û da zanîn ku “komên çeteyên Esed û Rûsya û bi piştgiriya civaka navnetewî, dorpêçkirinê pêktînin û rê li ber derbaskirina xwarinê û dermanan digirin, da wan naçar bikin ku vegerin cem rêjîma tewankar”.

Rêveberê kilînîka kampê, Yezin Ê'lêwî, ji Ajansa "Smart" re diyar kir ku 14 kes ji ber nebûna çavdêriya pizîşkî piştî dorpêçkirina li ser kampê mirin, û diyar kir ku çar zarok û du jin û sê zilam di nava miriyan de hene, û yên din kesên temenmezin in.

Ji aliyê xwe ve, serokê meclisa xwecihî di kampê de, Ebu Ahmed Derbas El-Xalidî, got ku rejîm daxwaza bestina peymanên bi darê zorê û vegera kotekî ji nişteciyên kampê dike, bo vegerin deverên di bin kontrola wê de, û diyar kir ku Netewên Yekbûyî "bêdeng maye" li hemberî kampê, tevlî nebûna xwarinê û şîrê zarokan.

Tê zanîn ku nêzîkî 65 hezar kesî di kampê de di rewşeke xerab de dijîn, ji aliyê nebûna pêdiviyên jiyanê û kêmtirîn mercên tenduristî û perwerdeyî, tevî ku Balyoza Niyazên Paqij ya Neteweên Yekbûyî li Rojhilata Navîn bang li ajansên navnetewî û aliyên hawarhatina mirovî kiriye, ji bo rewşa xirab ya penaberên kampê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

10 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Abdul Rehman Mistefa, ligel Sekreterê Giştî Nezîr Hekim û berdevkê fermî Enes El-Ebda, û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî serdana devera tampon ya li gorî peymana Idlibê destnîşan bûye kirin.

Mistafa di daxuyaniyeke taybet de tekez kir ku xalên beramberiya hêzên Esed û milîsên Îranê yên terorîst nehatine guhertin û wek xwe mane, û diyar kir ku tişta bûye bi tenê ew e ku çekên giran ji deverê hatine vekişandin ligel mana çekên navîn û yên sivik.

Û bal kişand ku wî li ser nexşeyê devera tampon şopandiye, bi alîkariya hejmarek ji fermandarên artêşa azad, û got: "Em bi hûrbînî rewşa li ser erdê û gazinên xelkê ji kêmbûna xizmetgozariyan dişopînin".

Herwiha Serokê Hevbendiya Niştimanî civînên cuda cuda bi encumenên xwecihî yên bajarên Hama û Heleb û Idlibê û çalakiyên sivîl re pêkanîn, ji bo gengeşekirina arîşeyên herêmê, û bi taybetî berdewamiya karê encumenên xwecihî di hundirê devera tampon de û pêşkêşkirina xizmetan ji xelkê re.

Bal kişand ku hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê hewl didin ji bo ku sûdê ji vê peymanê bibînin ji bo bihêzkirina rêveberiya sivîl û dupatkirina li ser têgaha dewletê û aktivkirina saziyên xizmetê û rêvebirina bi rêya xelkê deverê û got ku "Plana me ew e; em ligel cemawerê deverê bin, û bi hemû mîkanizmên berdest kar ji bo vê yekê dikin".

Serokê Hevbendiya Niştimanî got, ku "Em dabînkirina xizmetan û jîyaneke hêjayî mirovan ji bo kesên sivîl li deverên rizgarkirî wek erkekî li ser mile xwe dibînin, û em kar ji bo vê yekê dikin piştî pêkanîna peymanê", û diyar kir ku ev peyman cihê pêşwazî û xweşhaliya navnetewî bû, ji bo rêlibergirtina her operasyoneke leşkerî ya li dijî sivîlan.

Û diyar kir ku niha tevgereke din ji aliyê Hevbendiya Niştîmanî heye ji bo sûd ji peymanê bête dîtin li ser asta siyasî, û cext li ser pêwîstiya vekirina rê li pêşiya aktivkirina prosesa siyasî kir, ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya berfireh û bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo azadî û dadperweriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Wednesday, 10 October 2018