30 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

bi dehan kesên sivîl, di nav wan de jin û zarok jî hebûn li Der'a û derdorên wê şehîd û birîndar ketin, ji ber oparesyona leşkerî ya li ser başûr ji aliyê Esed û hêzên Rûsiya ve, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku ev tawanên şer yên ji aliyê rijêmê pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê lawaz dike.

Û "Nivîsîngeha belgekirina navên şehîdan li Der'a " got ku nêzîkî 20 kesên sivîl, di nav de zarok û du jin şehîd ketin, piştî bombebarana gundên rojavayê Der'ayê bi hêrişên firokên şer û topxaneya giran.

Çalakvanên Der'ayê eşkere kirin ku bermîlên teqîner bi berfirehî di 48 saetên dawî de ji aliyê rijêmê hatin bikaranîn, û hin bermîl li Der'a beled, û herweha li "Newa" û "Tefes" û "Kehil" û "Al-Musayfirah" û "Om Almiazn" ketin, herwiha bajarê "Ne’êmeh" bi mûşekên "erd - erdê hat bombebarankirin.

Serokê Koalîsyona Niştimanî birêz Abdul Rahman Mistefa, diyar kir ku "Der'a di bin agir deye", û da zanîn ku "beşekî mezin ji xelkê ji malên xwe bo cihên din ji ber bombebaranê bar kirine."

Berdewam kir û got: "mirov û kevir bi firokên Rûsya têne şewtandin, û milîsên Îranê û Esed tawanên Şer pêk tînin", û pirsyara rola dostên gelê sûriyê di piştgiriya şpreşvan û Sûriyan ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe de kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

29 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko operasiyonên leşkerî yên li Der’a dijî sivîlan e, û ew xelekek e ji zincîreke dirêj ji tawankariyên cengê yên ko rêjîm bi alîkariya Rûsya û Îranê pêk tîne, û bêtir got ku kontrolkirina rêjîmê ji xakin nû re tiştekî ji ketwara pirosêsa siyasî ya ji bo dabînkirina veguhastina siyasî ya tekûz li welat li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê naguhere.

Di hevdîtina xwe de ya ligel şanderê navdewletî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora û encûmena mafên mirovan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve li Cinêvê, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan, daxwaz kir ko Netewên Yekgirtî têwerdanê jidil bike bo tawankariyên rêjîmê û zordariya wê dijî Der’a rawestîne, û sivîlan biparêze û nehêle koçber bibin.

Elferhan got ku rêjîm û hevalbendên wê ticarî jidil beşdarî di operasiyona siyasî de nekirine, û çareseriya leşkerî berdewam dikin. û bêtir got: Me ev di hemû hevdîtinên xwe de yên digel Netewên Yekgirtî û yên digel hevalên Sûriyê diyar kiriye, lê tu kesî li me guhdarî nekir.

Û daxwaz ji berpirsiyarên Netewê Yekgirtî kir ko binpêkirinên milîtanên PYD yên berdewam derheqê sivîlan de rawestîne, û tekez kir ko ne pêkan e kes karibe beraber vê qebareya binpêkirinên li Sûriyê dibin bêdeng bimîne.

Û bal kişand ser metirsiya yasaya hejmar 10 ya ko rêjîmê derxistiye, û daxwaza rawestandina wê kir, çimkî ew “Mafên mirovên ko bi kotekî derbider bûne binpê dike”, û hemû biryarên rêjîmê yên bi daxwaza Îranê derdikevin bi tundî pirotesto kirin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku herdu teqînên terorîstî yên duhî li Efrînê hatin pêkanîn; bi armanca belavkirina sehm û tirs û şêlupêliyê ne, û Hevbendiya Niştimanî dubare tekez kir ku rijêma Esed sedem û jêder û çavkaniya terorê ye.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de got ku: "Destên terorîstî" li pişt van teqînan in, û got ku "ev kiryarên terorîstî bitenê tên bi armanca belavkirina sehm û tirs û şêlupêliyê, tevlî ku nikarin bigihêjen armancên xwe".

Hevbendiyê dît ku ew pilan li dijî vîna gelê Sûriyê ne, û bi ser nakevin, ew tên bi hewla têkşikandina vîna azadîxwaziyê, ku ne terorîst û nejî stemkar nagihêjin çi armancan".

Daxuyaniyê bal kişand ku "wêneya rasteqîn diyar nabe; heger em bi awayekî tak û cuda li van tawanan tameşe bikin. Ev tawan û yên wek wan hevdem tên ligel êrîşên berfireh yên hêzên rijêmê û hevalbendên wê li ser başûrê Sûriyê, ku ev yek pêwendiya mokom di navbera hêzên terorîst yên li Sûriyê û rijêma Esed de diyar dike".

Hevbendiya Niştimanî dubare tekez kir ku rijêma Esed sedem û jêder û çavkaniya terorê ye, û herger biryar bi jinavbirina vê çavkaniyê nebin, wê teror berdewam belav bibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

28 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Yasir Elferhan, tekez kir ko rêjîma Esed berpirsiyar e di ber pêkanîna bi hezarên tawankariyan de li dijî sivîlan, ji girtin û revandin û êşkencedana heta mirinê.

Ev gotin di beşdarbûna Ferhan de di rûniştina taybet bi girtina nerewa û veşartina bi zorê, ya li Cinêvê li Siwêsra hat. Ku Encumana Mafê Mirovan ew rûniştin li kêleke civîna xwe ya 38emîn rêxistin kiribû.

Elferhan yê ko serpereştiya desteya niştimanî ya girtî û kesên windayî dike, ya ko Hevbendiya Niştimanî vê dawiyê ew damezirandiye, tê de got ku operasiyonên êşkencedanê di zindanên rêjîma Esed de rêbazlkirî ne, û bûne sedema ku bi dehhezaran kes ji hevrikiya Sûriyê jiyana xwe jidest dane.

Û diyar kir ko rêjîmê pabendî bi biryarên navdewletî nekiriye, û nejî bi rêkeftinên nehêlana êşkencedana girtiyan. Û berdewam kir û got: “ev tev de çêdibe tev li derçûna biryarên Encûmena Ewlehiyê yên pirotestokirina bi xurtî ji girtina sivîlan a kotekî û opersiyonên êşkencedanê re, û kuştina di zindanan de û veşartina bi zorê, û daxwaxz dikin ko ev kirde yekser rawestin û hemû kesên girtî bên berdan.

Elferhan diyar kir ko damezirandina desteya niştimanî ya girtiyan û kesên revandî, tê bi amanca alîkariya rêkxistinên navdewletî yên serbixwe, bo pêkanîna vekolînê di pêrabûnên berdest û piraktîk de li ser xakê û encamdana berdana girtiyan.

Û berdewam kir û got: ‘’babetê girtiyan bi tekûzî bingehîn e, û em napejirînin ko bibe kaxezek bo danûstandinê. Divê em vê kêşeyê jibîr nekin, û nehêlin bê dûrxistin bo piştî çareseriya siyasî.‘’ û got: giring e dosya sizakirinê aktîv bibe, û bi aloziyên çareseriya siyasî ve neyê girêdan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

27 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya danûstandkar ya Sûriyê daxwaza civîneke awarte ji Encûmena Ewlakariya navdewletî dike, bo gotûbêjkirina tawanên şer ên ku rejîma Esed û hevalbendên xwe li Dera pêk tînin, û daxwaza rawestandina bilez ya operasyonên leşkerî kir, û da zanîn ku ev yek binpêkirine ji biryarên navdewletî re.

Desteyê bêdengiya Encûmena Ewlekariyê û cîbicînekirina wê ji erkên xwe yên yasayî û siyasî re di çarçoveya parastina welatiyên sivîl yên Sûriyê û ranewstana bikaranîna hêzê û çekên qedexekirî ji aliyê rejîma Esed li dijî sivîlan şermezar kir.

Cîns Lîrk, axêverê bi navê nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê mirovî, amaje bi wê yekê kirk ku herî kêm 45 hezar kes ji Der’ayê ber bi Ordinê ve derketin, bi sedema tundkirina şer ji aliyê hêzên rejîmê ve, û di nava sivîlan de hin zarokên kuştî û birîndar ên ji encama operasyonê bibûn qurbanî hebûn.

Herwiha rêxistina Lêborîna Navdewletî daxwaz ji Hikûmeta Ordinê kir ku sînorê xwe li pêşiya penaberan veke, û Şêwermenda rêxistina Lêborîna Navdewletî Muna Elkîxiya got: "Divê Hikûmeta Ordin sînorê xwe li pêş penaberên ku ji tundiya hêzên rejîma Sûriyê û hevalbendên wê reviyane veke", û her weha got ku "ew welatiyên revyane di rewşeke nebaş de ne, û di navbera jiyan û mirinê de ne, û çênabe Ordin bi hêsanî dev ji wan berde."

Hêzên rejîma Sûriyê berya çend roja dest bi helmeteke leşkerî li parêzgeha Derayê kir, di heman dema ku wê deverê bi awayekî tûnd bombebaran dike, û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, zarok û jin jî di nava wan de hene, herwiha bi sedan malbat ber bi sînorê Ordinê de koçber bûne.

Jêder:Ragihandina Hevpendiya Niştîmaniya Sûriyê

25 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb, ligel nûnerên girûpa dewletên dostên gelê Sûriyê civiyan, û behsa dumahîk pêşdeçûnên meydanî û êrîşên leşkerî yên hêzên rijêma Esed û milîsên Îranê yên terorîst ên bi piştgiriya firokên Rûsiya yên niha li dijî sivîlên başûrê Sûriyê dibin kirin.

Û di hevdîtinê de çend endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî amade bûn, û têde behsa kiryarên koçberkirina neçarî yên ji aliyê rijêma Esed li navçeyên cuda cuda dibin kirin, her weha yasa hejmara 10 û ziyanên wê yên digihên dewletên mihvandarên penaberên Sûrî kirin, tevlî gengeşekirina rêkarên piştgiriya hikûmeta demkî û aktivkirina pirojeyên wê yên xizmtgozariyê li navçeyên rizgarkirî.

Serokê Hevbendiya Niştimanî berêz Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku kiryarên koçberkirinê yên mezin li başûrê welat dibin, û cext kir ku pêdiviya van tawanên şer yên berfireh li dijî sivîlan bi bizaveke bilez ya navdewletî heye ji bo rawestandina van kiryaran.

Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî yasa hejmar 10 tevî red dike, û wê bi pêgavekê ber bi çespandina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografî dibîne.

Mistefa diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî berdewam e di cêbicêkirina pilana xwe de derbarê mokomkirina hebûna xwe li navçeyên rizgarkirî û aktivkirina dezgehên xizmetgozariyê yên hikûmeta demkî û damezrandina encûmenên xwecihî yên helbijartî ji bo rêvebirina karûbarên bajar û bajarokan.

Û serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb tekez kir ku hikûmeta demkî kariya xwe li navçeyên rizgarkirî ferz bike, piştî du salan ji karê berdewam, û bal kişand ku "erkê me yê pêşiyê pêkhatibû ji pêşkêşkirina xizmtgozariyên xwendin û saxlemî û encûmenên xwecihî, û paşî bicihkirina xelkê û amadekirina wan ji bo piroseya siyasî".

Û bal kişand ku hikûmeta demkî niha li ser heft doseyan kar dike ku ewjî: asayîş, dadwerî, derxistina destûreke Sûrî, artêşa azad, rêvebirina girtîgehên medenî, nivîsîngeha serjimêriya niştimanî, berfirehkirina xwendina pêşeyî û bilind, û fayilê dawiyê yê xizmetgozariyê ye yên bi sercem şaxên xwe yên serekî ên avakirinê û çêkirina riyan".

Nûnerê Eniya başûr yê Hevbendiya Niştimanî Bişar Elzih'bî cext kir ku tawanên şer bi awayekî berfireh ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya li Der'ayê dibin, û got ku "rewş gelekî metirsîdar e û em pêwendiyan ligel piraniya dewletên dost dikin û me gelek peyam bi riya Hevbendiya Niştimanî û desteya danustandinê şandine, lê mixabin rijêm berdewam e di êrîşên xwe yên li ser sivîlan de" û bal kişand li ser hebûna pêlên koçberiyê yên mezin û got ku heger tawanên rijêmê berdewam bimînin dibe li rojên bê hejmara koçberan bigihêje hejmareke çavnerênekirî.

Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa got ku wê bandora kiryarên koçberkirinê û guhertina demografî û herwiha yasa 10 bi awayekî rasterast li ser pêvajoya siyasî û veguhestina siyasî hebe, nemaze piştî talankirina mal û samanên hemwelatiyan û qedexekirina vegera koçber û penaberan, û tekez kir ku ev yasa "nejidilbûna rijêmê li hember têkelbûna pêvajoya siyasî xuya dike".

Endamê desteya siyasî Hadî Elbehra ji aliyê xwe ve behsa piroseya destûrî kir, û got ku "em di danustandinan de palê nadin li ser damezrandina komîta destûrî bitenê, biqasî em palê didin li ser karê komîta destûrî", û got ku dibe ev yek beşek ji pêvajoya siyasî ya li Cenêvê û libin çavdêriya NY be".

Û cext kir ku pêwîst e komîta destûrî "pêgavek be ber bicihkirina biryara 2254 û ne hewlek ji bo parçekirin û berovajikirina wê be, û dibe pêgavek ber bi veguhestina siyasî ya rasteqîn be".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

23 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku li her şeş salên borî bi dehhezaran sûrî karîbûn bêcudahî biçin tewafa Heca pîroz bi saya pêşkêşkirina Şahnişîna Erebistana Si'ûdî ji xizmetan re bo heciyên mala xwedê.

Hevbendiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hejmara heciyên Sûrî yên li sala par bi 15 hezar heciyan zêdetir bû, û tê pêşbînîkirin ku hejmara hecaciyên îsal bigihêje 18 hezaran.

Hevbendî pesnê hevkariya serkeftî û berdewam di navbera komîta Hecê ya bilind ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ve û Wezareta Elhec û Elumre ya Erebistana Si'ûdî de da, û bi navê gelê Sûriyê rêz û supasî ji bo Şahê Si'ûdî û hikûmeta Si'ûdî pêşkêş kirin, li ser pêşkêşkirina destê alîkariyê û rêxweşkirina karûbarên heciyan û peydakirina hemû pêdawîtiyên pêwîst bo bicihanîna ferza Hecê bi hesanî û bê zehmetî.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got: xuyaye ku komîta bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ve bi rêkupêk karên xwe birêve dibe û xuyaye ku li ser asteke bilind hemahengiyê ligel Wezareta Hec û Umre ya Si'ûdî dike, û bê alîgiriya siyasî erkê xwe bich dike û xizmetan bê merc ji hemû heciyan re pêşkêş dike.

Hevbendiyê destxweşî li bizavên mezin yên Erebistana Si'ûdî pêşkêşî heciyan dike kir û ji bo pêşkêşkirina xizmetên baştir ji bo heciyên Sûrî tekezî li ser berdewamiya hemahengî û harîkariyê ligel Erebistana Si'ûdî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

22 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya danustandinên Sûrî êrîşa rijêma Esed û milîsên wê li ser parêzgeha Der'a şermezar kir, û daxwaz ji konseya ewlekariyê û civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin li hember pilanên rijêmê.

Serokê desteyê Nesir Elherîrî li ser rûpelê xwe yê "twitter" belav kir ku rijêma Esed hevdem ligel bêdengiyeke navdewletî dubare êrîşên leşkerî li ser navçeyên berfireh yên başûrê Sûriyê pêk tîne, û li rûberek mezin ji parêzgeha Der'ayê sivîlan dikûje û koçber dike .

Serokê desteyê berdewamiya bêdengiya navdewletî bi "lempeya kesk" ji rijêma re dît ji bo pêkanîna kuştarên zêdetir li dijî Der'ayê, ya yekem xetîra şoreşa Sûrî bû li sala 2011'an.

Hêjayê gotinê ye ku ev bangewaziya desteyê ya ji bo civaka navdewletî tê ji encamê peydabûna pêleke koçberiya mezin li nav bajar û bajarokên navçeya başûr, û bergiriya sivîl ragihandibû ku nêzî 10 kesan şehîd ketine û birîndar bûne, bi sedema zêdegaviyên leşkerî yên hêzên rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê û bi alîkariya firokên Rûsiya.

Berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stephen Dugrick, di kongirekî rojnamevanî de li baregeha NY li Niyoyork, got: "Ofîsa hemahengiya karûbarên mirovî hest bi nîgeraniyê dike, derbarê raportên tên li ser zêdebûna tundutîjiyê li parêzgeha Der'a li başûrê sûriyê, ku jiyana bi sedên malbatan têxe bin metirsiyê".

Herwiha ji aliyê hêzên Esed rê li pêşiya sivîlên ku ji bombebaranê û kiryarên leşkerî baz didin têne girtin, tevlî girtina rêbuhêrkan û nehêlana derbaskirina kelupelan, zêdebarî şandina alavên leşkerî, û NY nîgeraniya li hember vê yekê nîşan da, û daxwaza standina sercem rêşûnên pêwîst ji bo parastina sivîlan û azadiya çûn û hatina wan kir.

Û nêzîkî 300 malbatî ji bajarê "Elherak" bar kir, ji tirsa oparesyonên leşkerî, piştî şehîdbûna jinekê û hin sivîlan li rex sînorê Urdinê û gundên sînorî, û çalakvanan diyar kir ku 200 malbatî ji bajarê "Elhara" ber bi navçeyên aram yên li parêzgeha Qonêtira bar kirin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

21 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa cext kir ku wê cihê Beşar Esed li hîç qonaxeke veguhêz nebe, û cext li ser giringiya sizadana wî wek tawanbarekî şer li pêşiya dadgeha tawanên navdewletî kir, li ser tawanên dirinde yên bi dirêjahiya heft salan di derheqê gelê Sûriyê de.

Mistefa di hevdîtinekê de ligel kenala "E'rebî 21" got ku "cihê siruştî yê Beşar Esed ne li pêşiya kamira û rojnamevanan û pirsên wan e, cihê wî li pişt qeyd û zincîrên zîndan û girtîgihan e, û divê ew cih cihê her tawankarekî şer be".

Mistefa tekezî li ser berdewamiya şoreşa Sûriyê û dabînkirina armancên wê kir, yên ji vegerandina mafên sûriyan ên siroştî û avakirina desthilata azadiyê û dadperwerî û yeksaniyê û misogerkirina parvekirina desthilatê ya bi aştiyane pêktên.

Mistefa Pîtedana Hevbendiya Niştimanî bi çareseriya siyasî nîşan da, û dît ku pêvajoya siyasî daxwazên gelê Sûriyê dabîn dike û pêvajoya siyasî ya ligor biryarên NY û daxuyaniya Cenêv bi çareseriyeke cihê pesendkirinê dît.

Mistefa derbarê metirsiyên li ser şoreşê bal kişand ku îro çend pilan û piroje hene, û hin aliyê navdewletî hewl didin ku berjewendiyên xwe li ser pişta gelê Sûriyê pêk bînin, û tekez kir ku "em vê yekê qebûl nakin û dê li hember rawestin", û got: " berjewendiya rasteqîn ya dewletên cîhanê û herêmê di Sûriyayek azad û demokrat de ye, ya dûr ji sercem şêweyên destêwerdanên derekî".

Serokê Hevbendiyê bi giranî rola tabûrên artêşa azad li başûr li hember sercem guvaş û tengaviyan bilind nirxand, û bal kişand ku şoreşger li dijberî komeke dijminan tên û di serî de li hember hêzên Rûsiya û rijêmê û milîsên terorîst yên Îranê û tevî rola dagîrkariya Îsraelê.

Mistefa derbarê karê dezgehên Hevbendiyê yên li navçeyên rizgarkirî bal kişand ku dema bê wê rêkarên başkirina rewşa sivîlan li wan navçeyan û nêzîkbûna xelkê û misogerkirina xizmetgozariyan li ber çav bê girtin, bi rêka dam û dezgehên xwe û hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî û yekîneya hemahengî û piştgiriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendî

21 June 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Duhî Şandeke hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê serdana bargehê Yekîtiya Ewropî li Biroksilê paytexta Belcîka kir, û digel berpirsiyarin Ewropî yên teybet bi dosya Sûriyê, û Mark Otiyê şanderê wezareta derve ya Belcîkî bo Sûriyê û rojhelata navîn û bakurê Efrîka, û Yohan Vîrkamîn birêveberê beşê rojhelata navîn û bakurê Efrîka yê wezareta derve ya Belcîkî civiya.

Nûnerên desthilata Sûrî ya demkî û encûmenên xwecihî û rêkxistinên sivîl yên Sûrî ligel şanda Hevbendiyê bûn. Civîngeran giringiya piştgiriya dezgehên desthilata Sûrî ya demkî û pirojeyên wê û giringiya wê ji bo xurtkirina helwesta hevrikiya Sûriyê di operasiyona siyasî de gotûbêj kirin.

Aliyên civînê dosya siyasî û dawîtirîn pêşveçûnên pirosêsa siyasî gengeşe kirin, û şanda hevbendiya niştimanî tekezî li ser giringiya berdewambûna piştgiriya karê dikeve xizmeta dosya mafnasî û sizakirinê kir, her weha kartêkerkirina mîkanîzma navdewletî ya serbixwe û bêlayen ji bo sizakirina tawankarên cengê li Sûriyê. Şanda Hevbendiyê ji cîgira serokê hevbendiyê Dîma Mûsa û serokê ofîsa peywendiyên derve Ebdulehed Istêfo pêk tê.

Mûsa got ku pêdiviya niştecihên herêmên rizgarkirî bi piştgiriyeke rasteqîne heye, piştî ko piraniya dezgehên tendiristî, fêrkirin, xizmetgozerî û yên dadweriyê bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê wêran bûne, û got ku kartêkerkirina wan dezgehan dê zehmetkêşiya miletê Sûrî sivik bike, û bingehên karê dîmuqratî bihêztir bike.

Mûsa got ku yasaya hejmar 10 ya rêjîmê derxistiye operasiyonên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî cîbicî dike, û dibe asteng li pêş vegera penaberên Sûrî bo malên xwe.

Û daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ko piştgiriya kêşeya berdana girtiyan ji zindanên rêjîma Esed bike, û ew girtin dijî yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî ye, û wek mezintirîn dosya tawankariyên cengê ye, ji nav yên ko rêjîma Esed pêk anîne.

Cîgira serokê Hevbendiyê dibîne ko bandora beşdarbûna nûnerên desthilata demkî û rêkxistinên civaka sivîl li civînê erênî bû, çimkî astengî û aloziyên dikevin pêşiya aktîvkirina dezgeh û pirojeyên xizmetgozerî li herêmên rizgarkirî, her weha pêdiviyên wan ji bo alîkariya vê hejmara mezin a koçberên kotekî li herêmên bakurê Sûiyê bêtir ronî kirin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: June 2018