Tora Sûrî ya mafên mirov, duhî roja sêşemê di raportekê de diyar kir ku 12 kes li heyva borî bi işkenceyê di girtîgehên rijêma Esed de hatine kuştin.
Di raportê de hatiye ku gelek caran lêdan û eşkencedan dibe li ser asasekî mezhebî û regezperistî, û bal kişandiye ku berdewamiya şêwazê eşkencê li Sûriyê bûye “rengekî asayî û bi awayekî dijwar û hovane pêktê”.
Û tora Sûrî ya mafê mirov li roja yekşemê di raportekê de gotibû ku di heyva adarê de bi awayekî berfereh tawan li dijî sivîlên Sûriyê hatibûn pêkanîn, û bi taybetî li Xûta rojhilat ya bibû aramca hêzên Rijêmê û Rûsiya.
Û tora navhatî li demeke pêştir kuştina 1389 sivîlan li heyva reşmeha borî bi sedema bombebarankirina hêzên Rijêmê dîkoment kiribû, û tevlî binpêkirinên hatibûn pêkanîn ji gekek aliyan li dijî sivîlên Sûriyê û biyaniyan, wek binçavkirin û girtina neyasayî û bidarvekirinên meydanî yên digehêjin asta tawanên dijemirov.
Ji aliyê xwe ve sikirtêrê NY Antonio Guterres, li roja 26’ê adarê cext li ser giringiya raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî û dadgehkirina tawankarên şer yên li Sûriyê kiribû.
Tora Sûrî di dawiya raoprta xwe de daxwaza giringiya pêkanîna lêkolîneke bilez derbarê mirina girtiyên di zindanên Rijêmê de kiriye, û daxwaza rawestandina cîbicîkirina hukmên bidarvekirinê yên derheqê girtiyan derketine kiriye, ji ber ku mukirhatin bi lêdan û eşkencedana hovane ji girtiyan têne standin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî