01 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danûstandinan Nesir Elherîrî tekezî li ser cîbicîkirina tekûz ji biryara navdewletî 2254ê re kir, piştî xistina komîta destûrî di destê şandyarê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora de û bi çavdêriya Netewên Yekbûyî.

Elherîrî di kongirekî rojnamevanî îro piştî nîro li bajarê Istanbûlê got: ‘’em bi biryara navdewletî pabend in, û di vê çarçoveyê de çi destpêşxerî an raman hebin em pê xweşhal in. her weha got: ‘’ giring e atmosferek hêmin û bêlayen dabîn bibe, da operasiyona destûrî pêk were , bi viyana azad a beşdaran.

Elherîrî tekez kir ko ew rewşa hêmin û bêlayen, peydakirina qonaxeke veguhêz feriz dike, da desteya desthilatdar a veguhêz a xwedana hemû karûbarên cîbicîkirinê li gora biryarên navdewletî serpereştiya wê bike.

Elherîrî bal kişand ser ko desteya danûstandinê bizavê dike ji bo kongir têke xizmeta operasiyona siyasî li Cinêvê de bi riya çend pirinsîban, û ya sereke agirbest û şandina karwanên alîkariyên mirovî ji herêmên dorpêçkirî re, û  birek ji girtiyan wek destpêk bên berdan,  û guncandina encamên kongir da li gor biryara Encûmena Ewlehiyê 2254 bin.

Her weha Elherîrî tekez kir ko giring e ev kongir carekê tenê be, bêyî ko bibe pêvajoyek digel an dijberî pêvajoya Cinêvê. Û encamên kongir bêne radestkirin ji operasiyona siyasî re ya ko Netewên Yekgirtî li Cinêvê wê li gora biryara 3354 û daxuyaniya Cinêvê birêve dibe.

Û destnîşan kir ko ev kongir û kesên lê vexwendî neyên dîtin wek nûnerên gelê Sûriyê, ji ber kesên beşdar bi şêweyek destnîşankirinê hatbûn vexwendin, Û dîsa tekezî li ser giringiya dabînkirina atmosferek bêlayen ji kongir re kir.

Elherîrî got desteyê hemû bizav kirin bo çareserkirina siyasî, û ew ji peydakirina ramanên ko alîkariya çareserkirinê bikin re amade ye.

Û spasiya hemî dewletên piştgir ji kêşeya gelê Sûriyê re ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe kir, her weha spasiya hemî aliyên ku alîkar bûn ji desteyê re ji bo standina biryara xwe ya niştimanî ya serbixwe ya ku bi viyaneke azad û hestekî bilind bi berpirsyariya niştimanî hat standin kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

 

01 February 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de duh berdewamiya hêzên Esed û hevalbenda wan Rûsya di bombebarana gundewarê Idlib û Şamê de pirotesto kir, û hişyarî da ko hêzên hevbeş siyaseta kuştin û derbiderkirinê berdewam bikin.

Daxuyaniyê anî ziman ko ‘’ Dagîrkerên Rûsî û hêzên rêjîmê di tawankariyên xwe de li ser xaka Sûriyê berdewam in, û roja sêşembê 30 heyva çilê paşî û rojên berî wê nimûneyine ji tawankariyên bêhempa bûn li gundewarê Idlib û Şamê û herêmin din li Sûriyê.‘’

Hevbendiya Niştimanî bêtir got ko kuştina berdewam digel her êrîş û bombebaranê ye, û gelek wêranî û bêserûberî û derbiderî û koçkirin heye, û roj bi roj ji cîhanê re diyar dibe ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûs û Îranî ji kuştin û tawankariyan pêve nizanin, û çi tevgera li ser asta siyasî, tenê dengpêxistinek  ragehandinî ye ji bo wendakirina demê.

Hevbendiya Niştimanî hişyarî da ji gûrbûna şer û tawankariyên Rûsya di rojên dahatî de, çimkî pirojeyê ko Rûsya jê re plan kiribû tako li ser miletê Sûrî feriz bike li kongirê Sotşî yê ko dawiya meha borî lidar ket têk çû.

Daxuyaniyê piraniya tawankariyên ko rojên borî li gundewarê Idlib pêk anîbûn û di encamê de roja duşemê 16 kes li bazara şînkayî li Erîha şehîd ketin û bi dehan sivîl birîndar bûn û hemû jî yên derbider in xist hustê rêjîma Esed û Rûsya de. Her weha berî du rojan firokan bajarê Seraqib amanc kir û di encamê de bêtir ji 10 kesan şehîd ketin û bi dehan sivîl birîndar bûne.

Daxuyaniyê got ko ev tawankarî eşkere dikin ku Rûsiya bi hemî karînên xwe bi piştgiriya rêjîmê û milîtanên wê ve mijûl e, di riya têgihiştineke şaş ji çareseriya siyasî re, û riftarên wê berovajî lihevkirinên kêmkirina şer û ragihandina agirbestan û rawestandina bombebaranê ne.

Hevbendiya Niştimanî ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî xwest ko van komkujiyan û yên pê radibin pirotesto bike. û bi hemû şêweyan peyketina wan bike, û kar ji bo parastina sivîlan bike, û çareseriyeke dadwer ko hêviyên milet li gora biryarên navdewletî pêk bîne feriz bike.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ko ‘’dagîrker ji berpirsiyariya tawankariyên cengê yên li Sûriyê dikin rizgar nabin, û dê peyketin û lêpirsîna wan bibe li ser hemû tawankariyên derheqê miletê Sûrî de kirine.’’

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî 

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Thursday, 01 February 2018