01 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Komîta Destûrê evro înê li bargehê Netewên Yekbûyî li Cinêvê karê xwe berdewam kir, û reşnivîsa awayê reftarên herdu serokên hevbeş yên komîta destûrê pesend kir.

Her weha endamên komîta destûrê danaskirina xwe berdewam kirin, û nerîna xwe bo destûra Sûriyê ya paşerojê dan, û tekezî li ser giringiya daraştina destûreke hemdemî ko mafên hemû pêkhatiyan biparêze û azadî û rûmeta wan dabîn bike kirin.

Di gotinên xwe de tekezî li ser giringiya cudakirina di navbera hersê desthilatan, ya cîbicîkirinê, yasadanînê û ya dadweriyê kirin.

Her weha tekez kirin ko ew amade ne bi tekûzî têkevin pirosesa destûrê li gora cîbicîkirina biryarên Netewên Yekgirtî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, ko ew pêngaveke li ser rêka gihaştina çareserkirina siyasî.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

31 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Nûnerên jin yên desteya danûstendinê ya Sûrî di Komîteya Destûrî de duhî roja çarşemiyê bi şandekê ji nûnerîtiya Tirkiyê ya Netewên Yekbûyî li Cenêvê civiyan, û li ser pêşveçûnên herî dawîn li devera ewle li rojhilata Sûrîyê û rewşa sîyasî ya têkildarî destpêkirina xebata Komîteya destûrî gotûbêj kirin.

Nûnerên jin yên komîteya danûstendina Sûrî di komîta destûrî de nêrîna xwe derbarê paşeroja makezagona Sûrî pêşkêş kirin, û parastina maf û azadiyan, dana mafên jina Sûrî bi tevahî, misogerkirina beşdariya wan di hemû waran de, û veqetandina hersê desthilatên yasakarî û dadwerî û cîbecîkarî piştrast kirin.

Wan bal kişand li ser girîngiya ku divê pêvajoya makezagonê beşek be ji prosesa siyasî ya temam, û bixebitin ji bo guftûgokirina dosyên mayî, di nav de desteya hikumraniyê, û gihîştina çareseriyek siyasî li gorî biryara 2254 ya NY.

Di civînê de mijara girtiyan hate rojevê, û nûnerên desteya danûstandinê di komîteya destûrî de tekezî li ser giringiya serbestberdana hemû girtiyan li girtîgehên rejîmê kirin. ne tenê serbestberdana zarok û jinan.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

31 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Balyozxaneya Sûrî li Qatarê beşdarî di pêşangeheke karên destî de kir, û têde gelek berhemên karê dest ên corbecor ji çanda dîrokî ya Sûrî, wek seramîk, mozayîk, wêneyên li ser caman û neqş û dirûna karê dest hatibûn nimayîşkirin.

Di pêşangehê de hejmarek ji welatên Ereb û Islamî beşdar bûn, û pêşangeha Sûrî balkêş bû, û bi başî hat pêşwazîkirin, û balyozê Sûrî li Qatar, rêzdar Nizar Al-Heraki, diyar kir ku pêşangeha Sûrî bi awayekî berçav beşdar bû, û mêhvan bi serdana wê kêfxweş bûn, û matmayîna xwe bi karên destî yên sûrî yên dîroka miletê Sûrî nîşan dide anîn ziman.

Al-Heraki bal kişand ser girîngiya parastina mîrata kevnar û girîng a Sûrî, û sûdwergirtina ji hemû derfetan ji bo pêşkêşkirina wê ji cîhanê re, û bal kişand ku ev mîrat bingeha nasnameya Sûrî ya ku gelê Sûrî hildigire ye, û gelê Sûrî tev pê navdar e, heya hatina rejima Esed, ya ku bi van berheman lîst û ciyawazbûna wan têk bir.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

30 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Al Abda, bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Sosyalîst ya hêzên gelêrî li Mexribê, Îdrîs Leşker re, duh danê êvarê civiya û bi wî re rewş û asoyên şoreşa sûrî li gera Cenêvê ya çavrêkirî li roja çarşemê destpê bike gotûbêj kir.

Abda, ku serdana paytexta Mexribê dike bi serokatiya şandekê ji serokatiya Hevbendiyê, pêktê ji cîgirê serokê Hevbendiyê, Uqab Yihya û endamê desteya siyasî Ehmed Remedan, ku bi berfirehî behsa pêşkeftinên li ser erdê, nemaze li bakurê Sûriyê, û leşkerkêşiya Tirkiyê û artêşa niştimanî ya sûrî bi piştevaniya Tirkiyê kir, û herweha hewildanên siyasî yên hevpeymaniya navdewletî ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê, û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo veguheztinek demokratî ya rastîn.

Abda pesnê helwesta Ribat di piştevanîkirina gelê Sûrî da û mafê wan e ku bigihîje çareseriyek sîyasî ya rasteqîn ku daxwazên wan bicih bibin, û bal kişand li ser cehê taybetî ya dil di dilê gelê Sûrî da wek yekemîn welatên erebî ku li tenişta wî raweste, ku di konferansa Marrakech ya 2012 de jî nasnameya navnetewî bi dest xist.

Al-Abda helwestên Hevbendiya Sûrî ji destpêka damezrandina wî û hewildanên wê di şerê dijî terorê de şirove kir berî şirovekirina civînên komîteya destûrî, ya ku tê çaverê kirin sibê li Cenevê destpê bikin.

Ji hêla xwe ve, sekreterê giştî yê Yekîtiya Sosyalîst Idris Leşker got ku ew têdigehêjin bi daxwazên gelê Sûrî ji bo azadî û serbilindiyê, û qurbanîyên mezin wî ji bo vê yekê, û da zanîn ku bihayê miletê Sûrî ji bo azadî û rûmet gelek e.

Û daxwaz ji serkirdayetiya Hevbendiyê kir ku ji bo kar bikin ji bo aştiyek rastîn ku mirovên Sûrî biparêzin û xwînrêjkirinê rawestîne, ku hemû sînor derbas kiriye.

Leşker bal kişand li ser ezmûna çepgiriya Mixribê ji bo têkoşîna demokrasiyê, û ka ew çawa tevlê pêvajoyek polîtîk ya fêrbûyî ya ku gihîştiye marjînaliya demokrasî û aramiya siyasî û ewlehiya ku ji bo her veguhaztina demokrat pêwîst dike.

Wî zêde kir: "Helbet hewildana NY li Sûrî tête biderkevtin, lê bingeha her çareseriyê divê navxwe be, di nav Sûrî bixwe de, û ev hewcedarî gavên bi wêrekî ji her alî ve heye jibo parastina gelê Sûrî, ku ti aliyên bigane xema berjewendiya gelê Sûrî naxwin bi qasî xebata Sûriyan bi xwe".

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

30 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro çarşembê karê komîta destûrî li bargehên Netewên Yekgirtî li Cinêvê li Siwîsra bi amadebûna hemû endaman dest pê kir. serokê hevbeş yê komîta destûrî birêz Hadî Elbehre li ser giringiya serkeftina karê komîtê û tekûzkirina pirosesa siyasî tako bigehên çareseriyeke siyasî ya dad li gora biryara Netewên Yekbûyî 2254 tekez kir

Elbehre di gotina xwe de ya destpêkê li ser giringiya dîtineke hevbeş ya komîta destûrî tekez kir ko derdê miletê Sûrî bidawî bike, bi destpêkirina karê komîta destûrî ev qonaxa Sûriya nû dest pê dike, tekez kir ko giring e ev pêngav tekûz bibe ko şopeke mezin li ser pirosesa siyasî û rewşa civakî bike.

Her weha li ser serberziya bi pêmayê hevbeş tekez kir, ew mijara ko yên civiyane û hemû miletê Sûrî tê de beşdar in, li ser danîna paşeroke taybet bi hemû Sûriyan tekez kir, ko welat vejîne û kesî di ser kesî re nebîne û rêzê li piralîbûna siyasî û corbicoriya regezî û civakî bigire.

Got: ger em vê bikin rastiyeke dirist, gerek em rewşa heyî biguherin, gerek em Sûrî awayê ramana xwe biguherin.

Giring e em tiştê ji Sûriyê maye biparêzin, piştî wêraniya ko bi qebareya xwe wêraniya Almanya ya piştî cenga cîhanî ya duyem derbas kiriye.

Daxwaz kir ko girtî û yên hatine veşartin bêne berdan, ko ew giringtirîn kêşe ye ko ew ji wan û malbatên wan re mafekî rewa ye tako bawerî di navbera aliyên Sûrî de ava bibe û avakirina baweriyê di pirosesa siyasî de pêk bê.

Di gotina xwe de got: ‘’bû dem ko em bêjin serkeftin li Sûriyê ew her tişt e ko dadweriyê û aştiyê cîbicî bike û ne ew serkeftina di cengê de ye, ev serkeftina bi tenê ye ji bo hemû Sûriyan e. ‘’

Destnîşan kir ko biryarên ko komît bi tevayî bistîne dê bandora wan li ser paşeroja zarokên Sûriyê hebe û got: paşeroja wan di nav destê me de ye bi hêvî me em wan jê bêpar nekin, li welatekî rûmeta hevwelatiyan biparêze û azadiya wan ya kesayetî û ya tevayî di dewleta hevwelatiya wekhev de bibîne.

Şandyarê navnetewî di gotina xwe de tekez kir ko destpêkirina karê komîtê kêlîkeke dîrokî ye ji bo gengeşekirina giringtirîn kêşeyên civaka Sûrî û bal kêşand ser ko komît mafdar e reşbeleka destûrî binivîsîne.

Şandyarê navnetewî got: komît dibe destûra giştî ya sala 2012ê gengeşe bike an reşbeleke guherîna destûrî deyne, dibîne ko destûr milkê miletê Sûrî ye ew tenê dikare biryara paşeroja welatê xwe bide, rola Netewên Yekgirtî tenê hêsankirina karê komîta destûrî ye.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

30 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokwezîrê Mexribê, Dr. Seid Eldîn El-Othmanî îro roja sêşemê pêşwaziya Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes al-Abda kir, yê niha bi serpirştiya şandek ji Hevbendiyê serdana Mexribê kiriye.

Civîn li ser pêşveçûnên dosya Sûrî yên berî destpêkirina civînên desteya destûrî ya ku dê sibê li Cenêvê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de dest pê bike rawestiya.

Civîn ji aliyê Mexirbê bi beşdariya wezîrê dewletê yê mafên mirov û karûbarên parlaman û parlamenter Mohamed Al-Twail, û ji alîyê Sûrî ve jî Uqab Yihya, Cîgirê Serokê Hevbendiyê, û Ehmed Remedan, endamê desteya siyasî amade bûn.

Serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Al-Abda, pesnê helwesta serokatiya Mexrib ji şoreşa Sûrî da, ku yekem helwesta wê pejirandina navnetewî bi Hevbendiya Niştimanî di 12'ê kanûna yekem 2012 de bû, ku wezîr Al-Othmanî di wê demê de wezîrê derve bû, û paşî li ser rasparêdên Şah Mihemed Al-Sadis pêşwazî li penaberên Sûrî hate kirin, û alîkarî ji wan re hatine pêşkêşkirin.

Ji alîyê xwe ve, serokwezîrê Mexribê, Dr. Seid Eldin Othmanî, bal kişand li ser rewşa trajîk ya gelê Sûrî, hêvî xwest ku hewlên sîyasî serbikevin ji bo rawestandina rijandina xwîna Sûrî de di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de.

Serokwezîrê Mexribê, firavînek ji bo şanda Sûrî ya mêhvan pêşkêş kir, û di nav re rastiya şoreşa Sûrî û awayên danûstendinê ligel wî hatin gotûbêjkirin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

30 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Enes Abda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pêr roja duşemê li Ribat, ligel endamê Encûmena şêwirmendan û Kordînatorê Komeleya Mexrib ya makezagonê û serkirdeyê Partiya Dad û Geşepêdanê, Dr. Abdela'li Hamî Al-Dîn re civiya.

Di civînê de, rewşa nû ya siyasî û ewlehî li Sûriye û awayê sûdwergirtina gelê Sûrî ji mîratê destûrî yê Mexribê li pêşiya civînên komîteya destûrî yên bi çavdêriya NY li Cenêvê hat gotûbêjkirin.

Al-Abda, digel cîgirê xwe, Uqab Yihya, û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Ehmed Remedan, pêdeçûneke berfireh li ser komîteya destûrî û awayê kar û hêviyên wê pêşkêş kir, û hêvî xwest ku Sûrî di vî warî de ji birayê xwe yên Mexribê piştgiriyê bibînin.

Abdula'li Hamî al-Dîn, endamê civata şêwirmendan, pêşwazî li şandeya Sûrî kir, û rêzgirtin û hurmeta xwe ji qurbanîyên gelê Sûrî yên ji bo azadiyê anî ziman, ew qurbaniyên ji hemû pêşbîniyan mezintir bûn, û amadebûna xwe ya tam piştrast kir ku piştgirî û şîretên yasayî pêşkêşî opozisyonê bike ji bo karê wê di Komîteya destûrî de.

Wî diyar kir ku Mexrib xwedan kadroyên yasayî û destûrî ye, ku dikare alîkariya Sûriyê bike, da bigihîjin daraştina destûrekî ji bo damezrandina serdemek veguhêz û qonaxek demokrat, heger viyaneke rastîn li rex hemû aliyên Sûrî hebe, û diyar kir ku pêwîstiya vê yekê bi hewldanên giran ji hemû aliyan heye.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

30 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, pêr roja duşembê, li Ribat paytexta Mexrib, hevdîtinek bi sekretêrê giştî yê Partiya “Pêşveçûn û Sosyalîstî” Nebîl Bin Abdullah re Pêk Anî.

Û di hevdîtinê pêşhatên rewşa ewlekarî û siyasî li Sûriyê û helwesta erebî ya tê xwestin li êvara berî destpêkirina Komîya Destûrî ya taybet bo Sûriyê ya ku di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de ye li cinêvê, hatin behiskirin.

Û Alabda serokatiya şandekê dikir ku ji cîgirê wî Uqab Yihya û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Ehmed Remdean pêk dihat, û şandê behsa helwestên Ribat ên piştgir ji şoreûa Sûrî re ji dema mêvandarîkirina civîna nevdewletî li Merekişê di sala 2012 de kir, ku di wê civînê de danpêdana navdewletî bi Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî bû.

Û Alabda tekezî li ser ku gelê Sûriyê karê Şahneşîniya Mexribî û serok û gelê wê bilind dinirxîne kir, û ew hêvî dikin ku ev piştgirî berdewam be, ta sûrî daxwazên xwe yên pêkanîna veguhestina rasteqîn ber û demoqrasyê de pêk bînib.

Ji aliyekî din ve, Nebîn Bin Abdullah, serokê partiya Pêşketin û Sosyalêstiyê, tekez kir ku helwesta Mexribê bi hemî hêzên xwe yên siyasî ve, ji destpêka şoreşê de û ta niha nehatiye guhertin, û dilê Mexribiyan bi birayên wan ên Sûrî ve ye, û hêvî kir ku sûrî tev bibin yek ji bo gihiştina çaresertiyek siyasî ya vê rijandina xwînê ya dilên sûriyan û hevalên wan li her derê raweste.

Û got ku welatê wî amadeye ji bo piştgiriya dosya girtiyan li Sûriyê, û berevanîkirina wan di civînên herêmî û navdewletî de, û lidarxistina workşopên hevbeş di vî warî de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

30 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, pêr roja duşemê bi Sekreterê Giştî yê Sendîkaya rojnamevaniya niştimanî, Abdallah Bekkali re, li avahiya rojnameya "Al-Alam" li paytexta Mexribê Ribat civiya.

Di Civînê de, rewşa siyasî û ewlehiya herî dawî li Sûriyê û rola medyakarên Sûrî di ragihandina rastiya li ser erdê ji cîhanê re hate gotûbêjkirin.

Al-Abda, ku digel cîgirê xwe Uqab Yihya û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Ehmed Remedan re, pêdeçûneke berfireh li ser zordarîya li ser rojnamevanên Sûrî û karê wan yê pîşeyî û rewşa tarîkirina ragihandina medyayî ya ku ji hêla rejîmê ve tê pêkanîn pêşkêş kir, û bang li Sendîkaya Rojnamevanên Mexribê kir, ku cihekî bilind heye di federasyona rojnamevanên navnetewî de, ji bo ku piştgiriya şoreşa Sûrî bikin, û rastiya tawanên hovane yên li dijî gelê Sûrî ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê diyar bikin.

Sekreterê giştî yê Sendîkaya Niştimanî ya rojnamevaniya Mexribê, Abdallah Bekkali, têgihiştina xwe ji rewşa xirab ya ku rojnamevanên Sûrî re anî ziman, û ji mêvanên xwe xwest ku ji bo gihandina rastiya jenosîdê ya li ser gelê Sûrî bixebitin, di heman demê de bi saziyên navdewletî re kar bikin ji bo diyarkirina wêneyek berfireh û birastî yê tiştê ku gelê sûrî li ser erdê dibîne, çi di bin desthilata rejîmê de, yan li deverên koçberî û penaberiyê.

Wî bal kişand li ser amadebûna rojnamevanên Mexribê ji bo hevkariyê bi rojnamegerên Sûrî re bikin, da beşdariyê di aşkerkirina rastiyê de bo cîhanê bikin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

28 October 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko kuştina serpereştê rêkxistina Daiş li gora ko serokê Emerîka Donald Trump duhî yekşemê ragehand, pêngaveke giring e, di pêvajoya nakokiyê li dijî tiroristiyê li Sûriyê û herêmê.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got miletê Sûrî bi salan ket ber tawanên vê rêkxistinê ko operasiyonên tiroristî û tawanên kuştin û girtinê ko nayêne hejmar bikar anîne. Bal kêşand ser ko Dawiya Elbexdadî pêngaveke giring e bo bidawîanîna tekûz ya vê rêkxistinê.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de got ko pêngaveke giring e bo bidawîanîna vê rêkxistinê bi tekûzî û destpêka danheva wêrankirina ko bi sedema wê bûye, bidawîanîna bêserûberiya ko belav kiriye, û gereke em ji bîr nekin ku ev rêkxistin ji destpêka xwe ve bi rêjîma Esed ve girêdayî ye.

Hevbendiyê destnîşan kir ko rêjîma Esed ew bû ya ko pêşî piştgiriya tiroristiyê li herêmê kir, û wê rasterast pilan kir ko piştgiriya vê rêkxistinê û yên din bike, û rê li ber vekir ko berfireh bibe û ji bo şerê şoreşê û artêşa azad bikar anî, û ji bo cîhanê pê bitirsîne.

Hevbendî dibîne ko derfeta dirist ya têkbirina rêkxistinên tirorist li Sûriyê bidawîkirina rêjîma Esed e, û rêjîmeke dadwer û hişmend bête damezirandin. Û bal kêşand ser ko miletê Sûrî hebûna rêkxistinên tundrew red dike, û ew dizane ku bi rêjîma Esed ve girêdayî ne, û ew berpirsê anîna wan e, wek ko tiroristiya rêjîma Îranî anî.

Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko ew bi daxwazên miletê Sûrî û ferizkirina yasayê û bidawîanîna bêserûberiyê li Sûriyê pabend e, û got ku aramî li Sûriyê û li herêmê bi rûxandina rêjîma zordar û berdana milîtanên tirorist ji Sûriyê girêdayî ye.

Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 7
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: October 2019