31 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm, tekez kir ko giring e parastina navdewletî û piştgirî bo herêmên bakurê Sûriyê bêne kirin, û nehêlin çi êrîşên leşkerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li ser sivîlan û bargehên zindîdar çêbibin.

Ev gotin di civîna digel encûmena parêzgeha Hemayê de bi rêya pirogramekî televizyonî yê girtî hat, û herdu endamên desteya siyasî Hewas Xelîl û Ebdilmecîd Berekat têde beşdar bûn, û parêzkarê Hema ya azad Nafi’ Berazî û Necîb Rehmûn û Ebû Fêsel Elhemewî û Mihemed Emîn û E’la Elxelîl û Ehmed Sebah û Bedî’ Elumer û Ebû Ûsama Qebelan li civînê amade bûn.

Elhekîm got ku giring e karê dezgehên xizmetkariyê bi hêztir bibe, û bi wezaretên desthilata demkî ve bêne girêdan, û koçberên kotekî li bakur bêne hewandin, û alîkariya wan bibe, pêdiviyên wan pêk bên, da derd û barê wan siviktir bibe, piştî ko hêzên Esed û milîtanên Îranî yên tirorist tawankariyin mezin derheqê wan de kirine, û got: ‘’ dive em alîkariya wan bikin tako serbilind vegerin mal û cihên xwe. ‘’

Elhekîm bal kişand ser ku hebûna xalên çavdêriya Tirkiyê ‘’mirov aram dike‘’, ji bo bihêzkirina karê dezgehên xizmetkariyê û berdewamî û tekûzkirina pirojeyên ko encûmenên xwecihî û desthelata demkî dest pê kirine, lê di heman çaxî de, ne dûre ko rêjîm û hevalbendên wê opersiyona leşkerî pêk bînin.

Parêzkarê Hema ya azad diyar kir ko hejmara penaberên ko gihane gundewarê Hemayê gelek in, û alîkarî pir kêm e, û destnîşan kir ko bombebarana rêjîmê li ser hin herêman derdê niştecih û derbideran û bi taybetî piştî ko herêmên zindîdar û yên bijîşkî bombebaran kirin bêtir bûye.

Duhî bi şev Gundewarê Hema yê bakur û rojava ket ber bombebaraneke tund, bû sedema ko li gundê Letaminê keçeke sêsalî şehîd ket, û diya wê û birayê wê birîndar bûne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

 

30 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa, tekez kir ko êrîşa rêjîmê û hevalbendên wê li ser Idlib wê encamin bobelatî li pey xwe bihêle, çimkî bêtir ji du milyon sivîl lê dijîn, piraniya wan yên bi kotekî koçber bûne, û got ku giring e netewên yekgirtî nehêle çi tevgera bi vî rengî çêbibe.

Di hevdîtina bi çend alavên ragehandina Tirkî re li bargehê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Istanbulê, Mistefa got: ‘’ Gefên rêjîmê jidil in, û du milyon kesên cih ji wan re nîn e li Idlibê dijîn, eger tiştek çêbibe wê bobelateke mirovî be.‘’

Û bal kişand ser rawestana Tirkiyê li rex şoreşa Sûriyê, û alîkariya wê ya mezin di warê hilgirtina barê penaberan û piştgiriya wê ji artêşa azad bo berdana rêkxistinên tiroristî, dihêle em geşbîn bin ko Idlib nekeve wê rewşê de. Û bêtir got ‘’ji berê ve hewildan hebûn ko Sûriyan ber bi Idlib ve koçber bikin, û Tirkiyê dixwaze helwesteke siyasî û diblonasî bistîne, çimkî ew dewleta dabînker ya herêma kêmkirina şer e li Idlib , û ew ya bi tenê ye ko li kêleka miletê Sûrî maye. ‘’

Û diyar kir ko ‘’ rêjîm bi piştgiriya Iranê di siyaseta koçkirina kotekî de berdewam e, û vê dawiyê li Dera jî pêk anî, û got ku ev yek çêbû piştî ko dabînkerê Emerîkî ji pabendiyên xwe vekişiya, û tekez kir ko Idlib nuha li ber siyaseta koçkirinê ye, û em bi hêvî ne heman siyaset dubare nebe.‘’

Mistefa tekez kir ko Hevbendiya niştimanî bi çareseriya siyasî re ye, ya ko xwîna Sûriyan ji rijandinê biparêze û hêviyên wan misoger bike, û daxwazên ko ji destpêka şoreşê ve dixwazin pêk bîne, û got: ‘’me di kongirên cobicor de beşdarî kir, lê em dixwazin ko çareserî bi çavdêriya Netewên yekgirtî li Cinêvê be, ya ko em ji sala 2014ê ve lê beşar bûne, lê me tiştekî jidil ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve nedît. ‘’

Û destnîşan kir ko kontirolkirina rêjîmê ji herêmine bêtir re ne serkeftin e, û got ku şoreşa Sûrî gava dest pê kir çi xak di destê şoreşgeran de tune bû, milet bi dana qurbaniyan berdewam e û çare siyasî ye ne leşkerî ye.

Û dibîne ko têkçûna rewşa mirovî li Sûriyê, û berdewamiya pêkanîna tawankariyan derheqê sivîlan de, bi sedema bêçarebûna civaka navdewletî û sizanekirina tawankaran ne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

28 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Bedir Camûs got radestkirina rêjîmê ji lîsteyên navên girtiyên bi êşkenceyê di girtîgehan de jiyana xwe jidest dane bo birêveberiya nifûsê, qebareya tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê li hindirê zindanên rêjîmê diyar dike, û dibîne ko ne netewên yekgirtî û ne komîta vekolînan nikarin çavên xwe ji wan bigirin.

Camûs di daxuyamniyeke taybet de îro şembiyê got ku berdewamiya aşkerekirina van tawankariyên ko bi bêdengî çêdibin, ji civaka navdewletî re tekez dike ko rêjîm ne jidil bi netewên yekgirtî re di cîbicîkirina biryarên navdewletî re kar dike, û daxwaz ji komîta vekolînên navdewletî kir ko lêkolînê di wan tawankariyan de bikin û wan tev li bi sedhezarên tawankariyên ko rêjîmê di salên borî de kirine bikin.

Û tekez kir ku ev tewanên pêk tên karvedanên rêjêmê ne, ji bo heyfê ji kesên beşdarî di şoreşê de kirine hilîne, berpirsiyarî da ser milê rêjîmê, û her weha netewêm yekgirtî bi sedema ko pêrabûnên pêdivî nekirin.

Û di van rojên dawî de, rêjîma Esed lîsteyên navên şehîdên ku di bin êşkenceyê de mirine dan serayên nifûsê, û çalakvanin mafnasiyê gotin ku 1000 şehîd ji bajarê Dareya yê Gundewarê Şamê hebûn, û 750 ji parêzgeha Hesekê, 550 ji Helebê, 460 ji Miedemiyê û 30 ji Yebrûd.

Cîgirê serok bal kişand ser ko ev aşkerekirina lîsteyên navan ‘’ Sivikkirina bobelatê ye, gava ko girtî bi fermana Rûsya bêne berdan‘’, û bêtir got ku rêjîmê bi dehhezaran girtî kuştine, û aşkerekirina navên wan bi carekê dê nişkavek giran be, û got “tirsa me heye ko kuştin di girtîgehan de berdewam be, ji bo tinekirina hejmareke mezin di bin vê bêdengiya navdewletî de.

Û destnîşan kir ko radestkirina wan lîsteyan ji bo birêveberiya nifûsê û têkbirina nasnameya miriyan û derkirina bawernameya mirinê bo wan, dê alîkariya rêjîmê bike di destdanîna ser milkan de li gora yasaya 10, ya ko rêjîm dixwaze pê operasiyonên guherîna dîmugrafî ya berfireh li welat pêk bîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

27 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Encûmena Niştimanî ya Kurdî, bangawazî ji bo saxkirina duwem bîranîna êrişa terorîstî ya xemgîn li bajarê Qamişlo da, û alîgir û xelkê bajêr han dan ku îro roja înê êvarî li cihê teqînê li nava bajêr kom bibin.

ENKSê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji bo "saxkirina bîranîna xemgîn kir ya " 27'ê tîrmeha 2016 hatibû pêkanîn, û diyar kir ku kombûn dê li cihê teqînê li navenda bajêr , taxa rojava - riya Amûdê" be.

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî, Abdul Basit Hemo dît ku êrişên terorîstî yên xwîndar li dijî xelk û bajarê Qamişlo dibin, bi armanca belavkirina tirs û terorê li bajêr e, û got: "heta niha hîç hûrgiliyên vê tawanê nehatine eşkerekirin, û bi taybetî çawa kemyona bi teqemeniyan barkirî derbas bû li nav bajêr di nav hemû rêbendên rijêmê û hêzên ewlekariyê"re, û dûr nexist ku destê rejîma Esed bi terorîstên DAIŞ re têde hebe.

Û êrişên li ser Qamişlo, bûn sedema şehîdbûna bi dehan, di nav de jin û zarok, ji "taxa rojava", û teqîna lorîyeka mînkirî bû sedema wêrankirina avahiyên nişteciyan yên nêzîk.

Hemo bal kişand ku ew matmayî ye ji derketina DAIȘ ji nişkekave tevlî dûrbûna wan ji navenda bajarê Qamişlo, û kiryarên terorîstî yên hovane li dijî sivîlan pêk tîne, û diyar kir ku ev kiryar hevdem in digel gefên ji aliyê rêjîmê li ser herêmê, ku ew jî wek rêbazeke sîstematîk bi zorê dibin ji bo xelk xwe teslîm bikin.

Herwiha çarşema bûrî sê êrişên terorîstî li nava bajarê Siwêda hatin pêkanîn, hevdem ligel êrîşên hovane yên çeteyan li ser bajar û gundên derdora wê, ku 300 kes têde şehîd ketin.

Hemo tekez kir ku bûyera li Siwêda rûda heta radeyekê digunce digel senaryoya ku berî du salan li Qamişlo pêk hat, û bi giranî ev kiryarên terorîstî şermezar kirin, ku bi armanca peydakirina tirs û terorê di dilê xelkê de dibin.

ji aliyê xwe ve, endamê desteya siyasî Hewas Sadûn cext li ser pêwîstiya xurtkirina ruhê hevkariyê di nava pêkhateyên gelê sûrî de kir, ji bo li dijî hemû kiryarên terorîstî yên li Sûriyê dibin rawestin.

Û got, "Em sersaxiya malbatên qurbaniyên Qamişlo û Siwêda û yên bajarên din yên bi wek van êrîşan bûne qurbanî dikin", û xwest ku hokarên sereke yên ajawegeriyê û terorê bi dawî bibe, ku rêjîma Esed jêderê wan ê sereke ye.

Û destnîşan kir ku êrîşên di demên hestyar û bi awayekî pilankirî dibin, û got "xuyaye armancên siyasî û leşkerî li pişt van kiryaran hene".

Jêder:Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

27 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Xelkên li pey cenazeyên qurbaniyên teqînên tirorist li parêzgeha Siwêda, duh, berdan çend berpirsiyarên rêjîmê di dema li pey cenazeyan li nîveka bajêr dimeşiyan, ji ber ko rêjîm û berpirsiyarên wê destê wan di operasiyona DAIŞ de heye.

Acansa Simart anî ziman ko pişikdarên cenazeyê berdan parêzer û serpereştên polîsan û serokê şaxa partiya Eb’es yên bi ser rêjîmê ve, dema ew gihan cihê cenazeyan, û dijûn ji wan re gotin, û berpirsiyariya êrîşa rêkxistina DAIŞ li ser bajêr dan ser milê wan.

Çalakvanên bajêr rêjîm û Rûsya tawanbar kirin bi plankirina wan teqînên ko roja çarşemba borî çêbûn, her weha serpereştê Libnanî Welîd Canbilat matmayîna xwe anî ziman derbarê ku çawa ew komên Daiş yên xwekuj bi vê lezê gihiştin hindirê bajarê Siwêda û tawana xwe cîbicî kirin.

Her weha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê teqînên tiroristî pirotesto kirin, û got ko ew ji nişka ve û berfireh bûn, piştî ko hêzên rêjîmê bêsedem ji gund û bajarokên jêr kontrola xwe li parêzgeha Siwêda vekişiyan.

Û berpirsiyarî da ser milê hêzên Esed , ji ber wan hiştine çekdarên DAIŞ ji deverek dûr werin û hejmarek mezin ji rêbendan derbas bikin û tawana xwe pêkbînin .

Tê destnîşankirin ko hejmara qurbaniyên vê tewana tiroristî gihaye 220 şehîdî, û bi dehan birîndar, hem jî 40 kes ji bajarê Siwêda û gundên rojhelatî parêzgehê windayî ne, jin û zarok jî di nav wan de hene.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya danûstandinên Sûriyê Nesir Herîrî got ku vegera penaberên Sûrî ji berî pêkanîna çareseriya siyasî gaveke zû û nerast e, û hişyarî da li ser tawanên hêzên ewlekariya rijêmê û çekdarên terorîst ên Îranê û pêkanîn tawanên berfireh li dijî wan, wek heyfhilanînekê ji şoreşgeran.

Herîrî çend Tweet li ser malpera "Twitter" belav kirin, têde gotiye ku hêminî û ewlehî li Sûriyê nîne, û ne jî atmosfereke baş heye ji bo vegera bi mîlyonên penaberan, û diyar kir ku ew penaber ji Sûriyê reviyan ji bo parastina jiyana xwe ji zext û zordariya rejîmê û sazîyên leşkerî û ewlekariyê yên Beşar Esed û çekdarên mezhebî yên girêdayî pasdarên Îranê.

Û tekez kir ku vegera penaberan tişteke girîng û stratejî ye, û dikeve di berjewendiya Sûriyê û gelê wê de, lê weha jî got: ". Lê belê, ev yek şaş e ku em rabin bi vê gavê bi awayekî bilez, bêyî pêkanîna çareseriya siyasî ya berfireh".

Û bal kişand ku "Ev rengê vegarandinê dê jiyana bi milyonan welatiyên sûrî careke din bêxe di bin metirsiya tolhildana rejîma Esed, û jiyana di bin zordarî û stema wî de".

Û axiftina xwe berdewam kir û got ku "doza penaberên Sûrî û bargiraniya wan a aborî û ewlekarî û civakî yên bi sedema mana wan li welatên penaberiyê, ew tişteke sereke ye li pêşiya desteya danustandinê, ku hewl dide van mijaran wek paketeke berfireh di nava çareseriya siyasî de û di bin sîwana NY de çareser bike, ji bo ku atmosferek aram û guncayî ji bo vegera penaberan dabîn bike".

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs piştrast kir ku dema vegera penaber û koçberan girêdayî ye bi qonaxa veguhestina siyasî û hebûna rewşeke ewle û aram li Sûriyê, û ew yek hîn pêknehatiye, û xwiyaye hîn dûr e.

Camûs, daxwaz ji NY û bi taybetî ji dostên gelê Sûriyê kir, ji bo pêvajoya vegera penaberên Sûrî di van rewşan de nepejirîne, ku ew wek "chihê nîgeranî û nearamiyê ye" şirove kir, û tekezî li ser pêwîstiya hilgirtina berpirsyariyan ji bo parastina welatiyên sivîl li gor peymanên navnetewî kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

26 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Berevaniya Girtiyan, Yasir Elferhan, diyar kir ko rêjîma Esed xwe Pirotesto Dike dema lîsteyên navên şehîdên êşkenceyê pêşkêş dike, û ev bi xwe nîşanin ko destê wê di revandin û veşartin û tinekirina wan de heye. Rêjîm tawanan derheqê çalakvanan piştî mirina wan jî berdewam dike, bi binaxkirina wan di gorên komel de û derengxistina ragihandina mirina wan, û nehêlana ku aliyên navdewletî karibin vekolînên bijîşkî û yasayî yên pêdivî bikin.

Elferhan got ko bajarê Dareya sîmbola aştîbûn û sivîlbûna şoreşa Sûriyê ye, ya beraberiya tifingên rêjîmê bi gul û siloganên birayetî û lêbûrînê kir, û ew rûyê şoreşê yê rastî ye, yê rêjîmê xwest veşêre, bi veşartina simbolên qehreman û êşkencedana wan û kuştina wan a bi mebest, rêjîm berpirsiyariya tekûz ya van tawankariyên cengê û qirkirinê û tawankariyên li dijî mirovîniyê derheqê girtiyan hiltîne.

Elferhan got ku giring e kesên tawankariyên bêserûşûnkirina kotekî kirine, bêne girtin û sizakirin, û civaka navdewletî berpirsiyariya sincî hiltîne, ji ber ku balyozên dewletên mezin serdana Dareya kirin ji bo sersaxiya şehîd Xeyas Meter , lê paş re hevalên wî di zindanên rêjîmê de li bin êşkenceya rêjîmê de heta mirinê hiştin, û tiştek ji bo rizgarkirina wan nekirin, û dadpirsîna pêdivî nekirin.

Elferhan destnîşan kir aşkerekirina rêjîma Esed ji navên girtiyan re, yên ko li jêr êşkenceyê mirine bê ko vekolîn di sedemên mirinê de bên kirin, û nedana kelaxên wan û nehêlana lidarxistina rêweresmên şînê. Ew jî tawankariyên li dijî hemû yasayên navdewletî û piransîbên hemî olên asmanî ne, ev kirde diyar dikin ko sincên mirovan bi rêjîmê re nemane.

Ji Desteya Niştimanî ya Berevaniya Girtî Û Windayan, Elferhan bi navê Hevbendiya niştimanî sersaxiya malbatên şehîdan kir û got ku bi her dilopek xwîna pîroz ya şehîd Yihya û M’en Elşerbeçî û Selah Neqşebendî û bi hezaran hevalên wan li hemû herêmên Sûrî, wê tovekî şoreşê ji nû ve şîn bê, wek dilsoziyê bi giyanê wan re, û misogerkirina amancên wan ên azadî û rûmet û dadweriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

26 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê êrîşa terorîstî ya duhî li dijî welatiyên sivîl li Swêda li (25 Tîrmehê), ku têde bi dehan şehîd û birîndar ketibûn piraniya wan jin û zarok bûn şermezar kir.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de, berpirsiyariya karîna rêxistina DAIŞ ji pêkanîna van tawankariyan têxe stûyê hêzên rijêmê, ji ber ku ew kesên êrîş kirine nikarin bê destûrdan ji wê dûrê bên û çend rêbendan derbas bikin û bikevin li nava bajêr ji bo pêkanîna komkujiya xwe.

Hevbendiyê bal kişand ku roleke serekî ya rijêmê di çêkirin û piştgiriya vê rêxistina terorîst de û hêlana wê ji bo pêkanîna tawanan heye, û tekez kir ku ew her cudahiyekê di navbera terora rijêma Esed û terora rêxistinên tundrew û şofînîst û mezhebperist de red dike, û cext li ser pêwîstiya şerê li dijî terorê û ji bo rizgarkirina Sûriya ji terorê kiribû.

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re pêşkêş kir. Başbûneke lezgînî ji birîndaran re xwest, û piştrast kir ku berpirsyarên vê komkujiyê û yên hemû tawanên li Sûriyê bûne, û hemû kesên sûcdar û alîkarên wan, wê ji dadgeheke dadmend re bên pêşkêşkirin.

Hêjayê gotinê ye ku êrîşa tawankarî ji aliyê rêxistina terorîst ya DAIŞê li ser Siwêda û gundên wê hatibû pêkanîn, piştî êrîşeke berfireh ji aliyê çeteyan û vekişîna hêzên Esed ji nişkeka ve ji derdora Siwêda.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dît ku rexneyên ji aliyê Wezareta derve ya Rûsiyayê yên li rêxistina Berevaniya Sivîl ya Sûrî dibin, tên ji ber ku gelek fayil û dokument di destê wê de hene li ser eşkerekirina tawanên balafirên Rûsiya û hêzên rijêma Esed yên li dijî welatiyên sivîl pêk anîne.

Hevbendiya Niştimanî îro roja çarşemê di daxuyaniyekê de got ku "Êrîşa Wezareta derve ya Rûsaya li ser saziya Kumên Spî, tê di çarçova daxwaz û niyaza wê ya hovane de ji bo tolvekirinê ji wê, ji ber ew gefeke rastyeqîn e li ser tawankaran û alîgirên wan, bi taybetî ji aliyê yasayî ve".

Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku kadroyên Kumên Spî her ji destpêkê de zincîrek ji tawanên li dijî gelê Sûriyê dokument kirine, tevlî parastina belge û wêne û raportan, û qeydkirina deng û vîdeoyan û belge ji welatiyên sivîl ên birîndar û belgenameyên li ser tawan û herêmên armanckirî, ku ev hemû bi giştî dibin belge û materyalên qanûnî yên bi hêz, li pêşiya dadgeheke bêalî, ji bo piştrastkirina gunehbarkirina rijêmê û berpirsiyariya Rûsya li ser pêkanîna tawanên şer û tawanên dijemirov û binpêkirina yasa navnetewî".

Û bal kişand ku hilmeta li dijî Bergiriya Sivîl bi sernakeve û got: "Ew kesên derewan li ser kar û xebata vê rêxistinê belav dikin, ji sertewanina xwe pêve bidest naxin, ku bi tenê ew derew dikevin di nav wan hewldanan de yên dixwazin careke din wan bi roket û bermîlên teqîner armanc bikin".

Û diyar kir, ku bergiriya sivîl ji bo parastin û rizgarkirina sivîlan her ji destpêkê û heta niha 251 şehîdên saziya xwe ji dest dane, û gelek ji wan bi sedema êrîşên balafirên Rûsiya û rijêmê li ser heman armancên berê ji bo bombrbarankirina kesên karên hawarhatinê dikin hatine kuştin.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi navê bimilyonan welatiyên sûrî, bi rêzgirtin û serbilindî silavan pêşkêşî xwebexşên bergiriya sivîl ya Sûrî kir, û piştrast kir ku xebata wan wê bimîne cihê rêz û hurmetê li rex gelê Sûriyê, û hemû mafxwaz û alîgirên azadî û mirovahiyê li tevaya cîhanê.

Û daxwaz ji NY kir û got ku ji bo rizgarkirina 3,750 xwebexşên Berevaniya Sivîl hêjî ji bo parastina sivîlan di hindur Sûriyê de kar dikin, û hîn jî çarenivîsa bi sedan ji wan nediyar e, û ji bo derketina wan bi aramî, pêwîstî bi destwerdana Netewên Yekbûyî (NY) heye.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de cext kir ku xwedanên Kumên Spî dê berdewam bimînin sembola dilsozî û mirovahiyê, û bizava wan wê bibe çavkaniya qehremaniyê û serbilindî û rûmetê, wek heman rola wan ya mezin di rizgarkirina jiyana welatiyên sivîl, û helbet wê şehidhalbûna wan nîşanek xurt be li ser tewanên tewankaran ji bo pirotestokirina wan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

25 July 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarin Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, gotin ku ew bi hêvî ne ko ev dûrkirina ji kar ya bi sedên mamosteyên Sûrî li kampa Elzaterî li Urdinêji ji hêla rêkxistina Unisef, ne siyasetek rêbazkirî be, ji bo fişaran bidin ser penaberên Sûrî da wan neçar bikin ji bo dest ji penagehan berdin.

Rêkxistina navdewletî biryar daye ji bo dûrkirina 675 mamosteyên Sûrî yên di 29 dibistanan de li hindirê kampê kar dikin ji karên wam, û ev biryar di civîna duh de ji mamostayan re ragehandine.

Razgirê desteya siyasê ya Hevbendiya niştimanî Riyad Elhesen, bal kişand ser ko ev mijar dê bihêle penaber fişarên Rûsî bipejirînin û vegerin xaka Sûriyê ya li jêr kontrola rêjîma Esed, ew dibîne ko ev yek dijberî peyman û biryarên navdewletî yên taybet bo rewşa Sûriyê ye, yên ko tekeziyê li ser vegera bi reaz xwe û dabînkirina rewşeke aram bo wan dikin.

Elhesen got: rêjîmê ‘’ Hovên xwe berdane kolanan, û di kuştina sivîlan û girtin û êşkence û sotandina kelaxan de berdewam in.‘’

Û tekez kir ko bêserûberiya ewlehiyê li Sûriyê gihaye asteke bilind, û got: ‘’ Eger penaber vegerin Rûsya nikare ewlehî û saxlemiya wan dabîn bike, û mijar ji derveyî karîna rêjîmê ye jî.‘’ çimkî milîtanên jêr kontrola Îranê li her derê belavkirî ne.

Û endama desteya siyasî û seroka birêveberiya penaberan Emel Şêxo, got ku vegera penaberan di dema hebûna rêjîmê û dezgehên ewlehiya wê û operasiyonên dardakirina meydanî û girtina bêsedem û bêserûşûnkirina kotekî, dihêle penaber tûşî metirsiya kuştinê bibin.

Daxwaz ji civaka navdewletî û rêkxistinên mafnasiyê kir ko li himber van pilanan rawestin, û berevaniya mafên penaberên Sûrî bikin, û wan ji çarenivîsa nediyar ya dema vegerê li hêviya wan e biparêzin.

Li gora hejmarên netewên yekbûyî, 6.1 milyon penaber li hindirê Sûriyê derbider in, û nêzî 5.5 milyonî li dewletên erebî û Ewropa penaber in, û zarok û jin 70% ji wan in.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 4
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: July 2018