30 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, Ebdulbasid Ebduletîf, bikaranîna rejîma Esed û sponserê wê Rûsiya ji tevahiya corên çekan re li Gundewarê Idlibê şermezar kir ,û da zanîn ku armanca rasteqîne ji vê yekê koçberkirina xelkê deverê ye, û wêrankirina jêrxaneyê ji bo nehiştina bingehên jiyanê û valakirina wê ji xelkê wê.

Ebduletîf lêzêde kir ku êrîşên tawankarî ên hevalbendê rejîmê li ser Idlib û gundewarê wê, tê wateya wê yekêye ku ew di riwê civaka navdewletî de radwestin, û sivkatiyê bi biryarên wê dikin, ji ber berdewamiya bêdengiya li ser tawan û komkujiyên ku rejîm û hevalbendên wê derheqê gelê Sûriyêde dikin.

Emîndarê giştî herweha got ku rejîma ku çekên şewatker û bombeyên goşeyî û yên bizmarî,û bermîlên teqîner herwiha çekên kîmawî bikar tîne, dê her karekî navdewletî bo rawestandina rijandina xwînê û rawestandina kuştin û wêrankirinê asteng bike.

Tîma "Hevrêzkarên bersivdana destpêkê li Sûriyê" Doh, Roja Înê amaje kir ku êrîşên hêzên rejîmê û Rûsiya di 24 demjimêrên derbasbûyî de, hişt ku zêdetir ji 2147 malbatan ji bajarê Meret "El-Numan" û hin deverên din li gundewarê başûr yê Idlibê koçber bibin.

Herwiha wê tîmê daxwaz ji tevahiya alî û rêxistinên navxwe kir ku cih ji wan re dabîn bikin,û dibistan û kampan vekin ji bo pêşwazîkirina koçberên gundewarê başûr yê Idlibê, û tekez kir ku gelek koçber hêj li ser rêyên sereke û li çolan asê mane.

Berya niha jî Hevrêzkarên Bersivdayînê di daxuyaniyekê de roja duşema derbasbûyî, tekez kirbû ku derdora 50 hezar kesî ji herdu deverên "Metert El-Numan" û 'Cisir El-Şixûr" li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyêdi heyama meha çirîya paşîn ji encama helmeta leşkerî ya rejîmê û Rûsiya koçber bibûn.

Hêzên rejîmê û sponsera wê yê sereke Rûsiya, berdewam in di helmeta xwe ya leşkerî de li ser gundewarê Idlibê, û binpêkirinên wan berdewam in, û rêkeftina "devera kêmkirina şer" binpê kirine, ku rawestandina şer li bakurê rojavayê Sûriyê ya di yekê Îlona derbasbûyî biryar li ser hatibû dan li xwe digre.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

29 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Desteya Danûstandinan ya Sûrî, Dr. Nesir Alherîrî, hevdîtin bi hevserokê komîteyê birêz Hadî Albehra û şanda danûstandinan ya Cinêvê re pêk anî, û behsa dawîtirîn pêşketinên desteya piçûkkirî kirin, her weha astengkirina şanda rijêmê ji karê desteyê re.

Û Dr. Herîrî li şiroveyek berfireh derbarê herpênc pêşinyarên Albehra ji ji şandyarê navdewletî Gir Pederson re pêşkêş kirin guhdarî kir, ji bo gihiştina lihevkirinekê li ser xişteya karê vê rolê, lê redkirina şanda rijêmê û sûrbûna wê li ser gotûbêjkirina “ stûnên niştimanî” wek wê binav kiriye, an jî derbasbûna hola civînan bê pirogramekî kar, nehişt kar biçe serî.

Û birêz Albehra tekez kir ku şanda desteya danûstandinan a sûrî, dê bi şandyarê navdewletî re ta demjimêra dawî kar bike, û hemî karînên xwe bikar tînin ji bo destpêkirina karê vê komîteyê.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilbasit Ebdiletîf, digel rawêjkarê siyasî yê wezareta derve ya firensî Fabrês Disbloşan evro civiya, û digel wî dawîtirîn rewşa siyasî û komîta destûrî û rewşa meydanî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Endamê desteya siyasî Behcet Eletasî, Selîm Elxetîb endamê desteya siyasî, û endamê fermanberiya peywendiyên derve, û Emel Şêxo endama desteya siyasî, û hevrêzkara ofêsa karûbarê penaber û koçberan li hevdîtinê amade bûn.

Ebdiletîf gurkirina şerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li gundewarê Idlib pêşdîtin kir. got ku giring e civaka navdewletî têwerdanê bike ji bo agibestê feriz bike, û pêrabûnên pêdivî bike tako êrîşa tawankarî û bombebarana rêbazkirî rawestîne, ya ko bargehên zindîdar û taxên sivîlan li gundewarê Idlibê amanc dike, û pêrabûnên ko jiyana sivîlan dabîn bike bikin.

Di hevdîtinê de li ser çiv û livên rêjîmê axivîn ko dixwaze karê komîtê asteng bike, Elbdiletîf bal kêşand ser ko giring e biryarên navdewletî cîbicî bibin, û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 li gora demeke destnîşankirî ya ko di hemû biryarên navdewletî de hatiye.

Amadebûyan ji aliyê firensî re tekez kirin ko rêjîm ji destpêkê de bi çareseriya leşkerî re ye, lê arîşeya miletê raperî bi rêjîmê re ne şer bû, lê naveroka wê bo azadiyê ye, û dadwerî û wekheviya civakê ji hemû Sûriyan re misoger bibe.

Endamê desteya siyasî Selîm Elxetîb, destnîşan kir ko destûra nû eger ne di zemîneke hêmin û aram de be cîbicî nabe, û got hewildanên rêjîmê bo têkbirina karê komîta destûrî çi xizmetê heta ji wî re jî nakin, û got eger Sûrî gihan dema hilbijartinên perlemanî û destûr bidawî nebe, wê hingê dê hilbijartin ne rewa bin.

Amadebûyan tekezî li ser giringiya berdewamiya peywendiyên xurt navbera miletê Sûrî û Firensî de û bipêşvebirina wan peywendiyan kirin, her weha berdewamiya hevrêzkariyê digel Hevbendiya niştimanî, û bêtir Firensa piştgira opozisyona Sûrî be di kişandina rewabûnê ji rêjîmê.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Al-bahr, piştrast kir ku şanda desteya danûstandina Sûrî pênc pêşnîyar ji bo rojeva vê civînê pêşkêşî nûnerê navnetewî, Gir Pederson kirin, hevdem ku şanda rejîma Esed ev pêşniyar red kirin, û tekezî li ser gotûbêjkirina "stûnên netewî" kir, yan jî derbasbûna di nav civînan de bêyî ti bernameya karê civînan hebe.

Al-Bahra di êvara pêncşemê de di preskonfirasekê de ragihand ku, li gorî rêzikên sizayê yên karê Komîteya Destûrî, divê hevserokên Desteya Destûrî ji berî 72 demjimêran berî lidarxistina civîna duyem bigehêjin bernameya karê civînê.

Wî got ku şanda desteya danustandinê berî 4 rojan ji civînê pêşniyazek pêşkêş kiribû, û wiha got: "Me pêşniyara xwe di medyayê de weşandibû, û ew niha li Ofîsa Nûnerê Navdewletî ye," û ragihand: "lê şanda îstixbaratî û Îranî ev pêşniyar red kirin, û daxwaza bernameyeke kar ji derveyî çarçoveya rojeva karê Komîteya Destûrî kirin", bi navê "stûnên netewî".

Wî tekez kir ku xuya ye "şanda rejima bermîlan" li gorî biryarên serkerê xwe yê Îranî dixebite, û pêvajoyê bi tevahî asteng dike, û di rastiyê de hewla têkşikandina pêvajoya makezagonê dide.

Al-Bahra diyar kir ku wan ji nûnerê navnetewî re gotiye ku stûnên netewî ji hêla gelê Sûrî ve hatine destnîşankirin, li gorî makezagonên ku wan bi serbestî û dadperwerî deng li ser dane, yan li gorî belgeyên hatine pejirandin ji bo pêkanîna Komîteya Destûrî, yek ji wan daxuyaniyek ji 12 xalên zindî ye, yên ku li Cinêvê hatine pêşxistin, û li Soçî hatine pejirandin, û wekî beşek ji biryara damezrandina Komîteya Destûrî hatine danîn.

Al-Bahra xuya kir ku wan pêşnîyarek hêsantir pêşkêşî wan kir, û ew jî hate redkirin, ku ew jî diket di naverok û çarçoveya rojeva karê Komîteya Destûrî de, û piştre pêşiniyara sêyemîn pêşkêş kirin, û ew jî hate redkirin, û bal kişand ku li roja pêncşemê wan du pêşniyar , ya çaremîn û ya pêncemîn , pêşkêş kirin, û herweha ji hêla rejîmê ve hatin redkirin.

Al-Bahra kaxezek fermî pêşkêşî şanda rêjîmê kir, û got ku şanda rejîmê daxwaza derbasbûna şandan dike ku têkevin hola civînê û her şandek dest bi gotûbêjan bike li gor ew çi baş dibîne ".

Û her weha got:"Wek em hatine şevbuhêrkek çandî ji bo em gotûbêjan bikin, hevdem ku xwîn li Sûrê tê rijandin, û bermîl bi ser xelkê me de têne barandin, û qelenek biha ji jiyan û xwîna xwe didin".

Wî tekez kir ku şanda danûstendinê ya komîteya destûrî di erkek netewî de ye, ji bo bidawîkirina dorpêça li ser gelê Sûrî, û rawestandina operasyonên leşkerî, bidawîanîna neheqiya li hember gel û bidestxistina veguhastinek siyasî ya rast û bingehîn ya ku rê ji bo aştiyê veke.

Al-Bahra tekez kir ku îro roja înê roja dawiya vê civînê ye, û şanda desteya danûstendinê dê her hewlekê bide heta demjimêra dawî ji bo destpêkirina karê komîteyê, û bal kişand ku divê ew li gorî birgên rêgezê sizayê bin yên ji hêla hemûyan ve hatine pejirandin, û li gorî çarçova hatiye danîn ji bo nivîsandina destûra Sûriyê.

Di dawiya konfêransê de, Al-Bahra civata navdewletî û dewletên ku piştgirî li damezrandina Komîteya destûrî kirin bi tevahî berpirsiyar dîtin, di ber ajotinarewşê ber bi pêgirtina cidî ya berbi erêniyê ya hemû şandan di xebata Komîteya destûrî de.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

 

 

29 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevserokê Komîteya Destûrî di preskonferansê dawîn yê karûbarên vê xula civînan de, tekez kir ku ew tişta di vê civînê de bû, di çarçoveyekê erênî de dibîne, tevî ku ti civînên hevbeş di navbera şandên beşdar de nehatin lidarxistin, û diyar kir ku waneyek ji vê gerê heye û ew jî girîngiya pabendbûna bi rêziknemayan û gihiştina danîna xişteyeke kar berî lidarxistina gera bihêt.

Al-Bahra bal kişand ku di gera niha de çend civînên şêwirmendî bi navbeynkariya nûnerê navdewletî hatin lidarxistin, û ev civînên şêwirmendî erênî bûn, di çarçoveya karê komîteyê û pêşkeftina karê wê di paşerojê de. û got ku van civînan eşkere bingehên saxlem ji bo domandina vê pêvajoyê di çarçoveya bierkkirina komîteya destûrî de û giringiya rêzgirtina rêziknemayên wê destnîşan kirin.

Wî tekez kir ku raman û şêwirên ku di dema hevdîtinan de çêbûn, dê bibin alîkar ji bo pêşxistina kar di civînên pêş de, û pesnê rola çalak ya Netewên Yekbûyî di hêsankirina van şêwirmendiyan û çalakkirina danûstandinên navxweyî di navbera Sûriyan de da.

Al-Bahra got: "Me hêvî dikir û me dixwest ku civîn li dar bikevin û di vê yekê de jî em şikestin’’, û sûrbûna xwe da zanîn li ser domandina kar û giringiya gera bihêt li ser bingehek diyar destpê bike, ji rojeveke rasteqîn, û ku derfeta bi erkkirina komîteya destûrî û erka wê ya sereke di pêşnumandina tekstên destûra Sûriya paşerojê de gotûbêj bikin.

Wî da zanîn ku endamên Komîteyê li hember erkek sereke ne, û ev erk kilîta pêvajoya siyasî ye, û kilîta dîtina çareseriyekê ye ku bibe sedema pêkanîna biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê bi tevahî, ku avakirina Komîteya Destûrî dikeve di çarçoveya wê de.

Wî herweha da zanîn ku ew rijd in li ser bidawîkirina trajediya gelê me yê Sûrî, û rakirina sizayan, rawestandina bermîl û topbaran û kuştinê, berdewamkirina rijandina xwînê û gihîştina çareseriyek siyasî ya ku rê li ber pêkanîna biryarên navdewletî veke.

Wî bal kişand li ser ku çarçoveya Komîteyê, çarçoveyek sînordar û girêdayî ye bi sînorên erkên destnîşankirî û bingehên şêweyê kar , û komîte nehatiye erkdarkirin bi tiştên derveyî vê çarçoveyê, û got: " waneyek heye ji vê gerê, û wane dibêje ku divê em pabend bin bi bingehên şêweyê kar yên ku hevserokên komîteyê dinvîsin, ji bo danîna rojevek diyar berî 72 demjimêran ji lidarxistina civînan".

Wî tekez kir ku pêwîst e Hevserok bi erênî danûstandinan bikin, û li gorî bingehên şêweyê kar, bi vî rengî bigihîjin rêkeftinekê li ser rojeva civînan berî lidarxistina civîna were, û divê ev rojev di çarçoveya erkên vê komîteyê de be.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

29 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmên rizgarkirî, wek beşekî ji pilana destehilata Sûrî ya demkî, wezareta navxweyî kar dike ji bo avakirina dezgeheke polîsan li ser bingehine zanistî yên nûjen ko amanca jê tê xwestin pêk bîne, tê de hemû endamên hêza polîs û ewlehiya giştî bi erk û karên xwe rabin, û nehêlin tawan çêbibin û hêza yasayê serdest bibe.

Wezîrê naxweyî eqîd Mihyedîn Hermûş, diyar kir ko komîtên taybetmend yên wezaretê lênerînên bijîşkî û ten û çandeyî ji yên xwe berbijêrkirine bo kar di biwara polîsên sivîl de li herêma Til Ebyed li gundewarê Reqa û Serê Kaniyê li herêma Hesekê, li bargehê fermanberiya ewlehiyê li Efrînê pêk anîne.

Hermûş tekezî li ser giringiya hevkariyê navbera wezareta navxweyî û wezaretên din yên hikûmeta Sûrî ya demkî de ji bo hevtekûziya karê desthilatê kir, û dibîne bihêzkirina ewlehî û aramiyê li herêmên rizgarkirî pêngava pêşîn e, ji bo pilana desthilatê biser bikeve, a hemû wezaret û kartên desthilatê û xelkê têde beşdar in.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro pêncşemê civîna xwe asayî lidar xist, û têde rewşa metirsîdar ya li gundewarê Idlib û kampan, û herwiha karê Komîteya Destûrî û hewildanên şanda rejîmê jibo astengkirina karê komîteyê li Cenêv gotûbêj kirin.

Desteya siyasî, zêdebûna êrîşên leşkerî li ser gundewarên Idlibê û rewşa trajîk ya li kampan bi hatina zivistanê, nemaze piştî şewitandina kargehên neftê gotûbêj kir, ku bû sedema zêdebûna aloziya peydakirina sotemeniyê li deverên rizgarkirî, û bang li civaka navdewletî kir ku bi erka xwe rabe ji bo parastina sivîlan.

Desteya siyasî bi peywendiya vîdyoyê civîna xwe bi nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de li Cenêvê berdewam kir, ku kurtiyek li ser bûyerên herî girîng yên gera duyemîn ya civînên Desteya Destûrî pêşkêş kirin, û behsa hewldanên astengkirina bi mebesta ji hêla şanda rejîmê ve kirin, herweha hewla wê ya ji bo bi polîtîkkirina karê Komîteyê û pêşniyarkirina kêşeyên siyasî ji derveyî karê Komîteyê ji bo astengkirina xebata Komîteyê.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Al-Abda di civînê de tekez kir ku nabe şanda rejîmê destkeftiyên siyasî bidest bîne bi hewldanên derengxistin û bêserûberkirina xebata komîteyê li Cenêv, û got ku divê civaka navdewletî vê yekê rawestîne, yan jî rêjîm dê berdewam be li ser astengkirina karê Komîteya Destûrî û guhertina pêvajoya wê.

Desteya siyasî tekezî li ser nivîsandina makezagonek nû ji bo welat kir, û destpêkirina gavên cidî bo çareseriyek siyasî ji bo bidawîkirina trajediya gelê Sûriyê, û cext li ser giringiya pêkanîna biryarnameyên navdewletî yên têkildarî Sûriyê kir, nemaze daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

28 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ji çalakiyên ofêsa têkiliyan ya desteya danûstandinên Sûrî, serokê hevbeş yê komîta destûrî Hadî Elbehre û şanda li gel ya Cinêvê, duhî çarşembê, di riya peywendiyek vîdyoyî re digel desteya danûstandinên Sûrî û nûnerên wan di komîta destûrî de, du civînên cuda lidar xistin, ji wan re şiroveyek li ser tiştê di hersê rojên pêşî ji xula duyem ya komîta destûrî de çêbûye pêşkêş kir.

Elbehre bi berfirehî behsa gotûbêjên digel şandyarê navdewletî Ger Pederson di hersê rojên bûrî de tako bigehên lîsteyeke kar bo vê xulê kir, û destnîşan kir ko sê pêşinyaz hatine pêşkêşkirin, a yekem di 21 çirîya duyem anko berî lidarxistina karê xulê, bi amanca demê bidest bixin û hin kaxezên destûrê misoger bikin.

Bal kêşand ser ko şanda rêjîmê heta vê sibehê çi pêşinyar bo lîsta kar pêşkêş nekirine, û ew sûr bûn li ser ku kaxeza pirinsîbên niştimanî lîsteya karê vê xulê be.

Elbehre tekez kir ko şanda danûstandinan erê kir li ser ko di nav pirinsîbên bingehîn û pirinsîbên siyasî û pêşgotina destûrê di çaçoveya desthilata komîtê de be, lê şanda rêjîmê red kir û sûr bû ko li derveyî çarçoveya destûrî bête gengeşekirin.

Elbehre diyar kir ko şand dê li bargehê Netewên Yekbûyî vegere, tako digel şandyarê navdewletî û tîma wî kar bike, û tekez kir ko miletê Sûrî di her buhistekê ji Sûriyê de çaverê ne ko komîta destûrî çareseriyekê bibîne û vî kabûsî bidawî bike.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Balyozê Sûriyê li Qeterê Nizar Hirakî û sekretêrê yekem endazyar Hazim Lutfî, serdana birêveberê giştî yê desteya rêkxistina karên xêrxwazî ya Qeterî birêz Ebdelah Eldihêmî kir, û digel wî rewşa mirovî ya aloz li bakurê Sûriyê û li kampên sînorî gotûbêj kirin.

Herdu aliyan awayê piştgirî û pêşketina karê çend rêkxistin û komeleyên mirovî û yên xêrxwaziya giştî li herêmên rizgarkirî û kampan gengeşe kirin.

Herdu aliyan li ser giringiya firehkirina berê kar tekez kir, tako alîkarî bigehên gelek kesên ziyan li wan hatiye kirin, û bi taybetî di vê pêla derbideriya dubarekirî li bakurê Sûriyê ji ber rewşa mirovî ya aloz.

Elhirakî tekez kir ko zivistan bi ser Sûriyê de tê, û serme pê re tê, û tête texmînkirin ko derbider û koçber tuşî seqayeke pir zehmet bibin, û daxwaza kirina hemî karên pêkan kir da nehêlin bobelateke mirovî çêbibe.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 November 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Şanda desteya danûstendinan a Sûrî ya di komîta destûrî ya Sûrî de, îro roja çarşemê hat avahiya Netewên Yekbûyî, da ku bi nûnerê navdewletî Ger Pederson re kar bike, li ser formuleke têgihiştinê di rojeva vê civînê, hevdem ligel amadenebûna şanda rêjîma Esed.

Hevserokê Komîteya destûrî roja çarşemê di preskonferansekê de ragihand ku şanda desteya danûstendinê ya Sûrî li roja 21ê mijdarê pêşniyarek ji bo rojevê radest kiribû, di demekê de ku şanda rêjîmê ti kaxezek wekî pêşniyara rojevê radest nekiribû, û rabû bi paşxistina wê heta roja yekê ya vê gerê.

Wî bal kişand ku şanda desteya danûstendinan sê pêşniyarên alternatîf pêşkêş kirin, ya yekem pêşniyarek berfireh e di çarçoveya desthilata komîteya destûrî de, pêşniyara duyem jî prensîbên bingehîn û yên sîyasî û pêşeka destûrê ye, tevî gotûbêjkirina prensîbên niştimanî di çarçoveya desthilata komîta destûrê de, di heman demê de pêşniyara sêyemîn dikeve di nava prensîbên bingehîn de yên her destûrekê ku li her welatekî cîhanê be, tevî Sûriyayê, di nav çarçoveya destûrî ya dîrokî ya Sûrî de.

Wî diyar kir ku rêjîmê hemû pêşniyar red kirin, û ji ber vê yekê alternatîf pêşkêş nekirin, û tenê kaxezek bi navê neguhêrên niştimanî destnîşan kir, û tekez kir ku rejîm nikare neguhêrên gelê sûrî diyar bike, ji ber ew sedema koçberkirina nîvê gelê Sûrî û girtina bi sed hezaran ciwan û keç û jinên Sûrî ye, û diyar kir ku neguhêrên niştimanî di destûrên berê yên Sûrî de hatine behskirin, û ji hêla gelên Sûrî ve hatine pejirandin.

Û bal kişand ku rejîm hewil dide demê winda bike, û wiha got: "Me gelek wext nîne, mirovên me yên li Sûrê têne kuştin .. wêranî berdewam e .. trajediya hene.. divê çareseriyên bingehîn ji bo gelê me hebin".

Al-Behra tekez kir ku şanda desteya danûstandinan ya komîteya destûrî amade ye yekser beşdarî civînên komîteya piçûkirî bibe, di nav rojeveke diyar a karê Komîteyê de, dîsa got: "wekî ku hûn dibînin em heta niha li vir mane di dema ku şanda rejîmê û şanda dezgehên zordariyê ji holê derketin û çû otêlê, ji ber ku ew ne amade ne demjimêreke din rûnin da pêşniyara me ya nû bibihîze".

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Page 1 of 7
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: November 2019