28 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku Rijêm û Rûsiya berdewam in li ser kiryarên qirkirinê li Xûta rojhilat, û bal kişand ku oparesyonên leşkerî nehatine rawestandin û da zanîn ku serokê encûmena xwecihiya bajarokê Elşîfoniyê "Mihemed Camûs" û du endamên encûmenê di komkujiyekê de hatin kuştin.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de dîtiye ku Rijêm û Rûsiya bi sivkayî li biryara navdewletî dinerin û dibîne ku ew tenê hibra li ser kaxezê ye, û wê wek derfet bikar tîne ji bo timamkirina pirojê xwe yê qirkirinê li Xûta rojhilat.

Hevbendiya Niştimanî bal kişandiye ku Rûsiya, bûye aliyek serekî yê nakokiyan, û berpirsyaretiya tawanên şer li Sûriyê bi awayekî rasterast dikevin hustê wê de, û xizmeteke belaş bo terora sînorbir û rêxistinên wê pêşkêş dike.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî sersaxî da malbatên şehîdan, û dubare tawanên berdewam yên li dijî xelkên Sûriyê şermezar kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi erkê xwe li hember parastina sivîlan rabe, û daxwaza pûçkirina vîtoya Rûsiya ya berdewam li konseya ewlekariyê kir, her weha daxwaza standina biryar û bikaranîna fişarên pêwîst ji bo rawestandina qirkirina niha li Xûta rojhilat dibe kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

27 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Encûmena wezaran ya Ewropî navê du wezîrên nû yên rêjîma Esed li ser lîsta xwe ya sizakirina rêjîma Esed ya ji destpêka şoreşê de sala 2011ê derketiye.

Daxuyaniya encûmena wezaran ya Ewropî destnîşan kir ko Biroksil hêj çareseriyê li Sûriyê ya siyasî dibîne, û tekez kir ko ‘’ew piştgiriya karê şandyarê Netewên yekgirtî yê taybet bo Sûriyê û danûstandinên navbera Sûriyan de li Cinêvê dikin ‘’ .

Li gora biryara Ewropî ya nû hejmara berpirsên rêjîmê yên ketine ber sizayên Ewropî gihaye 257 kesan û 67 deste û kompaniyan , Biroksil dibêje ku destê wan di tundûtûjiya lidijî sivîlan de heye, û anî ziman ko wezîrên nû yên ketin lîsteya sizayan: wezîrê çaksazî û yê ragehandinê ne.

Sizayên nû li ser Sûriyê gelek biwarin ji wan rawestandina weberhênanê û biliokkirina pereyên banka navendî, her weha nehêlana anîna alav û teknolociya Ewropî, yên ko dibe ji bo zordariya li hinder bên bikaranîn.

Yekîtiya Ewropî di tîrmeha sala borî de biryarek derxist tê de siza danî li ser 16 berpirsiyarên rêjîma Esed çimkî guman li ser wan heye ko destê wan di êrîşa kîmawî de ya li ser Xan Şêxûn li gundewarê Idlib heye.

Biryara Ewropî di wê hingê de gotiye ko ew kesên ketine ber sizayan destê wan di pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî de li dijî niştecihên sivîl li Sûriyê heye, sizayên nuha yên Ewropî li ser rêjîma Esed takekes an deste dê heta yekê tîrmeha 2018ê bin.

Sizayên li ser rêjîma Esed qedexekirina petrolê û astegkirina bergirtin û rawestandina pereyên benka navendî ya Sûrî ya li yekîtiya Ewropî , her weha nehêlana anîna alav û teknolociya Ewropî, û siza di 29.05.2017ê heta 01.06. 2018ê hatin dirêjkirin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans

27 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî, reftara Rûsiya û şêweyê şirovekirina wê ji biryara konseya ewlekariyê 2401 re rexne kir, û dît ku êdî biryar bêsûde maye û dibe ku bibe sedema encamên nerênî.

Elherîrî, îro roja sêşemê got ku "hîç nirxê vê biryara navdewletî nîne piştî biryara Rûsiya piştî ragihandina agirbestê û dabînkirina kirîdorekî aram bo sivîlan", û got ku armanc ji vê yekê "valakirina xûta ji xelkê wê û guhertina demografî ye", û dît ku ev tişt bi carekê pesend nabe".

Elherîrî bal kişand ku Mosko derfeta çareseriya siyasî bi destê xwe jinav dibe, bi rêka "tawankariyên xwe li dijî gelê Sûriyê û daxuyaniyên tûj û dûr ji rastiyê, ku bi tenê derbirîna helwesta wan dike", û cext kir ku "heger ew daxwaza gelê Sûriyê ya çûna Esed bi tundrew dibîne, bila cîhan tev bizanibe ku em şanaziyê bi vê yekê dikin".

Tê zanîn ku duhî ji aliyê Rûsiya agirbesteke tekalî ku wê rojane 5 demjimêr bin ragihand, berovajî tekista biryara konseya ewlekariyê ya ji bo agirbesteke 30 rojî, herwiha daxwaza derketina sivîlan bi rêka kirîdorên aram kir, ku pêwîstibû alîkariyên mirovî bo pêwîstdaran bi rêka wan kirîdoran hatibana derbaskirin.

Berdevkê desteya danustandinan Yihiya Eler'îdî got ku çi cudahî nîne di navbera vîtoya konseya ewlekariyê û vîtoya li ser erdê de", û got ku "12 caran vîto ji aliyê tawanbar potîn hatiye bikaranîn", û cext kir ku "armanca Rûsiya û Îran heman armanca Rijêma stemkar e".

Hêjayê gotinê ye ku konseya ewlekariyê li roja şembiya borî biryara 2401 bi tevahiya dengan stand li ser agirbesteke 30 rojî li Sûriyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo kesên pêwîstdar.

Û ji aliyê çalakvanên navçeyê diyar bû ku ev biryar nehat cêbicêkirin, herwiha ku hêzên Rûsiya û Rijêmê hêjî di êrîşên xwe yên leşkerî û esmanî berdewam in, û bûne sedema kuştina bi dehên kesan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Yasir Elferhan tekez kir ku divê kiryarên koçberkirina neçarî yên li Sûriyê hatin pêkanîn bikevin di rojeva karên sereke yên NY de, û vegera hemû koçberan bo cih û warên wan bê dabînkirin, nemaze li dema ew çavdêriya pirosesa siyasî û ya danustanan li Sûriyê bike.

Ev peyvên Elferhan îro li Cenêvê hatin di parêwza civîneke xula asayî ya 37'an ya encûmena mafên mirov de, ya hatiye ji bo gengeşekirina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk li Sûriyê.

Ev civîn hat lidarxistin bi beşdariya hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî û nûnerên bergiriya sivîl ya Sûrî û hin saziyên civaka sivîl, bi amadebûna hin şahidhalan yên bi neçarî ji cih û warê xwe koçber bûne.

Elferhan bal kişand ser ku kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk ji aliyê çend aliyên serekî hatine pêkanîn, û tekez kir ku rijêma Esed tê di serê wê lîsteyê de, tevlî milîsên "PYD"ê.

Elferhan cext kir ku niha gefên koçberkirina neçarî li 400 sivîlên li Xûta yên dorpêçkirî tên xwarin, li dema cêbicênekirina biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2401 ya ji bo rawestandina kuştinê û cêbicêkirina biryara 2254 ya ji bo agirbestê bi awayekî yekcarî û rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyên mirovî û serbestberdana girtiyan.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Elyosif ji aliyê bergiriya sivîl ya Sûrî got ku sivîl ji aliyê hêzên Rijêmê tên dorpêçkirin bi armanca neçarkirina wan li ser barkirinê, û bal kişand ku ji aliyê wan 16 kiryarên koçberkirina neçarî li 11 navçeyên ciyawaz li Sûriyê hatin dîtin.

Elyosif cext kir ku divê kirîdorên mirovî ji bo derbaskirina alîkariyan be ne ji bo raguhestina sivîlan be, wek hin bûyerên li hin navçeyan yên bi çavdêriya NY bûn, û kiryarên koçberkirinê bi tawanên şer binav kirin, û dadgehkirina tawanbaran bi karekî pêwîst dît.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

24 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Bobelata mirovî li Xûta rojhilat zêdetir dibe ligel berdewamiya bombebaranê li ser taxên nişteciyên wê û têkşikestina konseya ewlekariyê di standina biryarekê de ji bo rawestandina êrîşên leşkerî yên wêranker.

Encûmena parêzgeha Şamê ya ser bi wezareta rêveberiya xwecihî ya hikûmeta demkî ve nameyek ji aliyê xwe ve bi riya Hevbendiya Niştimanî ji bo serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan pêşkêş kir, û têde daxwaza destêwerdaneke bilez kir ji bo parastina jin û zarokên Xûta rojhilat, da rê li pêşiya rêjêmê bigire ji bo êrîşî deverê neke û komelkujiyan pêk neyne, û serokê Tirkiyê han da ji bo karê rakirina bi yekcarî ji dorpêça li ser Xûtayê re bike, ji ber bandoreke wî ya mezin li ser herdu astên navdewletî û Îslamî heye.

Li ser malparên tora civakî parçevîdiyoyek li ser malbateka Xûta rojhilat ya ku zaroka wan bi sedema bombebarana firokên Rijêmê jiyana xwe jidest daye hatiye belav kirin, û papîrê zarokê di rewşek têkçûyî de diyar dibe û li pêşiya kamîrê dibêje "Ez dixwazim ew bimire ji bo bi xem û xemgînî nejî", wek amajepêkirinekê bi rewşa mirovî ya xerab li navçeya Xûta rojhilat.

Xûta rojhilat ji pênc salan ve hatiye dorpêçkirin, û niha rastî êrîşeke serbazî ya dijwar dibe ku bûye sedema kuştina bi hezaran û wêranbûna navçeyê bi awayekî berfireh, tevlî kêmbûna kelûpelên xwarinê û yên pizîşkî ku bûye sedema mirina bi dehan ji ber birçîbûn û nedermankirina wan.

Û zêdetir ji 400 şehîd û hezar birîndarî di çar rojên borî de ketin bi sedema bombebarana bi dijwarî û bikaranîna bombeyên fisforê û yên qedexekirî.

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selwa Eksiwî duhî di kongirekî rojnamevanî de daxwaz kir ku nehêlin Rûsiya dengdanê di her pirojebiryarekî derbarê Sûriyê de bike, ji ber ku ew bi xwe aliyekî sereke di şerê li dijî gelê Sûriyê de ye.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

23 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Li çend bajar û paytextên Ewropî duh xwepêşindan çêbûn bo piştgiriya xelkên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê, ya di çend rojên borî de ketiye ber êrîşên leşkerî ji hêla hêzên Esed û hevalbendên wî, di encamê de li gora rêkxistinên navdewletî bêtir ji 1500 kesî hatine kuştin û birîndar bûne.  

Xwepêşanderan hêrsa xwe diyar kirin ji Encûmena Ewlehiyê ya gelek caran têkçûye di standina helwestekê de ku tawankariyên rêjîmê derheqê sivîlan rawestîne, û berpirsiyariya tekûz dan ser milê Rûsya û dirûşm hildan li ser wan nivîsandibûn “Rûsya kujer e”.

Xwepêşinderan daxwaz kirin ko operasiyonên qirkirinê derheqê sivîlan de di cih de rawestînin, û rêjîmê pabend bikin ko bête ser masa danûstandinan û biryarên navdewletî cîbicî bike, tako veguhastina siyasî ya tekûz li gora biryara 2254 misoger bike.

Xûta rojhelat ya dorpêçkirî ketiye ber operasiyonin leşkerî yên tund ji hêla rêjîmê û milîtanên îranî bi piştgiriya firokên Rûsî, li gora rêkxistina bijîşkên bêsînor got ko 1522 kes hatine kuştin û birîndarkirin, û bêtir got ko bargehên bijîşkî yên ko ew piştgiriya wan li Xûta dikin ew agahdar kirine ko gelek kuştî û birîndar hatine.

Rêkxistinê  destnîşan kir ko 13 nexweşxane û kilînîkgeh ji sê rojan ve wêran bûne, û dibîne ko ev yek dihêle guhdana tendiristî kêm bibe.

Nûnerê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî yê karûbarê mirovî Mark Lokok di gotina xwe de ya civîna Encûmena ewlehiyê ya li Niyûyork duh pêncşembê lidar ket, daxwaz kir ko ‘’agirbesteke mirovî ya bêmerc û astengî li Xûta feriz bibe’’, û li hemû deverên Sûriyê, hişyarî da ko Xûta nuha ketiye ber kuştineke sivîlan a rêbazkirî.

Lokok got ‘’di sê rojên dawî de bi hezaran name ji niştecihên Xûta gihane me, da em bi hewara wan ve herin‘’.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

23 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko nehêlin Rûsya li hindirê Encûmena Ewlehiyê derbarê biryarên bo Sûriyê dengdanê bike, ji ber ew aliyeke di van komkujiyên li Xûta rojhelat dibin de.

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Selwa Eksoy got ku Mosko di şerê li dijî miletê Sûrî aliyekî bingehîn e, li gora peymana Netewên Yekgirtî ne ji mafê dewletên aliyekin di nakokiyê de li ser pirojeyên biriyaran dengdanê bikin, û got ku ev yek wê jikarketina Encûmena ewlehiyê bidawî bike.

Eksoy silav û rêz bo miletê Sûrî pêşkêş kirin û got: ‘’ em liberxwedana miletê me yê qehreman û mêraniya şervanên artêşa azad bo berevaniya xelkên me û rûmeta wan bilind dinirxînin, û daxwaz kir ko dorpêç ji ser Xûta rojhelat rabe û milîtanên Îranî û yên din wekû tawankar ragehînin. ‘’ 

Û tekez kir ko tiştê li Xûta rojhelat çêdibe cenga qirkirinê ye, û tawankariyên lidijî mirovîniyê ne, li dijî yasaya navdewletî û ya mirovî ne, berpirsiyariya rasterast da ser milê Rûsya û ev awa xizmeta tiroristiya sînorbir û rêkxistinên wê dike.

Her weha daxwaz kir ko madeya 21 ji biryara Encûmena Ewlehiyê ya 2118, ya ko dibêje bikarhênerên çekên kîmawî li Sûriyê divê li gora benda heftan siza bibin, û daxwaza civîna komela giştî kir bo sivîlên Xûta ji bombebarana berdewam û binpêkirinan biparêze. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

22 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ezmîneke exlaqî îro li pêşiya Encûmena ewlehiya navdewletî heye ku wê  endamên wê li ser pirojeyeke agirbesta 30 rojî li Sûriyê deng bidin.

Herêma Xûta rojhelat li gundewarê Şamê di sê rojên borî de ketiye ber êrîşeke dijawr de ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve, di encamê de bi sedan sivîl ji nav wan zarok û jin şehîd ketine.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm got: ‘’ têkçûna Encûmena ewlehiyê di pêkanîna karûbarên xwe nema tête pejirandin‘’, û got ku dengdana îro li ser pirojeyê biryarê ezmûneke exlaqî ye û têkçûna wê dê rastgoya rêkxistina navdewletî lawaz bike.

Elhekîm tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî amade ye ko zanyariyan derbarê rewşa mirovî li herêmên Sûriyê û ya sereke Xûta rojhelat bide rûniştina Encûmena ewlehiyê.

Elhekîm bal kişand ser ko tiştê li bajar û bajarokên Sûriyê bi taybetî li Xûta rojhelat çêdibe, diyar dike ku rêjîm û yên piştgiriya wê dikin bi hemû destpêşxeriyên siyasî û pêvajoya pirosêsa siyasî û ya danûstandinên Cinêvê dilîzin, û berdewam kir û got: ‘’ nuha gog di lîstikgeha Encûmena ewlehiyê de ye, û îro em li benda bersivê ne.‘’

Pirojeyê biryarê yê ko Kiwêt û Siwêdê amade kiriye,têde hatiye ku hemû operasiyonên derxistina nexweûşan û gihandina alîkariya mirovî bo herêmên dorpêçkirî û yên ziyan li wan bûye.

Balyoza Emerîkî ya libal Netewên Yekgirtî Nîkî Hîlî, daxwaz kir ko pêrabûnên bilez bibin tako sivîlên Xûta rojhelat rizgar bibin, destnîşan kir ko dem hatiye ko pêrabûnên yekser bikin ji bo zarok, jin û zilamên ketine ber êrîşên rêjîma Beşar Elesed ya hov rizgar bikin.

Wezîrê derve yê Firensî Can Îf Lodiryan di daxuyaniya wezareta derve ya Firensî de îro sêşembê tekez kir bombebarana li ser Xûta rojhelat dijberiyeke metirsîdar re  ji yasaya mirovî ya navdewletî re û binpêkirina wê ye.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans

22 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm ligel rêxerê giştî yê xwendingeha digital ya Sûrî Ebdulah Zincîr û rêveberê cêbicêkar Mehmûd Siker civiya, û ligel wan piroseyaxwendinê ya xwendevanên Sûrî bi awayekî tekûz û karînên himbêzkirina hejmarek mezin ji xwendevanên Sûrî ji bo berdewamkirina xwendina xwe gengeşe kirin.

Elhekîm di hevdîtinê de tekez kir ku "Sûriya di bobilateke mirovî de dijî bi sedema berdewamiya Rijêmê di şêwazê xwe yê leşkerî û wêrankirina bajaran û jêrxana bingehîn tevlî xwendingehan", û got ku ev bû sedema ziyaneke mezin li piroseya xwendinê û sercem nifşên xwendevanan.

Û bal kişand ku dezgehên opozisyonê rastî zehmetiyên mezin dibin di rêka peydakirina derfetên xwendinê bo xwendevanên Sûrî, tevlî baredoxên tirajîdî yên ku seqamgeriya wan zehmet kirine.

Elhekîm diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî daxwaza pîtedanê bi xwendinê ji hikûmeta demkî kiriye, bi awayekî sereke li dema pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî.

Rêveberê cêbicêkar yê xwendingehê Mehmûd Sikir ji aliyê xwe ve, şirovekirinek derbarê karê xwendingehê pêşkêş kir, û got ku xwendingeh rewşa xwendevanan li ber çav digire bi rêka piroseya xwendinê ya " digital", ku xwendevanên bêcih dikarin xwendina xwe berdewam bikim, tevlî ku "peydakirina xwendina lêçûyî" alîkariya xwendevan dike, ji bo xwegihandina salên xwendinê yên borî.

Li dawiyê Elhekîm supasiya birêveberên xwendingehê kir, û destxweşî li erk û rola wan ya ji bo piştevaniya piroseya xwendinê kir, û cext li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji van pirojeyan re kir, û rêkeftin hebû li ser gengeşekirina mîkanizmên hevkariyê ligel wezareta xwendinê ya hikûmeta demkî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

21 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Selwa Eksewî diyar kir ko tevgereke herêmî û navdewletî ya berfireh ji hêla Hevbendiya Niştimanî û desteya danûstandinan ya Sûrî ve heye tako komkujiyên rojane yên derheqê sivîlan de li Xûta çêdibin rawestînin.  

Eksewî bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî namak ji emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs re şand, tê de hişyarî da ji metirsiya ko Rêjîm û hevalbendên wê êrîşên xwe yên leşkerî li ser sivîlên Xûta rojhelat berdewam bikin.

Iksewî bêtir got ko Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de dibîne ko berdewamiya komkujiyan tê wateya têkçûna pirosêsa siyasî û tunekirina wê, daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko biryarên navdewletî kartêker bike û ya sereke 2254 û 2139 û bilez bombebaranê rawestîne û alîkariyên mirovî derbas bike.

Duh sêşembê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî civînek awarte digel serpereştên Xûta rojhelat lidar xist ji bo şêwirê li ser pêşveçûnên dawiyê û hevrêzkariyê di tevgerên navdewletî de bikin.

Serpereştên Xûta bal kişandin ser rewşa mirovî ko ber bi têkçûnê de ye, destnîşan kirin ko êrîşên asmanî yên ko Rûsya û Rêjîm pêk tînin bi mebest li bargehên bijşkî û depoyên xwarinê didin tako fişareke duqat bidin ser sivîlan.  

Her weha desteya danûstandinan ya Sûrî serdana bargehê Yekîtiya Ewropî kir li paytexta Belcîka Biroksilê û digel nûnera siyaseta derve Fîdirîkamo Girînî civiya, serokê desteyê Nesir Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de got: ‘’me çi rê û navgîn nehişt tako Xûta negihê vê çarenivîsê ‘’ got desteyê digel Rûs û Emerîkan û Yekîtiya Ewropî de danûstandin kir tako tiştê li Xûta dibe rawestînin.

Elherîrî destnîşan kir ko Rêjîm dorpêçê li Xûta û herêmên din dike bi armanca ko viyana milet têk bide.

Bajar û bajarokên Xûta rojhelat ketine ber operasiyoneke leşkerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê, di encamê de di van sê rojên borî de bi sedan sivîl hatine kuştin û wek wan birîndar bûne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: February 2018