13 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro roja sêşemê ji aliyê şandeyeke Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çendîn hevdîtin bi balyoz û diplomatkaran re li Enqere paytexta Tirkiyê pêkhatin, û bi wan re pêşhatên dawî yên siyasî û pêşdeçûnên pêvajoya siyasî û rewşa li ser erdê li Idlib û rojhilatê Firatê gotûbêj kirin.

Şandeya Hevbendiyê bi serokatiya cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa û endamên desteya siyasî Hewas Xelîl û Ebdulmecîd Berekat û Mihemed Dixêm, serdana balyozxaneya Belçîkayê û Urdunê û Misrê kir, tevlî serdana Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê.

Şandeya Hevbendiyê behsa giringiya aktîvkirina prosesa siyasî kir li gorî formula daxuyaniya Cinêv û biryara 2254, û destpêkirina karê Komîsyona Makezagonê, û giringiya standina helwesteke cidî ji aliyê Netewên Yekbûyî kir ji bo rawestandina hewldanên rêjîmê û Îranê yên ji bo jikarxistina karê komîteyê, tevlî gotûbêjkirina hemû selikên destnîşankirî di danûstandinên Cinêv de.

Herwiha şandeya hevbendiyê bal kişand li ser binpêkirinên li ser peymana Idlibê ji aliyê rejîma Esed û milîsên terorîst yên Îranê, û da zanîn ku berdewamiya van binpêkirinan wê bibe encam rîskeke neyînî li ser tevaya fayilê Sûriyê.

Endamên Hevbendiya niştimanî bal kişandin ku peymana Idlibê rê vedike ji bo pêkanîna agirbesteke berfireh li seranserê welêt, û daxwaza piştgiriya navnetewî ji bo vê peymanê kir û pêkanîna fişaran li ser Rûsya, ji bo rê bigire li rejîmê li ser pêkanîna tawanên bêhtir.

Şandeyê bal kişand li ser binpêkirinên çekdarên "PYD" li dijî welatiyên sivîl li navçeyên dibin destê wê de, ligel pêwîstiya bi dubarekirina aramiya li wan navçeyan.

Şandeyê behsa rewşa mirovî ya zehmet ya koçberên kampa El-Rikban kir, ji ber dorpêçkirina li ser wan ji aliyê rejîma Esad li kampê, û herwiha karbidestên Urdunê ji bo pêşkêşkirina alîkariya mirovî han dan ji bo rê li karesateke însanî li wir bigirin.

Ji aliyê xwe ve, balyoz û diplomatkaran piştgiriya welatê xwe ji bo mafên gelê Sûriyê û bidestxistina azadî û rûmeta xwe dûpat kirin, û pêwistiya karê ji bo agirbestê û ji bo berdewamiya pêvajoya siyasî li gor beyannameya 2254 piştrast kirin, diyar kirin ku vegera penaberên Sûriyê divê bi dilxwazî ​​û di nava atmosferekî aram û bêalî de be.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

13 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wezîrê derbider û penaberan yê libnanî Mu’în Merebî aşkere kir ko milîtanên hizbullaha tirorist heftiya bûrî penaberin Sûrî revandine, û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdulbasit Hemo daxwaza aşkerekirina çarenivîsa kesên hatine revandin kir, û xwest bêtir parastin li Libnanê ji penaberan re bibe.

Merebî li ser dîwarê xwe yê Facebookê duhî duşembê diyar kir ko ‘’Hizba Îran ‘’ çend penaberên Sûrî yên li Ermûn heftiya bûrî revandine, û bêtir got ku ji nav kesên ko hatine revandin Xalid Casim Elferec, Welîd Mihemed Elhisên û Mihemed Mehmûd Elcasim’’.

Cîgirê serokê Hevbendiyê ev binpêkirên ko hizbullaha tirorist derheqê penaberan de dike pirotesto kirin, û dibîne ko ew binpêkirin lidijî yasaya navdewletî ne, û ew di asta tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê de ne.

Daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko vekolîneke bilez çêbibe û çarenivîsa kesên hatine revandin ên ku wezîrê libnanî anîne ziman bête naskirin, û daxwaz kir ko berpirsiyarên wan tawankariyan bêne sizakirin, û berpirsiyarî da ser milê desthilata Libnanê çimkî nikare tawankariyên berdewam yên ew milîtan dikin kontrol bike.

Wezîrê Libnanî berî heftiyekê hin tawankariyên din derheqê penaberên ko ji Libnanê hatine Sûriyê aşkere kirin û got: Agahî li bal min hene li ser kuştina hin penaberên Sûrî yên li welatê xwe vegeriyane ji cehzerana bûrî de, û diyar kir ko tawankariya dawî derheqê malbatekê li bajarokê Elbarûce li gundewarê Humsê bû, û got: ‘’Berpirsiyarekî ewlehiyê di hêzên rêjîmê de derbasî malê bûn û bav û kurê wî û biraziyê bav kuştin.‘’

Rojnameyên Libnanî hûrbîniyên din li ser operasiyonên revandinê yên ko milîtanên hizbullaha tirorist ya sê Efserên cuda bûne belav kirine, yên ko radestî rêjîmê hatine kirin û ew bi êşkenceya hovane kuştine.
Alavên ragehandinê yên corbicor anîne ziman ko Efser Ismaîl Rida Elentawî û Casir Elmihamîd û Kemal Bakîr bi destê hizbullah navbera salên 2014 û 2016 û ew hemû radestî desthilata Esed kirine û ew êşkence kirine û kuştine.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

12 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî roja yekşemê dawî li civînên xwe yên xula 42emîn anî, û aliyên beşdarên civînê dakokî li ser giringiya bilindkirina asta xizmetgozariyan li hindur ji bo welatiyan hat kirin, û tevlî danîna mîkanizmên kar û hemahengiyê di navbera saziyên şoreş û opozisyonê de li deverên nakevin li jêr kontrola rejîmê.

Ji aliyê endamên Desteya Giştî kiryarên hêzên rejîmê yên di çar rojên borî de û binpêkirina peymana agirbestê hatin şermezarkirin, û daxwaz ji hemû aliyan kirin ji bo pabend bibin bi yekçarî bi pêkanîna bendên wê, û bi taybetî yên li ser binpêkirin û kiryarên rojane yên hêzên rejîmê û hevalbendên wê.

Herwiha Hevbendiyê biryar da ji bo pirkirina bizavên xwe ji bo bihêzkirina hevahengiyê ligel saziyên şoreşê yên cuda ligel rêxistinên civaka sivîl ji bo berdewamiya têkiliyan ligel welatên dost, û pêwîstiya pêkanîna fişaran ji bo rawestandina cêbicêkirina fermanên darvekirinê yên li dijî girtiyan û sivîlên bêguneh, wek yên li girtîgeha Hemayê ya Navendî, û herwiha bi bilindî kar û keda rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên mafên mirovan û yasanasan nirxandin, û piştrast kirin ku xebata wan li ser yadeştnameya desteserkirina berpirsên rejîma Esed ji aliyê dadperweriya Frnsa , û herwiha ji bo fayilê lêpirsîn u dozgeriyê ku ev yek hevdem tên ligel hewldanên Hevbendiyê bi çend welatan re ji bo damezrandina mekanîzmeke lêpirsînê ya serbixwe bi riya navneteweyî bi rêya Civîna Giştî ya Netewên Yekbûyî.

Hevbendiyê pêşhatên pêvajoya siyasî di rûniştineke taybet de gotûbêj kir, tevlî pêşketinên avakirina komîteya Destûra Bingehîn û astengiyên berdewam yên rejîm û hevalbendên xwe têxin li pêşiya damezirandina wê û viyana wan ji bo pêşgirtina li rola Netewên Yekbûyî di vê mijarê de, ku ji aliyê beşdaran ve giringiya damezrandina komîteya makezagonê û prosesa siyasî li Cinêv hat piştrastkirin, ya bi piştevanîya Netewên Yekbûyî dewam kir, wekî take lêveger ji bo Komîteya Destûrî.

Dîsa beşdaran tekezî li ser giringiya aktîvkirina têkiliyan ligel hemû aliyê herêmî û navnetewî kir û ji bo pabendbûna bi cêbicêkirina biryara 2254 ya konseya Ewlekariyê û daxuyaniya Cinêv ya li (3/ 06 /2012) bi hemû birgên wê bêyî kêmkirin.

Herwiha ji aliyê endamên desteya Giştî ve, rewşa xelkê ê Reqayê û gazinên wan yên ji encamê binpêkirinên milîsên PYD hate gotûbêjkirin, û bi taybetî bûyera kuştina Şêx Beşîr Fêsel El-Huwêdî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

12 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê spasiyên xwe pêşkêş kir bo çi dewleta ko mercê nûkirina pasportan ji ser gelê Sûrî hilaniye, û çûn û hatina wan bi pasportên dema wan bûriye hêsan kirine.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de evro duşembê got, desteya giştî ya Hevbendiyê ‘’ Spasiya dewletên dest bi pejirandina pasportên Sûrî yên kêrhatîbûna wan bidawî hatiye û êdî ew dikarin li gora wan biçin û bên bêyî çi astengiyan kir. ‘’

Hevbendiya Niştimanî daxwaz “ji dewletên din jî kir ko heman pêngavê bavêjin bo rê li ber rêjîma Esed bigrin da nema karibe vê rewşê bike delîve ji bo fişarên darayî û siyasî bide ser Sûriyan.‘’

Tê zanîn ku desthilara Elmanî biryarek derxist ko pê Sûriyên penaber ji derxistina kaxezên ji konsolxaneya rijêmê awarte bike, eger ew çûn wan yan mirovên wan têxe ber metirsiyê.

Serokê birêveberiya ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan di nameyekê de ko ji serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdigan re şandiye, jê daxwaz kiriye ko biryarekê mîna vê bide ko xelkên Sûriyê ji fişarên rêjîmê biparêze.

Remedan got: “Em hêviyê ji rêzdariya we dikin ko hûn xelkên Sûriyê yên ko li Tirkiyê dijîn, hewcedariya wan bi nûkirina pasportan an sardana qunsilxaneya rêjîmê nemîne, û kimlika penaberan an pasporta ko bidawî hatiye bipejirînin. ‘’

Û got: ‘’ 3.5 milyon kesên Sûrî tûşî keysbazî û riswakirinê dibin di riya çeteyên girêdayî bi rêjîmê ve, û ew bendek li ser vê mijarê dijîn‘’

Remedan diyar kir ko rêjîm ji her kesekî Sûrî yê ko dixwaze pasporta xwe nû bike navbera 800-1200 dolaran distîne, beraber belgehekê ku tenê têra dema du salan dike, û ev kar dihêle nêzî 3 milyar dolar ji dewletekê bi tenê derbasî sindoqa dewleta Sûrî dike.

Remedan nameya xwe bidawî kir û got: ‘’ Divê rewşa delîvegirtinê û bikaranîna van pereyan ji piştgiriya rêjîma dictator re bidawî bibe.‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

10 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro roja şemiyê, civîna asayî ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê xula 42 hat lidarxistin, têde guftûgoyeke li ser dawîtirîn pêşhatên meydanî yên girêdayî bi asayîş û aramiya li deverên rizgarkirî hat kirin, tevlî gotûbêjkirina rewşa niha ya li derverên di bin kontrola mîlîtanên PYD de.

her weha wê behsa dawîtirîn pêşhatên siyasî yên taybet bi aktîvkirina pêvajoya siyasî ya li Cinêvê, û destpêkirina karê Komîteya destûrî bê kirin, û paşê gotûbêjkirina selikên din yên pêvajoya Cinêv.

Ji aliyê endamên Desteya Giştî, hewldanên rejîmê yên ji bo jikarxistina peymana Idlibê hat şermezarkirin, yên ku bi rêya binpêkirinên cuda cuda bi alîkariya milîsên terorîst yên Îranê dibin, yên bi sedema wan bi dehan kes hatin kuştin, ku dawîtirîn binpêkirin duh li devera Elzelaqiyat li deşta Hemayê çêbû, û di encamê de 23 endamên Artêşa Azad hatin kuştin, her weha di heftiya borî de jî komkujiyek Li gundê "Cercenaz "li deşta Idlibê hat pêkanîn.

Herwiha ji aliyê endamên desteya Giştî mijara aktivkirina Rêveberiya Sivîl li bakurê Sûriyê hat gotûbêjkirin, û tekezî li ser pêwistiya piştgiriyeke bi rastî ji rêveberiya sivîl re hat kirin, û dîtin ku ev yek wê di berjewendiya misogerkirina aramî û ewlehiyê de be, her weha bilindkirina asta pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji bo berjewendiyên welatiyên sivîl.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Hevbendiyê Bedir Camûs got ku: "kar li ser hejmarek ji projeyan dibe, ku armanc jê pêkanîna guhertinên bingehîn di rewşa giştî ya deverê de ye, û sûde ji rawestandina operasyonên leşkerî piştî îmzekirina peymana Idlibê tê wergrtin ", û diyar kir ku ev guhertin wê bêne pêkanîn ji bo bidawîkirina rewşa leşkerî û derbasbûna qonaxa Rêveberiya Sivîl, ku wê giringiyê bide dadgeh û polîsan.

Camûs piştrast kir, ku berdewamiya binpêkirinan ji aliyê rejîma Esad, "boçûna me, ya der barê pêwîstiya pêkanîna veguhestina siyasî ya berfireh û rêgirtina li pêşya hewldanên hiştina rejîma Esad piştrast dike ", û bal kişand ser ku "paşeroja Sûriyê girêdayî ye bi avakirina sîstemeke nû ku li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 be".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

09 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, giringiya rola jinê piştrast kir di pêkanîna guhertineke berfireh di welêt de ya li gorî biryarên navnetewî yên derbarê Sûriyê, û da zanîn ku aktivkirina beşdariya rast ya jinên Sûrî wê bi awayekî berçav bibe bingeh ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya berdewam.

Ev daxuyaniyên wê hatin li perawêza workşopekê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, li bajarê Gaziantepê li êvara pêncşemê û roja înê hatibû lidarxistin, bi amadebûna 30 xaniman ji Hevbendiya Niştimanî û desteya danûstandinê û hikûmeta demî û encumenên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl.

Mûsa, diyar kir ku worktopê hejmarek ji jinan ji deverên cuda cuda yên Sûriyê kom kirin, û diyar kir ku ew li ser gotûbêjkirina stratejiya ji bo bicihkirina biryara 1325, û wergerandina bîrdozên ewlekarî û aşitî û geşepêdanê yên taybet ji bo beşdariya jinan ber bi gavên pratîk xebitîn.

Û diyar kir ku wan"Behsa arîşeyên dikevin riya beşdariya jinan û aktivkirina rola wan bi awayekî zêdetir di sazî û dezgehên Sûrî de" û da xuyakirin ku wan çareserî pêşkêş kirin û "Gavên berçav avêtin ji bo zêdekirina beşdariya jinan bi taybetî di prosesa siyasî de".

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî got: ku "Rola jinê giring e di avakirina aştiya berdewam de, ji ber ku ew faktoreke sereke ye ji bo guherînê û nûnertiya nîvê civakê dike", û piştrast kir ku jinên Sûriyê, tevî mercên dijwar yên li ser wan, ji bo bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina civakeke demokratîk ya dadperwer dixebitin.

Û got ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke taybet dide çalakkirin rola jinê bi awayekî bêhtir di civakê û desteyên siyasî de, û hewl dide ji bo bicihanîna hemû pîverên navnetewî yên taybet bo nûnertiya jinan di desteya wê ya giştî û siyasî de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

08 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Balyozxaneya Sûriyê li Qeter bi hevkariya Toreya Sûriyê ya mafên mirovan pêşengeheke taybet derbarê roja cîhanî ya veşartina kotekî li Dewha paytexta Qeterê rêkxistin kir, çend balyoz û diblomasî û nûnerên rêkxistinên mafnasiyê û yên sivîl amade bûne.

Pêşingeh li jêr navê ‘’Girtiyên Sûrî li jêr serjêvekerê azad in‘’, têde 41 wêneyên danasîna kesayetiyên şoreşa Sûriyê û tabloyin diyarkirina şêweyên êşkenceya ko li hindirê girtîgehên rêjîmê dibe diyar kirin.

Toreya Sûriyê raportek belav kir nav lê kir “tuneleke bêdawî” têde hejmara veşartiyên kotekî li Sûriyê û qurbaniyên veşartina kotekî li zindanên Esed ko tê texmînkirin hejmara wan 13608 kes hene dan xuyakirin.

Toreyê bal kişand ser ko rêjîma Esed berpirs e di ber girtina 85,9% ji girtin û veşartina kotekî, û tekez kir ko zarok û jin jî di nav wan de hene, û got ku eger ne ji piştgiriya Rûsya û Îranê ba wê rêjîma Esed nikarîba di veşartina 100 000 sivîlî de biser ketiba.

Destnîşan kir ko rêjîmê dosya girtiyên veşartina kotekî guhertiye û tenê bi kuştina 836 kesan mikur hatiye, û ew di nav lîsteya Miriyan de tomar kirine, bê ko kelaxên wan radestî mirovên wan bikin.

Toreyê tekez kir ko tawankariya veşartina kotekî hêj bi şêweyekî rêbazkirî berdewam e, û got heta ku mirina van kesan tekez nebe, ew hêj wek veşartiyên kotekî tên dîtin.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko vekolînê di dosya girtiyan de bikin, ko ew giringtirîn û aloztirîn dosya ye, û tekez kir ko giring e vekolîn bibe bo yên mayî rizgar bibin, û yên tawankarî kirine bêne sizakirin, çimkî ew tawankariyên cengê ne, û divê pêşberî dadgeha tawankariyên navdewletî bibin.

Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

07 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, mamoste Ebdul Rehman Mistafa, cext kir ku rêjîma Esed "Şêweyê xwe yê pêkanîna tawanan naguhere", û dubare tekez kir ku her hewlek ji bo vegerandina penaberan li navçeyên di bin kontrola hêzên Esed de, wek "Şandina wan ber bi mirinê de ye".

Mistafa li roja çarşemê di daxuyaniyeke taybet de bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî hişyarî dabû civaka navnetewî ji metirsiya li ser vegera penaberên sûrî ji bo deverên di bin destê rejîma Esad de, ji berî bicîkirina gavên di biryarên navnetewî de hatine, yên dabînkirina seqayeke aram û ewle û bêalî.

Mistefa got ku daxuyaniyên dawiyê yên Wezîrê Karûbarên koçber û penaberan yê Libnanî, Mo'în Elmri'bî, li ser kuştina hejmareke penaberan piştî vegera wan bo Sûriyê ," Rastiya tirsa me û ezmûna me bi rêjîmê û çekdarên Îranê yên terorîst re piştrast dike", û diyar kir ku eger penaber bêne vegerandin, wê li ser berpirsiyariya hikûmeta Libnanê be, û piştrast kir ku veger wek "Şandina ber bi mirinê de ye".

Û got: "Em dizanin ku rejîm şêweyê xwe yê tawankariyê naguhere", matmayîna xwe nîşan da li hember welatên "Hatine xapandin û dixwazin xelkên din jî razî bikin bi hiştina rêjîma Esed".

Û bang ji bo dadpirsîneke navnetewî derbarê kuştina penaberên Sûrî yên vegerayî ji Libnanê kir, û daxwaza aşkerekirina encamên wan lêkolînan kir, ji bo eşkerekirina kirêtiya hemû sûcdaran û misogerkirina sizadana wan li pêşiya dadgeha tawanên navdewletî.

Wezîrê Libnanê Mo'în Elmri'bî gotibû ku agahiyên wî li ser kuştina hin penaberên Sûrî yên ku heyva hezîrana borî vegeriyabûn welatê xwe hene, û diyar kir ku ji aliyê hin hevalên xwe li hefteya borî bi tawana kuştinê ya dawî hatibû agahdarkirin, û diyar kiriye ku ew tawan li dijî malbatekê ji bajarokê "Elbaroha" li gundewarên Humsê hatiye pêkanîn, û diyar kir ku " Fermandarekî asayîşa rejîmê derbasî nava malekê bû, û bav û kur û biraziyekî bav kuştin".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

07 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wezîrê Karûbarên penaberan yê Libnanê Mo'în Elmri'bî, diyar kir ku ji aliyê rejîma Esed hin penaberên Sûrî yên ji Libnanê vegeriyî li deverên kontrolkirina rejîmê li Sûriyê hatine kuştin, piştî fişarên milîsên Hizbullah ya terorîst li ser neçarkirina bi hezaran penaberên Sûrî li ser vegerê.

Di hevpeyvînekê de bi ajansa Anatoliyê re, Elmri'bî got ku ew agahî hene li ser kuştina hin penaberên Sûrî ku li heyva hezîrana borî ji bo welatê xwe vegeriya bûn, û di heman dema ku ji aliyê Rûsya projeya vegerandina penaberan hatibû pêşniyar kirin û li hemberî ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hatibû redkirin û hişyarî dabû li hember kiryarên tolvekirinê ji aliyê rejîmê.

Elmri'bî diyar kiriye ku ji aliyê hin hevalên xwe li hefteya borî bi dumahîk tawaneke kuştinê hatibû agahdar kirin, û diyar kiriye ku ew tawan li dijî malbatekê ji bajarokê "Elbaroha" li gundewarên Humsê hatiye pêkanîn, û diyar kir ku "ku bav û kur û biraziyek ji aliyê fermandarekî asayîşa rejîmê di nava mala bavê xwe de hatin kuştin".

Wî bal kişand ku wî wêneyê tawanê bi riya telefonê re dît, ji aliyê hevalekî malbatê ve ya berî demeke kurt vegeriyî Sûriyê hatibû şandin.

Wî diyar kir ku "piraniya nûçeyên jinavbirin û kuştinê li dijî pensberên vegeriyane li deverên di bin kontrola rejîmê de dibin û bi taybetî jî li gund û bajarokên li ser sînorê Libnanê yên rojhilat û bakur".

Wî da zanîn ku agahî ji gelek hevalên wî tên yên têkiliyên wî bi wan re ku li hezîrana borî vegeriyane Sûriyê, ji çaxê destpêkirina pêşkêşkirina hêsankirina ji aliyê rayedarên hikûmeta Libnanê ji bo vegera penaberên Sûrî ji bo welatê xwe Sûriyê, piştî daxwaznameya Rûsya.

Elmri'bî guman xistin li ser rastiya bangên berdewam ji aliyê rejîmê ji bo vegera penaberan, û got: ku banga rejîmê rast nîne, ji ber ku kiryarên wê ne wisa ne", û diyar kir ku rejîm nahêle bi deh hezaran malbatên sûrî vegerin li ser gund û bajarên xwe ji bo pêkanîna guhertina demografîk, ya dibe bi alîkarîya Îranî û mîlîtanên Hizbullah a terorîst .

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

06 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa daxwaz ji civaka navdewletî kir da bizavê bêtir bike ji bi sizakirina tawankarên cengê li Sûriyê, û dibîne ko ew pareke bingehîn e ji bo çareseriya siyasî ya rastî.

Ew gotinên wî wek bersivekê bûn li ser derkirina dadweriya Firensî ji fermana girtinê re derheqê sê mezinên Efserên ewlehiya rêjîma Esed ku ew jî ev in: Lîwa Elî Memlûk fermanberê ewlehiya netewî, Cemîl Elhesen fermanberê birêveberiya ewlehiya asmanî û Ebdulselam Mehmûd serokê şaxê vekolînê yê ewlehiya asmanî.

Mistefa got: ‘’ Civaka navdewletî tiştekî pir kêm bo sizakirina tawankarên cengê kiriye.‘’ û got ku ew ne li gor ‘’ Qebareya mezin a tawankariyên rêjîmê ye, yên ku ji heşt sal ve dike.‘’

Mistefa tekez kir ko welat hewcedarî çareseriyeke siyasî ya herdemî ye, û bal kişand ser ko çareserî bi piransîba dadpirsînê ve girêdayî ye, û berî her kesî bi berpirsiyarên rêjîma Esed re.

Û got ku divê cihê tawankarên cengê rekehên dadgehan bin, ne ko aliyekî çareseriyê bin, wek amajepêdanekê ku hîn civaka navdewletî rêjîma Esed wek aliyekî ji yên çareseriya siyasî dibîne.

Her weha çalakvanin mafnasiyê daxwaz kirin ko bîrnameyin girtinê yên nû derheqê Beşar Elesed derkevin, çimkî ferman hemû ji bal wî derdikevin.

Rojnameya Lomond ya Firensî duhî duşembê anî ziman ku bîrnameya girtinê ya ko dadweriya Firensî derheqê Memlûk û du efserên din derxistiye, bi sedema hin tawanên ku Memlûk bi taybetî kirine, ji ber wî tawanên dijî mirovaniyê û tawankariyên cengê kirine, li gora dozdarekê dadweriya firensî ku ji sala 2016an ve vekolînê têde dike.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 2
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: November 2018