30 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku dem hatiye ji bo kêmkirina destêwerdana Îranê, û derxistina milîsên wê yên terorîst ji Sûriya û Îraq û Libnan û Yemenê, û cext kir ku aştiya mayînde bi rawestandina çelakiyên mezhebî û terorîstî yên Tehranê yên li dijî gelên navçeyê destpê dike.

Mistefa bal kişand ku gelên navçeyê gelek felaket dîtin bi sedema karê terorîstî yên bi destê Îranê, çi bi awayekî rasterast yan bi awayekê din, bi armanca peydakirina nearamî û ajawegeriyê di hindur dewletên navçeyê de û belavkirina pirojeyê "şoreşa Xumeynî".

Mistefa gunehê têkşikestina sercem danustandinên Sûrî yên ji bo çareseriyeke siyasî xist stûyê milîsên terorîst yên Îranê, û got: "Tehran li çareseriyê nagere..ew tenê dixwaze bi riya milîsên xwe aramiyê têk bibe, ji bo berê cîhanê cîhanê ji pirojeyê xwe yê etomî biguhere".

Û bal kişand ku Îran berdewam e di dijberiya civaka navdewletî de bi riya zêdekirina çete û milîtanên xwe û hewlên berfirehkirina zalgeha xwe ber bi navçeyên nû, û tekez kir ku zêdebûna serbazgehên wan milîsên terorîst nîşana wê yekê ye ku Sûriya bi carekî ji aliyê Îranê hatiye dagîrkirin, û Rijêm û hêza xwe wek milîs ji aliyê wê têne bikaranîn.

Herwiha cext kir ku dîtir çi mifa di diyaloka ligel melayên Îranê nemaye, û daxwaza bi dawîkirina vê xewna giran li rojhilata navîn ji civaka navdewletî kir, û daxwaza qonaxa avakirina aştiyeke mayînde di navbera miletên navçeyê de kir, dûrî kîna mezhebî ya Tehran wê wek çek bikar tîne ji bo belavkirina kîn û dijminatiyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

29 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel şandeke Kenda bi serokatiya xanim Stephanie Beck alîkara cêgirê wezîrê derve ya karubarê Rojhilata navîn û bakurê Afrîka civiya.

Di hevdîtinê de behsa rewşa dawiyê hate kirin, û bi taybetî mijarên girêdayî bi tawanên koçberkirina neçarî û berdewamiya bombebarankirina taxên nişteciyan û yasa 10 û dawîtirîn guhertinên siyasî.

Herdu aliyan tekez kir ku Îranê çavkaniya nîgeranî û tirsê ye li navçeyê, û berjewendiyên xwe bi rêka sepandina destdanîna leşkerî û bazirganî li ser welatên navçeyê pêktîne.

Ebdulehed Stêfo, serokê ofîsa têkiliyên derve, tekez kir ku berdewamiya rijêma Esed û hevalbendên wê li ser pêkanîna tawanên şer li Sûriyê, hizrekî li rex xelkê Sûriyê çêdike ku hîç mifaya hebûna saziyên navdewletî nîne, û herwiha biryarên wan saziyan vala ne û çi kargeriya xwe nînin, û cext li ser giringiya hevkariya navdewletî kir ji bo aktîvkirina karê dadgeha tawanên navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer li Sûriyê, û bi taybetî tawanên Rijêmê yên li dijî sivîlan bi bikaranîna çekên kêmyayî û napalim û bermîlên teqîner.

Stêfo daxwaza baykotkirina yaneya ramalîna çekên kêmyayî ku li heyva bê wê ji aliyê NY lidar bikeve ji Kenda kir, û herwiha daxwaz ji şanda Keneda kir ku dewletên dostên gelê Sûriyê yên din han bide li ser standina heman biryara baykotkirinê, û ew bi karekî "kirêt ji bo NY" da zanîn, ku li vê demê ew rê dide bo aliyê herî zêdetir yê bikarhênerê çekên kêmyayî ji bo serokatiya vî kongirî bike.

Ji aliyekî din, Hadî Elbehra, endamê ofîsa têkiliyan û endamê desteya siyasî tekez kir ku pêvajoya siyasî "wek mirî ye" bi sedemê berdewamî û baweriya Rijêmê li ser çareseriya leşkerî, û got ku Rûsiya û Îran çareseriya siyadî li Sûriyê naxwazin, û lewra piştgiriya Esed û tawanên wî dikin.

Elbehra got: Mosko û Tehran ji gelê Sûriyê dixwazin dest ji daxwazên bidestxistina rûmet û azadî û demokrasiyê û ji avakirina szaiyên rasteqîn yên avakirî li ser dadwerî û yeksaniyê berde, û bal kişand ku ev dawaz ne bi rêka veguhestineke siyasî ya giştgîr bi pêkanîna daxuyaniya Cenêv û biryara 2254 dabîn nabe, û cext kir ku heger Rijêm neyê neçarkirin ew nayê li ser maseya danustandinan.

Ji aliyê xwe ve, endamê ofîsa têkiliyan û desteya siyasî Enes Ele'bide got ku divê pêkanîna çareseriya siyasî bibe ji berî nûavedankirinê, û bal kişand ku her hewleke asayîkirina pêwendiyan ligel rijêma Esed yan rakirina sizayan ji ser, yan dubare-vekirina konsolxaneyan ligel, wê Rijêm bi awayekî şaş wergerênê, û wê bi nîşana lawaziya wan dewletan bipejrêne, û wê kartêkirineke nerênî li ser çareseriya siyasî ya dawiyê bike.

Û endama ofîsa têkiliyên derve, Dîma Mûsa, cext kir ku kiryarên Rijêmê yên ji aliyê leşkerî ranewestoyane, ku Rijêmê bi rêka derxistina yasa hejmar 10 dixwaze mal û milkên rikberên xwe li ser alîgirên xwe belav bike, ku ev yek jî wê bibe rêgir li pêşiya vegera koçber û penaberan li ser cih û warên xwe, û ev bi binpêkirineke berfereh li ser mafên sivîlan dît û ev yek xist li nav rêza tawanên şer.

Li dawiyê, endamên ofîsa têkiliyên derve supasiya Kenda kirin li ser piştgiriya maf û dawazên gelê Sûriyê û herwiha li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

27 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku diyardeya toximperistiyê û neyartiya penaberên Sûrî bi awayekî metirsîdar zêde bûye, hevdem ligel daxuyaniyên pir xirab yên berpirsên hikûmeta Libnanê, û tawana destdirêjiya xirab ya ji aliyê serbazekî artêşa Libnanê li ser penaberê Sûrî Mihemed Ebdulcewad ê ku ji ber birînên xwe di nexweşxaneya bajarokê "Elsiwêrî" li Libnanê jiyana xwe jidest da şermezar kir.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de matmayîna xwe nîşan daye derbarê ku hîç lêkokînek di bûyerên lêdan û zêdegaviyên dijî penaber û zarokên wan nehatine encamdan.

Di daxuyaniyê de hatiye ku "ku tawana terorîstî di derheqê şehîd de hat pêkanîn, li dema ew bi karê xwe wek şifêrê basekê li baxçeyê zarokan radibû, dema rawestiya ji bo zarokekî li pêşiya mala wî peya bike, li heman demê rûbirû êrîşekî bi dar û qamçiyan ji aliyê serbazekî Libnanê hat û paşî ket û dilê wî borî û îro û ji ber birînên xwe jiyana xwe jidest da".

Ku şehîd Mihemed Ebdulcewad xelkê navçeya Elqisêr ya li gundewarê Himusê ye û bi neçarî ji bajarê xwe ber bi Libnanê koçber bibû, piştî dagîrkirina bajarê wî Elqisêr ji aliyê milîsên hizbulah li sala 2013 û kuştina çar birayên wî, ku nikarîbû wek gelekan vegere mala xwe, û ligel hevjîna xwe bi xudankirina 8 zarokan radibû.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de, hikûmeta Libnanê han daye ji bo rabe bi erkên xwe yên mirovî û yasayî li hember parastina sivîlan û encamdana dadpirsînê li hember tawanên li dijî penaberan û sizakirina tawankaran bi sizayên guncayî û ligor yasa navdewletî ya mirov û yasa navdewletî ya mafên mirov.

Û Hevbendiya Niştimanî tekez kiriye li ser giringiya pîtedaneke ji dil ji rêxistinên mafên mirov yên erebî û navdewletî, bi zêdegaviyên berdewam yên li ser penaberên Sûrî yên rastî êrîşan tên ji aliyê serbazên artêş û polîsên Libnanê û milîsên belav li Libnanê yên ji derveyî deshilatdariya yasayê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî, îro roja pêncşemê ligel Şêwirmendê balyozxaneya Çînê li Enqera, Şîng Wîhwa kom bû, û bi hevre pêşdeçûnên dawiyê yên meydanî li Sûriyê û berdewamiya Rijêmê li ser rêbaza xwe ya leşkerî û tevlî pêşhatên fayilê siyasî gengeşe kirin.

Herwiha di hevdîtinê de ya bi amadebûna serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa, bikaranîna berdewam ya çekên kêmyayî ji aliyê Rijêmê, û guhertina giring ya helwesta Çînê ya li vê dawiyê li konseya ewlekariyê hat gengeşekirin, ku Bekînê daxwaza encamdana lêkolînên navdewletî derbarê bikaranîna çekên qedexekirî û dadgehkirina bikarhênerên wê kiribû.

Mistefa hêviyên xwe yên ji bo avakirina tikiliyên mikom ligel Çînê anîn ziman, herwiha li hember karê hevbeş yê ji bo dadgehkirina tawanbarên şer li Sûriyê, bi rêka piştgirî û aktîvkirina karê dadgeha tawanên navdewletî, û dît ku ev yek wê rê xweş bike li pêşiya pêvajoyeke siyasî ya rasteqîn heta bigehêje çareseriyeke siyasî û parastina xaka welat, û derfetan li pêşiya hevpeyvîneke giştgir li Sûriyê û dubarebûna avedankirinê peyda dike.

Ebdulehed Stêfo, serokê ofîsa tikilyên derve, bal kişand ku serederiya Hevbendiya Niştimanî û desteya danustandinê ligel piroseya danustandinên Cenêv bi awayekê erênî bû, û herwiha hewl dan ji bo pêkanîna sazan û hevdengiyeke navdewletî derbarê çareseriya siyasî ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û bal kişand ku ev yek ligor şehdebûna şandarê navdewletî Staffan de Mistura û piraniya dewletên endam yên li konseya ewlekariyê hat.

Stêfo dubare tekez kir ku Rijêm û hevalbendên xwe ne di wê astê de bûn ji ber baweriya bi yekalîkirina leşkerî, û bal kişand ku ew yek xuya bû bi rêka berdewamiya Rijêmè di kuştin û koçberkirina neçarî û dorpêçkirinê û bombebarankirina xalên pizîşkî û karmendên karên mirovî.

Hadî Elbehra, endamê ofîsa têkiliyên derve û desteya siyasî, ji aliyê xwe ve got ku ji kiryarên Rijêmê yên bi piştgiriya hevalbendên wê, xuya dibe ku çi guhertin nîne derbarê fayilê Sûriyê di syratîjiya wan ya leşkerî de, û got: ku "ev yek xuya dibe bi rêka berdewamiya bikaranîna zibruzenga li dijî sivîlan û koçberkirina wan û pêkanîna guhertina demografî, tevlî derxistina yasayan, wek yasa dawiyê ya hejmar 10 ya ku gefê li hemwelatiyan dixwe bi standina milk û malên wan û qedexekirina vegera koçberan li ser cih û warên xwe".

Ji aliyê xwe ve, şêwermendê Çînê nameyek ji wezîrê derve yê Çînê Wang Yî, radestî serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî kir, û têde giringîpêdana Çînê ji yekparçebûna Sûriyê re, û bawariya wê bi çareseriya siyasî wek take bijarde bo çareseriya kirîza Sûriyê û piştgiriya destpêşxeriyên navdewletî dupat kiriye, û tevlî tekezkirina helwesta Bekînê ya li dijî bikaranîna çekên kêmyayî û bikaranîna hêzê di têkiliyên navdewletî de.

Serokê Hevbendiya Niştimanî di dawiyê hevdîtinê de daxwaza giringiya yekgirtina konseya ewlekariyê û dadgehkirina sercem tawanbarên şer li Sûriyê û bi taybetî tawanên taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî kir, û gunehbariya Esed bi bikaranîna çekên kêmyayî rast derketiye, û herwiha cext kir li ser giringiya raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî, û ev yek bi beşekî serekî yê çareseriyeke siyasî ya tekûz dît.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulrehman Mistefa Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaza berdewamiya vê guhdana navdewletî bi Sûriyê kir, tako çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were, û tekezî li ser cîbecîkirina bilez ji mîkanîzma navdewletî re ya hatibû pesendkirin kir, da tawankarên cengê diyar bike û bên dadgehkirin.

Birêz Mistefa dibîne ko kartêkerkirina vê mîkanîzmê û rawestandina tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û hêzên Rûsî û milîtanên Îranî pêk tînin, ewê kilîta çareseriyê be li Sûriyê, ji ber ku dadpirsîna tawankarên cengê rê li ber seqayeke baş vedike, tako veguhastina siyasî ya tekûz li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê pêk were.

Û bal kişand ser ko hêj binpêkirin berdewam in, niştecih koçber dibin û cihên wan li herêmên corbicor li Sûriyê têne amackirin, hêj hêviyên miletê Sûrî di karîna civaka navdewletî de hene, ko karibe seqayeke guncaw bo amancên wan di azadî û rûmetê de misoger bike, û viyana navdewlewtî hêzdar bimîne ber bi lêpirsîna rêjîma Esed li ser tawankariyên cengê yên ko kirine, û dergeh li ber êrîşên asmanî yên dijî rljîmê vekirî bimîne, ji bo li bargehên leşkerî û bargehên milîtanên Îranî yên tiroristî bidin, û rê nedin careke din wan karên xwe yên kirêt bikin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî got ko ‘’Rûsya hêj piştgiriya Esed dike, û tawankariyan derheqê sivîlan pêk tine, û di karkirina bi serê xwe berdewam e, û ev tişt dijî biryarên Netewên yekgirtî ne, bê ko li encamên tawankariyên derheqê sivîlan bipirse, û ev yek aştî û ewlehiya navdewletî têk dibe’’.

Û tekezî li ser giringiya gihiştina çareseriyeke siyasî li ser bingeha damezirandina desteyeke desthilatdar ya veguhêz kir, û got ku misogerkirina vê veguhestinê wê aramî û vegera koçberan û têkbirina milîtanên mezhebperest û rêkxistinên tiroristî yên din dabîn bike.

Û diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî û desteya danûstandinan bi pêvajoya pirosêsa siyasî li Cinêvê pabend e, û weha gotina xwe berdewam kir: ‘’ em sûr in li ser tiştê me dest pê kiriye li ser erêniya me bi Netewên Yekgirtî û şanderê wê re, ji bo hemû kêşeyan û ya sereke veguhastina siyasî gotûbêj bikin, tako derdeseriya miletê Sûrî bidawî bibe. ‘’

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Rewşa mirovî li bakurê Sûriyê piştî hatina koçberên Xûta rojhilat û bajar û bajarokên gundewarê Şamê bi sedema qerebalaxa zêde û nebûna cihên baş yên niştecêbûnê û kêmiya kelupelên xwarinê xirabtir dibe, tevlî nebûna derman û xalên pizîşkî yên pêwîst bo çareserkirina bi hezaran birîndarên bombebarankirina hovane ya hêzên rijêma Esed û Rûsiya li ser wan.

Ligor raportên taybet yên hikûmeta demkî ku hejmara nişteciyan li Idlibê bi tenê gihiştiye nêzîkî sê milyon kesî, piştî kiryarên koçberkirina neçarî yên rijêma Esed di derheqê xelkê navçeyên cuda cuda yên Sûriyê de, û Hevbendiya Niştimanî dibîne ku ev kiryar dikevin di çarçovê guhertina demografî û tawanên şer de.

Û ligor nûtirîn raport ya rêkxerên hawarhatinê li bakurê Sûriyê hatiye ku koçberên Xûta li ser 201 navendan li navçeyên Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê hatine dabeş kirin, û raportê bal kişandiye ku ji ber kêmiya xanî û avahiyan, zehemtiyên mezin dikevin di pêşiya pêşwazîlêkirina sercem koçberan de.

Di raportê de hatiye ku navendên koçberan ji bo hejmareke destnîşankirî hatine amadekirin, tevlî ku ew navend nehatine amadekirin ji bo pêşwaziya vê hejmara mezin.

Û raportê amaje bi hebûna nêzîkî 20 hezar doxên nexweşî û birîndarên şer kiriye û xuya kiriye ku ew nexweşî bi sedema bombebaranê û xwarina pîsbûyî ya bi sedema dorpêçkirinê peyda bûne, û bal kişandiye ku hejmar koçberên Dûma bi xwe ve nagire ku niha kar dibe ji bo serjimêrîkirina doxên nesaxiyê yên li nav koçberan.

Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêşkêşkirina alîkariyan bo koçberên neçarî ji NY kiriye û daxwaza danîna pirogramekê navdewletî yê hawarhatina tengaviyan ji bo sivkirina bargiraniya wan kiriye.

Hevdem ku rijêma Esed siyaseta koçberkirina neçarî û guhertina demografî û bijardeya mirinê ya koçbarkirinê li dijî xelkê Xûta rojhilat wek li heman navçeyên Sûriyê pêrew kiriye.

Û Hevbendiya Niştimanî cext kiribû li ser giringiya aktîvkirina mîkanîzma navdewletî ji aliyê NY, ji bo dadgehkirina tawanbarên şer, û gotibû ku nebûna mîkanîzmeke rasteqîn ji aliyê NY ya ji bo dadgehkirina binpêkerên biryarên navdewletî, bûye encamê zêdebûna xirabiya rewşa mirovî li Sûriyê, û peydabûna nîgareniyek mezin li ser astê navçeyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di hevdîtinekê de ligel şanderê Holenda bo Sûriyê mîkanîzimên pêşvebirina pêvajoya siyasî ya li Cenêvê ya ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li ser binyatê daxuyaniya Cenêv û biryara 2254 gengeşe kirin.

Di hevdîtinê de ya bi amadebûna serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa çend mijarên din hatin gengeşekirin, wek giringiya peydakirina mîkanîzmeke navdewletî ya dadgehkirina tawanbarên şer û bi taybetên bikarhênerên çekên kêmyayî, û gengeşekirina yasa hejmar 10 û metirsiya wê li ser milk û samanên sivîl û penaberên Sûriyê, û tevlî encûmenên xwecihî yên nû li Afrînê.

Serokê ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî Ebdulahed Stêfo tekez kir ku pêwîstiya dabînkirina seqamgeriyê li Sûriyê bi veguhestineke siyasî ya mayînde heye, ya ku tevaya sazî û dezgehên dewletê bi xwe ve bigire, û got: "gelek rastî ji civaka navdewletî ligel borîna demê zelal dibin ku pêvajoya siyasî bê wan rastiyan sernakeve û çareseriya siyasî li Sûriyê peyda nabe, û ew rastî jî herdem daxwazên Hevbendiya Niştimanî her ji destpêka wê bûn û herdem dakokiyê li wan dike".

Stêfo bal kişand ku sizanekirina tawanbarên şer û yan nebûna mîkanîzmeke rasteqîn ji aliyê NY ya ji bo dadgehkirina binpêkerên biryarên navdewletî, bûye encamê zêdebûna xirabiya rewşa mirovî li Sûriyê, û nîgareniyek mezin li navçeyê bi tevayî peyda kiriye, û cext kir ku ev yek dibe kospekê sereke li pêşiya pêşketina pêvajoya siyasî.

Stêfo daxwaz ji şanderê Holanda kir ku kar bike ligel dewletên din yên dostê gelê Sûriyê û ligel dewletên destûrî yên konseya ewlekariyê ji bo akîtîvkirina pêvajoya û serrastkirina şaşiyên borî, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn ya têde tirajîdiyên gelê Sûriyê bidawî bibin û daxwazên wê yên ji bo azadiyê û rûmet û demokrasiyê dabîn bibin.

Stêfo hêviyên xwe anîn ziman yên ji bo piştgiriya xelkên neçar yên koçber, û herwiha hêvî xwest ku ji bo wan koçberan, karê danîna pirogramekê navdewletî yê hawarhatina tengaviyan bibe, û bal kişand li ser rewşa wan ya zehmet.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

21 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Wek beşekî ji karê berdewamkirina pirojeyên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û Desthilata demkî ji bo xelkên herêma Efrînê karibin herêmên xwe birêve bibin, Encûmeneke xwecihî bo bajarokê Cendirêsê hate damezirandin, û birêz Subhî Riziq wek serokê Encûmenê hate hilbijartin.

Encûmen ji 15 endaman ji bajarokê Cindirêsê bi serokatiya Riziq, cîgirê wî Fewzî Hesen, her weha çar endamên cîbicîkirinê pêk tê.

Pêngav bi damezirandin encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê 12 vê heyvê dest pê kir, serokê encûmena xwecihî ya bajarokê Cendirêsê duh ji ragihandinê re got ku encûmen dê digel hevkariya fermanberiyên desthilata demkî kar bike tako karê dezgehên heyî li bajarok kartêker bike û xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bike.

Û got: ‘’karê me di dema dahatî de dê giringiyê bide vegerandina niştecihên ko li derdorê herêma Efrînê asê mane bo malên wan, her weha rewşa ewlehiyê dabîn bikin, û warê fêrkirin û tendiristî û xizmetgozeriyan kartêker bikin.‘’

Riziq destnîşan kir ko desthilata Tirkiyê piştgiriya xwe ji encûmenê re bo paşerojê tekez kir, û wê encûmena hibijartî karê xwe destpêka hefteya dahatî dest pê bike.

Encûmena navçeya Cindirêsê pêngaveke din e bo hilbijartinên encûmenên xwecihî yên hemû navçeyên herêmê yên bi ser Heleba azad ve ne, bi amanca vegera aramiyê û dabînkirina vegera derbideran bo mal û milkên xwe.

Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb got ko encûmena nuha dê herêmê bo demeke digehê 6 heyvan birêve bibe, di pey re wê encûmeneke nû bi beşdarbûna hemû xelkên herêmê bête hilbijartin.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi hevkariya desthilatta Sûrî ya demkî û encûmena parêzgeha Helebê ya azad û Encûmena bajarê Efrînê, kargeheke kar derbarê pêdiviyên bajarê Efrînê lidar xist, û amanca kargehê ew e pêkanîna piştgiriyê bo dabînkirina pêdiviyên sivîlan yên bingehîn û aktîvkirina dezgehên xizmetgozeriyê li herêmê.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

20 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi hevkariya desthilatta Sûrî ya demkî û encûmena parêzgeha Helebê ya azad û Encûmena bajarê Efrînê, kargeheke kar pêkanîn derbarê pêdiviyên bajarê Efrînê bi amanca pêkanîna piştgiriyê û peydakirina pêdiviyên bingehîn bo sivîlan û karakirina dezgehên xizmetgozeriyê li herêmê.

Kargeha kar ya ko li bajarê Xazî Entaba Tirkî çêbû, serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa û serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb û nûnerên dewletên hevalên miletê Sûrî lê amade bûn. û şirovekirineke hûrbîn li ser bajarê Efrînê û vegerandina aramiyê, her weha li ser karê desthilata demkî bo aktîvkirina dezgehan li herêmê di lîsteya kar de hebû, û rola dewletên piştgir di qonaxa dahatî de hat gengeşekirin.

Serokê Hevbendiyê tekez kir ko her kes berpirsiyar e ji bo nehêlana gefa ji hêla Beşar ve, û daxwaza helwesteke navdewletî ya tund li dijî rêjîma Esed kir, û ne tenê temaşekirina li tawankariyên rêjîmê derheqê miletê Sûrî de, ko gelek caran çekên kîmawî yên qedexeya navdewletî bikar anîne.

Mistefa daxwaz ji hemû dewletên hevalê miletê Sûrî kir ko pêrabûnên bilez bikin ji bo pêdiviyên bingehîn bi hevkariya dezgehên desthilata Sûrî ya demkî re dabîn bikin, û kar bikin ji bo hêviyên paşerojeke baştir li niştecihan vegerînin.

Mistefa bal kişand ser ko Encûmena xwecihî giringiya herî mezin dide vegera derbideran li ser mal û milkên wan, û vegerandina aramiyê û kartêkerkirina jêrxana bajarê Efrînê.

û spasiya hemû nûnerên dewletan kir li ser bizava wan ya herdemî û berdewam ji bo piştgiriya hêviyên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê, û spasiya hêzên Tirkiyê û hêzên artêşa Sûrî ya niştimanî kir li ser parastina wan ji yekîtiya xaka Sûriyê re rizgarkirina bajarê Efrînê ji milîtanên PYD.

Û kêfxweşiya xwe bi karê desthilata Sûrî ya demkî da, ko xizmetan ji xelkên deverê re pêşkêş dike û got: ‘’tîmên desthilatê pisporiya wan di birêvebirina herêmê û pêkanîna pirojeyan û dabînkirina xizmetan ji niştecihan re û karakirina jêrxanê de çêbûye. ‘’

Û hêvî kir ko ew li gel dewletên hevalên miletê Sûrî bigehêjin hevkariyekê, tako piştgiriya desthilata demkî di cîbicîkirina pirojeyên pêşinyarkirî de bikin, û derdên sivîlan sivik bikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

19 April 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mustefa, xweşhaliya xwe diyar dike bi encamên civîna karûbarê derve ya Yekîtiya Ewropî û daxuyaniya serpereştên koma heftan, û got ku goring e pirosêsa siyasî kartêker bibe bo bigehên çareseriyeke siyasî ko derdkêşana miletê Sûrî bi dawî bibe.

Mistefa tekez kir ko giring e ev daxwazên navdewletî berdewam bibin beraber tawankariyên rêjîma Esed û Rûsya û Îranê li Sûriyê, û sûde jê bête girtin bo destpêkirina pirosêseke siyasî ya rastîn, û dîtina çareseriyeke siyasî ko desteyeke veguhêz bêyî Beşar Elesed û hemû tawankarên cengê bête damezirandin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz li Sûriyê, wê milîtanên Îranî derxîne, û aramî li herêmê vegere, û rê bide penaberan ji bo li mal û milkên xwe vegerin.

Û Mistefa got ku tawankariyên rêjîmê û Rûsya derheqê sivîlan ji nav wan jî bikaranîna çekên kîmawî berdewam in , û ji civaka navdewletî tête xwestin ku bersiva van tawankariyan bi tundî bide, û bi tekûzî wan rawestîne, û agirbest feriz bibe, û dorpêç ji ser bajaran rabe û girtî bêne berdan.

Mistefa got ko ‘’pêdiviya me bi vegera li pirosêsa siyasî heye, û danûstandin li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 berdewam bibin, û tekez kir ko gerek Rûsya piştgiriya xwe ji rêjîma Esed re rawestîne, û nema karê Encûmena ewlehiyê têk bibe, û destnîşan kir ko Mosko berjewendiyên xwe bi tekûzî ber bi metirsiyê ve dibe eger wisa berdewam bike. ‘’

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropî û serpereştên koma heftdewletan, tekezî li ser misogerkirina veguhastina siyasî ya giştî li gora biryara 2254ê kirin, û bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîmê ve pirotesto kirin, û dibînin ko ew yasaya navdewletî û rûmeta mirovahiyê binpê dike.

Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: April 2018