02 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê cext li ser girîngiya peymana Idlibê û pêwîstiya parastina wê ji hewldanên ji aliyê rejîma Esed û Îranê yên ji bo têkbirin û binpêkirina wê kir, û berpirsiyariya dubarekirina kiryarên bombebaranê li ser deverên peymana ligel Rûsyayê xist stûyê wan.

Hevbendiya Niştimanî îro roja înê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, "tawana îro ya bi bombebarankirina gundewarê Idlibê, û bi binpêkirineke aşkere li ser biryarên Konseya Ewlekariyê û yasa navnetewî û ya peymana Cinêv, ya bi tawanbarkirina armanckirina sivîlan dît, û tekez kir ku ev êrîş, binpêkirinek mezin e ji peymana navçeya tampon ya li Idlebê re ye.

Herwiha îro li danê nîvro, bajarokê "Circinaz" li gundewarê Idlibê bi çekên giran ji aliyê hêzên rejîmê hat bombebarankirin, û bi kêmî 10 kes, zarok jî di nav wan de, şehîd ketin û hejmarek kes birîndar bûn.

Çalakvanên li deverê diyar kirin ku taxên bajêr û bajarokên derdora wê di dema nimêja înê de, ji aliyê topxaneya rejîmê bi dehên top û roketan hat bombebarankirin, û bû sedema ketina qurbaniyan û ziyanên madî yên mezin.

Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Rûsiyayê kir ku bi berpirsiyara xwe rabe li hemberî vê bombebaranê û li hemberî binpêkirinên berdewam ji peymanê re rawestin, bi riya topbaranana berdewam ya ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê li deşta Idlib û Hemayê.

Hevbendiya Niştimanî cext li ser peymana Idlebê û giringiya parastina wê ji hewldanên binpêkirinên rêjîmê û mîlîsên Îranê yên terorîst kir.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser girîngiya hewldanên berdewam ji bo parastina peymanê kir, ku bibe derfetek ji bo pêşvebirina proseya siyasî ji bo veguhestineke siyasî ya berfireh, û bal kişand ku "Îran li beramber vê yekê hewla têkbirina wê û peydakirina astengiyan dide ".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Friday, 02 November 2018