30 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxuyaniya wezîrê ewqafa rejîmê derbarê qedexekirina çûna heciyên sûrî red dike, û piştrast dike ku ew yek "derew e", û got ku Erebistana Si`ûdî hemû xizmetên pêwîst ji bo heca heciyên sûrî pêşkêş dike.

Hevbendiyê îro di daxuyzniyekê de careke din supasiya bizavên Erebistana Si`ûdî kir li ser pêşkêşkirina hêsankariyên berdewam bo hecîyên Sûriyê ji bo pêkanîna Hecê bi aramî û hêsanî.

Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku Komîteya Bilind ya Hecê ya sûrî ya Hevbendiya Nişyimanî bi dirêjahiya heft salan û bi hevrêzkariya li gel Wezareta Hac û Umrê li Erebistana Saudî, berdewam e di pêşkêşkirina xizmeta xwe bo hemû welatiyên sûrî, ku sal bi sal dikarin erkê xwe yê hecê bi çavdêrî û pêşkêşkirina ximetên ciyawaz pêk bînin.

Û bal kişsnd ku girêbesta demsala Haca Sûriyê ya 1440 H - 2019 z, tekest dike li ser zêdekirina para hecîyên Sûriyê da bigihîne 22,500 hecîyan, û pêşbîniya zêdekirina wê li salên pêş de dike.

Hevbendiya Niştimanî rijdeya xwe li ser pêşkêşkirina xizmetên komîteya Hacê ji bo tevaya welatiyên sûrî yên ji seranserî Sûriyê, bê cudahî piştrast kir.

Herwiha dubare bi navê gelê sûriyê, supasiya "helwesta kral û hikûmeta Suûdî kir li ser pêşkêşkirina hêsankariyan û bizavên wê ji bo heciyan û bi taybetî li ser dabînkirina xizmetên pêwîst ji bo heciyên Sûrî".

Tê zanîn ku komîteya bilind ya hecê karê qeydkirina navên heciyan bi riya ofîsên xwe li nîva heyva adarê bidawî kiribû, û niha dê pişka bijartina navên heciyan belav bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

29 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, tekezî li ser giringiya raporta rêkxistina navdewletî ya derbarê amanckirina rêjîmê û Rûsya ji bargehên sivîl û yên zindîdar re li parêzgeha Idlibê kir.

Mistefa daxwaz kir ko ev raport li pêşberî ‘’Serpereştên Cîhana Azad bête danîn” , û got: “Binpêkirin û tawankariyên derheqê sivîlan çêdibin berpirsiyariya wan e”, çimkî ew aliyên ko dikarin tawankaran rawestînin û lêpirsîna wan bikin.‘’

Evro înê di tiwîteke xwe de Mistefa got: ‘’Encamên ko rêkxistina lêbûrîna navdewletî gihiştiyê baş piştgiriya tiştê em zanin dikin .‘’ û bal kişand ser ko rêjîm û hevalbendên wê istiratîciyeke aşkere di cenga xwe ya li dijî miletê Sûrî dimeşînin ko bi mebest peyman û yasayan binpê dikin û sivîlan amanc dikin.

Rêkxistina navdewletî duhî pêncşembê raporteke berfireh derxistibû, tê de tekezî li ser rastiya nûçeyên operasiyonên rêjîmê bi piştgiriya Rûsya li dijî bargehên niştecihan û yên zindîdar li parêzgeha Idlib kir, û rêkxistinê raporta xwe bi dîdevaniyên meydanî û tormarkirina wêne û vidyo û wêneyên heyvên çêkirî piştrast kiriye.

Rêkxistinê diyar kir ko êrîş bi şêweyek rasterast an jî bêserûber dijî amancên sivîl pêk hatine, û destnîşan kir ko firokên rêjîmê û Rûsya nexweşxanak û benkên xwînê û bargehên zindîdar hem firne û dibistan li herêmên corbicor li bajar û bajarokên gundewarê Idlib amanc kirine.

Şanda Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya dawî li welatên Ewropî, metirsiyên gurbûna leşkerî ya ko rêjîma Esed li dijî sivîlan li Idlibê dike pêşdîtin kirin, û tekezî li ser giringiya parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî kirin, bo dîsa qeyraneke mirovî ya nû çênebe û xelk ber bi dewletên derdor derbider nebin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

28 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî hemû raportên ragehandinê yên berê yên derbarê amanckirina hêzên rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsya ji bergehên niştecihan û yên zindîdar re li parêzgeha Idlibê piştrast kirin, û raporta xwe bi dîdevaniyên meydanî û tomarkirinên wênekirî û wêneyên satelaytan belge kiriye.

Rêkxistinê di raporta xwe ya nû de evro pêncşembê got ku êrîş bi şêweyek rasterast û bêserûber dijî amancên sivîl pêk hatine, û diyar kir ko firokên Rûsya û rêjîmê nexweşxanak û benkên xwînê û navendên bijîşkî û firne û dibistan li herêmên corbicor ji gund û bajarokên gundewarê Idlibê amanc kirine.

Gelek bajar û bajarokên ketine ber bombebaranê; wek deverên bobelatkirî hatine ragehandin, ji ber bombebarana berdewam û derbiderbûna niştecihan. û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê salixê wan operasiyonan da û got ku ew tawankariyên cengê ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko nema tenê çavdêriyê kuştaran bikin, û xelkên kuştî yên ji encama bobebaraba bi dînîtî dijî deverên sivîlan serjimar bikin.

Rêkxistina navdewletî hişyarî ji dubarebûna sînaryoyê Helebê, Xûta rojhelat û Dera da, û destnîşan kir ko operasiyonên li ser Idlib wek yên ko hêzên rêjîmê û hevalbendên wê li bajarên hatin gotin kirine, û piraniya bombebaranê li ser herêmên zindîdar bû, û niştecih neçarî revê bûn.

Hevbendiya Niştimanî hemû binpêkirinên ko rêjîm pêk tîne pirotesto kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko peymana Idlibê biparêzin û piştgiriya agirbestê bikin.

Şanda Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya Ewropî de metirsiyên gurkirina leşkerî ya dawî û tiştê ko rêjîma Esed lidijî sivîlan pêk tîne diyar kirin, û tekezî li ser giringiya dabînkirina parastina sivîlan kir, da qeyraneke nû ya mirovî çênebe û dîsa xelk ber bi dewletên derdorê derbider nebin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

27 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Biryara serokê Emerîka Donald Trump ya derbarê Colana Sûrî ya dagîrkirî pêleke redkirina Erebî û navdewletî çêkir, û daxuyanî û gotarên pirotestokirinê ji metirsiya biryarê li herêmê berdewam in.

Û berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Eentonyo Gotrîş tekez kir ko siyaseta Netewên Yekgirtî derbarê Colan nehatiye guhartin û helwesta Netewên Yekgirtî di biryarên encûmena ewlehiya navdewletî û komelgeha giştî de diyar dibin.

Pêngava ko Trump avêt wek binpêkirina ji biryara Encûmena ewlehiyê ya hejmar 497ê tê dîtin, ya ko rewşa yasayî ji Colana Sûrî re tekez dike ko ew xakekeke dagîrkirî ye, û biryara tevlêkirina Colan ji dagîrkeriya Israyîlê re ya sala 1981ê red kir, û dibîne ko ew nerewa ye û tu yasayî jê re nîn e.

Her weha Yekîtiya Ewropî biryara Trump di daxuyaniyekê de red kir û got: ‘’helwesta Yekîtiya Ewropî nehatiye guhartin, û em danpêdanê bi desthilatdariya Israyîlê li ser xaka ko ji 1967ê ve dagîr kiriye nakin, ji nav jî xaka Colan. ‘’

Emîndarê giştî yê komkara dewletên erebî Eehmed Ebû Elxêt got: ‘’eger dagîrkerî tawankariyeke mezin be, rewakirina wê gunehekî nekêmî wê metirsîdar e, hêz mafan çênake, û dewletek bi tena xwe eger çi qas cihê wê bilind be jî nikare yasaya navdewletî çêbike. ‘’

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir hewildanên serokê Emerîkî Donald Trump ji bo dagîrkirina Israyîlê ji xaka Colanê re rewa bike ‘’binpêkirineke ji yasaya navdewletî re û yasaya daristanê tekez dike ‘’, hişyarî da civaka navdewletî ji ‘’ encamên bêdengiyê li himber çi amajepêkirinên ku yekîtiya xaka Sûriyê û saxlemiya wê armanc dikin‘’

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de ko ji desteya siyasî derçûye got: ‘’tenê ramana aliyekî di rewakirina dagirkirinê li ser xakê bi hêza leşkerî binpêkirin e ji yasaya navdewletî re, û tekezkirina yasaya daristanê ye, û karekî dijberî biryarên encûmena ewlehiyê ye ‘’.

Û rojnameya "Financial Times" a Birîtanî di pêşgotara xwe de dît ku biryara Trump yekemîn biryara metirsîdar a bi vî rengî ye, û got ku ew careke din sergermî û sivkatiya wî bi rewiştên navdewletî diyar dike.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

26 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulrehman Mistefa, hişyarî da ji encamên danpêdana ku heye Amerîka bi bilindcihên Colanê wek beşekî ji dagîrkariya Israîlî bike, û tekez kir ku ew “ Xakeke sûrî ya dagîrkirî ye”.

Û serokê Hevbendiyê di hevdîtineke xwe de bi ajansa Anadolê re got: “Em her dem tekeziyê li ser yekbûn û saxlemiya xaka Sûriyê dikin, û Colan beşek ji Sûriyê ye , û ji hêla Îsraîlê ve dagîrkirî ye, û biryarên nevdewletî yên zelal di vî warî de hene”.

Û mistefa amaje kir ku “daxwiyaniyên Amerîkî binpêkirinin ji wan biryarên navdewletî re, û gelê Sûrî dixwaze xaka Sûriyê biparêze, û emê serweriya Sûriyê li ser tevaya xaka wê biparêzin”.

Û Mistefa tekez kir ku helwesta Amerîkayê “ nabe alîkar di anîna hêminî û aştî û aramiyê bo deverê, û dê bêserûberî berdewam bike.. vegera ji vê pêvajoyê pir giring e, ji ber ew binpêkirin e ji yasayên navdewletî re”.

Ev bersiva serokê Hevbendiyê bû, piştî imzakirina serokê Amerîkayê Donald Tramp li ser biryara danpêdana Amerîkayê bi serweriya Îsraîlê li ser bilindcihên Colana Sûrî ya ji sala 1967an de ji hêla Îsrayîlê ve dagîrkiriye.

Û biryara Tramp rastî karvedanin redkirin û pirotestokirinê ji aliyê dewletên cîhanê û Netewên Yekbûyî û dewletên erebî û her weha ji hêla emîndarê giştî yê komkara erebî ve hat.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

 

25 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad el-Hesen, diyar kir ku "pêla gurkirina sîstematîk" li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê di van rojan de dibe, û bal kişand li ser ku Pitiryarkê Marûnî Mar Bechara Peters Elrahî di vê kampanyayê de beşdar e.

Hesen bal kişand li ser dakokiya hejmarek ji Karbidestên Libnanî li ser binavkirina penaberên Sûriyê li Libnanê bi "Nazih", û dît ku ev yek tê bi armanca ji bo wan bêpar bikin ji mafên wan yên li gor peyman û biryarên taybet bi karûbarên penaberên navnetewî, û ji bo "xwe ji berpirsyariya yasayî dûr bixin".

"Elrahî" piştrast kiribû ku "dema vegera Serokê Libnanê divê pêvajoya siyasî li Sûriyê cuda be bi temamî ji pirsa vegera penaberan", û gotibû ku "girêdana van herdu tiştan dibe mezintirîn gef li ser Libnanê."

Hesen careke din tekez kir li ser helwesta Hevbendiya Niştimanî ku divê biryara 2254 bi temamî cêbicê bibe, ya tekest dike li ser çareseriyeke mayînde ji bo krîza niha ya li Sûriyê bi rêya pêvajoya siyasî, bi armanca bicihanîna daxuyaniya Cenevre ya 30'ê hezîrana 2012.

Wî bal kişand li ser pêwîstiya lezgîn li ser cêbicêkirina movka 14 ya biryara 2254 ku di nav de tekezî bûye li ser "pêwîstiya lezgîn ji bo pêkanîna şert û mercên baş û vegera bi aramî ya bi reza xwe ya penaberan bo cih û warên xwe yên resen û avakirina navçeyên zerermend li gor yasa navnetewî", û ev yeke bi beşeke girîng ji bo çareseriya siyasî da zanîn.

Wî diyar kir ku rîskên dikevin li pêşiya penaberên Sûrî li Libnanê, dibe ku rastî tolhildanan bên û dibe careke din rastî zilmê bibin ji aliyê hêzên leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê û milîsên mezhebî yên wî, û li dema bêne vegerandin niha bi darê zorê bêyî standina gavên pêwîst li ser dabînkirina mercên ewle ji bo vegera wan, wek guherandina qanûnên niha li welêt, û yasa hejmar 10 li ser milkiyetê û yasa xizmeta leşkerî, û belgeyên şexsî, û avdankirina deverên koçberkirî û peydakirina merc û şertên jiyanê.

Hesen, behsa kiryarên kuştinê kir yên li dijî hejmarek ji penaberên Sûriyê yê vedigerinî ji Libnanê ji bo Sûriyê ji aliyê hêzên rejîma Esed li gor wezîrê berê yê Libnanê Mû'în Almrobei, û bal kişand ku ev tawanên şer in û hikûmeta Libnanî berpirsyar e.

Wî bal kişand li ser girîngiya ku divê dewletên îmzenekirî li ser peymana taybet li ser penaberan, wek Libnanê- ku divê pabend bibin li gor hikmên yasa mirovîn ên navnetewî, û yasa navnetewî ya taybet bi mafên mirovan ya li gor wê nabe ku penaber bi zorê bêne vegerandin, û berpirsiyarîya yasayî û darayî da ser milê ew aliyê vegerandina xelkê bi darê zorê pêk tîne .

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

22 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, hewldanên serokê Amerîka Donald Trump ji bo yasayîkirina dagîrkariya Îsraîlê li ser xaka Colanê bi binpêkirineke navnetewî li gorî yasa daristanê" dît, û hişyarî da civaka navnetewî li ser "encamên bêdengiya li ser axiftinên derheqa yekîtî û yekparçebûna axa Sûriyê ".

Hevbendiya Niştimanî, îro înê di daxuyaniyeke desteya xwe ya siyasî de got ku "her hizrek ji her alîyekî ji bo yasayîkirin û rewakirina dagîrkariyê û destdanîna li ser xaka welatan bi hêza leşkerî dibe binpêkirinek ji yasa navnetewî re û bikaranîna yasa daristanê, û karekî li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê" dît.

Hevbendiya Niştimanî dakokî kir li ser şermezarkirina her karekî ji bo "kêmkirina mafên gelê Sûriyê û serweriya wî li ser tevaya xaka welatê wî ", û got ku bi "çi awayî ew yek qebûl nabe".

Û dît ku daxuyaniya Serokê Amerîka "riyeke rasterast vedike ji bo şikandina stûnên yasa û biryarên navnetewî," û bal kişand ku ew daxuyanî "dibe binpêkirinek ji prensîbên damezrandina Netewên Yekbûyî, bi taybetî neqebûlkirina dagîrkirina axa welatên din bi darê zorê".

Di daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî de hat ku "mafên gelan û destûr û yasaya navnetewî, ne meydan in ji bo derbaskirina plan û rêklamên hilbijartinan, nejî gotinên qelew û lîstekên siyasî ne".

Her wiha tekez kir ku çi"hewl yan amajepêdana derfetên ji bo rewakirina dagîrkariyê, wê rê ji bo cîhaneke bêyasa veke" û bal kişand ku "wê hemû riyên yasayî li pêş xwedan maf û koçber û bindestan ji bo bidestxistina mafên xwe bigire, û wê agirê herêmê gur bike".

Hevbendiya Niştimanî hişyarî da civaka navnetewî li ser "bêdengiya li ser daxuyaniyên li ser yekîtî û yekparçebûna sûriyê û bandora van daxuyaniyan li ser siberoja herêmê û proseya siyasî û saziya navnetewî", û tekez kir ku milet "nabin berpirsyar li hember têkşikestina civaka navnetewî li hember bicihnekirina biryarên xwe û dîtina formulên hiqûqî yên ji bo aktivkirina biryarên xwe li ser zemînê, û vegerandina mafên mafdaran".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

22 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Ji aliyê hin dezgehên media navxweyî û navnetewî hin wêneyên tirsnak li devera "Baxoz" li gundewarê Dêrazorê hatin belavkirin, ku hêjî li wê deverê, şer di navbera çekdarên "PYD" û çeteyên rêxistina DAIŞê berdewam e, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê jî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li ser çarenivîsa sivîlên Baxoz anî ziman.

Di hin wêneyan de, termên komkirî li devera "Baxoz" hatin xuyakirin, û ajansa Anatoliyê, got ku ew termên çeteyên DAIŞê ne, tevlî hin kesên sivîl yên asê di kampa bajêr de, û ragihand ku dibe bombeyên fosfora spî ji aliyê hêzên navnetewî hatibin bikaranîn.

Hevbendiya Niştimanî, di daxuyaniya xwe de, bal kişandibû li ser metirsiyên li ser jiyana sivîlan ji ber lez û bezê heta ku digehêje sînorên arzankirina jiyana kesên bêguneh, û cext kiribû li ser pêwîstiya misogerkirina parastina sivîlan bi taybetî jin û zarokan û dabînkirina pêwîstî û kelûpelên xwarin û derman û pêwîstiyên wan yên saxlemiyê û şermezarkirina armanckirin û kuştina sivîlan.

û gelek caran tekez kiriye ku ti behane nînin eger Hevpeymaniya navnetewî bi erkên xwe li hember bûyerên kuştina sivîlan ranebe, yan jî xemsariyê di pirsa parastina wan de bike.

Li roja çarşemê, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihandibû, ku 3 hezar welatiyên sivîl di nav wan de bêhtir ji 900 zarokan ji aliyê Hevpeymaniya navnetewî hatine kuştin.

Daxuyaniyê armanckirin û kuştina sivîlan şermezar kir, û got ku reportên tên piştrast dikin ku jin û zarok di rîskek mezin de dijîn, ji ber şer û pevçûnên leşkerî yên berdewam ligel kêmbûna xizmetên saxlemiyê û nebûna kelûpelên xwarinê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

22 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê çalakiyeke taybet li bargeha Emîndariya giştî li bajarê Istanbulê ji bo bîranîna şoreşa Sûriyê lidar xist, û endamin desteya serokatiyê û ya siyasî û hejmarek çalakvan û kesayetiyên revenda Sûriyê ya li Tirkiyê lê amade bûn.

Û pêşengeheke wêneyan li çalakiyê çêbû tê de giringtirîn qonaxên ko şoreşa Sûriyê di wan re bûriye diyar kirin, û wêneyên binpêkirinên rêjîma Esed derheqê sivîlan ji wan jî operasiyonên bombebaran û êşkencedanê li zindanan belav kirine.

Û serokê Hevbendiya Niştimanî birêz Abdulrehman Miştefa gotarek di destpêka çalakiyê de da, têde tekezî li ser pabendiya bi piransîbên şoreşa Sûryê kir, û bal kişand ser ku piraniya gelê Sûriyê layingirên şoreşê ne û dixwazin pevre bi azadî û rûmet di bin siya hevwelatîbûna wekhevî de bijîn.

Û her weha got ku “ erkê me li ser me ferz dike ku em kar ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê bikin di riya veguhestineke siyasî ya serkeftî de re”, û amaje kir ku Hevbendiya Niştimanî pabend û sûre li ser bicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûryê û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û bicîkirina veguhestina siyasî ya tekûz ligor têkistên wan biryaran.

Û serokê Hevbendiyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku dosyayên dadpirsîn û vekolîna û nehêlana rizgarbûna berpirsên rijêmê ji sizadanê, û sipasiya dewletên oropî kir, yên bîrdozên girtinê derheqê kesên endamên rijêma Esed yên tewankariyên cengê pêk anîne derxistine.

Her weha diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî biryar daye ko nîsana bê bargehê xwe li hundirê xaka Sûriyê li gora planeke kar ya nû veke, û destnîşan kir ko ev mijar dê erênî be sebaret pêvajoya şoreşa Sûriyê çimkî ev bûyer dê digel nûkirina kelaxê desthilata Sûriyê ya demkî û aktîvkirina rola wê be, tako karibe karekî berfirehtir bike, li çarçoveya birêveberiya sivîl li hemû biwarên xizmetgozeriyê.

Û di lêdwanekê de emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Hekîm tekez kir ko bîranîna şoreşa Sûriyê ‘’ bîranîneke buha ye li ber dilê Sûriyan, û xetîreya têkoşîna li dijî rêjîma Esed ya zordar e,‘’ bêtir got ‘’ew encama têkoşîna dûrûdirêj a miletê Sûrî ya bi dehên salan e, û bi dehhezaran qurbanî û girtî û yên rijêm pey wan dikeve danîne. ‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

20 March 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê operasiyonên bombebarana rojane ya ko rêjîma Esed li gundewarê Hena û Idlibê pêk tîne pirotesto kir û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko peymana Idlibê biparêze û biştgiriya afirbestê bike.

Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko evro çarşembê bombebaran bû sedema şehîdketina du zarok û jinekê, hem birîndarkirina hinên din li herêma Sehil Elxab rojavayê Hemayê.

Duhî şehîdek û du sivîl birîndar bûne, bi sedema topbara û mûşekan ji hêla hêzên rêjîma Esed ko 13 bajar û bajarok li gundewarê Hemayê amanc kirine, Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev binpêkirin vekolîn di wan de bibe û lêpirsîna berpirsiyarên wan bibe.

Çalakvanan diyar kirin ko hêzên rêjîmê herêmine berfireh li gundewarê Hemayê bi topbaran û mûşekan amanc kirine, ji wan jî: Kefer Zêta, Elltaminê û bajarokê Kefer Nibûde, hem jî bajarê Qelet Elmedîq û Cisir Beyt Elras û Elenkawî, Elhiwîce, Elhewaş, Elşerîe, Eltiwênê û Til Osman, di encamê de çend kes birîndar bûne.

Her weha çend sivîl birîndar bûne, bi sedema hêzên Esed bajar û bajarokên Xan Şêxûn, Elteh, Circinaz, Babolîn û Eltimanie li gundewarê Idlib bi mûşekan û topê bombebaran kirine.

Bi dehan gund û bajarokên parêzgeha Hema û Idlib ji hêla hêzên Esed ketine ber topbaranê û mûşekan, di encamê de birîndar û kuştî ji sivîlan ketine, tev ko herêm di peymana Idlibê de ye ya ko rawestandina bombebaranê dabîn dike.

Şanda Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya Ewropî de encamên gurkirina leşkerî ya metirsî ko rêjîma Esed li Idlibê lidijî sivîlan pêk tîne pêşdîtin kiriye, û got giring e parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî dabîn bibe, tako qeyraneke mirovî çênebe û xelk ber bi dewletên cîran ve derbider û penaber nebin.

Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: March 2019