31 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistafa, pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Keneda birêz Ian Hogart, û şanda pê re kir, û bi wan re pêşveçûnên dawî yên qada siyasî û rewşa meydanî gengeşe kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî supasiya Keneda kir li ser piştgirîya wê ji projeyên pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê koçber û penaberên Sûrî re, û bal kişand ku trajediya gel bi temamî bi dawî dibe bi riya veguhestina siyasî ya berfireh li welêt, li gor tekstên di biryarên navnetewî de hatine, bi taybetî jî di daxuyaniya Cenevre û biryara 2254 de.

Û bal kişand ku daxuyaniyên nûnerê navnetewî yê nû ji bo Sûriyê Gere Pederson yên li ser pêvajoyeke siyasî ya berfireh "cihê hêviyê ye", û got ku gelek kar hatiye kirin ji bo çalakkirina karê Komîsyona Makezagonê, û cext li ser pêdiviya temamkirina vê pêvajoyê kir, ji bo ku bibe dergeh ji pêvajoyeke siyasî ya rast re , û dîtina jîngeheka siyasî ya aram û bêalî bi riya pêvajoya veguhestina siyasî.

Û got: "Rejîm careke din bi hemû hêza xwe kar dike ji bo rawestandina prosesa siyasî bi carekî heta bidawî bike", û tekez kir ku "em di Hevbendiyê de rijdin li ser ku bijardeya me bi tenê bicihkirina biryarên Netewên Yekbûyî ne, bi riya prosesa siyasî ya berfireh bi bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê".

Mistafa bang ji bo vekirina doseya tawanên şerê yên ji aliyê rejîmê li dijî sivîlên Sûriyê kir, û daxwaza nûavakirina Komîteya şopandina rastiyan kir, her weha çalakkirina karê mekanîzma bêalî ya navdewletî û sizadana tawanbarên rejîma Esad, û got : "Di nava wan wêneyên hatibûn belavkirin de ji aliyê efserê cudabûyî (Qayser), wêneyên bi deh hezaran qurbaniyên di bin îşkenceyê hene, tevlî qurbaniyên çekên kîmyayî û bi sedan komkujiyên hovane, ku dîrok tawanên hatine pêkanîn ji aliyê rêjîmê ve ji bîr nake".

Sebaret herêma ewle ya çaverê bibe li bakur-rojhilata Sûriyê, Serokê Hevbendiyê tekez kir ku ev herêm wê rê bide ji bo vegera bi sedhezaran kesên hatine derbiderkirin ji aliyê milîsên "PYD" li cih û warên wan, û diyar kir ku "herêma ewle erênî ye ji bo vegera koçber û penaberan, û em dibînin ku divê koçberên bi darê zorê vegerin".

Hejmarek ji berpirsên Hevbendiyê û desteya siyasî amade bûn di vê civînê de ya li navenda Hevbendiya Niştimanî li bajarê Stenbolê hatibû lidarxistin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

30 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, salixê peywendiya rêjîma Esed û Îranê da ku ew endamên yek laşî ne, û bal kişand ser ko girêbestên vê dawiyê navbera herdu aliyan hatine imzekirin, armanc jê çesipandina hebûna îranê wek rewşeke dîfakto ye.

Camûs di daxuyaniyên taybet de evro got ku rêjîm bi Îranê re di peywendiyeke xurt de ye, û tekez kir ko ‘’Ew berdewamî ye ji hebûna îranê re ‘’, her weha destnîşan kir ko bidawîkirina pirojeyê Îranî li Sûriyê bi dawîkirina rêjîma Esed ve girêdayî ye.

Camûs got ku rêjîma Esed karê firotina Sûriyê bo îranê dike, di riya imzakirina peymanên bazirganî û veberhênanê yên demdirêj re, û got: ‘’ Em wan napejirînin û ew dibin astengiyeke li pêşiya pirosêsa siyasî‘’.

Têwerdana Îraî di Sûriyê de rêgir e li pêşiya pêşketinê, çi di pirosêsa siyasî de be, an li ser asta başkirina dosya mirovî be, li gor Camûs dibêje, û weha jî got: Dosya tawankariyên cengê bi sedema vê têwerdanê mezin dibe, û bi nerênî bandorê li aramiya herêmê û vegera ewlehiyê dike.

Û daxwaz ji dewletên erebî “ên ko şaşiyek mezin kirin dema peywendiyên xwe birêjîmê re vegerandin” kir, ku li helwestên xwe vegerin, û tekez kir ko eger helwestin jidil li dijî Îran û rêjîma Sûrî bigirin, dê helwest bête guhertin, û benê abûrî û siyasî li stiwê wan teng bibe.”

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev girêbest “ne danpêdankirî ne û ew betalkirî ne‘’, û bal kişand ser ko dê desteya desthilatdar ya veguhêz veberhênanê li Sûriyê pesend bike, ya ko wê yek ji berhemên pirosêsa siyasî ya ko ji aliyê Netewên Yekgirtî be, li gora daxuyaniya Cinivê û biryara 2254.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

30 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dubare daxwaza xwe ya veguhestina doseya Sûrî ji bo Dadgeha tawanên şer û dijemirov yên hatine pêkanîn ji aliyê rejîm û hevalbendên wê nû kir, ji ber ku ev erkek ji erkên Netewên Yekbûyî û tevaya aliyên civaka navnetewî ye.

Ev bang hat di daxuyaniyeke Hevbendiya Niştimanî de bi helkefta şeşemîn salvegera komkujiya "Çemê Qiwêq" li Helebê, ku têde derdora 220 mirovî hatibûn kuştin û jin û zarok jî di nav wan de hebûn.

Hevbendiya Niştimanî got ku komkujiya Çemê Qiwêq li Helebê, yek ji komkujiyên tirsnak yên rejîmê ye "Bi armanckirina şoreşa gelê Sûriyê her ji sala 2011'an ve, û got ku "ew mînakeke balkêş e li ser riftar û xwezaya hov ya rejîmê, herwiha dîmenekî rast pêşkêş dike li ser stemkariya di derheqa sivîl û girtiyên di nava girtîgehên rejîmê de dibe ".

Di rojeke wek vê rojê de, di 29'ê meha Çileya 2013 de, komkujiyek li Çemê Qiwêq ji aliyê hêzên rejîmê li dijî sivîlan û girtiyên Helebê û gundewarê wê hatibû pêkanîn, ku bi guleyan hatin kuştin û paşî termêm wan hatin avêtin di nav ava Çemê Qiwêq de û li ber pêlên avê ber bi deverên rizgarkirî çûn, di heman demê de raportên pizîşkiya dadwerî piştrast kirin ku hin term kelepçekirî, bi cilên sivîlan hatin dîtin, û di nav wan de cenazeyên pênc jinan hatibûn dîtin, ku rastî destdirêjiya sêksî û îşkence û kuştinê hatibûn, herwiha nîşanên îşkenceyê li ser laşên gelek terman hatibûn dîtin.

Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku ew agahiyên hûrbîn ên vê komkujiyê pêşberî hikûmetên hemû cîhanê û rêxistinên navnetewî û mafên mirovan dikin, ji bo hest bi berpirsyariyên xwe yên derbarê rizgarkirina gelê Sûriyê bikin, û pêwîstiya destwerdana navnetewî ya lezgîn ji bo rawestandina komkujî û tawan û binpêkirinên rejîmê, di nav de rawestandina bilez ya kiryarên darvekirin û îşkenceyên di girtîgehên wê de dibin, û serbestberdana bideh-hezaran kesên hatine binçavkirin, û eşkerekirina çarenivîsa hemû kesên bêserûşûn, û sizadana kesên gunehbar bi pêkanîna van tawanan.

Hevbendiyê dît ku Her kesê riya lêpirsînê ji bo pêkanîna dadperweriyê red dike; xwe bi xwe şermezar dike. Û dît ku şopandina riya dadperweriyê û alîgiriya maf û rastiyê û sizadana tawanbaran, ne bijardeyek ji komke bijardeyan e, lê belê ew riya bi tenê ye ku divê civaka navnetewî bişopîne, û her paşxistineke zêdetir dê dergeh ji bo cîhaneke pir kuştin û tawanên bê sînsor û yasa veke .. û ti kes ji encamên wê rizgar nabe.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

29 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê girêda bi bizavên "Piştgiriya çareseriya siyasî" re, û tekez kir ku armanca dawiyê misogerkirina ewlehiyê ye li seranserî welêt.

Îro roja sêşemê, Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku "Piştgiriya herêmeke ewle li Sûriyê dikeve di çarçoveya piştgiriya çareseriya siyasî de, û ne ji bo xistina astengiyên zêdetir di riya wê de ye".

Û got ku armanca dawîyê misogerkirina ewlehiyê li seranserê welêt û pêkanîna aramiyê bo tevaya gelê Sûriyê ye, ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe, û dabînkirina atmosfereke aram ji bo jiyaneke birûmet û rabûna bi rola xwe di avakirina welatekî azad de.

Mistafa dît ku avakirina herêmeke ewle pirseke giring e, ji bo bibe navçeyeke aram bo welatiyên sivîl li Sûriyê, tevlî rola wê ya ji bo hêsankirina vegera penaberan, û bal kişand li ser giringiya pêkanîna hevahengiyê di navbera Washington û Enqereyê de piştî vekişîna Washington ji Sûriyê, û bal kişand ku armanc ji vê yekê ew e " Valahî li wan cihên hêzên Amerîkayê jê derdikevin nemîne, û ji hêla rêxistinên terorîst yan jî rêjîmê û hevalbendên wê neyê dagirtin.

Duhî roja duşemê, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: " Emê di demeke nêzîk de aştî û aramî û ewlehiyê li rojhilatê Feratê dabîn bikin, wek ku me li deverên din dabîn kiriye".

Û got: "Em ê herêmê ji çete û bermayiyên DAIŞ yên li dijî Tirkiyeyê têne perwerdekirin paqij bikin", û diyar kir ku welatên rojava hewla jinavbirina rêxistina DAIŞ ya terorîst didin, bi riya çekdarkirina rêxistineke terorîst a din.

Û herwiha got: "Welatê me ne bi tenê rêxistinên terorîst ji nav birine, wî bizavên mezin kirine ji bo sivikkirina bandorên krîzên mirovî li herêmên şer".

Û dubare hatibû ser behsa duristkirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê, piştî ku Amerîka niyaza xwe ya vekişînê ragihand, û Tirkiyê hewl dide ji bo armanckirina wê herêmê û valakirina wê ji hemû rêxistinên terorîst, û tekez kiribû ku dê heta hetayê li benda duristkirina vê herêmê nemîne, û ew amade ne vê yekê bi tena xwe bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

28 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Toreya Sûrî ya mafên mirovan diyar kir ko rêjîma Beşar Elesed pereyên derkirina pasportan ji bo dabînkirina mesrefa operasiyonên xwe yên leşkerî li dijî sivîlan û riswakirina rikberên xwe bikar tîne, û bal kişand ser ko di dema hewildanên derxistina pasportan de gelek binpêkirin çêdibin.

Toreyê di raporta xwe ya duşembê de destnîşan kir ko rêjîmê dezgehên dewletê yên corbicor bikar anîne da karibe tevgera gel ya sala 2011ê rabûye têk bide, û heta bi dezgeha koçê û pasportan bikar aniye, çimkî rola wê bi xwe jî bûye mîna rola dezgeheke ewlekarî û siyasî, û rola wê bûye talankirina malê civaka Sûrî bi amanca ko civakê lawaz û riswa bike.

Li gora raportê rêjîmê ew pere bo berdewamkirina cenga vekirî lidijî her kesên ko daxwaza veguhastina siyasî kirine bikar aniye, û destnîşan kir ko berdewamî û firehkirin û pirbûna tawankariyên derheqê miletê Sûrî çêbûne, hiştiye pêdiviya miletê Sûrî bi derkirina pasportan pir bibe, çimkî li ser jiyana xwe ditirsin, û hiştiye ko bi milyonan sivîlên Sûrî li hindirê Sûriyê pasportên xwe derxînin, hem jî sivîlên Sûrî li derveyî welat herdem pêdiviya wan bi nûkirina pasportan heye.

Raportê diyar kir ko derkirina pasportan li Sûriyê di du qonaxan re derbas bûye, û got mafya ew kontrol kirine, û rêjîm keysê bi wan ji xelkê tîne da dahatên xwe yên darayî pir bike.

Qonaxa yekem li gora raportê ji destpêka xwepêşindanan heta nîsana 2015ê, rêjîmê siyaseteke duqolî bikar aniye, ‘’ Yek jê li ser xelkê feriz kir ko erêkirinê ji şaxên ewlehiyê çi li derve û çi li hindir bînin, wisa jî çi kesê ko ji aliyê şaxên ewlehiyê têne xwestin û yên ko di tevgera gel de beşdar bûne ji belgeyan bêpar bûne, û hemû rikberên derve jî nikarin bidest bixin.‘’

Toreyê got ku rêjîmê di vê qonaxê de: ‘’ Dergehê bidestxistina pasportê li ber toreyên mafya vekir ko perene pir bistînin, carina digehêje 5hezar dolarên Emerîkî.‘’

Qonaxa dûyem ya piştî derkirina rêjîmê ji yasaya hejmar 17 ya sala 2015ê ya ko li gora wê rê da ko pasport ji hemû Sûriyan re li hindirê welat û derve û bêyî cudahiyê bike navbera rikber û hogirên rêjîmê, her weha yên ko ne bi rêyeke rewa ji welat derketine jî dikarin bidest bixin.

Piştî wê guherîn di yasaya 17 de çêbûn, û bo yasaya 18 ya sala 2017ê hat guhertin, û baca kunsilî ji yên ko bixwazin pasportê derxin an nû bikin yên li derveyî welat dema dixwazin bilez be di sê rojan de, bi 800 dolarên emerîkî ye . Û li gora sistema dorê di 10 heta 21 rojê bi 300 dolarî ye, û li gora raportê ev pereyên pir yên ko rêjîmê feriz kirine pir buhaye û li cîhanê wisa nîn e.

Raportê aşkere kir ko dema pasportê ji yên hevrikên rêjîmê re nebêtirî du salan e, û piraniya dewletan û kompaniyên firokan mercê wan ew e ko hêj 6 heyv ji pasportê re mabin tako bilêtan bibirin, di vê rewşê de pasport tenê ji bo sal û nîvekê dimîne.

Her weha hejmareke mezin ji Sûriyan li bajar an dewletina dijîn ku qunsilxaneyên Sûriyê lê nîn in, ew dihêle ko ew kes seferê bike û bilêt û hotêlê jî bibire û neçar dibe ko pasporta bilez derxîne, anko 800 dolarên emrîkî dide, hem xercên din bo pasportekê bidest bixe, wek malpera (passport index) got ku çaremîn pîstirîn passport li ser asta cîhanê ye.

Her weha toreya Sûriyê got ku xelkên Sûrî dikevin ber binpêkirinan gava kexezên xwe yên pasportan û bi pereyine pir çêdikin, ko hêj dezgehên ewlehiyê erêkirina xwe dikin mercê derxistinê, û her yek ko kaxezên xwe pêşkêş bike li lîsteyên kesên guman li ser wan heye vedigerin, û ev yek dihêle ku yên di xwepêşindanên lidijî Esed de beşdar bûne û rikberên derve ji wan belgeyan bêpar bimînin.

Jibil erêkirina ewlehiyê xortên temen 20-42 û lêbûrandina leşkeriyê digel tunebe, divê erêkirina navenda leşkeriya xwe bîne, û li gora raportê ev rêgir e li ber bi sedhezaran xelkên Sûryê.

Li gora raporta toreya Sûrî ya mafên mirovan rêjîmê nekêmî 1249 kesî, ji nav wan 8 zarok û 138 jinên gehayî ji adara 2011ê ve heta çileyê paşî 2019 girtine, di dema ko kaxezên xwe yên bidestxistina pasportan çêdikirin li çend parêzgehan, ji wan 703 kes di hindirê birêveberiya koçê û pasportan li bajarê Şamê hatine girtin.

Raportê got hevwelatiyên Sûrî yên derve jî derdê vê mijarê bi çend şêweyan dikêşînin, çimkî rêjîmê tunebûna berdêlê ji pasporta xwe re delîve girtiye, bo gelek pereyan bidest bixe û rewaya siyasî û gelek kirdeyên riswakirin û binpêkirina rûmeta hevwelatiyan, û raportê nimûne li ser çend dewletan ji bo vê yekê diyar kirin.

Raport dibîne ku delîvekirina rêjîmê ji derkirina pasportan re û talankirina xelkê bi daxwazkirina pereyên pir, di pey re jî şikandina rûmeta wan ya mirovî, di heman dema amadekirina kaxezên wan bo bidestxistina pasportê binpêkirina mafên mirovî yê bingehîn e.

Raportê got ku divê rêjîm talankirina xelkê rawestîne, û pereyekî guncaw ji bo bidestxistina pasportê deyne ko nebêtir ji 20 dolarên emerîkî be, wek dewletên din, û nema dezgehên dewletê bikar bîne bo piştgiriya cenga xwe ya lidijî civaka Sûrî ya ko daxwaza guherîna siyasî û dîmuqratî dike.

Toreyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko fişarê bide ser rêjîmê û hevlbendên wê, da pereyên li pasportan diçin kêm bike, Toreya Sûrî got: ‘’ Çi hewildanên vegerandina peywendiyên siyasî an abûrî digel rêjîmê, piştgiriyeke aşkere ye ji rêjîmeke zordar û diktator e, ya piçûktirîn mafên hevwelatiyên xwe delîve dike.‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

26 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro şemiyê civînek ligel nûnerên dewletên dostên gelê Sûriyê li baregeha Hevbendiya Niştîmanî li Stenbolê lidar xist, û bi wan re pêşketinên dawî yên meydanî û siyasî gengeşe kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bal kişand ku koçber û penaberên Sûrî di rewşeke zehmet de dijîn ji ber bahoz û bagerên dawiyê û got: " Bêtir ji nîveke xelkê Sûriyê bi zorê ji malên xwe koçber bûne li hundir û derveyî welêt" û hêviya xwe nîşan da ji bo ku alîkaiyên pêwîst bêne pêşkêşkirin ji kampan re.

Serokê Hevbendiya Niştimanî dîsa piştrast kir ku rêjîmê her ji destpêka şoreşê " bijardeya yekalîkirina leşkerî ya bi xwînê helbijartiye, û em dibînin ku çareseriyek bêhûdeye", û got ku rêjîmê kontrola xwe li ser xaka Sûriyê bi giştî jidest daye, û nikare xizmetên bingehîn pêşkêş bike ji bo deverên di bin kontrola xwe de.

Wî tekez kir ku bi destê rejîmê tawanên qetlîamê li dijî gelê Sûriyê hatine pêkanîn, ku bisedhezaran mirovên bêguneh bûne qurban û " Ticarî di dîrokê de nayê jibîrkirin", û bal kişand ku hewldanên hin welatên ji bo asayîkirina pêwendiya ligel rejîma Esed piştî van hemû tawanan, tenê hewldanên bêhûde ne ji bo rewakirina rêjîma Esed ya bêrewa.

Sebaret pêşketinên pêvajoya siyasî, Mistefa got: "Em geşbîn in bi destpêkirina kar ligel nûnerê nû yê Netewên Yekbûyî, piştî mandîbûna nûnerê berê bo demekî dirêj", û bal kişand ku daxuyaniyên Gere Pederson yên li ser pêvajoyeke siyasî ya berfireh cihê dilxweşî ne.

Wî got ku rejîm bi hemû hewldanên xwe wê ji bo astengkirina pêvajoya siyasî kar bike "ji ber ku dizane ku ew dawiya wê ye", û tekez kir ku "ew di nava Hevbendiyê de, cext dikin ku çi derfet ji bilî bicihkirina biryarên Netewên Yekbûyî nîne, bi riya proseseke siyasî ya berfireh ku têde daxwaz û armancên gelê Sûriyê misoger bibin".

Herwiha tekezî li ser giringiya bicihanîna biryarên Netewên Yekbûyî û bi taybetî biryara 2254 kir, û divê pêvajoya destûrî dergeh be bo prosesa siyasî, û ji bo dîtina jîngeheka saxlem û bêalî bi riya pêvajoya veguhestina siyasî.

Bal kişand ku hêvî dike ku civaka navnetewî dîtinek hebe ji bo çareserkirina pirsa Sûryê bi biryarên Netewên Yekbûyî, û gavên pratîk, û daxwaz kir ji bo gav hebin ji bo Komîsyona Makezagonê, û got ku "divê bête duristkirin li gorî pîvanên netewnetewî, û divê hevseng, berfireh û cihê baweriyê be, wekî destpêk ji bo pêvajoyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê".

Û dît ku eger biryarên Netewên Yekbûyî nayên pêkanîn "wê nikaribin milîsên Îranê biqewtînin", û got: "ku rêxistinên terorîst bi piştgiriya rejîma Esed û Îranê ve hatine dîtin, û bi hebûna rejîmê nikarin dijberiya terorê bikin, yanjî milîsên Îranê biqewtînin, û divê çareseriyeke siyasî hebe..".

Herwiha bal kişand ku hewldanên hin dewletên erebî ji bo normalkirina têkiliyên bi rejîma Esad re di vê qonaxê de, dibe bibe sedem ji bo astengîkirina prosesa siyasî ya bi piştevanîya Netewên Yekbûyî û herwiha biryara bicihkirina daxuyaniya Cenevre ya 2012, û biryarên Konseya Ewlekarîyê yên têkildar berteng dike.

Derbarê herêma ewle ya çaverê ye bête duristkirin li bakur-rojhilata Sûriyê, Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir li ser piştgiriya Hevbendiyê ji bo lihevkirina Tirkiya û Amerîkayê ji bo serxistina bicihkirina nexşeriya li Munbicê, û bicihkirina wê li rojhilatê Firatê, û diyar kir ku "herêma ewle dê tişteke postîv be ji bo vegera koçber û derbideran, û em dibînin ku divê mirovên derbeder veger in".

Wî diyar kir ku helwesta Hevbendiyê zelal e derbarê şer li dijî rêxistinên terorîst wek "PYD", û DAIŞ û "PKK" û milîsên Îranê, û cext li ser giringiya hevahengiya Tirk û Amerîkayê kir di dema vekişîna Amarîka ji herêma rojhilat, da vekişîn nekeve xizmeta rejîmê û Îran û Rusya yanjî rêxistinên terorîst de.

Û Serokê Desteya Danûstandinên Sûriyê Nesr al-Herîrî jî bi riya telekonferansê tevlî civînê bû, û di axaftina xwe de diyar kir ku îro prosesa siyasî careke din vegeriya bo Netewên Yekbûyî, piştî ku Rûsyayê di dema du salên borî de xistibû di bin ajendeyên xwe de, ji ber nebûna aktorên navnetewî li ser dosyeya Sûriyê.

Al-Herîrî diyar kir ku divê çareseriyeke siyasî li Sûriyê bi riya cîbicîkirina daxuyaniya Cenevre û teksta biryara 2254 bi temamî hebe, û diyar kir ku du faktor hene ku bêyî wan ti wateya avakirina komîteya destûrî nîne, ew jî mîkanizmên ji bo peydakirina baweriyê bi riya serbestberdana girtiyan û agirbesta topbaranê li ser hemû navçeyan û tevî peydakirina jîngeheke ewle û bêalî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

25 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hefteya bûrî bêtir ji 11 sivîlan şehîd ketine û nekêmî 40ên din birîndar bûne bi sedema topbaran û mûşekên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê yên gundewarê Hema, Idlib û Helebê amanc kirine. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ew binpêkirin tawankariyên cengê ne, û divê berpirsên wan lêpirsîn bi wan re bibe.

Çalakvanan diyar kirin ko 4 şehîd li Idlibê bi sedema armanckirina firokên Rûsî ji bajarrokê Biskirya li herêma Cisir Elşixûr li gundewarê Idlib ketine.

Hêzên Esed rojane û berdewam bi topên giran û mûşekan bajar û bajarokên Kefer Zêta, Elletaminê, Morik û bajarok û gundên Letmîn, Hesraya, Erbîn, Ebû Raîda û Til Sexer û gundê Elcenabire û Eltewbe û Atşan û Mierbike û Elcenabire û Elcabiriyê amanc dikin.

Li gundewarê Idlib gundên Eltimanie û Elhebît û Elteh û circinaz û tilmins û Sekîk û Elxiwîn û Elzerzûr rojane bi topan ji hêla hêzên Esed têne amanckirin.

Rojnameya Ineb Beledî ya xwecihî ji Meyad Elxecer serokê encûmena xwecihî ya bajarokê Elteh evro înê got ku piraniya xelkê bi sedema bombebarana li ser zevîyên derdorê û gund û bajarokên Idlib yên li ser sinor derbider didin.

Elxecer got ku rêje gihaye 90% bi sedema bombebaranê ya ko hêzên Esed di du rojên bûrî de pir xurt kirine, û diyar kir ko bêtir ji 16 guleyên mûşekan duh pêncşenbê li ser bajarok ketine.

Bal kişand ser ko ‘’ xaniyê ko tête amanckirin li erdê dimîne bi sedema heyberên pir-teqîn‘’ û xelkên bajarok nimêja Înê ya tevayî nekirin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinan ya Sûriyê dibîne ku yasaya "Qeyser" ya ku Encûmena nûnerên Emerîka li ser rejîma Esed û hevalbendên wê sepand, dê ji aliyê abûrî ve rejîmê bifetisîne, û her aliyê ku serderiyê ligel bike jî siza bike.

Ajansa Simart ya xwecihî jî ser zarê peyvdarê Desteyê Yihya El-Erêdî veguhstiye ku wê ev yasa "piştevanên rejîmê jê bêhtir neçar bike ku li ser maseya danûstandinan bicivin, ji ber ku her dem jê direviya", û destnîşan kir ku "Rejîma Esed piştevanî ji Rûsiya wergirt da ji sizayên kiryarên xwe rizgar bibe, lê niha qirka wî tê xwestin ji ber ku ev siza berfireh in. "

El-Erêdî lêzêde kir û got: "Ev yasa rejîmê di warê abûrî de difetisîne, û dibe ku bandorê li piştevanên wê yan ewên ku serderiyê ligel dikin bike, û ne dûr e rejîm xwe ji vê yasayê jî bide alî ", û wiha got: "Lê ji ber bandora zêde ya sizayan nikare bireve".

Lêzêde kir : "Heta ku rejîm dixwaze astengiyan ji çi çareseriyeke siyasî re derbixe da ku tişta li Sûriyê diqewime bidawî werîne, dê siza li ser wî zêde bibin û ev dorpêç bighê piştevanên wî jî"

Doh, Sêşemê Encûmena Nûnerên Emerîka biryara "Yasaya Qeyser" der kir, ya sepandina sizayên Emerîka li ser rejîma Esed û piştevanên wê, piştî yek rojê ji sizayên Yekîtiya Ewropayê li ser kesayetî û hin kompaniyên ku pêwendiyên wan ligel rejîmê hene.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa di tiwîtekê de di vê derbarê de got: Biryara Yasaya Qeyser" Ya Emerîkî û firehkirina sizayên Ewropî li dijî rejîma Esed "Gavin rast in, û dibê bi awayekî piratîk bên cîbicîkirin û neyê lipaşxistin".

Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê lêzêde kir û got ku "Pêwîst e ligel van sizayên Emerîka hin tedbîrên dadwerî bêne kirin, da nehêle tawanbar ji sizayan rizgar bibin, û gav ber bi prosêsa çareseriya siyasî bên avêtin, li gor biryarên navdewletî û beyanameya Cinêv".

Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

23 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Civata Nûnerên Amerîka biryar li ser standina projeyê "Yasa Qeyser" da, ya ji bo sepandina sizayên aborî li ser rejîma Esed û alîgirên wê, piştî derbasbûna rojekê di ser sizayên nû yên hatin standin ji aliyê Yekîtiya Ewropa li ser kes û kompaniyên têkildarên rejîmê.

Li gorî hin agahiyên mediyayî yên Amerîkî, yasa duhî roja sêşemê bi dengdana di civîna Kongrêsê Amerîka de, bi erêkirina 55 endaman û redkirina 43 endaman û baykotkirina hin endaman hat standin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistefa, derbarê vê yekê di twîtekê de got : Pejirandina "yasa Qeyser" ya Amerîkayê û berferekirina sizayên Ewropayê li dijî rejîma Esed "gavên ber bi aliyê rast de ne, û divê bi awayekî pratîk di zûtirîn dem de bêne cêbicêkirin ".

Serokê Hevbendiyê got ku "Pêwîst e sizayên Amerîkî hevdem bin ligel tedbîrên yasayî ji bo pêşîgirtina li bêsizamana kesên gunehbar, ji bo xurtkirina gavên pratîk ber bi çareseriya siyasî ya li gor biryarên navnetewî û daxuyaniya Cenevre".

Yasa Qeyser bi xwe projeyasa ye ji aliyê Kongrês, 15'ê mijdara 2016 hatibû standin, ji bo cezakirina her kesên alîkariya rejîma Esed bikin, herwiha Serokê Amerîkayê pabend dike bi sepandina sizayan li ser dewletên hevpeymanên Esed.

Û li gorî yasayê, lîsteyek bi navên rayedarên rejîmê heye, di nav de Beşar Esed û hevjîna wî Esma, û rayedarên ewlekariya leşkerî û siyasî û fermandarên hêza esmanî û serokên îstîxbarata leşkerî, û Banka Navendî ya Sûriyê.

Ev yasa piştî rojekê hat ji pesendkirina Yekîtiya Ewropayê "YE" ji bo sepandina sizayên nû yên aborî li ser rêjîmê, ku li roja pêncşema borî hatibû eşkerekirin, di nav wan de bazirgan û kompaniyên Sûrî yên têkildarên rejîma Esed hene, di nav de yek ji xizmê herî nêzîkî serokê rêjîmê ye.

Yekitiya Ewropayê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya fermî, got ku serokên welatên YE li Brukselê civiyan, û li ser berfirehkirina lîsteya cezayan li dijî rêjîma Esed rêkeftin, û got ku zêdebarî 11 bazirganên Sûriyê, pênc saziyên girêdayî rêjîmê hene.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

22 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Dîsa li Der’a ya cihê destpêka xwepêşindanan berî heşt salan bû, û şoreşa Sûrî ji wir dest pê kiribû, nuha jî pêla nerazîbûnan  dest pê kiriye bi sedema ko hêzên ewlekariya rêjîma Esed xortên bajarê Elmisêfire li gundewarê rojhelatê Der’a girtine.

Çalakvanan gotin ku parêzgeh dîsa li ber teqînê ye, bi sedema ko hêzên ewlehiyê destê xwe stûr kiriye û têwerdana malên xelkê dike, û ya dawî girûpeke ewlekariya leşkerî girtibûn ser çend malan li bajarê Elmisêfire û li yên ko ji hêla rêjîmê ve têne xwestin digeriyan.

Operasiyona nû ya bêserûber hejmarek xortên di temenê leşkeriya neçar de, û hin kesin din yên mezin bo leşkeriya yedek û hin endamên berê yên artêşa azad  girtine.

Li ser vê mijarê êdî dîsa nivîsandin li ser dîwaran li bajarokê Elsehwe û derdorê hatin dîtin, daxwaza rûxandina rêjîma Esed bi hemû simbolên wê ve kiribûn, û leşkeriya neçar red kiribûn, û tekez dikin ko ew bi pirinsîbên şoreşê pabend in.

Alavên ewlekariya rêjîma Esed operasiyonên girtina ser malan, tev li peymana lihevkirinê, berdewam dikin, û berî çend rojan di têwerdana guhdewarê Elquneytura yê başûr jî sivîlek kuştine û du kes girtine.

Dîsa nivîs li ser dîwarên Der’a hatine dîtin, têde gefan li rêjîmê dixwin ko ew dê wê li wir nehêlin, û tevgera şoreşgerî li Der’a ji heyva bûrî ve  bilind bûye, tev ko zordariya ewlehiya Esed jî pir xurt e.

Di vîdyokê de ko çalakvanan li medya civakî belav kiriye, ala şoreşê li ser minareyeke bajarê Elkerk Elşerqî li gundewarê Der’a hatiye hilêdan, di pêngavekê de ko gefê li mana rêjîmê li wan herêmên ji çend heyvan ve ketine bin destê hêzên wê de dixwin.

Ji hêla xwe ve serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa tekez kir ko şoreş ranaweste, û miletê Sûrî careke din dest ji azadiya xwe bernade.

Di hefteya bûrî de dîsa li Dera xwepêşindan çêbûn, têde tekez dikin ko şoreş dê berdewam be hata rêjîmê birûxîne, her weha li herêmine corbicor nivîsên li dijî rêjîmê û hevalbendên wê li ser dîwaran hatine dîtin.

Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî



Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: January 2019