29 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Bi hezaran kesên sivîl tevlî xwepêşandanên girseyî bûn, yên ku roja înê bi navê "Îna azadiya girtiyan" hatin lidarxistin ji bo serbestberdana girtiyên di girtîgehên rejîma Esed de, û diyarkirina çarenivîsa bi hezaran Kesên ku hatine wendakirin.

Xwenîşandan li çend deverên cuda yên bakurê Sûriyê hatin lidarxistin û di wan de alên şoreşê hatin bilindkirin bi sloganên ji bo azadiya girtiyan, û dadgehkirina rejîma Esed li ser tawanên kambax di nava girtîgehan de.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bal kişand ser ku xwepêşandanên girseyî tekezî li ser daxwazên gelê sûriyê kir, yên ji bo serbestberdana hemû girtiyan, û got ku "rizgarkirina bi dehhezaran mirovên ciwan, jin, pîr û zarokên ku hatine binçavkirin ji erkên civaka navnetewî û dostên gelê Sûriyê ye".

Serokê Hevbendiyê tekez kir ku ew beşek ji karê Netewên Yekgirtî ye, û diyar kir ku divê "bi hindek hestê mirovî û bi berpirsyarî serederiyê bi rewşa trajîk ya berdewam ya di navend û girtîgehên rejîma Esed de bike, û divê biryareke tekûz bête standin bi raguhestina doseya tawanên şer ji bo Dozgeriya dadgeha tawanên navnetewî".

Çalakvanên Idlibê diyar kir ku xwenîşandan di piraniya gund û bajarokan de hatin lidarxistin bi bilindkirina alên şoreşa Sûriyê, û wêneyên kesên hatine binçavkirin di nava zindananên rejîmê û girtîgehên çeteyên DAIŞê de, wekî Dr. Mohamed Ereb û Tel el-Malûhî, û çalakvan Abdul Wehab Mella.

Herwiha xwenîşandanên girseyî li Heleb û Hemayê derketin bi sloganên rûxandina rejîmê û diyarkirina çarenivîsa kesên bêserûşûn di girtîgehên rejîmê de.

Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide doseya mirovên binçavkirî, û bi yek ji mestirîn fayilên tawanên şer yên ku di Sûriyê de hatine pêkanîn dibîne, ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan ya Sûrî binçavkirina 118,000 kesan hatiye dokumentkirin, û 88% ji wan di navend û girtîgehên rejîmê de ne, tevlî ku hin aliyên din ên mafên mirovan pêşbînî dikin ku hejmara girtiyan ji vê hejmarê zêdetir be, nemaze ku bi dehhezaran mirovên bêserûşûn hene.

Herwiha hin girtiyên berê yên di destê rejîmê de li ser şêwazên hovane yên îşkenceiyê di girtîgehan de axivîbûn, û wêneyê hatibûn belavkirin ji aliyê "Qeyser"efserê ku ji rêjîmê cuda bibû, giranî û dirindiya kiryarên hatine pêkanîn di girtîgehan de aşkere dikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

28 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, tekezî li ser pêwîstiya destwerdaneke navnetewî bi riya Konseya Ewlekariyê yan jî bi riya her alternatîfeke din kir, ji bo rawestandina rejîma Esed ji berdewamkirina bikaranîna yasa hejmara 10, ya bi armanca guhertina demografî ya berfireh li welêt tê bikaranîn.

Mûsa bal kişand ku rejîm hêjî rijde li ser cîbicîkirina wê qanûnê, û diyar kir ku hin rayedarên rejîmê ragihandine ku wê taxa "El-Tedamin" li Şamê bi temamî bikeve li jêr yasa jimar 10, bi behaneya avakirina deverekê yan zêdetir li gor sîstema bajêrvaniya nû, û diyar kir ku ew dê koçber û derbideran ji milk û malên wan bêpar bikin, û ev yek tê ji bo tapokirina mal û milkên wan bo alîgirên rejîmê.

Wê diyar kir ku ev biryar dê bibe sedema venegera koçberan li ser cih û warên xwe yên resen, û Mûsa ev wek tawaneke şer û dijemirov li gor yasayên navnetewî da zanîn.

Mûsa, îro di daxuyaniyeke taybet de got, "Em bi berdewamî bang li civaka navnetewî bi riya mekanîzmayên berdest dikin, ji bo standina biryarên cidî û rawestandina vê biryarê, ku niyazên rêjîmê jê xuya û zelal û aşkere ne", herwiha bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên din yên wekî Kanada û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir, ji bo zêdekirina fişarên sîyasî li ser rejîma Esed û redkirina cêbicêkirina vê biryarê ji ber ziyanên wê yên mezin li ser welatên Yekîtiyê Ewropayê û hemî welatên penaberên Sûrîyê lê hene.

Ku Saziya "Human Rights Watch" rênimayek pirs û bersivan derbarê yasa 10 belav kiribû, ku saziya NY ev yasa wek astengiyek sereke ji hêla hikûmeta rejîma Esed li pêşiya vegera koçberan li ser cih û warên xwe dîtibû, û piştrast kiribû ku rejîm amadekariyan dike bo destdanîna li ser mal û milkên xelkê û jinûavedankirina bêyî şopandina rêşûnên yasayî yan jî qerebokirina ligor yasa hejmara 10.

Hêjayê gotinê ye ku beşin mezin ji taxa "El-Tedamin" bi dirêjahiya heft salên borî rastî bombebaranê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya hatibûn, û bi deh-hezaran kes ji welatiyên sivîl li gor peymanên bi darê zorê yên Moskowê pêk anîbûn, ji cih û warên xwe koçber bûne.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

27 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya danûstandinan ya Sûrî duhî çarşemê êvarî li New Yorkê, li perawêza civîna 73emîn ya komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî, çend hevdîtin bi hejmarek ji rayedarên ewropî re pêkanîn û behsa pêşhatên siyasî û meydanî kirin.

Nesir El-Herîrî, Serokê Desteya danûstandinan, di hevdîtina ligel endamên parlamentoya Danîmarkê, bi berfirehî nêrîna desteyê ji çareseriya siyasî re li Sûriyê şirove kir, û tekez kir ku ew bizavê dikin ji bo gihîştina çareseriyekê ku bersiva daxwazên gelê Sûriyê yên avakirina civakek demokrat û azad ya rûmeta gel piparêze bide, piştî rizgarbûna ji desthilata dîktatorî ya stemkar, ya bûye jêdera teror û tundrewiyê.

El-Herîrî, bal kişand ser ku rejîm û hevalbendên xwe hewl didin ku çareseriyê li gor berjewendiyên xwe yên teng li ser hisabê berjewendiyên gelê Sûriyê çê bikin, ku xizmetê bide mana rejîmê û saziyên wê yên zordest yên bûne sedema vê trajediyayê, bi sedema mana wê li ser desthilatê û bersivnedana daxwazên gel ên rewa.

Piştre desteyê hevdîtin ligel Rêvebera giştî ya Karûbarên derve ya Siwêdî, xanim "Anna Karen Onstrom" kir, û El-Herîrî rewşa li Idlibê û Peymana li vê dawiyê şirove kir, û tekezî li ser giringiya bihêzkirina rola Netewên Yekbûyî kir, ji bo peydakirina çareseriyekê di asta daxwazên gelê Sûriyê de, bi rêya çareseriya siyasî ya berfireh li ser bingeha biryarên navnetewî.

El-Herîrî bal kişand ser hewlên hin aliyan yên berovajî çareseriya rastîn, bi rêya axaftina li ser vegera penaberan, bêyî peydakirina rewşek ewle ji wan re, hevdem ligel hebûn û berdewamiya rejîmê, sedema sereke ya koçberkirin û reva wan.

Şanda desteya danûstandinan pirogramê hevdîtinên xwe bi dîtina nûnera polîtîkaya derve ya Yekîtiya Ewropayê, Frederica Mugireny bidawî kir, û serokê desteyê diyar kir ku Komîsyona Makezagonê dibe dergeh bo çareseriyeke berfireh li Sûriyê, ku dê bi rêya wê veguhastin ber bi paşroja Sûriyê misoger bibe, bêyî hebûna stemkar, yê bûye sedema peydabûna vê trajediya mirovî ya bêmînaka di dîrokê de.

Herwiha El-Herîrî, tekezî li ser giringiya hevkarî û piştevaniya di navbera aliyên peymana Idlibê kir, û destnîşan kir ku rejîm û alîgirên xwe hewl didin ku rêkeftina Idlibê peymanek demikî be, û ev yek xuya dibe bi riya gefên wan ên berdewam ên bikaranîna karên leşkerî, ku ev yek wê bibe sedema kuştina sivîlên bêsûc bi awayekî zêdetir û koçberbûna bi hezaran, herwiha El-Herîrî supasiya helwesta Yekîtiya Ewropayê kir , li ser vexwendina wê ya ji bo lidarxistina rûniştineke taybet derbarê Sûriyê li Netewên Yekgirtî bi amadebûna gelek dewlet û aliyên katêker di rewşa Sûriyê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

26 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya danûstandinan ya Sûrî bi serokatiya Nesir El-Herîrî, roja sêşemê li New Yorkê, li perawêza civîna 73emîn, ligel serokê komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, her weha li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron.

Her du aliyan behsa pêşketinên meydanî û siyasî yên li Sûriyayê kirin, û bi taybetî lihevkirina vê dawîyê ya li ser Idlibê û riyên parastina deverê ji êrîşên rejîmê û hevalbendên wê, zêdebarî çawaniya pêşvebirina prosesa siyasî ya ji bo bicihkirina veguhestina siyasî.

Serokê Desteya danûstandinê, bi berfirehî rewşa niha ya li Idlibê, û qonaxên wê, heta ber bi îmzekirina rêkeftina Tirkiya û Rûsiya şirove kir, û herwiha El-Herîrî bi navê Komîsyonê û gelê Sûriyê, supasiya helwesta hikûmeta Fransayê kir li ser piştgiriya wê ji gelê Sûriyê re, û hewlên wê yên ji bo peydakirina çareseriyekê li ser bingeha biryarên navnetewî, û bidawîbûna destêwerdana Hevpeymanên rejîmê û hewldanên wan yên ji bo astengkirina çareseriya siyasî.

El-Herîrî cext li ser pêwîstiya yekirin û xurtkirina bizvên navnetewî kir ji bo bihêzkirina peymana Idlibê û parastina parêzgehê ji her karekî leşkerî di paşerojê de, û tevlî berdewamiya pêkanîna biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî bi awayekî tekûz, bêyî hiştina çareseriya siyasî li Sûriyê di mijara destûrê tenê de.

Ji aliyê xwe ve, serokê Fransayê tekezî li ser rawestana welatê xwe li kêleka gelê Sûriyê kir, ji bo çareserkirina êş û krîza wan, û helwesteke û piştgir û neguhêr li hemberî pêşhatên dawiyê yên li parêzgeha Idlib diyar kir, û got ku hemahengiyek di navbera Fransa û welatên Ewropayê de heye, û herwiha di navbera wê û aliyên rêkeftina peymana dawî de, bi armanca bicihkirina peymanê û parastina sivîlan.

Serok Emmanuel Macron her wiha tekezî li ser pêwîstiya pêşvebirina pêvajoya siyasî li gor biryarên navnetewî kir, di nav de pirsa avakirina Komîsyona Makezagonê û rola Netewên Yekbûyî di qonaxên damezirandina wê de, û rêgirtina li pêşiya her karekî yarîkirinê yan jî xistina astengiyan ji her aliyekî li pêşiya karê Komîsyona Makezagonê. Û serokê Fransayê cext li ser girêdana nûavakirinê bi guhertina siyasî ya rast li Sûriyê li gor biryarên navnetewî kir, û herwiha cext li ser giringiya pêwendiya ligel Rûsiyayê kir, ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî ya berfireh, ya ku bibe bigih ji bo paşerojeke hêja ji Sûriyayê û gelê wê re.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

25 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko rêjîma Esed tawankariyên cengê yên mezin li dijî mirovîniyê pêk anîne ji gava ko desthilatî bidest xistiye, û erşîvekî wî yê şer derheqê sivîlên Sûriyê heye. Ev gotin hatin di dema diyarkirina komkirina milyonek belgeh derbarê nîşanên pêkanîna rêjîmê ji tawankariyên cengê re aşkere dikin.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya evro di daxuyaniyeke taybet de got ku ev belgeh rastiya zehmetkêşana miletê Sûrî diyar dike, û got: “ Ew belge rêjîmê û serokê wê yê ko çavdêriya hemû tawankariyan dike pirotesto dikin, û imzeya wî ya rasterast li ser tevan heye‘’. Û got: Beşar Elesed berpirsiyarê yekem e di ber hemû tawankariyan de, û bi rola xwe ya tekûz radibe.

Rojnameya Sundy Times ya Birîtanî diyar kir ko erîşvek ji milyon belgehên ku rêjîmê pirotesto dikin hatiye komkirin, û piraniya van belgehan bi navê wî imzekirî ne, û muhra wêneyê balindeyê “qertel” li ser wan e.

Û destnîşan kir ko ev belgeh di 265 sepetan de hatine komkirin, û di cihekî nehênî yê bi kamîreyan tête çavdêrîkirin hatine veşartin, û şîfreya pênasînê li ser her kaxezê ye berî têkeve depoyan.

Kirêstiyan Lamp, nûçegehana karûbarê derve di rojnameya Sundy Times de got ku evî pirojeyî nîşanên belgehkirî li ser tawankariyên rêjîmê ji 2011ê ve kom kirine, û ew ji ramanên Bêl Wayilî ne, ew leşkerê berê û vrekolînerê tawankariyên cengê yê ko ji giraniya rêveçûna dadgeha navdewletî dilteng bû.

Û tekez kir ko erşîv li gora rojname piştrast dike: ‘’kontrolkirina Esed ji hemû bûyerên ko çêdibin re heye, û operasiyonên kuştinê ji Daiş bêtir kirine, û nîşanên tekezkirinê tê de hene ‘’. Û diyar kir ko ev belgeh ji hêla dîdevanên ko ji Sûriyê reviyane û jiyana xwe kirine metirsiyê, û hêjî 2 ji wana di zindanên Esed de ne hatine komkirin.

Di van belgehan de 55hezar wêne yên ku efserekî cudabûyî bi navê Qeyser ew ji zindanan derêxistine hene, ko wî û tîma xwe wêneyên kelaxên girtiyan yên ko rêjîmê ew şandine nexweşxaneyên leşkerî girtine, û her kelaxekî nivîsek ji çar hejmaran li ser aniya wî hatiye danîn, û nîşanên êşkenceya bi sotandinê û guleyan û bişaftinê li ser hin kelaxan peyda dibe.

Yihya di daxuyaniyekê de got ku Hevbendiya Niştimanî di rêya komîta yasayî re belgehên ku tawankarî û tiroristiya rêjîmê aşkere dikin, ji dadgeha tawankariyên cengê ya navdewletî re pêşkêş kirine, û bal kişand ser ko rêkxistinin li Sûriyê hene, wan jî belgeh û dîdevanî derbarê tewanên rêjîmê pêşkêş kirine.

Yihya hêvî kir ko ev belgeh li dadgeha tawankariyên navdewletî ronahiyê bibînin, û ji dadweran daxwaz kir ko bi rola xwe rabin û van belgehan berçavan bigirin, bo tekûzkirina dosyên tawankaran da wan ji dadweriyê re pêşkêş bikin, û sizayên xwe yên yasyî bibînin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

24 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa bi amadebûna endamên desteya siyasî civîneke televizyonî ya toreke girtî, digel wezîrên destehilata Sûrî ya demkî û serokên encûmenên xwecihî yên Idlib û Hemayê û nûnerên tevgera şoreşger li bakurê Sûriyê lidar xist.

Civîngeran dawîtirîn pêşdeçûnên meydanî û siyasî û çawîniya cîbicîkirina peymana Idlibê û pabendiya pê û cîbicîkirina birêveberina sivîl û bihêzkirina wê li hemû bajar û bajarok û gundên bakurê Sûrî gotûbêj kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser tevgera şoreşgerî ya dema dawî, û tekez kir ko “rewanê şoreşê hêj heye”, û bêtir got ku ev tevgera şoreşgerî ew e “ ya nûnerîtiya me dike, û nexşeya rêya me û danûstandinên me destnîşan dike”, û got: “Hevbendiya niştimanî ji pirinsîbên şoreşê nayê xwar, bo azadî û rûmetê bidest bixe”.

Û destnîşan kir ko cîbicîkirina peymana Idlibê dê rê li ber Hevbendiya niştimanî veke tako xwe bêtir nêzîkî gel bike , di riya vekirina ofêsên xwe li hemû herêman, û diyar kir ko dê bizav çêbibin bo şêwiran digel tevgerên şoreşger û hemû nûneritiyên civaka Sûriyê pêk werin, ji bo bigehên yek nerînê bo çaresriya siyasî li Sûriyê û çesipandina birêvebirina sivîl li bakurê Sûriyê.

Tekez kir ko peyman “diyar dike ko bijardeya kuştinê û koçkirinê yên ko rêjîm û hevalbendên wê pêk tînin têkçû”.

Bêtir got, encamên wê erênî ne û dê sûdeyê bighîne pirosêsa siyasî û rê li ber çareseriya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 veke. Û destnîşan kir ko bizav hene ji bo piştgiriya birêveberina sivîl di riya destehilata Sûrî ya demkî re bibe.

Mistefa dibîne ko ewlehî û saxlemiya sivîlan mijareke pir giring e bo me, û got ku “Em bi dabînkerên Tirk re danûstandinên berdewam dikin bo vê amancê misoger bikin, û bi taybeytî derbarê binpêkirinên rêjîmê û bombebarana corbicor ji bajarên bakurê Sûrî re”.

Jêder: ofêsa ragehandinê ya hevbendiya niştimanî

22 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Duh roja înê bi miloynan kes li bajar û bajarok û gundên bakurê Sûriyê derketin xwenîşandanan, û serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Abdul Rahman Mustafa ev yek dît wek bîranînek "ji ruhê rasteqîn yê şoreşê re, û pêdagiriya me bi armancên niştimanî zêde dike".

Van xwenîşandanan careke din tekezî li ser daxwazên gelê Sûriyê heta rûxandina rêjîmê kir, û Mistefa bal kişand ser ku ev xwepêşandan diyalog û pejirandina nerînên cuda xurt dikin, û sloganên hatin bilindkirin ji aliyê xwenîşanderan, bingeh avakirina pêşeroja Sûriyeyê li ser stûnên azadî, rûmet, edalet û wekheviyê datînin.

Serokê hikûmeta demkî Cewad Abu Hatab ligel hejmarek ji wezîran tevlî xwenîşandanên gundewarê rojavayê Helebê bûn, Abu Hatab spasiya hemû xwenîşanderan kir û da zanîn ku vegera xwepêşandanên li kolanan bi vê hejmara mezin "nîşaneke xurt e li ser pêdagirî û dakokiya gelê Sûriyê ji bo mafên xwe li dijî vê rejîma sûcdar" û got ku hêzên şoreşê û opozisyona sûriyê dixwazin peyamekî bighînin civaka navnetewî ji bo dûpatkirina li ser ku "em bimînin li dijî zilma rejîma Esed û piştevanên wê".

Ji aliyê xwenîşanderan ve pankartek hate bilindkirin li ser hatibû nivîsandin: "Ev Sûriya mezin e û Sûriya Esed nîn e", wek amajepêkirinekê bi gotineke aktera Sûrî Mey Sikaf berî ku bimire, her weha xwenîşanderan bang ji bo serbestberdana tevahiya kesên girtî di zindanên rêjîma Esed de kirin ,her weha hin sloganên din jî bilind kirin ji bo derbirîna piştgiriya xwe ligel kur û keçên Swêda yên ku bi destê rêxistina DAIŞ a terorîst hatine revandin.

Çalakvanan destnîşan kir ku hejmara beşdarên di xwenîşandanan de zêde bû piştî peymana Idlibê û vegera bi hezaran kesên derbider li war û malên xwe, ku hewldanên rejîma Esed û hevalbendên wê yên ji bo koçberkirina sivîlên wê û guhertina demografî têkşikestin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

21 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Acansa Enadol ya nûçeyan diyar kir ko 22 komên milîtanên Îranî yên tirorist hene, li 232 cihan hatine belavkirin û li dora 120hezar şervanî ne. Û Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê got ku giring e ev milîtan hemû derkevin, û tehran bête sizadan li ser hemû tawankariyên derheqê sivîlan ên ji heşt sal de dike.

Acansê îro infogirafek velav kir têde got ku milîtanên ji Îraq û Efxansitan û Pakistanê bi piştgiriya Îranê hatine, ‘’roleke giring di pêkanîna tawankariyan û koçkirinê û ferizkirina dorpêçê li ser bajaran de lîstine, û bi taybetî li Helebê û Xûta rojhelat.‘’

Acansê cih û navên milîtanan yên Idlib dorpêç kirine şirove kirine, û diyar kir ko li ser sê koman belavkirî ne: ‘’Hizbulaha Îraqî ‘’, ‘’Lîayê Zulfeqar ‘’û ‘’tevgera Elnuceba ‘’, her weha li gundewarê Hema heft kom belavkirî ne, ew jî ev in: ‘’ tevgera Elnuceba ‘’, ‘’Hizbulla Libnanî ‘’ ‘’Lîwa Elimam Elî ‘’, ‘’ Lîwayê Ebulfedil Elebas ‘’, ‘’Lîwa Elbaqir Elsûrî ‘’, ‘’Feyêeq Elquds ‘’û ‘’ Ceyş Elmihdî‘’.

Her weha 12 kom li gundewarê rojavayê Helebê, ew jî ev in: Lîwayê Fatimiyûn yê Efganî , Lîwayê Zeynebiyûn yê Pakistanî, û tevgera Elnecba ya Îraqî , Hêzên Bedir , Lîwayê Elimam Elî , Lîwayê Imam Hisên, Hizbulla Libnanî , Lîwayê Elbaqir Elsûrî , Lîwayê Elquds yê Îranî , Ceyş Elmihdî , Lîwayê Xalibûn û Esaib Eshab Elheq.

Berê jî serokê Hevbendiya niştimanî tekez kiriye ku dem hatiye têwrdana Îranî gem bibe, û milîtanên tiroristî ji Sûriyê û Îraqê û Libnan û Yemen derkevin.

Mistefa got ku aştiya herdemî dê çêbibe bi rawestandina çalakiyên Tehranê yên mezhebî û tiroristî derheqê miletên herêmê, û destnîşan kir ko Îran berdewam e di beraberiya civaka navdewletî û hejmara milîtanên xwe zêde dike û hewil dide têkeve herêmine din.

Mistefa bal kişand ko miletên herêmê derd ji operasiyonên tiroristî yên ko Îran piştgiriya wan dike dîtine, ew karên wê yên bi amanca têkbirina aramiyê li herêmê û belavkirina bêserûberiyê û pirojeyê “şoreşa Xumeynî”.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

19 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku rêkeftina di navbera Tirkiyê û Rûsya de ya derbarê Idlibê rê li ber çareseriya siyasî li Sûriyê vedike, û cext kir ku ew rê digire li pêşiya rejîmê ji bo pêkanîna tawaneke nû li dijî sivîlan û cêbicêkirina pilanên koçberiya wan bi darê zorê.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ku peyman "gaveke girîng û pêwîst bû", bi taybetî ji bo misogerkirina ewlehiyê ji bo bimilyonan kes ji welatiyên sivîl û koçberên li Idlibê, digel misogerkirina mana wan di malên xwe de, û herwiha rê li ber çareseriya siyasî vedike, û diyar dike ku bijardeya kuştin û koçberiya bi darê zorê ser neket".

Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku rêkeftin bi derengî hat û rê ji demeke dirêj de li pêşiya vê peymanê vekirî bû, û derfet hebû ku çareserî peyda bibe ji bo rawestandina rijandina xwînê û wêranekirina welat, lê rejîm û hevalbendên xwe berdewam bûn di bikaranîna hemû peyman û agirbestan ji bo jinavbirina çareseriya siyasî".

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku di dema ku hemû hewldanên hêzên şoreşê û opozisyonê ji berê de û hêjî berdewam in "ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya rastyeqîn, wekî takebijardeya ligor demê ji bo dabînkiruna xwestek û mafên hemû Sûriyan".

Hevbendiya Niştimanî cext kir ku ew pabend e bi cêbicêkirina vê rêkeftinê û serederiya cidî û erênî ligel wê û got: "Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê pabend ma ji bo serkeftina her peymanekê bikaribe çareseriya siyasî bêxe ser rêya rast a li gor biryarên navnetewî", û got: "ew îro jî piştrast dike ku ew jidil û erênî dê serederiyê ligel vê peymanê bike".

Herwiha Hevbendiyê rêkeftin bi "berhem û encama xweragiriya gelê sûriyê li hember gef û êrîşan, û serkeftina hewlên Tirkiyê yên hêja dît, ku karî dawiyê li nakokiyan bîne û pilangeriyeke mezin ji holê rake, û deverê û sivîlan ji bobilat û metirsiyeke mirovî rizgar bike".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

18 September 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa, xweşhaliya xwe diyar kir bi peymana di navbera Tirkiyê û Rûsya ya derbarê Idlib de çêbû, çimkî herêm ji çêbûna bobelateke mirovî rizgar kir, û tekez kir ko tiştê çêbû rê li pêşiya vegera li pêvajoya siyasî vekir, tako çareseriyeke siyasî ya tekûz ji welat re bête dîtin.

Mistefa di daxuyaniyên taybet de evro sêşembê got ku Hevbendiya niştimanî di gefên ku rêjîmê û Îranê didan digihişt, ji ber vê yekê di hemû danûstandinên digel aliyê Tirkî behsa saxlemiya sivîlan û mana wan li deverên wan dikir, da operasiyonên koçberiya kotekî dubare nebin.

Û bal kişand ser rola Enqere ya sereke di parastina ruhê bimilyonan kes de û mana wan li herêmên wan. û spasiya serok Receb Teyib Erdogan kir, û daxwaz ji hemû alayên şoreşê kir ko bi peymanê pabend bin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev peyman dê rewşê li Sûriyê baştir bike, û dê çareseriya siyasî bi ser bikeve li hember çareseriya leşkerî, ya ko rêjîmê û hevalên xwe dixwestin. Û bêtir got ko çareseriya rêjîmê ya kuştinê û êrîşên leşkerî têk çû, û dê rêjîm jî têk biçe, û Sûriyeke azad ji xelkên wê re ava bibe.

Mistefa destnîşan kir ko pêdiviya qonaxa dahatî bi karekî jidil heye, bo yekgirtina bizavan di hemû biwaran de, bi sûdewergirtina ji vegera tevgera şoreşgerî bo kolana Sûriyê, bi amanca vegera şoreşê bo pêvajoya wê ya rastî ya ko jê dest pê kir, û bidestxistina azadî û rûmetê, û guherîneke dîmuqratî bi qonaxa veguhastina rastî pêk were.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: September 2018