31 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Birêveberiya peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî, namak lezgîn bo dewletên hevalên Sûriyê rêkirin, bo alîkariyê bi koçberên Xûta rojhelat re bikin, û tekez kir ko metirsiyek li ser çarenivîsa sivîlên Dûma heye, yên ko hêj di rûyê êrîşên leşkerî yên Rêjîmê û Rûsya li ber xwe didin.

Birêveberiyê di nameya xwe de ya ji 20 dewletan re şand, raportek destpêkî ya desthilata demkî û yekîneya hevrêzjkariya piştgiriyê şand, têde daxwaza giringtirîn pêdiviyên bingehîn yên nuha bo koçberên Xûta pêwîst in kir, û xwest ko piştgirî bilez bibe di rêya desthilata demkî û yekîneya hevrêzkariyê re li gora lîsteya ko di raportê de hatiye.

Hevbendiya niştimanî anî ziman ko rewşa mirovî gihaye asteke ku ticarî jê xerabtir nebûye, ji ber kêmbûna cihê bicihbûna xelkê û alîkariyên bijîşkî û yên mirovî yên ko ne li gora hejmara koçberan e, nuha hejmara wan gihaye dora 26hezaran, beraber 80hezarî li herêmên di bin kontrola rêjîmê de li gora serjimara Otaşa.

Raportê got ku koçber tûşî rewşeke mirovî ya aloz bûne ji destpêka hatina wan de, bi sedema hejmara pir ya ko bêtir ji karîna rêkxistinên li wir kar dikin ne, bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ji kesên nû hatine re wek xwarinê û guhdana bijîşkiyê.

Raportê anî ziman ko penaberên ji Xûta reviyan hindek ji wan hatin revandin yan jî hatin girtin digel dardakirinên meydanî, û destnîşan kir ko vîdyoyên hatine tomarkirin diyar dikin ko bi hezaran sivîl di dema belavkirina heyberên ku tenê nehêlin xelk ji nêza bimrin, ew riswa dikirin û ew neçar dikirin ko pesnê Beşar Elesed bidin.

Hevbendiya Niştimanî hişyarî da derbarê berdewamiya civaka navdewletî di çavgirtina xwe de ji tawankariyên rêjîmê û Rûsya derheqê sivîlên Sûriyê, û nekarîna rawestandina operasiyonên koçberkirina kotekî û guhertina dîmugrafî, û got ku giring e piştgiriya xelkê Dûma bibe û nehêlin ji malên xwe koçber bibin, û agirbest dabîn bibe û alîkariyên mirovî ji hewcedaran re herin.

Hevbendiya niştimanî di nameya xwe de bal kişand ser ko parêzgeha Idlib bêtir ji du milyonan lê niştecih bûne, û çi êrîşa li ser bajêr wê bobelateke mirovî be.

Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî

30 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Piştî ko hêzên Esed derbasî Xûta rojhelat bûn çend sivîl ji nav wan jinek darda kirin, û bombebaraneke tund li derdorên bajarê Dûma bi çekên giran pêkanîn.

Çalakvanin xwecihî gotin ku milîtanên bi ser rêjîma Esed ve çar sivîl yek ji wan jin bû darda kirine, û jin ji bajarokên Kefer Betna û Seqba li Xûta rojhelat revandine piştî ko şervanên alayên şoreşger ber bi bakurê Sûrî ve derketin û milîtanên rêjîmê sivîl kontrol kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa got ku sivîlên xwestin li herêmên xwe bimînin û koçber nebin, zordariyê ji destê milîtanên bi ser rêjîmê ve dibînin.

Mistefa got ku nûçeyên ji herêmên Xûta rojhelat tên diyar dikin ko sivîlên ji bombebarana top û firokên rêjîmê û hevalbendên wê rizgar bûn di metirsiyê de ne, ji ber ku milîtanên rêjîmê di wan herêman de tawankariyên cengê pêktînin.

Serokê Hevbendiyê ji Encûmena ewlehiya navdewletî û ji rêkxistinên navdewletî daxwaz kir ko rêjîmê û milîtanên bi ser ve rêzê li yasaya navdewletî bigirin û parastina sivîlan dabîn bikin, ew sivîlên ko mana li şûnwaran ji derketina ji malên xwe baştir dîtin.

Berê jî milîtanên mezhebperest yên hevalbendên rêjîmê berî sê rojan dardakirinên meydanî derheqê 23 zilaman pêk anîne û 5 jin ji Kefer Betna revandine û 150 kes ji bajarokê Seqba ji nav wan jî birêveberê rêkxistina Elbeşair ya hawarhatinê dîl girtine.

Operasiyona koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî li Xûta rojhelat ya nuha mezintirîn operasiyon ji 2011 ve lê çêbûye, berê jî tawankariyên cengê derheqê sivîlan de bûne li ser destê rêjîmê û Rûsya bi operasiyonin leşkerî yên tund ko rêzê li yasaya navdewletî nagirin, û çekên kîmawî û fisfora spî û napalma sotandinê bikar anîne.

Berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko qurbaniyên operasiyona leşkerî heta 24ê adara nuha giha 1433 sivîlan, bêtir got ko rêjîm û rûsya û milîtanên Îranî çekên corbicor û ji wan jî yên qedexeya navdewletî bikar anîne.

Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî

 

30 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê red kir ku hatibe haydarkirin bi daxistina balyozxaneya xwe ya li Dewha ji aliyê dewleta Qeter ya bira û got ku balyozxaneya wê bi asayî bi karê xwe radibe.

Û Hevbendiya Niştimanî îro roja înê di daxuyaniyekê de got ku ew "vê helkeftê bi derfet dibîne ji bo pêşkêşkirina supasiya xwe bo birayên xwe li dewleta Qeter li ser pêşkêşkirina piştgirî û hêsankariyê bo karê balyozxaneyê û revenda Sûrî û herwiha li ser rola wan di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçber û penaberên Sûrî li diaspora".

Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Nişgimanî li sala 2013'an, yekem balyozxaneya xwe li cîhanê li dewleta Qeter vekir û balyozxane ji çend nivîsîngehan pêktê, ji wan nivîsîngeha abûrî, û nivîsîngeha perwerdekirinê, û nivîsîngeha dûvçûna karubarê revenda Sûrî li Qeter, û nivîsîngeha ewlehî û ya yasayî.

Û balyozxane bi karê pêşkêşkirina gelek xizmetan bo revenda Sûrî radibe, her weha çavdêriya karubarên wan bi hevkariya damudezgehên Qeter dike, bi pêşkêşkirina belgenameyên fermî bo revenda Sûrî ya li Qeterê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

29 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Corc Sebra tekez kir ko kirdeyên Rûsya diyar dikin ko ew dijmina miletê Sûrî ye, bêtir got ko ew rewaya navdewletî binpê dike û bi biryarên navdewletî pabendiyê nake.

Di gotinekê de ji acansa ‘’ Qudis press International‘’re, Sebra got ku gelê Sûrî ji mêj ve zane ko Rûsya li aliyê dijî wî radiweste, û kirdeyên Rûsya li Xûta rojhelat dike vê rastiyê diyar dikin.

Serbra got ko Rûsya ne tenê ziyanê li miletê Sûrî dike, lêbelê viyana navdewletî û biryarên Netewên yekgirtî 2401 binpê dike, berdewam kir: ji ber vê yekê kesekî Sûrî baweriyê bi Rûsya nayine.

Endamê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ‘’ em li opozisyona Sûrî berxwedanê dijî rewşa ko Rûsya feriz kiriye dikin‘’û got: “mixabin viyana navdewletî naxwaze lingê wan cî bigirin”.

Li ser pirosesa siyasî Sebra got ku ew bipaş ve ketiye, berdewam kir û got ku tiştê li ser xakê çêdibe nakokiyeke navdewletî ye li ser parvekirina desthilatiyê li Sûriyê, her dewletek dixwaze desthilatiya xwe bêtir bike, da dema pirosesa siyasî çêbibe belgehên fişarê di dest wan de hebin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Nezîr Elhekîm, dawaz ji NY kir ku peyvên xwe bêxe kiryar û rabe bi dabînkirina dadperweriyê li Sûriyê bi riya dadgehkirina Bişar Esed û sercem tawanbarên şer yên rabûne bi pêkanîna tawanên şer û tawanên dijemirov.

Îro, Elhekîm daxuyaniyek da û got ku daxuyaniya sikirtêrê giştî yê NY Antonio Guterres, " cihê matmayînê ye û dubarekirî bû, û rêşûn û tedbîrên dibin ne li asta ku karibin guhertinan bikin û rê li pêşiya tawankarên şer bigirtin", û got: "em bi hêvî ne ku ev gotin bibin kiryar û tenê nemînin di çarçovê gefan de".

Elhekîm tekez kir ku êdî çi mifa nîne ji danûstandina dîplomtîk ligel rijêma Esed, ya bi piştgiriya Rûsî berovajî yasa navdewletî û yasa mirov kiryaran dike, û endamên konseya ewlekariyê han da û cext li sergiringiya standina pêgavên rastî li dijî Rûsiya kir, ji bo cêbicêkirina biryarên navdewletî li Sûriyê, û di serî de biryara 2254 û biryara 2401 ya vê dawiyê, ya ji bo agirbestê û nehêlana dorpêçkirinê li ser bajaran û gihandina alîkariyên mirovî bo kesên pêwîstdar û serbestberdana girtiyan û pêşvebirina piroseya siyasî ber bi damezrandina desteyeke hikumraniya veguhêz ya xudan desthilatên tekûz.

Elhekîm cext li ser giringiya aktîvkirina benda heftê ya peymana NY ji bo bicihkirina biryarên navdewletî li Sûriyê kir, û ev yek hevdem ligel berdewamiya oparesyonên leşkerî yên rijêma Esed, bi take çareserî dît ji bo rihakirina giyanê hezarên sivîlan û rizgarkirina zarokan ji siberojeke nediyar .

Elhekîm bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî amadeye bo hevkariyê ligel sercem damudezgehên NY ji bo pêşkêşkirina sercem belgeyên pêwîst ji bo eşkerekirina tawankarên şer li Sûriyê, û tekez kir ku pêdiviye civaka navdewletî li hember tawanên berdewam li dijî sivîlan bêdeng nemîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

28 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Birêveberiya pêwendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê îro çarşemê digel şandyarê Siwêdî Nîkolas Kîbon civiya, û digel hev rewşên mirovî yên aloz ko koçberên Xûta rojhelat dibînin û paşeroja nediyar ya niştecihên Dûma û dawîtirîn rewşa Efrînê piştî rizgarkirinê gotûbêj kirin.

Serokê birêveberiya peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo tekez kir ko nabe bêdengî li himber operasiyonên kotekî yên ko li Xûta rojhelat çêbûn bibe, û bal kişand ser ko ew tawankariyên cengê ne û amanca rêjîmê ji wan guherîna dîmugrafî ye, wek ko li gelek herêmên Sûriyê çêbûye.

Istêfo destnîşan kir ko dabînkirina parastina niştecihan li Xûta rojhelat û bi taybetî li Dûma berpirsiyaiya Netewên Yekgirtî û hemû dewletên endam e, û divê zincîra tawankariyên cengê yên derheqê sivîlan rawestînin.

Istêfo tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî kar dike bo niştecihên bajarê Efrînê vegerînin gund û bajarên wan û beşdariyê di birêveberina herêmên xwe de bikin, û bal kişand ser ko komek kar di vê derbarê de hate damezirandin, û duh civîna xwe bi amadebûna serokê Hevbendiya niştimanî Ebdilrehman Mistefa li bajarê Entabê li dar xistin.

Nîkolas diyar kir ko Yekîtiya Ewropî kar dike bo alîkariyên mirovî bigehîne sivîlên ji Xûta rojhelat koçberkirî di rêya Netewên Yekbûyî re, û got ku giring e biryarên navdewletî yên derbarê agirbestê cîbicî bibin û alîkariyên mirovî bigehên.

Berevaniya sivîl ya Sûrî li gundewarê Şamê duh sêşembê diyar kir ko kampanya leşkerî li ser Xûta rojhelat bû sedema kuştina 1433 sivîlan, û got ku hêzên rêjîmê û Rûsya û milîtanên Îranî çekên corbicor û ji wan jî yên qedexeya navdewletî bikar anîne.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şandeke desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya serokê wê Ebdulrehman Mistefa li bajarê Xazî Entabê civîneke awarte ji bo gengeşekirina rewşa meydanî ya li Xûta rojhilat û rewşa koçberên wê û tevlî dawîpêşhatên girêdayî navçeya Afrînê piştî kontrolkirina wê lidar xist.

Yekem civîn bi beşdariya serokê hikûmeta Sûrî ya demkî Cewad ebû heteb û serokê yekîneya hemahengiya piştgiriyê Mihemed Hisno, û tevlî endamên Hevbendiyê yên jora kirîza Xûta, û bi amadebûna çend berpirsên fayilên pêwendîdar lidar ket.

Di civînê de ji aliyê beşdarbûyan ve pêdeçûnek li ser rewşa meydanî li Xûta rojhilat hat pêşkêşkirin, bi tekezkirina piştgiriya tekoşîna xelkê bajarê Dûma, û gerantîkirina parastina wan û rawestandina êrîşên leşkerî yên Rijêmê û Rûsiya û milîsên terorîst yên Îranê.

Herwiha di civînê de rewşa koçberên ji Xûta rojhilat yên gihiştine gundewarê Idlib û Hemayê li çend rojên borî hat gengeşekirin, û serokê hikûmeta demkî raportek pêşkêş kir derbarê karê "komîta tengaviya hikûmetê" ya hatiye damezrandin bi serokatiya wezîrê saxlemiyê Mhemed Firas Elcindî ji bo peydakirina penagehekê bo koçberên Xûta yên bi neçarî li ser destê milîsên Esed û Rûsiya hatine koçberkirin.

Û raportê diyar kiribû ku pêşwazî li nêzîkî heft hezar koçberî hatiye kirin, hevdem zêdebûna vê hejmarê heta nêzîkî 20 hezaran li çend rojên bên tê pêşbînîkirin.

Ebû heteb tekez kir ku ji aliyê hikûmeta demkî û yekîneya hemahengiya piştgiriyê qeydkirinên taybet ji bo koçberan hatine amadekirin, hevdem ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî çend pêwendî hatine encamdan ligel Yekîtiya Ewropayê û nûnerên Amerîka û Birêtaniya û keneda û Si'ûdî û Qeterê ji bo peydakirina alîkariyên bilez bo koçberan.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa tekezî li ser giringiya lezlêkirina xeminandina pêdawîstiyên pêwîst yên ji bo pêşwazîkirina koçberên Xûta û peydakirina pêdawistiyên wan, û ev yek bi rêka pêwendiyeke zindî ya ligel wezîrê saxlemiyê û berpirsê komîta tengaviya hat piştrastkirin.

Û Mistefa û li ser beşdariya dezgehên alîkariyê yên Tirkiyê û dabînkirina pêşkêşkirina alîkariyên bilez bo koçberên Xûta rojhilat axivî, bi navê Hevbendiyê supasiya dezgehên alîkariyê yên Tirkiyê kir.

Di heman çarçoveyê di civîneke din de, bi amadebûna serokê desteya erkan konlonel Heysem A'fîsî û tevlî amadebûna serokê Hevbendiyê û serokê hikûmeta demkî û endamên desteya siyasî ya Hevbendiyê û nûnerên kertên bajarvanî û siyasî yên Afrînê, damezrandina encûmenên rêveberiya xwecihî li Afrînê bi tevlîbûna nûnerên sercem dever û bajarokan hat gengeşekirin, û U'qab Yihiya endamê desteya siyasî bal kişand ku ev encûmen berwext wê kar bikin ji bo peydakirina ewlehî û aramiyê û vegera koçberan, tevlî berhevkirina seqayekê ji bo encamdana helbijartinên encûmenên xwecihî bi çavdêriya hikûmeta Sûrî ya demkî.

Serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî bo Afrînê kir ku bibe nemûneya pêkvejiyan û ewlehî û seqamgeriyê, herwiha tekezî li ser pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi piştgiriya sercem hewl û bizavên vegera koçberan bo navçeyên wan kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku tiştê li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê çêdibin‘’tawankariyên cengê yên tekûz in‘’ û rola Rûsya di hemû qonaxên cengê de -wek ko ew dibîne- bingehîn e.

Rawêjkarê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî got ku hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî û firokên Rûsî sivîl kuştine û bazar û herêmên niştecihan û cihên xizmetgizareî yên giştî û tîmên rizgarkirinê yên berevaniya sivîl û navendên bijîşkî amanc kirine

Mektebî destnîşan kir ko armanca û tiştê çêbûn berê naskirî bûn, ew jî operasiyonên koçberkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ne û got: ‘’ ev tawankariyeke cengê ya tekûz e, û nabe ko civaka navdewletî çavên xwe jê bigire an yên beşdar bûne bêsiza bimînin.‘’

Û tekez kir ko Mosko di van bûyeran de sedema serekî ye û ew berpirsiyariyê hildigire, çimkî wê têgeha dijberîtiya rewaya navdewletî û biryarên navnetewî kir, û cîbicîkirina biryara navdewletî ya dawî 2401 ya agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji hewcedaran re red kir.

Mektebî dibîne ku bobelata mirovî ya Sûrî dê berdewam be, eger Netewên yekgirtî wisa bêçare bimîne û nikaribe sivîlan biparêze, û yên tawankarî kirine û di serî de Beşar Elesed siza bike, û biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê cîbicî bike, da hêviyên miletê Sûrî di azadî û rûmetê de misoger bibin, û desteyeke desthilatdar ya veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê bête damezirandin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Selwa Eksoy, daxwaza dîkomîntkirina kiryarên koçberkirina kotekî û guhertina demografî ya li Xûta rojhilat dibe li ser destê rijêma Esed û milîsên Îranê û Rûsiya ji NY û dezgehên mafên mirov yên navdewletî kir.

Eksoy cext li ser giringiya beşdariya konseya mafên mirov di pirsa dîkomîntkirinê de kir, û ligor yasa navdewletî û yasa mirov dît ku pêdivî ye fayilê Sûriyê li ser tawanên şer yên dibin bêne raguhestin bo dadgeha tawanên navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer û di serî de Bişar Esed û Vladimir Putin.

Eksoy, Mosko bi serektirîn encamderê kiryara koçberkirinê ya li Xûta rojhilat dît, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo koçberan ji Xaça Sor ya navdewletî li şûna serpiştiya parastina karwanê timbêlên Bişar Esed bike dema serdana navçeyên Xûta yên wêrankirî kir.

Cîgira serokê Hevbendiyê bal kişand ku wêneyên tên belavkirin li ser dezgehên ragihandinê derbarê belavkirina xwarinê li ser koçberên Xûta ji aliyê dezgehên Rijêmê, dîmenên kirêt in dijî mirov û mirovatiyê li hemû aliyên cîhanê.

Eksoy tekez kir ku rijêma Esed bi kiryarên xwe yên kirêt li dijî sivîlan, vîna gelê Sûriyê ya berdewamkirina şoreşê heta bidestxistina rûmet û azadiyê û rûxandina Rijêmê bi hemû darudestekên wê û avakirina dewleteke mirov li şûna wê zêde dike.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 March 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya sûriyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko şoreşa miletê Sûrî dê bo berevaniya pirinsîbên azadî û rûmetê berdewam be, tev li tawankariya ko rêjîm û milîtanên Îranî û Rûsya derheqê sivîlan de dikin ji bo wan ji daxwazên wan dilsar bikin.

Mistefa di daxuyaniyeke taybet de îro înê bal kişand ser ko liberxwedana dijî zordarî û dagîrkeriyê ew bijardeya hemû Sûriyan e, û dibîne ko berdewamkirina tekoşîn û xebatê çareserî ye ji bo tunekirina zordariyê.

Daxwaz ji civaka navdewletî kir ko piştgiriya şoreşa Sûriyê bike tako daxwazên xwe misoger bike û got: ‘’ miletê Sûrî ew şirîkê rastî yê hemû dewlet û miletan e, ne rêjîma Esed ya tawankar, ya ko çarenivîsa wê têkçûn e, çi nêziîk be çi dûr be. ‘’

Bêtir got xwevekêşana ji piştgiriya siyasî û paş re ji ya leşkerî, bobelata mirovî ya miletê Sûrî mezintir kir, û serokê Hevbendiyê gazin ji dewletên piştgiriya miletê Sûrî dikin kir, bi sedema ko piştgiriya xwe ji artêşa azad re rawestandine.

Serokê Hevbendiya niştimanî dibîne ko rawestandina piştgiriyê hiştiye sivîl bêparastin bimînin ji êrîşên leşkerî yên hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî û firokên cengê yên Rûsî, û destnîşan kir ku tiştê li Xûta rojhelat û li herêmên din ji tawankariyên qirkirinê çêdibin nimûneyek ji wan e.

Bal kişand ser ko rawestandina piştgiriya şoreşgeran di heman dema bêkêriya civaka navdewletî de ko nikare bi erkê xwe beraber sivîlan rabe, êdî operasiyonên kuştin û qirkirina komelî derheqê niştecihan û berdewam kir ‘’encam pêşbînkirî bûn, û ji me ve xuya bûn, û bi taybetî yên piştgiriya rêjîmê dikin hêj di piştgiriya xwe de berdewam in. ‘’

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: March 2018