31 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Dîma Mûsa, tekez kir ko vegerandina peywendiyan digel rêjîma Esed dê di berjewendiya rêjîmê û hevalbendên wê de be, û bi taybetî Îran, û bal kişand ser paşketina rola erebî di piştgiriya maf û daxwazên miletê Sûrî de, û siyaseta hin dewletên erebî hişt ko Îranê bêtir têwerdana herêmê bike, nuha bi behaneya ko dixwazin rola wê têk bibin, dixwazin peywendiyan digel rêjîma Esed deynin.

Mûsa di daxuyaniyên xwe yên nû de got: ‘’Me hêvî dikir ko dewletên erebî berdewam li rex miletê Sûrî rawestin, ji kêmayî ji hêla sincî û mirovî ve, ew sedemên ku ji bo wan komkara erebî sala 2011ê endametiya rêjîmê da rawestandin, û balyozên xwe ji Şamê vekişandin. ‘’

Û got ku operasiyonên kuştin û êşkencedanê û girtinê û binpêkirinan bi hemû cûreyên xwe ve hêj hene, û Esed kirdeyên xwe hîç neguhertine, û berdewam kir û got: ‘’rêkxistinên mafên mirovan li ser vegera dezgehên ewlehiya rêjîmê wek berê diaxivin, li herêmên ko lihevhatinên kotekî pêk anîne, hem jî raportên dema dawî li ser operasiyonên kuştina girtiyan di zindanên Esed de axivîne. ‘’

Û got: ‘’Bi rastî em dilsar bûn dema me xwe avêt biraderên xwe yên Ereb, ko ziman, çand, ol û dîroka me yek e, me helwesteke din ji wan guman dikir, em nuha dibînin ko hin ji wan ber bi rêjîmê ve dibezin, bo peywendiyên diblomasî digel vegerînin, bi behaneya piştgiriya miletê Sûrî, ko heman rêjîmê bêtir ji nîvê milet koçber kiriye, û nêzîk milyonek mirov kuştiye, û tev de dizanin evên ko hatine koçberkirin cih nîn e ko lê vegerin, eger rêjîma Esed bimîne. ‘’

Mûsa got: ‘’Vegerandina peywendiyan di navbera vê rêjîmê û çi dewletê tenê xizmetek e ji bo rêjîmê û hevalbendên wê, û rê li ber têwerdana Îranê nagire, berevajî; dê rêyek be bo piştgiriya Îranê jê re, hem jî dê rewatiyê bide desthilata Esed tev ko miletê Sûrî wê red dike.‘’

Destnîşan kir ko tiştê çêbû: ‘’Paşvegera salên bûrî diyar dike ya ko hişt rêjîm û milîtanên Îranî di xaka Sûriyê de bipêş ve herin. ‘’

Berdewam kir û got: ‘’ Em gihan qonaxa ko Rûsya û Îranê dabînkerên danûstandinan bin, bi sedema ko civaka navdewletî û dewletên erebî bi taybetî, dest ji miletê Sûrî berdan, û van siyasetan hişt ko çi pêşkeftin di pirosêsa siyasî ya Cinêvê de çênebe, û nuha ev pêngav dê piştgiriyê bidine rêjîmê, û hevalbenbdên wê ko êdî di danûstandinên siyasî de beşdar nebin.‘’

Her weha opozisyona Sûrî tekez dike ko ewê berdewam be bo berevaniya daxwazên miletê Sûrî, tako azadî û rûmetê bidest bixe, û bal kişand ser ko çareserî li Sûriyê ‘’ siyasî ye, li gora biryarên navdewletî yên Encûmena ewlehiyê derbarê Sûriyê, û ya pêşî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 .‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî

29 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, tekez kir ko miletê Sûrî yê ko ketiye ber kuştin û êşkence û koçberiyê bi destê hêzên Esed, gihaye xalekê ko veger jê nîn e, û got ku giring e çareseriya siyasî li Sûriyê li gora biryarên navdewletî yên Encûmena ewlehiyê yên derbarê Sûriyê be, wek daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.

Camûs di daxuyaniyên taybet de evro şemiyê got ku vegerandina peywendiyên hin dewletên erebî digel rêjîma Esed şaşiyeke istiratîcî ye, û bêtir got ko ew dewletên Erebî kûriya peywendiyên di navbera rêjîma Esed û rêjîma Îranî de nizanin, û tê nagihêjin çendî pirojeyê herdu aliyan pev girêdayî ye, û got: ‘’ Herdu hevdu tekûz dikin.‘’

Camûs bal kişand ser hewildanên ko dixwazin viyana miletê Sûrî piştguh bikin, û yên dixwazin tawankariyê biser bixin, û nehêlin dadwerî misoger bibe, dê bihêlin gihaştina aştiyê li welat bibe xewnek, destnîşan kir ko dibe ew pêlên tûndûtûjiyeke nû çêbikin, û delîveyê li pêşberî xuyabûna Daiş ji nû ve vekin.

Û got ku miletê Sûrî ji hemû demên bûrî bihêztir e, û ew li ser daxwaziyên xwe yên rewa bo azadî û rûmetê sûr e, û berdewam kir: ‘’Em bo misogerkirina daxwaziyên miletê xwe kar dikin, ji ber vê yekê em dê bi her awayî kar ji bo pirosêsa siyasî ya rastî ya bi serkêşiya Netewên Yekgirtî li gora biryarên navdewletî bikin. ‘’

Camûs daxwaz ji hemû hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê kir ko bi daxwazên şoreşê pabend bin, heta avakirina sîstemeke dîmuqratî ya rastî ya piralî û dadwer û yeksan, û tekez kir ko serdema zordarî û koletiyê çû, û nema miletê Sûrî lê vedigere, û nema riswayê dipejirîne.

Her weha tekez kir ko tawankariyên rêjîma Esed û hevalbendên wê kirine; jibîr nabin, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko vekolînên navdewletî derbarê tawankariyên cengê yên li Sûriyê bûne pişopîne, û dadpirsînê li gel hemû berpirsiyarên wan bike.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzêm Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ligel Desthilata Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê duhî pêncşembê civîneke awarte lidar xist, têde li ser rewşa mirovî ya aloz ko niştecihên kampên bakurê Sûriyê tê re dibûrin bi sedema bahozên tund yên ji çend rojan ve berdewam in rawestiyan.

Civîngeran behsa pirogramê bersivdana rewşa awarte ji aliyê Desthilata Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya piştgiriyê hem jî pêdiviyên lezgîn û yên giring yên ko ji Netewên yekgirtî û rêkxistinên navdewletî têne xwestin kirin.

Tîma Hevrêzkarên bersivdana hewcedariyên bakur diyar kir ko hejmara yên ziyan li wan bûne bi sedema bahozên baranê bêtir ji 6500 malbatên derbider e, û bal kişand ser ko hejmara çadirên li ber lehiyê çûne bi tekûzî li kampa Etme giha 220 çadirî, û 550 çadirê din tije av bûn.

Hevrêzkaran destnîşan kir ko kampên ziyan li wan nebûye fişareke mezin dîtin bi sedema hatina malbatên ko bi sedema lehiyan derbider bûne, hem jî hejmarek ji malbatan çûne mizgeftên derdorê.

Berevaniya sivîl ya Sûrî ragehand ko ew amade ye û hemû endamên wê amadekirî ne, her weha hevrêzkarên pêverabûnê daxwaz ji hemû rêkxistin û desteyên mirovî yên li bakurê Sûrî kir, ko kar bikin bo hemû tîmên xwebexş têxin amadebaşiyê tako ber bi kampên li ser dirêjahiya otostirada Bab Elhewa û heta Meeret Elnuman tevbigerin.

Her weha Hevbendiya Niştimanî gazî li Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî û yên hawarhatinê kir, bo derbider û koçberan û bi taybetî zarok û birîndaran rizgar bikin.

Idlib û gundewarê Heleb û Hemayê ew tenê cihê ko derbider û koçberên bi kotekî bi destê rêjîma Esed dikarin xwe lê bigirin, û li gora serjimara tîma hevrêzkar pêverabûnê ya bakurê Sûrî herêm dora 1039 kamp ji nav wan jî 133 kampên bêserûber hene.

Çalakvanan di mîdya civakî de kampaniyên piştgiriyê bo niştecihên kampan destpê kirin, tako dengê wan bigihînin cîhanê, û silogana wan ‘’Em bi niştecihên kampan re ne ‘’, ‘’em hemû berpirsiyar in. ‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî

27 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û dezgehên navdewletî û yên hawarçûnê kir, ji bo bidehhezaran koçber û awareyên li kampên bakurê Sûriyê rizgar bikin, ewên rastî bahozeke baranê di van herdû rojên derbasbûyî de hatibûn.

Hin çalakvanên deverê gotin ku bi sedema barana zêde; lehî rabû, û av derbasî nava kampên Gundewarê Heleb û Idlibê bû, ew kampa koçber û awareyên ku bi zorê li ser destê rejîmê ji deverên cuda yên Sûriyê koçber bûne dihewîne, û destnîşan kir ku piraniya xelkên van kampan neçar bûn ku ji çadirên xwe derkevin, ji ber ava zêde ya ku derbasî kampê û çadirên wan bûye.

Hin medyaya xwecihî ji ser zarê yek ji awareyan veguhestiye ku rewş her ku diçe zehmetir dibe, bi sedema berdewamiya barîna baranê, û lê zêde kir ku li wê deverê bi dehan malbat bê cih li çolan mane, û li hêviya alîkariya tîmên bergriya şaristanî û rêxistinên mirovî û yên hawarhatinê ne.

Her yek ji Idlib û Gundewarê Helebê yê Bakur, tenê ew cihên ku xelkên bi zorê li ser destê rejîma Esed hatine koçberkirin berê xwe didinê, û li gor serjimêriyîn "Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li bakurê Sûriyê" ev dever derdora 1039 kampan li xwe digre, ku 133 kamp bi awayek bêserûber hatine avakirin.

Herwiha wê tîmê daxwaz ji tevahiya rêxistin û desteyên mirovî yên li bakurê Sûriyê kir, ku tevahiya tîmên xwe yên xwebexş û hawarçûnê bixne amadebaşiyê, û bi hewara kampên di navbera otostrada Bab El-Hewa û Meret El-Numan ve biçin, ji ber lehiyê û binavbûna hejmareke zêde ya çadiran û zehmetiya pêwendiya ligel deverên derdora kampan.

Hevdem Bergiriya şaristanî ya Sûriyê rewşa amadebaşiyê ragiahnd, û tevahiya endamên xwe xistin rewşa amadebaşiyê, û di daxuyaniyekê de got ku ev yek hate kirin li ser daxwaza bangewaziyên ji xelkê kampan yên ji wan re hatibû, da ku hinekî rewşa wan ya zehmet ya ji encama barîna baraneke zêde û rabûna lehiyê xerab bûye, û hejmareke kamp binav bûne, sivik bikin,.

Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.

26 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Endulmecîd Berekat, got ku armanckirina hêzên rejîma Esed ji navendên bergiriya şaristanî yên ku ji bo xizmeta welatiyan hatine avakirin, di çarçoveya berdewamiya rejîmê di mejiyê tawankariyê de tê, û her aliyekî ku xizmeta welatiyan dike , wek gefê ji desthilata xwe re dibîne.

Berekat got ku rejîma Esed li dijî hemû damûdezgehên ku xwe li ser erdê li deverên azadkirî çespandine radiweste, ew dezgehên bi dirêjahiya dema derbasbûyî , tevî hebûna astengiyan, karê xwe dikin, lê zêde kir ku rejîm dixwaze her alyekî yan dezgehekê ku bandora wê ya rasterast li ser kolana Sûrî hebe tine bike.

Berekat destnîşan kir ku rejîma Esed ne tenê şer û bombebarana Dezgeha Bergiriya Şaristanî kir, û ligel hevlbendê xwe Rûsiyê hewil da wê rêxistinê ji bakurê Sûriyê dûr bixe, ji ber wê tawanên rejîmê li dijî sivîlan pêk anîbû di dema salên derbasbûyî de eşkere dikirin.

Berekat tekez kir ku rejîma Esed ne tenê ji Rêxistina Bergiriya Şaristanî ditirse, ji ber ku rêxistineke serkeftî ye, lê ji ber ku ev rêxistin bûye rêxistinek navdewletî û mirovî, û rejîm fêr bûye di dirêjahiya desthilata xwe de ku tevahiya damûdezgehan li jêr dest û kontrola wê de bin.

Endamê Desteya siyasî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bi berpirsyaretiya xwe ya exlaqî û mirovahê rabe derbarê tişta ku li Sûriyê rû dide, û serderiyeke cidî ligel rejîmê bike, da ku berdewamiyê nede tawanên xwe, û parastina welatiyên sivîl yên Sûriyê ji hovîtiya rejîmê û hevalbendên wê jî bike.

Bergiriya Şaristanî li Hemayê, Doh roja Sêşemê ragihandibû ku hêzên rejîmê bi topan navendeke wan li bajarê Morik ku gundewarê bakur topbaran kiribû, û bi temamî hatibû wêrankirin.

Herwiha rêbendên rejîmê navenda Bergiriya Şaristanî bi 15 topên mûşekî kirbû armanc, ku bi temamî wêran bû, herwiha çend ambulans jî hatin têkbirin, û di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn û zirar gihişte çend navendên din yên pijişkî yên nêzîkî wê deverê.

Berya niha jî di naverasta vê mehê de Bergiriya Şaristanî ya Sûriyê 100 hezar car dîtina firokeyên rejîma Esed û hevalbendên wê li ser deverên azadkirî ji meha Tebaxa sala 2016an belgeh kirbûn.

Hêzên rejîma Esed wan deveran armanc dike, tevî rêkeftina îmzekirî di navbera Rûsiyê û Tirkiyê de di 17ê Îlona derbasbûyî de, û naveroka wê rêkeftinê bicihkirina agirbestê ye, û avakirina devereke bêçek ku deverên di jêr destê rejîma Esed û deverên di jêr destê Artêşa Azad ya Sûriyê ji hev cuda bike.

Jêder: Ragiahndina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

26 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de duh tekez kir ko hêj bi hezaran xortên Sûrî yên dilsozên welatê xwe bi rengek hovane li ser destê Esed tên dardakirin, di çarçoveya tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê, yên rêjîm li hindirê zindana Seydnaya bêrawestan pêktîne.

Û destnîşan kir ko rêjîm wê di van tawankarî û pilanan de berdewam be, tako tirsê di dilê sivîlan de biçîne û nuhok û paşeroja wan bikuje, eger gefin jidil lê nebin, û kes tune be rê li ber wî bigire, û giring e hemû aliyên kartêker di civaka navdewletî de pê rabin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser hişyariyên berdewam ko wan di heyvên bûrî de dane, bi vekolîneke rojnamevanî ya rojnameya Waşinton post belev kir tekez bûn, û aşkere kir ko dardakirin di wê zindanê de bêtir bûye.

Hevbendiyê got bi hezaran malbatên Sûrî ji çend salan ve di tirs û nîgeraniya berdewam de dijîn, derbarê çarenivîsa zarokên xwe, û ew li benda helwesteke erênî ji civaka navdewletî ne, an têwerdaneke kartêker ko dadweriyê pêk bîne.

Hevbendiyê got ku rêjîm û hevalbendên wê dixwezin berdewam bin di pêngav û tawankariyên rêbazkirî de, ko amanca wan têkbirina çareseriya siyasî ye, û demjimêrê bipaş ve vegerînin, li ser kelaxan û xwîn û wêraniyê û tawankariyên ko di salên bûrî de pêk anîne.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got rawestandina tawankariyên cînosayidê derheqê girtiyan de pêşindeyeke nabe dereng bikeve, û ew berpirsiyariyeke tevayî ye, bo hemû dewlet û rêkxistinên baweriyê bi mafên mirovan û nirxên azadiyê tînin, divê fişarê bidin bo operasiyonên êşkenceyê rawestînin, û kar bikin ji bo xelkên Sûriyê ji girtin û binçavkirina kotekî biparêzin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya

25 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Komîsyona Niştimanî ya karubarên kesên binçavkirî û bêserûşûn û endamekê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Yasir El-Ferhan, tekez kir ku Washington Post di rapora xwe ya dawiyê de li ser bidarvekirina kesên binçavkirî ji aliyê hêzên rejîma Esed, hişyardariyên me yên me dane civaka navnetewî li ser ku rejîm berdewam e di rêbaza xwe ya terorkirina hemû dijberên siyaseta xwe piştrast dike.

El-Ferhan diyar kir ku rejîma Esad bêdudilî di bin her şert û mercan de bi pêkanîna tawanan radibe, û hişyarî da ku heger rejîm hêza xwe ya leşkerî vegerîne dê dirindetir bibe li dijî hemû dengên li dijberî desthilatdariya xwe.

Wî diyar kir ku ligor belgeyên pêşîn yên rêxistinên mafên mirovan ku zêdetir ji 964 kes her ji destpêka sala 2018'an bi tenê de di bin îşkenceyê di girtîgeh û navendên binçavkirinê de hatine kuştin, ku dê bêdudilî berdewam be li ser kiryar û tawanên herî kirêt li dijî gelê Sûriyê.

Hêjayê gotiyê ye ku Washington Post raporteke dirêj derbarê bidarvekirinan di girtîgehên rejîmê de belav kiribû, û têde diyar kiribû ku girtîgehên pir qerebalix ji kesên binçavkirî ji ber bidarvekirinên bi kom mane vala her ji dema kontrolkirina hinek parêzgehên Sûriyê ji aliyê rejîmê.

Rojnameya navhatî gotibû ku gelek kesên binçavkirî yên bi cezayê mirinê dimirin berî bêne sêderadan ji ber xwarina pîs û nebûna çavdêriya pizîşkî û îşkenceyê, û gelek caran jî ji ber têkçûna rewşa derûnî û psîkolojîkî.

Rojnameya Washington Post diyar kir ku rejîma Esed bersiva daxwaza şîrovekirina me li ser vî babetî neda, û got ku rejîma Şamê bi darvekirina kesên binçavkirî bi carekî mukur nehat, û ti amar li ser hejmara kesên hatine bidarvekirin nedaye, û herwiha ti çavkaniyên serbixwe nînin li ser hejmar kesên hatine bidarvekirin.

Raporta rojnameyê diyar kiriye ku di wêneyên satelîtê yên di meha Adarê hatine girtin de, bi dehan termên reş têne dîtin, ku pisporên pizîşkî dibêjin ku kelexên mirovan in.

Herwiha hin wîneyên din ên satalîtê yên ji navçeyeke leşkerî li nêzîkî Şamê hatine girtin, gorên bikom yên ji aliyê rêxistina lêborîna navdewletî Amnesty eşkera dike, tevlî ku hejmara goran di goristanekê de herî kêm ji destpêka vê salê de pir mezin bûye .

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

24 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Mihemed Yihiya Mektebî, dît ku serdana Elî Memlûk serokê ofîsa ewlekariya rejîma Esed ji bo Misirê, dikeve di çarçoveya hewldanên ji bo vejînkirina rejîmê, û bi gaveke bêhûde dît bi rejîmeke rewatiya xwe ya mirovî û siyasî li pêşiya tevaya cîhanê jidest daye.

Mektebî got: Serdana Memlûk dikeve di çarçoveya hewldanên berdewam yên ji aliyê hin aliyan yên ji bo normalkirina têkiliyan û dubarekirina desthildariya serokê rêjîmê û rakirina dorpêça navnetewî ya li ser wî dixebitin, bi taybetî ji ber ku serdana Memlûk yekser hat li pey serdana serokê Sûdanê Omar El-Beşîr.

Mektebî diyar kir ku rejîma Esed bi rêya van serdanan, dixwaze peyamekê bide dest welatên erebî û civaka navnetewî, û diyar bike ku ew hîn jî zindî ye û têkilî ligel dibin.

Hevdem ku hewldanên ji bo vejînkirina rejîmê bû cihê karvedana hin aliyên erebî û navdewletî, nemaze serdana Serok Omar El-Beşîr li heftiya borî ji bo Şamê û civîna bi Bişar Esed re, ku Yekîtiya Ewropayê hişyarî da li hember vê pêgavê, û bal kişand ku dem ji bo asayîkirina têkiliyan bi rejîma Esed re hêjî neguncav e, û divê ev kar li hêviya rêxistin û sazîyên navnetewî be.

Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê dadweriya Frinsa li mijdara 2018'an, fermana girtina navnetewî li dijî sê berpirsên bilind yên rejîma Esed hatibû derxistin, û Alî Memlûk jî di nava wan de bû, ku ew berpirsyarê bi rastî yê piraniya dezgehên ewlekariyê yên rêjîmê ye.

Herwiha ku li demeke berê ji aliyê rêxistina "Amnesty" dozgeriya ji aliyê dadweriya Frinsî ji bo girtina berpirsên bilind yên rejîma Esed bi "gaveke giring ji bo bicihanîna dadperweriyê" dîtibû, û bang li civaka navnetewî kiribû ji bo standina biryarên mîna wê ji bo bidawîkirina bêcezakirina sûcdaran .

Ku Memlûk di sala 2012'an de wek serokê ofîsa dezgeha Ewlekariya rejîmê hat destnîşankirin, ku ew yek ji kesên herî nêzîkî Bişar Esed e, û navê wî di lîsteya sizayên Ewropayê de hatiye, ya li ser karbidest û alîgirên rejîmê hatiye sepandin

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

21 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Bi amadebûna şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya Ebdilrehman Mistefa, û bi beşdarbûna dora hezar kesayetiyan ji nûnerên nêzî 150 hoz û êlên Sûrî, evro înê li bajarokê Sico yê nêzîkî bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, kongirê giştî yê hoz û êlên Sûrî lidar ket.

Silogana kongir “Dest bidin hev tako em Sûriyê ji rêjîma Esed û rêkxistinên tirorist rizgar bikin, û aştî û aramiya milî pêk bînin, û yekîtiya xak û miletê Sûriyê misoger bikin”.

Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ‘’Kurên hoz û êlên Sûrî rastiya hebûna niha ya şoreşa Sûriyê ne’’, û di gotina xwe de li ser rola giring û ya erênî ya hoz û êlên Sûrî di dîroka Sûrî de, û çawa tevna civaka Sûrî parastine axivî.

Û got: ‘’ em vê pêngavê pîroz dikin, û hêvî dikin ko ev bihêle bizava karê hevbeş û yê yekrêziyê berdewam bimîne‘’, û tekezî li ser rola wan di parastina yekîtiya xak miletê Sûriyê kir.

Bal kişand ser ko eger ne ji rola hoz û êlên Sûriyê ba; serkeftina dijî Daişê pêk nedihat. û bêtir got: ‘’ we digel berên din yên miletê Sûrî, rêkxistin û milîtanên din eşkere kirin, yên ko dixwestin amancên xwe yên lidijî amancên miletê Sûrî misoger bikin, ew rêkxistinên li jêr ferman û rêberiya rêjêma Esed kar dikirin, û gef bûn li ser yekîtiya Sûriyê.‘’

Û berdewam kir: ‘’em çi çareseriyê napejirînin eger daxwazên miletê Sûrî di azadî û dadwerî û rûmetê misoger neke. Em her li ser yakîtiya xak û miletê Sûriyê sûr in, ew bingeha ko Sûriyan razî bike, û em berdewam kar ji bo avakirina rêjîmeke nû ya dîmuqratî bikin, têde rêz li mirov û azadî û rûmeta mirov bê girtin. ‘’

Gotin bi tekezkirina li ser rola şoreşa Sûrî û hemû dezgehên wê bo berdewamkirina rizgakirina Sûriyê ji zordestiyê bidawî kir, û spasiya rola Tirkiyê kir ko tiroristiyê têk dibe, û herêmê ji komên tirorist rizgar dike, û piştgiriya xelkên Sûriyê û koçberên kotekî û yên ji bermîlên rêjîmê û hevalbendên wan reviyane dike.

Di daxuyaniya dûmahiyê de şêxên hoz û êlên Sûriyê tekezî li ser pirinsîbên şoreşa Sûriyê bo azadî û rûmetê kir, bo rûxandina rêjîma Esed bi hemû simbolên wê, û şandina berpirsiyaran ber bi dadgeheke dadwer , û her weha tekezî li ser derkirina hemû hêzên tirorist û milîtanên mezhebperest û hêzên biyanî yên dijberî miletê Sûrî kir.

Û li ser vegera rola hoz û êlên Sûrî ya dîrokî tekez kirin, ko herdem rêjîmê û milîtanên wê dixwestin wê rolê lawaz bikin, û wan ji mijara siyasî û karûbarê giştî û rola wan ya şaristanî dûr bikin.

Nûnerên hoz û êlên Sûrî berê zincîreke civîn lidar xistibûn, û komîteke amadekariyê ji endamên hemû hoz û êlan damezirandine, û gihan encama ko vî kongirî li herêmên rizgarkirî li Sûriyê lidar bixin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

19 December 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên rêjîma Esed herêmên niştecihan li gundewarê Hema û Idlib û Helebê bi topxan û mûşekan amanc kir, di heman çaxê ko Netewên Yekgirtî gihaye qonaxên dawî ji pirosêsa ragehandina komîta destûrî û destpêkirina karê wê, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko rêjîma Esed vê rêbaza leşkerî di ser ya siyasî re dibîne.

Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko hêzên rêjîma Esed dîsa peymana Idlibê binpê kirine, û taxên niştecihan li bajarê Elletaminê li gubdewarê Hema yê bakur bombebaran kirine, û bi mûşekan çend herêmên derdorê jî bombebaran kirine, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûne, û bi berfirehî taxên niştecihan wêran bûne.

Her weha bajarokê Elmensûre li gundewarê Helebê ketine ber topa hêzên Esed, û bajarê Circinaz û derdora bajarokê Has li gundewarê Idlib ketine ber bombebarana mûşekên zemînî.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya di demeke berê de tekez kiribû ko rêjîma Esed hêj red dike jidil têkeve pirosêsa siyasî, û bombebarana herêmên rizgarkirî berdewam dike, û sivîlan digire û wan heta mirinê êşkence dike.

Û Yihya dibîne ko ew operasiyonên leşkerî yek ji kirdeyên rêjîmê ne da bêserûberiyê çêbike, û derfeta siyasî têk bide, wek ko ana bo destpêkirina karê komîta destûrî çêdibe.

Û got: ‘’ Rêjîm çi çareseriyên siyasî napejirîne, û daxwazên miletê Sûrî ên ko di destpêkê de di asta xwe ya herî kêm de bûn red dike‘’. Û berpirsiyarî tev da ser milê rêjîmê, çi ya xerbkirinê be, an zehmetkêşiya gelê Sûriyê û kuştarên berdewam be, û got: ‘’ Esed kêmtirîn vegera ji helwesta xwe wek destpêka dawîhatina xwe dibîne.‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: December 2018