30 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtî û bêseruşûnan ya li ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve, îro li bajarê Stenbolê, kongirekî rojnamevanî derbarê rewşa mirinê di bin îşkenceyê di girtîgehên Esed de û berpirsiyariya civaka navneteweyî li ser vê yekê li dar xist.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Yasir El-Ferhan got ku berdewamiya rejîmê di girtina çalakvanan û îşkencedana wan de dibe fakterê zêdetir ji bo berdewamiya şoreşê, û tekez kir ku wêneyên qurbaniyan yên bi rêya “Sizer” hatibûn belavkirin, û belgeyên din û raporên ji aliyê komîsyonên lêkolînên navnetewî û rêxistinên serbixwe, qebarê tawanên rijêmê yên li dijî girtiyan diyar dikin.

El-Ferhan diyar kir ku rejîma Esed xwe bi xwe tewanbar dike û belgeyan li ser revandin û înkar û windakirina girtiyan bi dirêjahiya salên borî pêşkêş dike, bi riya radestnekirina termên girtiyan bo kesukarên wan, û herwiha veşartina gorên wan û pêkneanîna lêkolîneke zelal û bêalî ji bo destnîşankirina sedemên mirinê.

El-Ferhan bal kişand ku bidawîkirina tawanên jenosîdê li Sûriyê, û parastina mafên mirovan berpirsîyeke hevbeş e ji aliyê qanûnên olî û yên navnetewî û nirxên cîhana azadîxwaz li ser milê civaka navnetewî û hemû hukûmet û gelan e.

Komsiyonê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku heta niha Rûsya rê li pêşiya Konseya Ewlekariyê ji bo raguhestina rejîmê ji bo dadgeha tawanên navnetewî digire, û got: em bipirs in derbarê sedema derengiya derxistina “Yasa Sizer” ji aliyê Kongresê Amerîkî, hevdem bi pirs in li sedema bêçalakiyê li hemberî standina dozgeriyên yasayî ji bo sizadana tawankaran.

Li aliyê din jî, Komîsyona destxweşî li bizavên Tirkiyê û Netewên Yekbûyî û Xaça Sor yên ji bo neçarkirina rêjîmê li ser qebûlkirina pirsa kesên binçavkirî li gor rênimayên mafnasî yên navnetewî û mafên microvan bilind nirxandin.

Komîsyonê her weha helwestên Fransa, Brîtanya, Almanya, Tirkiye, Amerîka, Qatar, Liechtenstein, Erebîstana Siûdî û welatên din jî derbarê rewşa girtiyan di zindanên rijêmê de bilindî nirxandin.

Û Komîsyona Niştimanî ya karûbarên girtiyan bang li civaka navnetewî kir ji bo standina tedbîrên lezgîn û awarte ji bo parastina wan, ku fişarên rast bêxin ser rejîmê ji bo tawanên wê yên hovane li dijî girtiyan rawestînin.

Ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan mirina zêdetir ji 13 hezar kes di bin îşkenceyê de li Sûriyê belge kiriye, û diyar kir ku 99 ji sedî ji wan ji aliyê rejîmê hatine kuştin, her wiha ragihand ku zêdetir ji 118 hezar kesî bi nav hatine binçavkirin, 88 ji sedî ji wan di girtîgehên rejîmê de ne, ji bilî ku tê texmînkirin ku hejmara girtiyan zêdetir ji 215 hezar girtî be.

Komîsyona Niştimanî bi biryara hevbendiya niştimanî hate avakirin, ji bo bergirî û parastina kesên girtî û wenda li Sûriyê yên di destê hemû aliyan de; û herwiha ji bo nûnertiya wan li ser asta navnetewî bike, û bikaranîna rêyên rewa ji bo rawestandina işkencê û parastin û serbestberdana wan, weke lêvegereke qanûnî ji bo pirsa girtiyên Sûriyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

29 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ko miletê Sûrî ew e qyrbaniya amanckirî ji rêkeftina di navbera rêjîma Esed û Îranê de, û destnîşan kir ko Îranê alîkarî kir di berhemdana çekên qedexeya navdewletî de, û bi taybetî çekên kîmawî yê ko bi dirêjahiya heşt salan sivîl têk birine.

Hevbendiya Niştimanî evro çarşembê çi rêkeftina leşkerî û abûrî an yên rêjîma Esed bi dagîrkeran û yên piştgiriya tiroristiyê dikin re imze bike pirotesto kiri, û tekez dike ko ew têkçûyî ne û ne rewa ne û bi taybetî rêkeftina ko Îranê vê dawiyê ragehandiye û dibêje ku ew rêkeftineke hevkariya leşkerî ye.

Hevbendiya niştimanî tekez kir ko ev rêkeftin miletê Sûrî amanc dike, yê ko hêj amanca bitenê ye ji rêjîma Sûrî û hevalbendên wê û milîtanên bi ser ve re, û hemû plan û piroje û hevalbendiyên rêjîmê ji bo mana wî di desthilatdariyê de ye, û têkbirina miletê Sûrî û bêparkirina wî ji mafên siyasî û mirovî.

Û hişyarî ji hûrbîniyên rêkeftina nehênî da û got: “Tev ko ev rêkeftin û bendên wê hêj nediyar in, lê dijminkariya miletê Sûrî û tawankariyên wan yên berdewam derheqê amancên milet, destnîşan dikin ku bêguman naveroka wê teror û tawankarî ye”.

Bêtir got ko miletê Sûrî qurbaniyê yekem e ji çekên ko rêjîmê ew pêşve birine re, û di serî de çekên kîmawî û bermîlên teqîner û alavên êşkencedan û kuştinê di zindanan de, û rêkeftinên digel Îranê ji bilî pirkirina alavên tawankarî û tirsdandinê pêşkêş nekirine.

Hevbendiya Niştimanî ji dewletên kartêker yên Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe beraber rêkeftina tawankarî rabin, û bê tevger ranewestin li pêşberî piştgirî û şirîkatiya ko Rûsya û Îran ji rêjîmê re dabîn dikin, û nehêlin ko ev hevalbendî berdewam be di têkbirina çareseriyên siyasî de, û fişarên pêdivî bo cîbicîkirina biryarên encûmena ewlehiyê yên derbarê rawestandina kuştin û tawankariyan û berdana girtiyan û misogerkirina veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û ya Encûmena ewlehiyê pêk bînin.

Jêder: Nivîsgeha Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sûriya di pileya duyemîn di nav Ereban û sêyemîn di nav welatên cîhanê de yên herî bertîlxwer di sala 2017'an de hat, û berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku ev pileya nû ya Sûriyê hat, piştî pileya wê ya wek welatê herî tirsnak ji bo jiyanê di cîhanê de, û ev ji encama helweşandina dezgehên dewletê û hatina milîsên mezhebî li şûna wan û baladestiya wan li ser navendên jiyanê li welêt.

Endamê Komîsyona Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî U'qab Yahya, diyar kir ku terora rijêmê û tawanên şer yên bêtir ji heşt salan e dibin, Sûriya kiriye cihê sûcdaran û milîsên Hizbullah û mîlîsên pasdarên Îranî û milîsên din, û derfet û rê vekir ji bo peydabûna rêxistinên terorîstî mîna al-Qaîde û çeteyên DAIŞ û PYD.

Wî destnîşan kir ku hemû serjimar tekeziyê li ser tinebûna rewşek ewle di dema niha de li Sûriyê dikin, û ev nîşanên hebûna pirsgirêkên siyasî li Sûriyê ne, û Rûsya nikare înkar bike û herwiha nikare rewşeke siyasî li ser gelê Sûriyê bisepîne, bi taybetî derbarê vegerandina penaberên Sûrî.

Yahya diyar kir ku ew rastiyên rojane li ser tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ji aliyê rejîma Esed aşkere dibin, berpirsiyariya li ser milê Moskowê zêdetir dike, nameze ku ew garantor û parêzvanê rijêmê ye li hemberî Konseya Ewlekariyê, û 11 caran vîto bikar aniye, ji bo danîna keleman pêşiya derxistina biryareke sizkirina rêjîmê ji konseya ewlekariyê

Sûriya di pileya herî dawî de bû li gor pêverên Aştiya cîhanê, ev tê wateya ku ew kêmtirîn dewleta ewle ye di nav 163 welatan de di sala 2018'an de, û Rûsya ya di pileya dawiyê de hat di nav dewletên Ewropa de li gor pîverên aştiyê, hewil dide penaberên Sûrî vegerîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

27 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Toreke Serbixwe ya mafên mirovan ragihand ku rejîma Esed xwe bi xwe bi mirina 836 girtiyî di hundirê girtîgehên xwe de gunehbar kir, û diyar kir ku yarîpêkirina rijêmê bi qeydên medenî aşkere dike ku rijêm li pişt bi deh hezaran kiryarên revandinê ye.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan îro di raportekê de dît ku tevî aşkerebûna hemû rastiyan, lê "Konseya Ewlekariyê mirî ye", û da zanîn ku wê windakirina nêzîkî 82 hezaran li ser destê rijêma Esed, û kuştina 14 hezaran bi îşkenceyê belge kiriye.

Û bal kişand ku rijêmê her ji gulana borî ve, dest bi diyarkirina çarenivîsa beşekî mezin ji kesên bêserûşûn kiriye, bi rêya yarîpêkirin bi data û qeydên nifûsê û tomarkirina wan di qeydên miriyan de.

Li gorî raporê, hemûyan jiyana xwe ji ber îşkenceyê jidest dane, ji bilî doxên bidarvekirinê yên ji aliyê dadgeha leşkerî ve, ku ji 37 dozan pêk tê, anku bi rêjeya 5% ji hejmara dozên hatine belgekirin.

Torê di rapora xwe de bal kişandiye ku termên miriyan ji aliyê rijêmê ji bo kesukarên wan nehatine radestkirin, û dema mirina wan nehatiye ragihandin, û berî niha binçavkirina wan di navendên girtinê de hatibû înkarkirin, û di nav wan kesên di raporê de hatibûn, neh zarok û jinek hebûn.

Raport hatiye amadekirin ligor lêkolînên berhevkirinê ji aliyê tîmên Tora Mafên Mirovan yên hatin pêkanîn di navbera jihevcudakirina datayên xwe de ku ji nêzîkî 82 hezar kesên bêseruşûn pêk tê, ligel navên kesên ku ji aliyê rijêmê li dûmahîk car hatibûn aşkerekirin.

Pêvajoya berhevkirinê diyar kir ku 77% ji doxên ku ji aliyê rijêmê li dumahîk car hatine aşkerekirin, di nav datayên tora Sûrî de hatibûn qeydkirin, û 23% ji wan dozên nû bûn ku nehatibûn belgekirin, ligel dubarekirina pêvajoya berhevkirinê ligel lîsteya qurbaniyên ku di girtîgehan de bi êşkenceyê hatine kuştin, ku hejmara wan gihişt nêzîkî 14 hezaran, her ji adara 2011ê heta Tebaxa 2018 ê.

Raportê zêde kir û got: xuya bû ku mirina 28 kesan ji ber îşkenceyê ji aliyê tora Sûrî hatibû qeydkirin, û li gor vê, rêjeya 97% ji mirinên nû di nav serjimêriya bêseruşûnan de bûn".

Û raporê vekolînek li ser rewşa mirinên nû yên ku ji aliyê rijêmê hatine aşkerekirin diyar kiriye, û piraniya wan di navbera sala 2011 û 2012 de hatibûn girtin, û herwiha piraniya wan di girtîgeha Seydnaya leşkerî û girtîgeha 215 û ya 227 de hatibûn binçavkirin, herwiha vekolînan nîşan dan ku 41 ji kesên mirî kesukar û mirovên hev in, bira û bav û man û kurmam in.

Raportê tekez kiriye ku rijêmê radestkirina termên girtiyan bo kesukarên wan red kiriye, lewra hêjî tawana windakirinê berdewam e, heta ku ew kes sax yan jî mirî bên dîtin, ku li gor yasa navnetewî ev kesên mirî hemû dikevin di nav lîsteya bêseruşûnan de, û serokê rijêmê û rijêm yekem tohmetbar in.

Ji aliyê xwe ve, rêveberê Tora Sûrî Fedil Ebdulxenî got ku tikes nikare bêje "rijêm çi planê amade dike, lê ez texmîn dikim ku du sînaryo hene, yê yekemîn ku Rûsan ev tişt ji rejîmê xwestiye ji bo bi dawîkirina fayilê ko bûye kelem di rêya çareserkirina kirîza Sûriyê de, û ya duyem, ku rijêm dixwaze serkeftina xwe nîşan bide, û diyar bike ku ew li ser qadê serketî ye, û niha jî fayilê girtiyên radigehîne ji bo xwe careke din li ser xelkê û civakê bide ferzkirin, û qebûl bikin ku ew bijardeya wan ya bitenê ye. "

Û got: "em wekî berevanên mafên mirovan, divê em zanibin ku konseya Ewlekariya Navnetewî û Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan û yasa Navnetewî ji çi re ne."

Torê daxuyaniya xwe bi daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY bi dawî kir, ji bo gotûbêjkirina vê mijara metirsîdar ku gefan li çarenivîsa nêzîkî 82 hezar kesî dixwe, û tevahiya civaka Sûriyê ditirsîne derbarê dîtina rê û mekanîzmayên rê bigirin li ber rijêmê li hemberî yarîpêkirina bi qedera sax û miriyan.

Di raporê de tekezî hate kirin li ser girîngiya standina pêgavan ji aliyê Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina kiryarên îşkence û mirinê, û rizgarkirina kesên binçavkirî yên mayî sax di zindanan de, û cext li ser pêwîstiya bikaranîna benda heftem ya Peymana Netewên Yekbûyî kir, ji bo parastina kesên hatine binçavkirin ji mirinê di navendên binçavkirinê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

20 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Mitran û serekên dêrên filehan li Cizîrê û Firatê diyar kirin ku "kiryarên milîsên PYD" dibin gef li ser hebûna wan li herêmê, û bi her awayekî êrîşên li ser dibistan û milk û taxên xwe şermezar kirin.

Ev yek hat di daxuyaniyekê de, piştî lidarxistina civînekê li roja şemiyê, li dêra Suryanên Orthodox li Qamişlo ji aliyê mitran û keşe û serekên dêrên filehan li Cizîrê û Firatê.

Daxuyaniyê diyar kir ku civîn hat lidarxistin ji ber êrîşên cuda cuda yên li ser mafên filehan û milk û mal û gundên wan ji aliyê "milîsên PYD", zêdebarî kiryarên wan ên xwestina derxistina ruxsetan û ferzkirina rêbazên îdeolojîk li ser xwendingehan.

Keşe û serokên dêran bi her awayekî her destêwerdanek û destdirêjiyek li ser mafên Filehan bi carekî red kirin, tevlî redkirina hewldanên ji bo sepandina ruxset û rêbazên xwe li ser dibistanên dêran, û bal kişandin ku wan mafê "destûriya rewa û qanûnî heye, û gelek nifiş ji hemû pêkhateyan ji van dibistanan derçûne, û gelek xizmet ji Sûriyên parêzgeha Hisiçayê re hatine pêşkêşkirin".

Û cext kirin ku giringiya wan xwendingehan ne kêmî giringiya dêran e, û daxistina wan xwendingehan bi peyameke metirsîdar li dijî hebûna Xiristiyanan li herêmê dîtin.

Wan daxwaz ji hemû aliyan kir bi pêdiviya rêzê li mafên filehan bigirin, û dîtin ku ew dibistan û zevî û milk bi ked û xwehdana xudanên wan yên rasteqîn hatine kirîn, lê ji ber rewşa şer ya dijwar bi dirêjahiya çend salan ji welatê xwe koçber bûne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

17 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa diyar kir ko Rûsya hêjî hewil dide hebûna arîşeya siyasî li Sûriyê mandel bike, û hewil dide vîna xwe û tişta ku dixwaze bi zorê li ser miletê Sûrî feriz bike.

Mistefa di daxuyaniyekê de îro got ku hevdîtin û peywendiên navdewletî û daxwuyaniyên derbarê wan hevdîtinan û yên ku pirê caran nakok in bi hevre şêweyê hin tevgeran ji bo çalakkirina pirosêsa siyasî nîşan didin, û da zanîn ku pirosêsa siyasî wê kartêker be dema ku xelkên Sûriyê jî tê de beşdar bin.

û got ku nevegera penaberên Sûrî li ser daxwaza Rûsya bo welat ‘’ tirsên wan yên rewa ko têkevin ber çewisandinê bi destê hêzên Esed careke din ‘’ dide xuyakirin, destnîşan kir ko raportên navdewletî berdewam rewşên girtin û operasiyonên êşkencekirina rêbazkirî li hindirê zindanan aşkere dikin.

Berdewam kir: pêkanîna veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê ew bingeh e ji çi operasyonek siyasî re, bal kişand ser giringiya cîbicîkirina madeya 14ê ji biryara navdewletî ‘’ya ko tekeziyê li ser pêwîstiya amadekirina rewşê bo vegera garantîkirî ji penaber û derbiderên hindirîn bo herêmên wan yên bingehîn dike.‘’

Got: ‘’ berdewamiya Mosko di bikaranîna hêzê de ji bo ferzkirina ecindeyên xwe biser nakeve ‘’, tekez kir ko giring e nûnerîtiya karûbarê penaberan bi berpirsiyariyên xwe rabe bo cîbicîkirina pîvanên navdewletî yên derbarê penaber û derbideran, her weha tekez kir li ser destpêkirina vegera penaberan li herêmên wan yên resen, û operasiyonên derbideriyê yên nû bên rawestin di riya pêkanîna agirbestek bi tevahî .

Serokê Hevbendiyê bêtir got aşkerekirina rojane ji rastiyan re yên der barê tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovahiyê yên ko rêjîma Esed pêk anîne, dê berpirsyariya Mosko zêde bike, yê ku garantor e ji rêjîmê re û li pêşberî encûmena ewlehiyê berevaniya rêjîmê dike, bi taybetî dema radestkirina bi hezaran malbat belgeyên di riya “lîsteyên mirinê” yên ku mirina zarokên wan di bin êşkenceyê de di girtîgehên rêjîmê de diyar dikin .

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî

 

15 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Qeralê Erebistana Siûdî, qeral Selman Bin Ebduêezîz Al Siûd, bexşîneke qeralî di rêya komîta bala ya hecê re ji bo hecacên Sûrî pêşkêş kir, ew bexşîn têra mesrefa heca 200 kesî dike.

Bexşîneya qeralî ji bo beşin berfireh ji civaka Sûrî ji zanyarên olî û kesayetiyên niştimanperwer, çalakvan, rojnamevan, karmendên biwara berevaniya sivîl, rêkxistinên mafên mirovan û mirovên şehîd û girtiyan.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî û serokê komîta hecê Nezîr Hekîm, diyar kir ko komîtê navê 200 kesî nivîsiye, ji hemû beş û pêkhatiyên miletê Sûrî, û piraniya wan ji xaka Sûriyê hatine, û bal kişand ser ko bijartina wan kesan dûrî pîvanên siyasî û alîgiriyê ye.

Destnîşan kir ko hecaciyên Sûrî dê vexwendina qeralê Siûdî ji bo çûna hecê bipejirînin, û wê ji 18 tebaxê de dest pê bike.

Hekîm diyar kir ko bexşîna qeralî dê hemû xizmetên hecê têde hein, tevlî rawestana li ser çiyayê Erefê, û dûmahiya rêveçûnê li Medîna Minewer be, bi serdana Elherem Elmedenî û mezargehên olî yên din li heman bajêrî.

Hekîm careke din spasiya qeralê Siûdî kir li ser pêşkêşkirinên qeralgehê ji kêşeya Sûrî re û got: ‘’ berê û nuha jî qeralgeh baştirîn pişt e ji miletê Sûrî re, bi hêvî me ji xwedayê dilovan xêra wan bipejirîne û alîkariya me bike da em qenciya wan li wan vegerînin.‘’

Dosya hecê ji sala 2013ê ve radestî Hevbendiya Niştimanî bûye, û komîta bala ya hecê çavdêriya rêkxistin û nivîsandina navên hecaciyan dike, ya ko nivîsgehên wê li Tirkiyê, Libnan, Urdin, Misir, Kiwêt, Qeter û Îmaratê hene, hem jî du nivîsgehên wê li xaka Sûriyê ya rizgarkirî hene.

Komîtê karîbû bibe cihê rêz û hurmetê li rex wezareta hecê ya siûdî û tavaya şandeyên hecê yên din, li ser karê rêkxistina wê di salên borî de, û evê hişt ko hejmara hecaciyan vê salê bêtir bibe û bigihêje 19hezar hecacî, û roja şemiya dahatî wê gihandina wan tekûz bibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

14 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Karwanên nû yên heciyên Sûrî li serê sibehê gihiştin axa Pîroz li Erebistana Saudî, û Komîteya Bilind ya Hecê diyar kir ku wê pêşwazî li heciyên nû kir, û cihên rûniştinê ji wan re dabîn kirin, û ew li roja çarşemê li benda Karwanekî dîtir in.

Hejmara heciyên Sûrî di vê salê de gihişt 19 hezar heciyê Sûrî, ji aliyê komsiyona Bilind ya Hecê ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hatiye amadekirin.

Komîte karê xwe li ser sê ofîsan dabeş dike, ofîsa tenduristî, ofîsa olî û ya rêvebirî, û her sal ji bo çavdêriya heciyên ku ji deverên cuda yên Sûriyê û welatên cuda yên penaberiyê, pilana xwe amade dike, û çûn û hatina wan ji cihên wan bo Arafat û Mina dabîn dike.

Herwiha gelek tîmên hevkar yên Komîsyonê hene ji bo alîkariya pêkanîna wezîfeyên xwe yên di bin çavdêriya yek ji rêvebirên wê, ku hejmara karmendên Komîsyonê ji 90 rêveber û karmendan pêk hatiye.

Di sala çûyî de, komîsyona Sûrîyê ji hêla hemû komîsyonên din ve hat rêzgirtin, ji ber encamên baş yên rêxistina çûn û hatina heciyan.

Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Nazîr El-Hakim, da zanîn ku Komîteyê îsal kariye destûra hejmareke zêdetir ji heciyên Sûrî wergire, piştî têkliyên ligel Wezareta Hecê ya Erebistana Saudî, da hejmara heciyan bigihêje 19 hezar hecî, û dupat kir ku tîmên Komîteyê amade ne pêşwaziya heciyan wek heman pênc salên borî bike, da komîte careke din wek yek ji baştirîn komîteyên salê diyar bibe.

El- Hakim spasî û rêzgirtin bo Xizmetkarê Herdû Perestgehên Pîroz, û Hikûmeta Erebistana Saudi diyar kir, li ser guhdana wan bi Heciyan, û xizmet û hêsankirina karûbarên wan û dabînkirina her tiştê pêwîst ji bo pêkanîna ferza hecê bi xweşî û hêsanî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

13 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên Esed oparesyonên xwe yên leşkerî li ser bajar û gundên Idlibê zêde dikin, û çalakvanan diyar kir ku zarokek û du xanim şehîd ketin û şeş sivîlên din birîndar bûn, ji ber êrîşên îro li ser herêmê.

Bergiriya sivîl ya li gundewarê Idlib, ragihand ku tîmên wê bi lez berê xwe dan cihê bombebaranê ji bo rakirina qurbanî û birîndarên êrîşa hêzên Esed li ser bajarokên El-Tih û Tehtaya bi topên giran û roketên deaktîv, ku ev êrîş tên piştî du rojan ji êrîşên esmanî yên dijwar li ser gundewarê Idlib û Heleb û Hemayê û bûne sedema şehîdbûna 8 kesan.

Idlib bûye komelgeheke mirovan ya herî mezin, piştî pêkanîna hilmetên koçberiya bi darê zorê û kampanyayên guhertina demografî ji aliyê hêzên Esed û hevalbendê Rûsiya , û hejmara sivîlên niha li Idlib bi qasî 4 milyon mirov tê texmînkirin, û ligorî rêkxerên hawarhatinê, nîveke wan ji koçberan pêk tê, û nêzîkî 800 hezar kes ji wan li kampan di rewşeke însanî ya xerab de dijîn.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li civaka navnetewî kir ji bo giringiya sizadana bikarhênerên tawanên şer li Sûriyê, û rawestandina xwîna li Sûriyê tê rijandin, ku ji aliyê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya siyaseta koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî li herêmê tê pêkanîn.

Hevbendiya Niştimanî hişyarî da civaka navnetewî derbarê encamên xerab ên bi destên rêjîmê û Rûsya û çekdarên Îranê yên serberdayî li dijî sivîlan, û daxwaza destwerdaneke navdewletî ya bilez kir ji bo rawestandina tawanên berdewam û binpêkirinên ji biryarên navnetewî û rêkeftina agirbestê û kêmkirina zêdegaviyan re dibin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

11 August 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, êrîşên hovane yên ji aliyê balafirên Rûsiya û Esed li dijî gundewarê Idlib û Heleb û Hemayê şermezar kirin, û berpirsiyarî bi timamî xist stûyê Rûsiya.

Ligorî çalakvanan, topên fosforê di wan êrîşan de hatin bikaranîn, û bi kêmayî heşt şehîd û hejmarek ji birîndaran ketin, tevlî wêrankirina gelek avahiyên welatiyan.

Hevbendiya Niştimanî hişyarî da civaka navnetewî derbarê encamên xerab ên bi destên rêjîmê û Rûsya û çekdarên Îranê yên serberdayî li dijî sivîlan li Idlib û Hema û Helebê, û metirsiya yarîkirin bi xwîn û jiyana welatiyên sivîl li ser çarenivîsa çareseriya siyasî.

Hevbendiyê cext kir li ser ku pêwîstiya rûdanên dawiyê bi karekî navnetewî yê lezgîn heye, ji bo bidawîkirina tawanên berdewam û binpêkirina biryarên navnetewî û peymanên agirbestê û kêmkirina zêdegaviyan, bi taybetî ku çarenivîsa bi sedhezaran welatiyên sivîl ketiye metirsiyê de, û encamên vê êrîşa terorîstî li ser herêmê dê pir ji yên êrîşên berê mezintir bin.

Hevbendiya Niştimanî, bang li Konseya Ewlekariyê kir, ji bo standina biryareke rasterast li hember Rûsyayê, û şermezarkirina tawanên li dijî gelê Sûriyê, û sepandina tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina tawanên şer yên ji aliyê êrîşkeran ve dibin, di nav wan de tawanên têkildar bi bikaranîna çekên kîmyayî.

Herwisa Hevbendiyê daxwaza misogerkirina dadgehkirina tawankarên tawanên rûsiya û rejîmê û çekdar û milîsên piştgir ên rijêmê û hemû tuhmetbarên bi pêkanîna tawanan li dijî gelê Sûriyê, ji Konseya Ewlekariyê kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 2
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: August 2018