28 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Nezîr Hekîm, tekez kir ko giring e Netewên Yekgirtî xwedîtiya aqaran li Sûriyê biparêze, û dibîne ko destdirîjiya rêjîma Esed li ser mal û milkên sivîlan mijareke nayê pejirandin, û ne dikeve berjewendiya pirosêsa siyasî ya ko li ser bingehên biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê hatiye ava kirin.

Ew piştî civîna roja pêncşembê li bargehê Hevbendiya Niştimanî hatiye gotin, civîn bi amadebûna emîndarê giştî û serokê birêveberiya peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo, û serokê birêveberiya yasayî Yasir Elferhan, û serokê birêveberiya rêkxistinan Ebdilmecîd Berekat, hem jî birêveberê yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê Mihemed Hesno çêbû.

Civînê giringî daye dosya parastina Xwedîtiya akarî li Sûriyê, û civîngeran behsa pêwîstiya derkirina pirojeyekî niştimanî kir bo parastina xwedîtiya akarî, û bi taybetî piştî wêrankirina berfireh bi destê rêjîmê ji bajar û herêmên niştecihan re.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya niştimanî got ku ev piroje dê di berjewendiya nehêlana guhertina dîmugrafî de be, ya bi destê rêjîmê dibe ko bi belgehên xwedîtiya akarî bilîze û sexte bike, wek çawa li navendên belgeyên sivîlan dike, ji bo tawankariyên xwe yên cengê veşêre.

Destnîşan kir ko istiratîciya rêjîmê aşkere ye, ew dixwaze xwedîtiya akaran ya penaber û koçberan û yên bi kotekî hatine koçkirin bidize, û wan bide niştecihin nû, ko ew bi ser wê ve ne, û raport hene destnîşan dikin ko pirosesên kotekî bo guhastina xwedîtiya neyasayî li hin herêman bi rengek pîlankirî çêdibin.

Û got ku ev mijar dê pir nerênî be li ser vegera xwedanên aqaran yên rastîn li cihên xwe, ew li gora yasaya navdewletî ji tawankariyên cengê ne.

Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Komîsyona Niştimanî ya karubarên girtiyan û bêserûşûnan Yasir El-Ferhan, tekezî kir li ser giringiya belge û gotûbêjên niha di civîn û çalakiyên Konseya Mafên Mirovan li Cenevre ya Swîsre dibin, û bal kişand ser ku ev gaveke giring e ji bo diyarkirina rastiyan û eşkerekirina "tawanên şer yên kirêt dijî welatiyên sivîl".

El-Ferhan tekezî li ser giringiya rawestandina rêjîma Esed û hevalbendên wê ji pêkanîna tawanên şer yên zêdetir li dijî sivîlên Sûriyê kir, her weha tekezî kir li ser pêwistiya sizadana encamderên van tawanan wek beşeke sereke ji pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê, û bal kişand li ser pêwîstiya raguhestina belge û gotûbêjên niha di bin nava Konseya Mafên Mirovan de dibin, yên derbarê tawanên şer û dijemirov li Sûriyê û dewletên din ji bo dadgehên navnetewî.

Wî got ku berdewamiya rejîmê li ser kuştina welatiyên sivîl bi rêya topbarana deverên nişteciyan û îşkenceya di girtîgehan de û binçavkirin û bêserûşûnkirinê, piştrast dike ku rawestandina van tawanan nabe bêyî bizaveke cidî ya navnetewî.

Konseya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî, civîna xwe ya 40'emîn li roja duşema borî li dar xistibû, û dê heta roja 22'ê Adara bê berdewam be, ku wê têde rewşa mafên mirovan li Sûriyê û 30 dewletên din li cîhanê gotûbêj bibe.

Û Korbenda demokratî ya Sûrî-Ewropî, û Rêxistina "Aştî nîne bê Dadwerî", civîneke hevbeş li perawêza civînan di bin navê "belgeyên mirinê û nebûna dadweriyê li Sûriyê" li dar xistin, bi beşdariya berpirsên payebilind û pisporên mafê mirovan.

Beşdarên civînê xuya kirin ku kiryarên bêserûşûn, binçavkirin, îşkence yên li sûriyê dibin, binpêkirinên herî berbelav û sîstematîk in, û bal kişandin ku ji aliyê rejîma Esed ti hûragahî û sedemên mirina girtiyên di girtîgehan de nehatine pêşkêşkirin, û ev yek nayê qebûlkirin û dadperweriyê ji welatiyên sûriyê re dabîn nake.

Herwiha jî, hat pejrandin ku kiryarên binçavkirin û îşkenceya hovane, beşeke sereke ye ji stratejiya hêzên Esed, ji bo cezakirina kesên sivîl û belavkirina tirsê di nav malbat û xizm û civakê de bi tevahî, ku ev berpirsiyariyê têxe li ser civaka navnetewî ji bo şopandina pêkanîna dadperwerî û lêpirsînê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

26 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi biryara desthilata Birîtanî da, ko wê hemû aliyên hizbullah yên siyasî û leşkerî wek rêkxistineke tirorist dîtin, ji ber kirdeyên wê yên tiroristî li herêmê û bi taybetî tawankariyên cengê ko li rex rêjîma Esed derheqê sivîlan de li Sûriyê pêk tînin.

Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Riyad Elhesen ragehandina desthilata Birîtanî pêngaveke giring dibîne, û daxwaz ji dewletên Ewropî kir ko ew jî vê pêngavê bavêjin, çimkî têwerdana endamên hizbullah di Sûriyê de aramiya herêmê têk da, û hişt ko pêlên koçberiyê bêtir bibin.

Elhesen got milîtanên hizbullah alîkariya rêjîmê kirine û piştgiriya wê di kuştina bi sedhezaran sivîl de kirine, ji gava ragehandine ko wan sala 2013ê têwerdana bajarê Elqisêr kirine, niştecih ji bajar û gundên wan derbider û perîşan kirine, û bal kişande ser ko ew bi fermana aliyê siyasî ya hizbullah hatiye, ew alî evro kursî di desthilata Libnanî û encûmena cîgiran de hene, û tiroristiya xwe bi rêya dezgehên fermî bikar tîne.

Elhesen tekez kir ko giring e pêrabûnin din jî yên ji dil derheqê wan milîtanên ko ji Îranê ve têne piştgirî kirin pêk bên , û destnîşan kir ko ew dê di berjewendiya herêmê bi giştî de be û bo pirosêsa siyasî ya ko Netewên Yekgirtî piştgiriya wê dike de be, ya li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.

Bêtir got ko milîtanên hizbullah salên borî çi pêşketina lihevhatinan li Sûriyê yên ji bo agirbestê asteng kirine, û got ku ew milîtan hêj li hemû parêzgehan tawankariyan dikin û kirdeyên tiroristî derheqê niştecihan pêk tînin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

26 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa tekez kir ku rejêma Esed berdewam e di sûdwergirtina ji rewş û karînan ji bo tinekirina hemû delîveyên çareseriya siyasî, û ev yek di heman dema berdewamiya binpêkirinên hêzên Esed ji rêkeftina Idlibê re tê.

Doh, roja Duşemê deh welatiyên sivîl şehîd ketibûn û hejmareke din jî birîndar bibûn ji encama topbarana hêzên rejîma Esed û hevlabendê wê yê Rûsî ji hejmareke deverên gundewarê bakur yê Hema û gundewarê başûrê Idlibê re.

Û serokê Hevbendiya Niştîmanî di hevdîtineke xwe de ligel malpera “SY24” re got: Karên me di dema niha de ew e, em vê rêkeftinê bikin delîveyek ji bo aktîvkirina prosêsa siyasî, û gihiştina çareseriyeke siyasî ya temam, û tekez her yek ji rejîm û piştevanên wê berdewam dixwazin vê prosêsê asteng bikin ".

Mistefa lêzêde kir ku hêzên Esed dixwaz in rewşê"Tevlihev û ne aram" bihêlin, û destnîşan kir ku ev yek "Armancek ji armancên rejîmê ye, û dihêle rewş tevlihev bimîne".

Herwiha amaje kir ku rejîm û piştevanên wê pabend in bi çareseriya leşkerî ya xwîndar, û her rewşeke sivîl ya serkeftî ku li her cihekî rûbide red dike, û lêzêde kir ku rejîm ji vê bijardeyê hez dike ji ber ku alavên manê li cem wê zêde dike.

Mistefa hişyarî ji kuştina zêde ya sivîlan da heger rêkefrtina Idlibê têk biçe, û lêzêde kir: "Em giringiyê didin parastina rêkeftina Idlibê û gerantiya têkneçûna wê, ji ber ku em di destpêkê de giringiyê didin parastina sivîlan, û tevî ku binpêkirin berdewam in, lê têkçûna rêkeftinê bi awayekî temam tê wateya ziyanên canî yên mezin".

Hin çalakvanên deverê amaje bi wê yekê kirin ku deverên roja Duşemê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve li gundewarê Idlib û Hemayê hatine armanckirin 36 bajar û bajarok in.

Hêzên rejîma Esed berdewam in di binpêkirina rêkeftina Idlibê, di rêya armanckirina berdewam ji deverên herdu parêzgehên Idlib û Hemayê re, bi rokêt û topên topxaneyê, bêyî ku rêkeftina Idlibê ya ku di hevdîtîna dawî ya Soçî de tekezî li ser berdeamiya cîbicîkirina wê hatibû dayîn li ber çav bigre.

Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

 

25 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mistefa, da zanîn ku tişta li kampa El-Rikban ya li nêzîkî sinorê Urdunê dibe "Zêdegaviyek e dorpêçkirina nû" ji aliyê Rûsya û rejîmê dît, û bal kişand ku ew riyên alîkariyên ji bo koçberan digirin bi armanca "şikandina vîna wan û koçberkirina wan careke din ber çarenivîseke nediyar".

Mistefa got ku 50 hezar sivîl "Di vê kampê li çolê di bin mercên pir xerab de dorpêçkirî ne", û tekez kir ku pêvajoya dorpêçkirinê amdehiya " Qirkirinekê ye li ber çavên cîhana bêdeng ".

Ji aliyê xwe ve, komsiyona sivîl li kampa El-Rikban duhî li roja yekşemê li ser malparên mediya civakî di daxuyaniyekê de, bang li Konseya Ewlekariyê û komela giştî ya Netewên Yekbûyî kir ji bo peydakirina parastineke navnetewî ji niştecîhên kampê re.

Komîsyona Sivîl ya kampê bang li konseya Ewlekariyê û komeleya giştî ya NY kir ji bo fişaran bêxe li ser hêzên rejîma Esed û Rûsya û milîsên mezhebî, ji bo rakirina dorpêçkirina li ser kampê, û daxwaza vekirina korîdoran ji bo kampê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya ji Hevpeymaniya Navnetewî kir.

Komîsyona sivîl civaka navnetewî bi "rêkeftina" ligel serokê rejîma Beşar Esed tohmetbar kir, û got ku mirina zarok û jin û kalemêran û bêdengiya navnetewî "Şermek e ji bo mirovahiyê ".

Komîsyona sivîl di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî, got ku armanc ji vekirina korîdoran dabînkirina xwestek û pêdawîstiyên koçberan e, û ji bo ku koçber ji fişarên rejîmê û Rûsya xelas bibin.

Tê zanîn ku kampa El-Rikban her ji destpêka heyva çotmeha par ve ji aliyê hêzên rejîma Esed dorpêçkirî ye, û rê li pêşiya derbasbûna xwarin û derman digirin, hevdem ligel gaziyên rêveberiya kampê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo bêhtir 50 hezar kesên di hundir kampê de yên di rewşên mirovî ên zehmet de dijîn, ku gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan, ji ber kêmbûna derman û saxlemiyê.

Herwiha Hevbendiya Niştimanî jî, di daxuyaneke xwe ya pêştir de daxwaza rizgarkirina kocberên sûrî yên di kampan de ji Netewên Yekgirtî kiribû, û dabû zanîn ku rejîm li ser pêkanîna "projeyê birçîkirinê" li dijî nişetcîhên kampê dixebite.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

23 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Duhî êvara înê, pênc zarok û jinek hatin kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn, bi sedema bombebarana berdewam ya hêzên rejîmê li ser bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku ev binpêkirin beşek ji zincîreke tawanên şer yên rejîmê ne li dijî welatiyên sivîl.

Hin dezgehên mediya xwecihî dan xuyakirin, ku mûşekên giran ji aliyê hêzên rejîmê di êrîşên li ser bajarê Mi'ret el-Ni'man li başûrê Idlibê de hatine bikaranîn, û bûne sedema kuştina pênc zarok û jinekê, û birîndarbûna hin kesên din bi giranî.

Berevaniya sivîl ya Sûrî bal kişand ser ku malên sivîlan li bajarê "Xanşîxon" bi 20 topan ji aliyê hêzên rejîmê hatine topbarankirin, tevî topbarana taxên rojhilatê bajarê "Sermin" bi heft topên topxaneyan, û taxa bakur ya bajarê "Seraqib" bi heşt topan, û Berevaniya Sivîl diyar kir ku ev topbaran bû sedema "ziyanên madî".

Herwiha li gor tîmên Berevaniya Sivîl ku welatiyekî sivîl birîndar bû û hin samanên giştî hatin şewtandin bi sedema topbarana bajarokê "Bidama" bi 12 mûşekan.

Hevbendiya Niştimanî ev komkujî şermezar kir û bi komkujiyeke "kirêt û şok" binav kir û daxwaza bizaveke bilez ji civaka navnetewî kir da rê li pêşiya çêkirina komkujiyên din û kuştina sivîlan bigire, û agahdariya bide li ser metirsiya zêdegaviyên rêjîmê yên li ser navçeyê.

Û dît ku ev êrîşên niha dibin di çarçoveya oparesyoneke zêdegaviyan de ne, ya ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê yên terorîst ve dibe, û got ku ev operasyon bi armanca kuştin û bi belavkirina tirs û terorê têne pêkanîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

21 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berevaniya Sivîl diyar kir ku oparesyonên bombebaranê li ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê di deh rojên dawî de, bi kêmahî bûne sedema kuştina 35 kesan, di nav wan de 11 jin û 13 zarok, û birîndarbûna nekêmtir ji 75 kesan, neh jin û 22 zarok di nav wan de hene.

Çalakvanan ji qada deverê diyar kirin ku êrîşên hêzên rejîmê û hevalbendên wê li ser deverên welatiyan heta serê vê sibê jî berdewam bûn, û parastina sivîl di daxuyaniyekê de bal kişand li ser bikaranîna cureyên cuda yên çekan di bombebaranê de, û got ku ji aliyê wê "456 top û mûşek û 52 roketên deaktîv hatine belgekirin".

Parastina sivîl diyar kir ku piştî peydabûna agirbestê rewşa mirovî li deverê ji ber îmzekirina peymana Idlibê paştir bibû, lê dubare li 12 Sibatê êrîşên dijwar li dijî welatiyên sivîl û bi taybetî jî li dijî Idlibê dubare bûn.

Û parastina sivîl xuya kir ku stargeh û kamp û taxên sivîlan têne aramanckirin , û ev yek peymana Idlibê binpê dike û rê li pêşiya pêvajoya çareseriya siyasî digire, û ev êrîşên leşkerî û şerên vê dawiyê bi "tawaneke şer, herwiha bi tawaneke dijemirov dît".

Herwiha diyar kir ku li herêmên bakurê Sûriyê bûne "stargeh ji bo nêzîkî çar milyon kesan ji hemû deverên Sûriyê", û da zanîn ku her êrîşek li ser deverê dê bibe sedema komkujî û ziyanên mirovî yên mezin, û tekez kir ku parastina van sivîlan "erkekî navnetewî ye".

"Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li bakurê Sûriyê" piştrast kir ku zêdetir ji heft hezar malbatên navceyên Idlib û Hemayê her ji destpêka vê mehê de ji ber bombebarana berdewam a hêzên rejîma Esed û hevalbendên wê koçber bûne.

Ev nûçe îro çarşemê di daxuyanîyekê de hat, û têde "Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê " diyar kir ku 7526 malbat koçber bûne, û diyar kir ku malbatên koçber di nava 66 gund û bajarok û kampan de hatine vehewandin.

Navçe piştî rêkeftina li ser berdewamiya peymana Idlibê, careke din rastî zêdegaviyeke leşkerî dibe, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê gotibû ku divê hemû êrîş û zêdegavî û binpêkirinên peymanê ji hemû aliyan bêne şermezarkirin, û gotibû ku divê aliyê gerantor dûvçûna rewşa li ser erdê û rizgarkirina sivîlan rabin, û rê li pêşiya pêkanîna van binpêkirinan bigirin. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

 

20 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Bi dehan rêkxistinên xwecihî û yên navdewletî daxwaz kirin ko jin û zarok ji zindanên rêjîma Esed bêne berdan, û tekez kirin ko giring e dadpirsîn ligel berpirsiyarên ko tawankariyên cengê li Sûriyê pêk anîne bibe, ku ev pareke giring ji dadweriya veguhêz e.

Ev tekezkirin di kongirekî navdewletî de bû, yê ku roja çarşembê li Istanbulê ji hêla tevgera Eldemîr hat daxwazkirin. Tevgera ku rêkxistinên navdewletî û kesayetiyên yasanas û perlemanî û hunermend wê birêve dibin, li jêr navê ‘’ heta rizgarkirina hemû jin û zarokên girtî li Sûriyê‘’.

Di kongir de nûnerên 55 dewletan beşdar bûne, ji kesayetên beşdar: Barone Bola Odîn endamê encûmena Lordên Birîtanî û Zofêlîlî Mandîlsizî Mandêla neviyê serpereştê Efrîqî yê koçkirî Nilson Mandêla, û perlemantera Okwadorî Ana Bîlîn Marîn Agîrî.

Serokê komîteya karûbarên girtî û windayan piştgiriya xwe ya tekûz ji daxwazên kongir re anî ziman, û got ku rewşa girtiyan di zindanên Esed de ne mîna rewşa girtîgehên dewletên din e, û tekez kir ko operasiyonên êşkencedana hovane bû sedema kuştina bi dehhezaran girtî.

Û bal kişand ser giringiya lêpirsînê digel berpirsiyarên ko tawankarî derheqê girtiyan kirine, bi taybetî derheqê jin û zarok de, û got ku ew dê alîkar be di çareserkirina siyasî de li gora ko di biryarên navdewletî de hatiye.

Her weha Mecid Şerbetçî ya di kongir de beşdar bûye li ser rewşa xwe ya digel zarok û mêrê xwe yên di zindanê de axivî, û got ko mêrê wê jiyana xwe di zindanên rêjîmê de jidest daye, û operasiyonên girtinê li Sûriyê tê wateya windabûna kotekî ko çi kes li ser rewşa wan tiştekî nizane.

Û got: ‘’ Gava em dikevin zindanê em dibin hejmar û navên xwe jibîr dikin‘’, salixên zindanên rêjîma Esed diyar kirin ko ew ‘’ Sosret in û mirov nikare bîne ber çavên xwe‘’, berdewam kir û got: ‘’Ez bêtir bi kehrebê û lêdanê êşkence dikirim. ‘’

Her weha got: “ Bi hêvî me kongir amanca xwe bicih bîne, û girtiyên jin û zarok bêne berdan”.

Yafoz Dîdî berdevkê tevgerê diyar kir ko amanca kongir balkişandina civaka navdewletî li ser zehmetkêşiya jinên di zindanên Sûriyê de ye, û lêdan û zorbaziya sêksî ya li wan dibe, bêtir got ko ev tevger destpêşxeriyeke navdewletî ya taybet e bo berdana girtiyên jin û zarok yên ji 2011ê ve girtî ne.

Û diyar kir ko tevger tête piştgirîkirin ji 2000 rêkxistinên nefermî û bi hezaran kesayetî ji 110 dewletan.

Di dawiya kongir de daxuyaniyek derkirin têde gotin ku ji adara 2011ê ve 13500 jinên Sûrî hatine girtin û hêj 7hezar jin girtî ne û rastî êşkence û lêdan û tundûtûjiya sêksî û zorbaziyê tên, û tekez kirin ko rêjîma Esed ‘’Zorbaziya sêksî jî wekû çekekî hilbijartiye. ‘’

Daxuiyaniyê destnîşan kir ko pêşindeya kongirê tevgerê dê berdana girtiyên jin û zarok ji zindanên rêjîmê be.

Tevgera Eldemîr sala bûrî bi kampanyakê rabû ji bo piştgirtiya jinên Sûrî yên girtî û karwanekî mirovî rêkxistin kir têde 2000 jin li cîhanê beşdar bûne, û ji bo piştgiriya Sûriyan berê xwe dan rêbuhêrka Bab Elselame li bakurê Helebê.

Jêder : Ofîsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

19 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Birêveberiya karûbarê penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, evro sêşembê, civînek digel wezîrê dewletê yê Libnanî yê karûbarê derbideran yê berê bi rêya hevdîtineke televizyonî ya girtî li dar xist.  

Civînê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û kampa Ersal pêşdîtin kir, seroka birêveberiyê Emel Şêxo tekez kir ko yek ji sedemên ko hiştiyê penaberên Sûrî li Libnanê bimînin beşdarbûna hizbullaha tirororist bi hêzên Esed re di komkujiyên derheqê sivîlan de ye, û wan ji malên wan koçber dikin, û destnîşan kir ko ew milîtan parek ji berdewambûna bobelata Sûrî û zehmetkêşana li kampan  in.

Bêtir got ko rêjîm ji destpêka şoreşê ve digel milîtanên Îranî yên tirorist bizavê dike ko niştecihan koçber bike, û dibîne ko ew beşek e ji planeke tekûz bo koçberkirina kotekî û guhertina dîmugrafî û bikaranîna dosya penaberan bo fişardana li ser civaka navdewletî.

Şêxo daxwaza parastina navdewletî ji mafê penaberên Sûrî re yên li Libnanê û li hemû dewletên din kir, bo nehêlana delîvekirina dosya penaberan ji bo armancên siyasî, û tekezî li ser mafê vegera wan ya xweber û aram kir, piştî veguhastina siyasî li walet, li gora biryarên navdewletî û di serî de daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.

Serokê birêveberiya ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan got ko Hevbendiya Niştimanî bizavê dike ko çend hevdîtinan digel nûnerên partiyên file û ragehêner û ronakbîrên Libnanî çêbike, bo dîtina opozsyonê şirove bike derbarê ku çi nêt nîn e penaber li Libanê bimînin, û daxwaza wan ya tekûz ko li welatê xwe vegerin li gora biryarên navdewletî.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat got Hevbendiya Niştimanî ne bi rêka rêjîma Esed re ya vegerandina penaberan re ye, bi amanca ko wan li kampên girtîgehên komelî li herêmên corbicor vegerînin, hem jî leşkerkirina xortan di rêzên hêzên xwe de ji bo pêkanîna wan di tawanên cengê de.

Elmere’bî tekez kir ko vegerandina penaberên Sûrî li herêmên wan di plana Rûsî de nîn e, lê dê wan li kampên derveyî bajaran bi cî bikin, û dibîne ko ew nayê pejirandin, û tekez kir ko ewî digel berpirsiyarên Rûsî çend hevdîtin kirine, û bersiva wan ew bû ku ew dê wan bo kampên Rûsya çêbike vegerînin, ne li herêmên wan yên resen.

Bal kişand ser ko tiştê nuha bo vegera penaberan dibe ne li gora pîvan û mercên netewên yekbûyî yên vegereke aram û xweber in, û got ku wî li dîdevaniyan guhdarî kiriye û belgeh bidest xistine, tekez dikin ko hin ji penaberên vegeriyane bi destê hêzên Esed hatine kuştin.

Jêder:  Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

19 February 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê teqîna duqolî ya ko duhî li Idlibê çêbûye pirotesto kir û dibîne ko ji bo tevlihevkirina arîşeyan û peydakirina bêserûberiyê ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko helwestine tund bistîne bo rê li ber piştgirên tiroristiyê bigire.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de bal kişad ser ko bi sedema teqîna duqolî ya tiroristî ya duhî 18 sibatê bi roj li navenda bajarê Idlibê çêbû 17 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûne, û ew bizavek e bo dîmena mirin û tawankarî û kuştinê bînin ber çavan û ew operasiyoneke plankirî ye.

Hevbendiyê destnîşan kir ko ev tawankarî tekez dike ko pevçûn bi rêjîma Esed û tiroristiyê re her yek e û aloz e, û ew bi dawî nabe eger rêjîma tawankariyan û rêkxistinên tirorist ji kok ve neyêne rakirin û kaniyên tiroristiyê zuha nebin û yên piştgiriya wê dikin têk neçin, û nehêlin delîveyê bibînin ku dîsa rehên xwe berdin.

Daxwaz ji Civaka navdewletî bi hemû aliyên xwe ve kir ko ev tawankariya hovane pirotesto bikin, û tevbigerin û piştgiriya çareseriya siyasî bikin, ko bi vê yekê wekû lêvegerê lê bikin û ew tenê dikare tiroristiyê û rêjîma piştgiriya wê dike têk bide, û çavdêrên tiroristiyê ko çi amancên wan bin rê li ber wan bên girtin.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ‘’ Pêdiviya Rewşê bi çareseriyeke navdewletî heye, û ne tenê li tiroristiya rêjîma Esed û ya rêkxistinên tiroristî û milîtanên tundrew temaşe bikin, ko ew rojane canê sivîlan têk dibin. ‘’

Û Hevbendiyê got ku aliyên ji vê teqînê re plan kirine, amanca wan peydakirina bêserûberiyê ye, û hewil didin ko bi nerênî bandorê li çareseriya siyasî bikin, û giring e civaka navdewletî bersivê bide û bi helwestine tund bi biryarên navdewletî pabend bibin.

Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: February 2019