05 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya niştimanî ya karûbarên girtî û windayan Yasir Elferhan dibîne ko tekera dadgehkirina tawankarên rêjîma Esed ji Firensa destpê kir, bi derkirina bîrdozên girtina sê tawankarên mezin yên rêjîma Esed û berpirsiyariyên ewlekariya wê.

Rojnameya Lomond ya Firensî evro duşembê diyar kir ko dadweriya Firensî bîrdozeke girtinê derheqê sê berpirsiyarên mezin yên ewlekariya rêjîmê derxistiye, ew jî ev in: Lîwa Elî Memlûk fermanberê ewlehiya netewî, Cemîl Elhesen fermanberê birêveberiya ewlehiya asmanî û Ebdulselam Mehmûd serokê şaxê vekolînê yê ewlehiya asmanî.

Rojnameyê got ku bîrdoza girtinê ya ko dadweriya Firensî derheqê Memlûk û du efserên din derxist, bi sedema tawanên taybet bo Memlûk, ko tawankariyên li dijî mirovaniyê û tawankariyên cengê kirine li gora dozdarekê dadweriya firensî ku ji sala 2016an ve têde vekolînê dike, û derbarê kêşeya veşartina bi kotekî ya ko gihaye hin Sûriyên regeziya firensî bi wan re heye, ji wan jî Mazin Debax û kurê wî Patrîk yên ko bi sedema piştgiriya xwepêşindanan hatine girtin û ji hêla Ebdulselam Mehmûd ve serokê şaxê vekolîna ewlehiya asmanî rastî işkenceyê bûn, yê ko dest danî ser mala wî li Mezê û hêjî di xaniyê wî de ye li gor hin jêderan.

Elferhan amaje bi bizavên Sûriyan kir yên ko dozdarî li dijî van tawankaran li pêşberî dadweriya firensî hildane, daxwaz ji Sûriyên li Ewropa û Emerîka û hemû welatên ko dadwerî tê de serbixwe ye kir ko dozdariyan li dijî Esed û teroristiya rêjîma wî hildin, tako nema karibin tev bilivin û dorpêç bibin û ji bo dadgeheke dad bêne dadgehkirin.

Berê dadweriya firensî di giliyekê de li dijî rêjîma Esed sala 2016an vekolîn kiribû, daxwaza diyarkirina çarenivîsa Mazin Debax û kurê wî dike, ko ji sala 2013an ve hatine girtin.

Vekolîna dadweriya firensî li gora belgehên ‘’ Qeyser ‘’ û wêneyên bi hezaran Sûrî yên ko bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de hatine kuştin, yên pal dan ser wêneyên ku Qeyser sala 2013ê bi xwe re derxistibûn.

Elî Memlûk berê hatiye tawanbarkirin bi hewildana teqînên Libnanê yên sala 2015an, yên ko bi kêşeya Mîşal Semaha hatine naskirin, Memlûk gelek cihên karmendiyê yên ewlehî û parastinê girtine, ji ewlehiya dewletê û heta istixbaratan û ew zilamê Beşar yê pêbawer e û yê herî nêzîkî wî ye, û nûnerê wî yê taybet e di danûstandinên nihênî û yên nayêne eşkerekirin.


Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

05 November 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî di daxuyaniyeke rojnamevanî de tawana terorkirina Şêx Beşîr El-Fêsel Huwêdî, serokeşîra El-elfdalha duhî li bajarê Reqayê şermezar kir.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser giringiya diyarkirina hûrguliyên vê tawanê kir, û daxwaza dadgehkirin û cezakirina kesên berpirsiyar çi aliyê fermana pêkanîna tawanê daye be yan jî kesên plan danîne kir, û herwiha bal kişand ser ku civînên Şêx yên vê dawiyê nîşana hebûna tiliyên çeteyên terorîst yên ku deverê kontrol dikin di vê tawanê de didin.

Hevbendiyê bal kişand ser ku El-Huwêdî bi piştgiriya xwe ya zû ji şoreşa azadî û rûmetê re hatibû naskirin, û herwiha ku bi xurtî çareseriya leşkerî ya ji aliyê rêjîmê ve tê bikaranîn her ji destpêka şoreşê ve red kiribû, û di gelek helkeftan de kar ji bo aştiyê û alîkariya malbatan û serweriya aqil dikir.

Herwiha Hevbendiyê amaje bi helwestên vî dengê Sûrî yê aqilmend, û pabendiya wî bi mafên gelê Sûriyê û redkirina wî ji dagîrkeriya terorîstan ji parêzgeha wî re û daxwaza vegera zevî û malên xelkê ji bo xwediyên wan, û rêvebirina bajar û bajarokan ji aliyê xelkê wê ve kir.

Hevbendiyê tekez kir ku ev helwestên niştimanî yên wî bûne egera ku ew alî bixwazin dengê wî vemirînin, ku alîgiriya wî ya berdewam ji bo maf û rûmeta xelkê, bû sedema ku bibe armanc ji aliyên terorîst û stemkar re bi awayekî rasterast.

Hevdem piştî kuştina El-Huwêdî yekser nakokî di navbera xelkê Reqayê û milîsên "QSD"ê de derketin, tevî ku rêxistina çeteyên DAIŞê berpirsyariya kuştinê bi xwe girt, û tora "Ferat Post" parçevîdîyoyek li ser qewtandina seroka hevbeş ya "Encumena Reqa ya sivîl" Leyla Mistefa, û endamên Encumena Milîsên (QSD) ji xêveta behîdariyê ji aliyê xelkê ve belav kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê.

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Monday, 05 November 2018