31 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel şandeke wezareta derve ya Birêtaniya civiyan, û dumahîk guhertinên meydanî yên Sûriyê û binpêkirinên rijêma Esed yên derheqê sivîlan û astengiyên têne danîn li pêşiya vegera koçber û penaberan bo cih û warên xwe hatin gengeşekirin.

Herwiha dumahîk pêşhatên pêvajoya siyasî û giringiya rola Hevbendiya Niştimanî di meydana siyasî û desteya danustandinên Sûrî de, û pilana Hevbendiyê ya qonaxa tê, û pêşkêşkirina Karekî zêdetir bo navçeyên rizgarkirî, û aktivkirina karê saziyên Hevbendiyê ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên zêdetir bo xelkê navçeyê û koçberan hatin gengeşekirin.

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa tekez kir ku çareseriya siyasî li Sûriyê bi ser nakeve bê beşdariya tekûz ya NY û bicihkirina biryarên navdewletî û bi taybetî daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û bal kişand li ser giringiya veguhestina siyasî ya bê Beşar Esed û desteka wî, yên berpirsyar in di ber pêkanîna bi hezarên tawanên şer.

Dîma bal kişand li ser rewşa trajedî ya koçberên vê dawiyê, û got: ku "rijêm bi hevkariya hevalbendên xwe berdewam e di kiryarên kuştin û koçberkirina xelkê bi awayekî kotekî, tevlî binçavkirina girtiyan bê diyarkirina çarenivîsa wan".

Herwiha daxwaza dijberiya bicihkirina biryara rijêma Esed ya hejmar 10 kir, ku hatiye standin bi armanca bicihkirina kiryarên koçberkirina kotekî û guhertina demografî, û ji bo nehêlana vegera penaberan li cih û warên xwe, û şanda Birêtanî han da li ser dijberiya vê yekê li ser astekî navdewletî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

30 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Xwepêşandan li bajarê Reqayê ji bo derketina milîsên PYDê ji bajêr bo diwem roj berdewam in, û serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê berêz Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku xelkê Sûriyê stem û hikumraniya rêxistinên terorîst li ser xwe êdî napejrênin.

Tora "Reqa Tizbeh Bîsemet" îro çarşemê diyar kir ku xwepêşandan li dijî wan milîsan careke din duhî êvarî derketin, û got ku xwepêşandan bi daxwaziya rawestandina kiryarên girtinê yên bi armanca leşkergirtinê û vekişîna ji bajêr hatin lidarxistin.

Ligor tora navhatî ku xwepêşandan li herdu taxên "Elmişebek" û "Elsaqiyê" derketin, û rastî guleyên milîsên "PYD" hatin, tevlî binçavkirina çar ji xwepêşenderan.

Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser malpera xwe li ser "twitter" nivîsandibû ku "gelê meyê azadîxwaz stem û hikumraniya rêxistinên terorîst napejrêne, nemaze piştî serê xwe hilda li dijî terora Esed, û guhertina wê terorê bi yeke din napejrêne", wek amajepêkirinekê bi hevrengiya di navbera binpêkirinên milîsên "PYD" û binpêkirinên rijêmê de.

Mistefa destxweşî li sivîlên berdewam li ser xwepêşandanên li Reqê û Dêrazorê û Hisiçe ji bo derxistina wan milîsan kir.

Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku ev tawanên PYDê wek "kopiyekê" ji riftarên rijêmê yên tepeserkirinê re, yên bi armanca tirsandin û girtina xelkê Sûriyê tên dîtin.

Hevbendiyê daxwaza rawestandina sercem rengên piştgiriyê bo van milîsan bi awayekî tekûz û bilez kiribû, û di heman demê de xemsariya hin aliyên civaka navdewletî li hember gefên terorîstî ên van milîsan şermezar kiribû.

Li gor agahiyan xwepêşandan li navçeyên di destê PYDê dubare dibin, bi sedema hilmetên binçavkirina ciwanan ên berfereh ji bo leşkerkirinê û beşdariya şer, ku ev yek bûye cihê nerazîbûneke cemawerî li Reqa Hisiça, û sedema pevçûnan di nav PYD û xelkê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

29 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Rêkxistineke mafnasiyê ya navdewletî tekez kir rêjîma Esed karê derxistina yasaya hejmar 10 dike bo bidestxistina milkên sivîlên hatine koçberkirin û derbider bûne, û dibîne ko ew ê asteng be li pêşiya vegera wan ya paşerojê.

Rêkxistina Human Rights Watch îro sêşembê lîsteke pirs û bersiv derbarê yasaya hejmar 10 derxist, ya ko rêkxistina navdewletî wê wek yasayeke rêjîmê ya bi behaneya rêkxistina avahiyan dibîne, lê ew ê astengeke sereke be li pêşiya vegera penaberan.

Rêkxitinê diyar kir ko desthilata Esed, li gora yasaya hejmar 10, xwe ji destdanîna ser milk û malên sivîlan û nûavakirina bêyî pêrabûnên yasayî yên pêdivî an peredan re amade dike.

Lema Feqîh cîgira birêvebera beşê rojhilata navîn ya Human Rights Watch got: ‘’ yasaya hejmar 10 nîgeraniyeke din çêdike ligel yasayên pilankirina avakirinê ya ko ji bo bidestxistina milkên xelkê bikar aniye bê ko mercên yasayî an peredana xelkê pêk bîne.‘’

Feqîh got: ‘’ Dewletên piştgiriya nûavakirinê li Sûriyê dikin, berpirsiyariya vê yasayê derbarê vegera derbider û penaberên Sûrî hildigirin.‘’

Human Rights Watch di rêber-pirtûka xwe ya li ser yasaya hejmar 10 derxistî, got ku ev yasa çarçoveyeke fermî dide rîjîmê ku milkên xelkê bibe, û rêjîm di destê wê de ye girêbestên avakirin û pêşvebirinê bi kompaniyan re girêde, û pişkan li herêmên rêkxistin bûne bide wan.

Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê daxwaz kir pirosêsa dîsa-avakirinê piştî vegera penaberan û veguhastina siyasî ya tekûz pêk bê bibe, û ev di kargeha kar de ya bi hevkariya rêkxistina ‘’ Elyewm Eltalî‘’ de hatiye.

Serokê Hevbendiya niştimanî tekez kir ko ev yasa bicihkirina operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî ye, û namak ji serpereştên dewletên hevalên Sûriyê û ji encûmena kendava erebî û komkara dewletên erebî re şand, têde metirsiyên yasayê şirove kirin û dibîne ko ew xizmetek ji pirojeyê Îranê re ye.

Human Rights Watch di raporta xwe de diyar kiriye ko derbider hejmara wan 11 milyon in, dê bêtir ziyanê bibînin ji ber çûna milkên wan li gora yasaya hejmar 10, bi taybetî yên reviyayî ji herêmên ko li dijî rêjîmê rabûne ko piraniya wan nikarin vegerin û daxwaza milkên xwe bikin an hin ji mirovên xwe bikin wkîl an wekîlekî yasayî ji ber dema ko bo yasayê dane pir kurt e.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdilrehman Mistefa digel şandyarê Holendî yê taybet bo Sûriyê Cîrard Sîg civiya û tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û milîtanên tirorist yên Îranî derheqê sivîlan de pêk tînin gotûbêj kirin.

Civînê karîna kartêkerina pêvajoya pirosêsa siyasî li Cinêvê ya ko netewên yekgirtî çavdêriya wê dike gengeşe kir, û herdu aliyan li ser dîtina çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê û misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz li Sûriyê tekez kir.

Birêz Mistefa rola rêjîma Esed bo serokatiya melbenda netewên yekgirtî ya rakirina çekên kîmawî û atomî red kir, û dibîne ko ew êşandinek li wijdanê mirovîniyê re ye, û çavgirtineke ji qurbaniyên Esed ên êrîşên kîmawî, yên ko bêtir ji dused êrîşan hebûn.

Serokê Hevbendiya niştimanî di hevdîtinê de hişyarî ji encamên yasaya 10 ya rêjîmê derxistiye da, ya ko maf dide rêjîmê ko destê xwe deyne ser wan milkên penaber û koçberan, bi behaneya rêkxistinkirina herêmên wêrankirî, û wê û ev bihêle nema penaber karibin li herêmên xwe vegerin.

Bal kişand ser ko ew dê koçkirina kotekî ya ko li herêmên corbicor li Sûriyê bi destê rêjîma Esed û Rûsya û Îranê çêbû rewa bike, û got ku ew jî dikeve nav tawankariyên cengê de, û li gora yasaya navdewletî tête sizakirin.

Û daxwaz kir ko giring e sivîl li Idlib û gundewarê wê bêne parastin, piştî ko ew herêm tije niştecih bûne bi sedema ku gelek koçberan xwe li wir girtine .

Û got ku divê alîkariyên lezgîn bo koçberan bêne pêşkêşkirin, û destnîşan kir ko hejmareke mezin ji sivîlan piraniya wan zarok û jin in bê xwarin û cih mane.

Hevbendiya niştimanî diyar kir ko pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihên herêmên rizgarkirî re, di rêya desthilata Sûrî ya demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê re ye, û kar ji bo damezirandina encûmenên xwecihî ên nûnertiya tevaya herêmê bikin berdewam e.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

26 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dana serokatiya "panêla jinavbirina çekên kîmyayî û atomî ya ser bi NY" ji bo rijêma Esed şermezar kir, û da zanîn ku ev yek wê êşandinek ji wijdanê mirovahiyê re û xiyanetkek ji xwîna qurbaniyên zêdetir ji dused êrîşên kîmyayî yên rijêma Esed re be.

Serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa ji bo baykotkirina serokatiya rijêma Esed ji panêla navhatî re di heyamê çar hefteyan de, nameyek ji 18 dewletan re şand, û name ji Amerîka û Birêtaniya û Tirkiya û Elmaniya û Fransa û kenda û Japon û Îtaliya û Ispaniya û Siwêd û Nerwêj û Holenda û Beljîka û Ostraliya û Siwêsra û Filend û Niyoziland û Okraniya re hatin şadin.

Mistefa dît ku serokatiya rijêmeke jirêçûyî wek rijêma Esed ji vê panêlê re, rastgoyî û pakiya vê panêlê ji bo jinavbirina çekan têkdişkêne; ji ber bikaranîna çekên kîmyayî û yên qedexekirî ji aliyê vê rijêmê ve û hewlên wê yên nerewa yên ji bo bidestxistina çekên otomî ku ev yek bi xwe dibe binpêkirin ji pabendiyên jinavbirina çekan û berovajî armanc û piransîpên sereke yên kongirê jinavbirina çekan e.

Mistefa got: rêkeftina çekên kîmyayî û biryarên konseya ewlekariyê bi awayekî eşkere ji aliyê rijêmê ve hatine binpêkirin, û binpêkirin ji aliyê komîta lêpirsîna hevbeş ya NY (OPCW) ve di raporta 25.11.2017'an de ya pêșkêşkirî ji konseya ewlekariyê re hatibû dekomentkirin, ku yekem car gazên jehrê li 21'ê tabaxa 2013'an ji aliyê rijêma Esed ve li dijî miletê Sûriyê hatibûn bikaranîn, û vê dawiyî û ne dumahîk car li 7'ê nîsana borî li Dûma hat bikaranîn.

Mistefa di nameya xwe de gotiye ku "dana serokatiya panêla jinavbirina çekên kîmyayî û otomî bo rijêma Bişar Esed li ser astê navdewletî, wek destnîşankirina kesekî bêşerm û kirêt wek "Cakê xwînrêj" berpirs ji mala jinan re", li gor rêvebirê cîbecîkar yê çavdêriya netewên yekbûyî “UN Watch” gotiye.

Serokê Hevbendiyê di nameya xwe de daxwaza bidawîkirina derdeseriyên gelê Sûriyê û sizadana tewankaran û pêkanîna daxwazên azadî û rûmet û dadperweriyê ji hikûmetên dost kir.

Hêjayê gotinê ye ku kongirê jinavbirina çekan li sala 1979'an piştî xuleke taybet ya komeleya giştî ya NY hatibû damezrandin, û ji 65 dewletan hatiye pêkanîn, û li salên dawiyê ew dewlet li gor hin pirsgirêkên sereke hatine dabeşkirin, û hersal kongir tê lidarxistin û dewletek serokatiya wî dike, ligor rêzbenda tîpên Elfebeyê ji navên wan re, û ji bo guhertina dewleta ku bibe serok ji kongir re, divê hevdengiyeke navdewletî di navbera dewletên beşdar de hebe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

26 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê operasiyona armanckirina xwebexşkarên berevaniya sivîl li gundewarê Helebê ji aliyê hin kesên nenas pirotesto kir, û dibîne ko yê ziyanê li xwebexişkarên bervaniya sivîl bike, wek ew ziyanê li bijîşkê ko wî derman dike bike.

Û navendeke rêkxistina berevaniya sivîl ya bi navê kumspî tê naskirin li bajarokê Til Hediye li gundewarê Helebê îro sibehê ji hêla enadmin nenas hatibû armanckirin, di encamê de 4 xwebexşkar şehîd ketin û 3ên din birîndar bûne .

Çalakvanan anî ziman tevlî dîdeya hin dîdevanan, ku çekdarin nenas bi turumbêleke borter êrîşî navenda berevaniya sivîl li bajarokê ko bi ser bajarokê Elhadir ve ye li gundewarê Helebê yê başûr kir.

Çalakvanan bal kişand ser ko çekdarên ji nişka ve bi guleyan êrîşî nobedaran kirin, hemû tiştên di hindirê navendê de tevlî turumbêl û alav û mûbaylan dizîne.

Hevbendiya Niştîmanî bi xurtî tekezî li ser giringiya peyketina tawankaran ji hêla aliyên berpirsiyar ve li herêmê kir, û daxwaz kir ku wan di zûtirîn dem de pêşberî dadiweriyê bikin, û got ko yê ziyanê li tîmên dezgehê bike, ew ziyanê li xelkên hêmin li her derê dike.

Tê destnîşankirin ko berê jî çekdarin din çend xwebexşkarên berevaniya sivîl li bajarê Sermîn li gundewarê Idlibê yê rojhilat kuştine û tiştên li navendê dizîne.

Û tîmên bervaniya sivîl karê xwe yekem car sala 2012ê piştî êrîşa rêjîmê li ser herêmên sivîlan dest pê kir, rêkxistinê çend xelatên navdewletî wergirtine û ji xelata Nobilê re di sala 2016an de ji hêla çalakvanên Sûrî û yên biyanî ve hate berbijêrkirin.

Lê rêkxistin bi fermî di heyva çêriya pêşî de sala 2014an hate damezirandin, rêkxistin xizmetê ji çen parêzgehan re pêşkêşdike û 150 navendên wê hene, bi karûbarê rizgarkirina birîndaran radibe, û kelaxê kuştiyan ji bin wêraniya derdixe, her weha agirê ko ji ber êrîşan çêdibe vedimirîne.

Jêder: nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiya niştimanî /Beledî news

24 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, berêz Ebdulrehman Mistefa, ji bo gengeşekirina pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê, îro roja pêncşemê li Enqera paytexta Tirkiyê, ligel berêz Mewlûd Cawîş Oglo Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê civiya.

Mistefa tekezî li ser kûrbûna têkiliyan ligel Tirkiyê kir, tevlî berdewamiya têkiliyan di çarçovê stratîjiyeke tekûz di navbera herdu aliyan de, li ser binemayê piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê, û bi taybetî piştgiriya Karê hikûmeta demkî li gund û bajar û bajarokên rizgarkirî.

Herwiha tekezî li ser giringiya çespandina agirbestê û piştgirî û aktivkirina pêvajoya danustandinên Cenêvê kir, ji bo pêkanîna veguhestineke siyasî ya giştgîr ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û ji bo tevlîbûna rijêmê li nav danustanên Cenêvê û pêvajoya siyasî û daxwaza fişaran li ser Rûsiya kir.

Mistefa cext li ser giringiya sizadana tawanbarên şer kir, û di serî de sizadana Bişar Esed û desteka rijêma wî, nemaze piştî dubarekirina tekezkirina li ser berpirsyaretiya wî di ber bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî de bi awayekî berdewam, û berdewamiya li ser kuştin û koçberkirina bi milyonên Sûriyan.

Serokê Hevbendiya Niştimanî li dawiyê supasiya hikûmet û gelê Tirkiyê kir li ser piştgiriya ku pêșkêş dike ji bo sivikirina bargiraniya miletê Sûriyê her ji sala 2011'an ve, bi sedemê tawanên rijêmê yên ji bo mana li ser desthilatê û redkirina veguhestina siyasî, û helbijartina bijardeya yekalîkirina leşkerî ya xwîndar.

Jêder: Ofîsa Hevbendiya Niştimanî

24 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Li çend rojên borî rêjeya binpêkirinên milîsên "PYD" ên terorîstî li dijî sivîl û koçberên li navçeyên di destê wê de ji kuştin û binçavkirin û eşkdncedananê zêdetir bûne, û dv yek bo hander ji bo ku Hrvbendiya Niştimanî bi tundî vê yekê şermezar bike, û tekez kir ku ev tawanên wê wek "kopiyekê" ji riftarên rijêmê yên tepeserkirinê re yên bi armanca tirsandin û girtina xelkê Sûriyê tên dîtin.

Hevbendiyê di daxuyaniyekê de daxwaza rawestandina sercem rengên piştgiriyê bo van milîsan bi awayekî tekûz û bilez kir, û di heman demê de xemsariya hin aliyên civaka navdewletî li hember gefên terorîstî ên van milîsan şermezar kir.

Hevbendiya Niştimanî di Daxuyaniyeke xwe de kiryarên revandin û tirsandinê yên milîsên "PYD" şermezar kirin, û tekezî li ser hevkarî û piştgiriya xwe kir ji xelk û koçberên Minbicê re yên girev li dijî van kiryaran kirin.

Hrvbendiya Niştimanî gotibû: ku "milsên "PYD" bi gulebarankirina dikanên beşdar di grevê de bersiva nerazîbûna xelkê da, ku ev yek kiryarên Rijêmê yên tepeserkirina xwepêşandanên cemawerî yên li destpêka şoreşê tîne bîra mirov".

Hevbendiya Nişgimanî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku koçberên Afrînê yên vedigerin li ser mal û gund û bajarên xwe rûbirû heman tawan û riftarên kirêt ên milîsên "PYD" tên, û bal kişandibû ku hejmarek ji malbatan tevlî jin û zarokan bi destê wan hatine revandin û ber bi cihên nediyar ve hatine veguhestin, tevlî standina nasnameyên koçberên li kampên Helebê ji bo neçarkirina wan li ser mana di kampan de, û koçberekî Afrînî bi guleyên bi tewşî yên milîsên PYD'ê hat kuştin, dema koçberên Afrînê xwepêşandanek ji bo vegerê li dar xistibûn.

Di aliyek din yê daxuyaniyê de, Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya vegera bi sedhezaran koçberên ji navçeyên dibin destê van milîsan de li ser cih û war û bajar û gundên xwe û dabînkirina saxlemiya wan kir.

Têzanîn ku milîsên "PYD" li çend rojên borî hilmeteke girtin û revandinê li ser rêbendan û êrîşkirina li ser malên xelkê li gund û bajarên Minbic û Reqê û Dêrazorê bi rê ve dibin, ji bo revandin û girtina ciwanên wan navçeyan û tevlîkirina wan li nav hêzên xwe û tevlî çend kiryarên eşkencedan û binçavkirinê li dijî xelkê gundewarê Reqê û girtin û veguhestina wan bo cihên nediyar bi behane û tometên nerast.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira serokê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê  Dîma Mûsa, diyar kir ko yasaya hejmar 10 ya rêjîmê derxistiye , gelek bandorên wê yên neyînî hene li ser pirosêsa siyasî û veguhastina siyasî ya li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara navdewletî 2254ê.

Ev gotin hat di beşdarbûna Mûsa di kargeha kar de ya ko dezgeha (Elyewm Eltalî) rêkxistin kiriye, têde aliyên siyasî û abûrî yên yasayê hatein gengeşekirin, û dadwer û parêzer û pisporên yasayî û nûnerên hin dewletan û rêxistinên navdewletî lê amade bûn.

Mûsa tekez kir ko derxistina rêjîmê ji vê yasayê re di heman çaxê ko behsa danîna destûreke nû ji welat re dibe, diyar dike ko ew hêj ne jidil pirosêsa siyasî dixwaze, û palê dide ser çareseriya leşkerî ya xwîndar .

Mûsa bal kişand ser ko yasa nahêle veguhastina siyasî ya tekûz ya li gor biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê pêk were, ji ber ew nahêle penaber û derbider li mal û milkên xwe vegerin, û ev arîşeyekê di pirosêsa hilbijartinan de peyda bike, û destnîşankirina herêmên hilbijêrneran aloz dibe.

Cîgira serokê Hevbendiyê destnîşan kir ko rêjîm hewil dide ko tawankariyên cengê yên ko di çend salên borî de hêzên wê pêk anîne binixumîne û nîşandekên wan têk bibe, û ev pirosêsa vekolînê ya tawankariyên cengê asteng dike û misogerkirina dadweriya veguhêz aloz dike.

Çend dewletan rexneya wê yasayê kir, wek Elmanya, û wezareta derve ya Elmanî dibîne  ko ‘’Esed hewil dide ko rewşê li Sûriyê ji kok ve ji bo berjewendiya xwe biguhere, û wê vegera penaberan dijwar bibe. ‘’

Her weha Semîr Ce’ce’ serokê partiya hêzên Libnanî tekez kir ko yasaya 10 metirsiyeke mezin e, ewê bihêle penaberên Sûrî li Libnanê bimînin, û serokê desthilata Libnanê Se’ed Elherîrî jî got : “Çi karê yasayê nîn e, ji bilî ko nahêle penaberên Sûrî li malên xwe vegerin, û gefê li sedhezarên derbideran dixwe ko wê milkên wan bibin eger di demeke destnîşankirî de venegerin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

22 May 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirseke Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku Rûsiya li Sûriyê kiryarên koçberkirina neçarî û qirkirinê yên li Qafqasê di salên 1864'an de di derheqê "Çerkesan" bibûn, dubare dike.

Endam û cîgira serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Selwa Eksoyê, duhî li roja duşemê, bi helkefta "roja reş ya Çerkesan" li 21'ê gulanê, diyar kir ku Moskow berpirsyare li hember kuştin û koçberkirina bi sedhezarên Çerkesan, û ev yek piştî destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê careke din dubare bû.

Eksoyî dît ku kiryarên koçberkirina neçarî yên niha li Sûriyê dibin dubarekirina wan kiryaran e, û got ku îro erkekî mezin dikeve li ser milê civaka navdewletî ji bo rawestandina van kiryarên terorîstî li dijî miletan, û dakokî li ser vegera sivîlan li cih û warên wan kir.

Herwiha daxwaza aktivkirina dadgeha tawanên navdewletî ji bo sizadana tawanbarên şer û nehêlana pêkanîna koçberiya neçarî ji NY kir.

Tora Sûrî ya mafên mirov duhî serjimêriyek qurbaniyên hatine kuştin bi destê hêzên Rûsiya belav kiriye, têde behsa kuştina 6133 sivîlî li ser destê hêzên Rûsiya, her ji 30'ê êlûna 2015'an heta duhî roja 20'ê gulanê kiriye, û 1761 zarok û 661 jin di nav kuştiyan de hebûn.

Herwiha Tora navhatî nekêmtir ji 939 zêdegaviyan li ser navendên zindî yên bajarvaniyê li ser destê hêzên Rûsiya tomar kirine, ji wan 169 êrîş li ser xwendingihan û 167 li ser navendên pizîşkî û 140 li ser mizgeftan û 55 li ser bazargehan bûn.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: May 2018