30 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Sûrî ya danûstandinan tekez kir ko rêjîma Esed “evro di rewşa xwe ya herî xirab de dijî” û rewşa wê bi “kambax e” bi nav kir. Wek bersivê ji daxuyaniyên Potîn re yên ko li kongirê Pekîn dabûn.

Desteyê di daxuyaniya xwe de duhî duşembê destnîşan kir ko nîşandekên têkçûna rêjîma Esed û nekarîna wê ya kontrolkirinê li ber çavên Sûriyên derve û hindur e, û lêkolîner û ragehêner jî dibînin.

Û bal kişand ser ko rewşa wê dihêle piraniya berhemên abûriya Sûrî bifiroşe an bi kirê bide, ev dê Sûriyan ji jêderên piştgiriya abûrî ya dîsa-avakirinê bêpar dike, û dê paşerojeke deyndariyê û pabendiyên demdirêj li ser wan feriz bike, himber vê ew dixwaze demê delîve bike tako bêtir di desthilatdariyê de bimîne, û ji çareseriya siyasî direve.

Daxuyaniyê berdewam kir û got: ‘’Bi hişmendî em nikarin navê desthilatê li rêjîmekê bikin ko 60% ji xaka welat ne di bin kontrola wê de ye, û nîvê hevwelatiyan li derveyî birêveberiya wê ne, bi sedema koçkirina rêbazkirî, û wê nikarîbû çi pêşkeftina leşkerî li ser xakê bi dest xistiba eger ne ji piştgiriya derve ba, ko ew nikare dest jê berde, û roja xwe li ser piştgiriya derve dijî û nikare şerekî bêyî alîkariya çekên asmanî ya Rûsî û milîtanên biyanî bike, li gora daxuyaniyên berpirsên wan welatan. ‘’

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

29 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Seroka ofîsa karubarên penaberan li Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, Emel Şêxo, tekez kir ku Rûsya hêjî berdewam e di hewldanên xwe de ji bo vegerandina penaberên sûrî ji derveyî çarçoveya çareseriya siyasî, ya ji bicihkirina biryarên navnetewî û bi taybetî bicihkirina daxuyaniya Cenevre û biryara 2254 pêk tê.

Û îro duşemê di daxuyaniyeke taybet de got ku Moskow dixwaze penaber vegerin di demekê de ku hêjî komkujî, binçavkirin û îşkence li ser destê hêzên rejîma Esed û milîsên alîgirên rejîmê berdewam in, û herwiha ragihand ku ev yek penaberan têxe ber rîskê de, bi taybetî jî ji ber ku hejmareke zêde ji penaberên berê vegeryayî; rastî kuştinê hatibûn, û ev yek ji aliyê Wezîretekî Libnanî yê berê hatibû gotin.

Wê da zanîn ku daxuyaniyên vê dawiyê yên seroktîp Mikhail Mizintsev, yên derbarê pirsa dirêjkirina dema xizmeta leşkeriyê ji bo penaberên Sûrî yên vegerin, rastiya berdewamiya Rûsiya li ser rêbaza wê ya piştguhxistina daxwazên welatiyên Sûriyê ya ji bo guhertina berfireh di hundirê welêt de diyar dike, û piçûkirina doza Sûrî û tenê hiştina wê di çarçova vegera penaberan û avadankirinê de.

Wê got ku ev daxuyanî bi eşkereyî destêwerdana neqanûnî di karûbarên navxweyî ya Sûriyê de xuya dike, ku ev pirs girêdayî ye bi pirsa miletekî ku xebatê ji bo avakirina dewleteke demokratîk ya xudan azadî, rûmet, dadperwerî û wekhevî dike.

Wê piştrast kir ku nabe penaberên Sûrî vegerin warên xwe, bêyî dabînkirina ewlehiyê li gorî pîvanên Netewên Yekbûyî yên li ser ewlehiya kesên vedigerin, û mafê vegera wan li cih û warên, bi rêya çareseriya siyasî ya ku bersîva daxwazên gelê Sûriyê bide, ji bo guhertinê û jiyanek azad û bi rûmet, bêyî zordarî û zorkaran.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

26 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Di dema borî de, çend bûyerên tirsnak li dijî penaberên Sûrî li Libnanê hatin pêkanîn, û ya dawiyê li roja çarşema borî bû, ku artêşa Libnanê rabû bi wêrankirina kampa "Yasmîn" ya biser Yekîtiya Komeleyên Alîkarî û Geşepêdanê ve ye.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de êrîşa li ser kampa penaberên Sûrî şermezar kir, û hewldanên ji bo vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê û fişara li ser wan ji bo vegerin Sûriyê di rewşa niha de di bin rîsk û metirsiya ji aliyê rejîmê û çekdarên wî yên terorîst û Hizbullah û Pasdarên Îranê şermezar kir.

Hevbendiyê tekez kir ku ev hewldan berovajî yasa navnetewî ne û her hewldanek di vê çarçoveyê de pêwîstî bi amadekirina rewşeke guncayî heye ji bo şert û mercên vegera bi dilxwazî ​​û bi rûmet di çarçoveya çareseriya siyasî ya rastqîn di bin çavdêriya NY de.

Hevbendiyê bal kişand ku karê vê kampê nimûneyî ye, û xizmetgozariyan di rewşên awarte de pêşkêş dike, û karê wê bi rêkeftin ligel Wezareta Hundir ya Libnanê û ajansa penaberan ya NY dibe, û cext kir ku êrîşkariya li ser û wêrankirina wê bi wî awayî dibe binpêkirinek ji yasayê re û berovajî peymanên navnetewî ye, tevî ku binpêkirinek eşkere ye ji peymanên navnetewî re yên taybet bi penaberan.

Hevbendiyê got ku divê rayedarên Libnanê rabin bi lêpirsîneke fermî li hember vê "tawankariyê" û daxwaza serbestberdana kesên hatin binçavkirin û qerebokirina hemû kesên zeremend kir, çi penaber bin yan jî rêxistinên xêrxwazî bin, û got ku divê kar bibe ji bo standina hemû gavên pêwîst ji bo darizandina kesên berpirsiyar û nehêlana dubarekirina wê bi ti reng û awayî.

Herwiha tekez kir ku ev reftar "karekî beltecî û rengek ji rengê terorê ye", û bal kişand ku ev dibe bi armanca peydakirina tirs û terorê di dilê penaberan de û zêdekirina fişaran li ser wan û bêparkirina wan ji mafên yasayî".

Û got ku herwiha ev yek "weke gaveke nû xuya dibe ji bo girtina riyên jiyanê li pêşiya penaberên Sûrî yên li Libnanê", û got ku ji ber wêrankirina van çadirên taybet bi rewşên tengav dikeve di çarçoveya zêdekirina fişara li ser penaberan û rêxistinên xêrxwazî weke destpêk ji bo pêkanîna kampanyayên nû yên vegerandina penaberan bi zorê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

25 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Riyad Elhesen got ko nîşanên li cem “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” hene, derbarê tawankariyên herî metirsîdar li Sûriyê yên ji destpêka şoreşê de di adara 2011ê de , têra dadgehkirina serekê rêjîmê û hemû peyayên wî yên gendel dikin.

Elhesen xweşhaliya xwe da bi helwesta dewletên piştgir di civîna komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî, ya got ko aştî li Sûriyê misoger nabe eger dadwerî pêk neyê û lêpirsîn çênebe û piştgiriya “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” nebe, ew alava wê lêpirsînê digel yên tawanbar bi pêkanîna tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê li Sûriyê bike.

Elhesen got ku dewletên pirinsîbên aştiyê û mafên mirovan li cîhanê belav dikin; gerek digel hev “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” aktîv bikin, di çaxê ko nîşanin aşkere bûne ko ji sizayan rizgar bikin, û hewildanên hin hevalbendên rêjîmê ji bo rastiyên bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re dijî miletê Sûriyê veşêrin.

Elhesen tekez kir ko dadgehkirina tawankaran li Sûriylê li ser tawankariyên kirine, ne tenê hewildana misogerkirina pîvanên dadweriyê li vî welatî ye, lê dê destpêkeke giring be ji bo dadgehkirina her kesê tawankariyên cengê pêk anîne, û mafên mirovan li cîhanê binpê kirine.

Gotina razgirê Hevbendiyê hat piştî ko raporteke navdewletî aşkere kir ko nîşandek li rex hene ku bêtir ji milyon belgeyî derbarê tawankariyên cengê li Sûriyê ji 2011ê ve hene, li gora ko di raporta sêyem ya “Mikanîzma Navdewletî ya Bêlayen û Serbixwe” de hatiye, û ew nîşan belgeh û vîdyo û wêne û dîdevaniyên qurbanî û dîdevanan in.

Encûmena mafên mirovan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve komîta vekolîna navdewletî ya serbixwe derbarê Sûriyê di 22 tebaxa 2011ê de damezirandiye, û karê vekolînê di hemû binpkirinên li Sûriyê ji destpêka şoreşê ve dibin spartiyê. Her weha bizavên civaka navdewletî hiştin ko biryara Netewên Yeklgirtî ya 2016ê derkeve, ya taybet bi çêkirina alava bêlayen û serbixwe bo beraberiya binpêkirinên mafên mirovan û tawankariyên cengê li Sûriyê bikin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

24 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Bi amadebûna serokê Hevbendiyê mamoste Elbdilrehman Mistefa û beşdarbûna hejmarek mezin ji kesayetiyan wek serokê Desthilata Sûrî ya Demkî û serokê desteya danûstandinan û serpereştê Erkan û Feyleqên artêşa Sûrî ya azad û Dadgehên Dadweriyê hem jî nûnerên êl û hozên Sûrî û serpereştiya polîsan û berevaniya sivîl û rêkxistinên civaka sivîl, evro çarşembê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bargehê xwe yê sereke li gundewarê Helebê yê bakur vekir.

Vekirina bargehê ya li herêma Elra’î li gundewarê Helebê ye, bi hildana ala şoreşa Sûriyê dest pê bû, di pey re pêşdîtineke leşkerî ji aliyê artêşa Sûrî ya azad û polîsên sivîl û yên leşkerî hat pêşkêşkirin.

Di pey re birêz Ebdilrehman Mistefa gotinek da tê de tekezî li ser giringiya vê ahengê kir, û got ku ev bûyereke giring û tewerî ye, û hêvî kir ko hemû xaka Sûriyê rizgar bibe û ber bi dewleteke azad û dîmuqrat ve biçin, wek ko miletê Sûrî di şoreşa xwe de ya ji 2011ê ve berdewam e, daxwaz kiriye.

Bal kişand ser ko bargehê Hevbendiya Niştimanî li ser xaka Sûrî ya rizgarkirî ‘’ pêngavek e ji bo pêkanîna hêviyên me, û ji miletê Sûrî re bibe laşekî tevayî yê ko nûnerîtiya hebûna wan ya fermî dike.‘’

Û got ku vekirina vî bargehî: ‘’Dê rê bide me ko em li ser xaka xwe bin, ligel dezgehên Desthilata Sûrî ya Demkî û artêşa niştimanî û encûmenên xwecihî û saziyên gel û dezgehên civaka sivîl, ko rajeya miletê Sûrî bike û xizmetgozeriyan ji wan re dabîn bike. ‘’

Û xweragiriya miletê Sûrî û tekoşîna wî li dijî zordarî û tawankariyên cengê yên berdewam ko rêjîma Esed pêk tîne bilind nirxand, û got ku eger ne ji xwîna qurbaniyan ba ya ko xaka Sûriyê av da, ev herêm ji hêzên Esed û rêkxistinên tirorist ên din nedihat rizgarkirin.

Mistefa tekez kir ko amancên Hevbendiya Niştimanî ‘’ nayên guhertin, û daxwazên miletê Sûrî û mafên wî destûra me ne, û ew dihêle pabendî bi pirinsîbên şoreşê mêzêna me ya em hemû jê re kar dikin be, û biryarên xwe li gora wê terazû dikin. ‘’

Û bal kişand ser ko ‘’tiştê em bizavê bo wê dikin ew e ku rêzgirtina yasayê û mafên mirovan di serê pêşindeyan de bin, û pîvana giring be dema danûstandina bi hemû kêşeyan re, li hemû dezgehên me.‘’ û got ko ev tişt bi dehên salan ji dezgehên Sûrî dûr bûn.

Serokê Hevbendiyê di gotina xwe de got ku bizav ji destpêkê ve dibe ji bo ‘’ damezirandina desthilateke dadwer û dezgehine ko pêşindeya wan xizmeta hevwelatiyan û dezgehên ko navbera lêpirsîn û azadiyê terazû bikin, dezgehine ko rûmeta hevwelatî biparêzin û reseniya vî miletî diyar bikin. ‘’

Daxwaz ji hemû hêzên şoreşê û yên opozisyonê kir ko li himber beraberiyan û erkên mezin û pir yên dahatî rawestin, û got ku pêdiviya me bi piştgiriya hemû Sûriyan heye ji bo tevde di bizavên Hevbendiya Niştimanî de beşdar bibin û pabendiyê bi pirinsîbên şoreşê bikin.

Her weha tekez kir ko giring e hevrêzkariya bilind dabîn bibe, û rol di navbera hemû dezgehan bên parvekirin, da xizmeta miletê Sûrî bikin, her weha tekez kir ko giring e nimûneyeke hevtekûzkirinê ji bo karê niştimanî hebe, û sûdê ji tevaya pisporan bibînin û delîveyê ji têkçûnê re nehêlin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

23 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa dibîne ko vekirina bargehekî taybet bo Hevbendiyê li bajarê Elra’î li gundewarê Helbebê , sibe 24ê nîsanê, wek destpêkê ye ji pêngavên wek wê re ko di dema dahatî de dê bêne avêtin, û bal kişand ser ko Hevbendî dê bargehên xwe li hemû herêmên rizgarkirî veke, û wê karê hundur û yê derve ji hev dabeş bibe.

Mistefa got: ‘’ Hatina Hevbendiyê li ser xakê ne tiştekî nû ye, gelek dezgehên bi ser Hevbendiyê ve ji salan ve li hindir kar dikin, evro û piştî pêngav û bizavên giring em vê pêngavê davêjin, ko dê bargeha Hevbendiyê li hindirê Sûriyê vebe.‘’

Û got: ‘’babetê çakirina xizmetgozeriyan û dabînkirina derfetên kar pêşindeya me ya sereke ye, em bi hêvî ne jiyana hevwelatiyan xweştir bibe û desthilatiyeke rastî li herêmên rizgarkirî çêbibe.‘’

Serokê Hevbendiyê di hevdîtineke taybet bo acansa Damaskî ya ragehandinê got: ‘’Hemû planên me li herêmên rizgarkirî li ser dabînkirina xizmetgozeriyan in, li gor daxwazên ko ji sivîl û niştecihan digehêjin me ‘’

Mistefa got: ‘’Pêdivî bi xurtkirina peywendî hevrêzkariyan di navbera Hevbendiyê û Desthilata Demkî û encûmenên xwecihî de li herêmên rizgarkirî û bilindkirina asta plankirina hevbeş heye, û destnîşan kir ko nuha plan têne danîn bo nûkirina şêweyê avabûna Desthilata Sûrî ya Demikî û pêşvebirina karê wê.‘’

Serokê Hevbendiya Niştimanî anî ziman ku ‘’desthilata Sûrî ya demkî li herêmên Mertala Ferat û Şaxê Zeytûnê û gundewarê Idlibê kar dike, her weha Dr. Cewad Ebû Heteb û tîma wî kar birêve dibin ta serokekî nû bête hilbijartin‘’.

Mistefa dibîne ku xizmetgozerî girintirîn tişt e ko Hevbendî ji hindirê Sûrî re pêşkêş bike, û ew bi karîn û piştgiriya darayî ve têkildar e, em dê dezgehên xwe yên xizmetgozeriyê bipêşve bibin da warê xizmetgozeriyan bêtir kartêker be, û karibin birêveberiya herêmên rizgarkirî bi şêweyekî dirist li gora hêjabûna miletê Sûrî bikin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

22 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Duhî yekşembê li Riyadê paytexta Siûdiyê desteya danûstandinê ya Sûrî civîna xwe ya roleyî bidawî kir, û kongirekî rojnamevanî lidar xist, tê de serokê desteyê Nesir Elherîrî li ser dawîtirîn pêşkeftinên pirosesa siyasî û Komîta Destûrî axivî.

Elherîrî got ku desteyê çend hevdîtin pêk anîne ji bo dawîtirîn pêşkeftinên meydanî û siyasî gengeşe bike, her weha têkçûna rewşa mirovî li kampa Elrikban û binpêkirinên li Idlibê çêdibin û danûstandinên li ser damezirandina herêma aram li bakurê rojhelatê Sûriyê ya bêyî rêkxistinên tiroristî gotûbêj kirin.

Elherîrî diyar kir ko desteya digel şandyarê navnetewî yê taybet Gier Pederson civiya û got ku wan gengeşyine hûrbîn li ser pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryara 2254ê kirine, û giringî dan damezirandina komîta destûrî.

Elherîrî texmîn kir ku dê nêzîk karê komîta destûrî dest pê bike, û bal kişand ser ko gengeşeyên ana li ser palpiştiya komîtê û hûrbînî û bingehên pêrabûnên taybet bi wê dibin.

Û tekez kir ko komît dergehê pirosesa siyasî ya tekûz e, ya ko Netewên yekgirtî çavdêriya wê dike û got: ‘’ Em nuha dikarin bêjin ku em nêzîkî komîteke destûrî bûne, ko Netewên yekgirî wê damezirîne wek beşek ji cîbicîkirina biryara 2254ê ko pêngavek çareseriyê ya giring be.‘’ û destnîşan kir ko Deste dê bi “nêteke pak” di komîtê de beşdar bibe, ji bo paşeroja Sûriyê nîgar bike.

Elherîrî li ser rola Îran ya kirêt di dagîrkirina Sûriyê de û astengkirina çareseriya siyasî axivî û got ku Îran ji dêvla rêjîmê ve şerê miletê Sûrî dike, û tekez kir ko sedhezar şervanên Îranî an yên bi ser ve li welat hene.

Elherîrî bal kişand ser ku ‘’ rola Îran herbiher mezintir dibe, ji ber vê yekê em piştgiriya her bizaveke navdewletî ya ku têwerdana Îranê di herêmê bi giştî û li welatê me bi taybetî kêm bike dikin ‘’.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

19 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Komîsyona Niştimanî ya karuberên kesên hatine binçavkirin û bêserûşûnkirin ya ser bi Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûriyê ve, parêzer Yasser el-Ferhan, di kongirê mekanîzmayên niştimanî, herêmî û navnetewî ji bo nehêlana bêsizamanê de, yê li Qatarê di du rojên 14 û 15 vê heyvê de, tekezî li ser daxwaza dadgehkirina serokê rêjîma Sûriyê kir.

Ferhan, li ser vexwendinek fermî ji aliyê Komîsyona Niştimanî ya Mafê Mirovan li Qatarê, tevlî konfirans bû, û got ku berdewamiya bêsizamana tawankaran dê tundutîjiyê li cîhanê zêdetir bike.

Ferhan got ku şandeya Sûriyê hejmarek civîn digel kesayetiyên navnetewî û mafên mirovan yên pêwendîdar bi karûbarên Sûriyê li dar xistin, ji bo ronîkirina bûyerên li Sûriyê dibin, û agahdarkirina kesên taybetmend ji bo şopandina tawan û binpêkirinên tên kirin, bi taybetî kiryarên di girtîgeh û navendên binçavkirina rejîmê û çekdarên wê de dibin.

Al-Ferhan bal kişand li ser girîngiya konferansa ji aliyê Komîsyona Niştimanî, ya ji bo Mafê Mirovan, bi hevkariya Parlementoya Ewropayê û Buroya Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî û hevbendiya cîhanî ya saziyên niştimanî ya mafên mirovan û bi amadebûna dîplomat û serokên şandên dîplomasî li dewleta Qatar ya bira hatibû lidarxistin.

Şandeya sûrî daxwazeke cidî ji civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir, ji bo tevbigerin bi armanca rawestandina binpêkirin û tawanên hovane yên rojane yên ji aliyê rejîma Esad li dijî kesên biçavkirî di girtîgehan de dibin, bi ronîdana ser tawanên ji destpêka tevgera aştiyane li Sûriyê de hatine pêkanîn.

Şandeya Sûriyê ya bi serokstiya el-Farhan di dawiya konferans de daxwaza çalakkirina mekanîzmayên cidî yên sizakirina sûcdarên şer û kesên berpirsiyar di ber van tawanan de û fermandarên şaxên ewlekarî û serbazî kir, yên li ser destê wan kuştin, îşkence, binpêkirinên hovane ji mafên mirovan re li dijî gelê Sûriyê hatine pêkanîn.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

18 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilbasit Hemo, tekez kir ko rêjîma Esed bi beşdariya li gel milîtanên pasvanên şoreşgerî yên Îranî û milîtanên hizbullah derdê miletê Sûrî bêtir dike, û got ku vegerandina ewlehî û aramiyê tenê bi çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê ye.

Hemo di daxuyaniyine taybet de evro pêncşembê bal kişand ser ko rêjîmê rêkxistinên di lîsta tiroristiya cîhanî bikar anîne, û tawankariyên cengê bi alîkariya wan pêk anîne, bi amanca desthilatdariya xwe biparêze, û diktatorî û zordariya wî berdewam be.

Bêtir got qeyrana sotemeniyê li herêmên kontrola rêjîmê û qeyranên din yên li pey bên berpirsiyariya wan rêjîm hiltîne, û tekez kir ko rewş li Sûriyê wê her li paş bikeve, eger rêjîma Esed berdewam be û li gel rêxistinê terrorist kar bike.

Cîgirê serokê Hevbendiyê got: ‘’ Sûriya dê mafên xwe bi çûna rêjîmê bidest bixe‘’ , û got ku Sûriya nikare sûdeyê ji samanên xwe wergire, her weha ew nikare heyberan ji derve bîne bi sedema sizayan li ser rêjîmê ya ko tawankariyên cengê kirine.

Destnîşan kir ko têkçûna Daiş ya ko piraniya bîrên petrolê li rojhelatê welat kontrol dikir bandoreke wê ya mezin hebû, çimkî sotemenî dida rêjîmê û ew yek ji sedemên qeyrana nuha ye, û ew nîşaneke din e ko peywendiyeke xurt û bazirganî jî herdu alî digehandine hev.

Û got ku qeyrana nuha ya sotemeniyê û wêneyên diltezîn yên ji herêmên kontrola rêjîmê tên, tekez dikin ko çi karînên rêkxistinî li bal rêjîmê tune ne ko penaberên Sûrî li Libnanê û yên li welatên din bihewîne.

Û weha jî got: “ Tişta li ser xakê diyar dike ku milmilaneyeke rastî di nav Rûsiya û Îranê de heye”, û got ku nakokiyek di nav hêzên derekî di hundirê rijêmê de heye.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

10 April 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Di çend rojên borî de hejmarek êrîş li ser penaberên Sûrî li Libnanê hatin pêkanîn, û berpirsyara di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ev yek bi karekî "sîstematîk" da zanîn, û hişyarî da ji peymaneke nehênî di navbera hikûmeta Libnanê û Rûsya de.

Ev êrîş û bûyerên girtin û daxistina dikanên bazirganî, hevdem bûn li gel daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Libnanê li dijî penaberên Sûrî, ku bûn sedema handanê li dijî penaberan ku bi kuştina penaberekî Sûriî yê 25 salî ji aliyê welatiyekî Libnanê bi derbên kêran li bajarokê Tayla li navçeya Ba'albek bidawî hat.

Seroka Ofîsa karubarên penaber û koçberan ya Hevbendiya Niştimanî, Emel Şêxo, got ku her hewleke ji aliyê hikûmeta Libnanê ji bo vegerandina penaberên Sûrî li welatê wan, dê gaveke bi rîsk û metirsîdar be, û diyar kir ku sedemên reva sivîlan ji Sûriyê hêjî hene, ku hêjî hebûna kiryarên kuştin û binçavkirin û îşkenceyê, bi raportên mafên mirovan yên herêmî û navnetewî têne piştrastkirin.

Û hişyarî da ji "ramanên tagirtî" yên ji hin aliyên Libnanê derdikevin ji bo vegerandina penaberên Sûrî ji derveyî çarçoveya çareseriya siyasî, û tekez kir ku ev yek dikeve di çarçoveya "vegerandina bi darê zorê û binpêkirina prensîbên yasa navnetewî ya taybet bi serederiya ligel penaberan".

Şêxo her garantîyên ji alîyê Rûsya yên li ser ewlekariya penaberan piştî vegera wan red kirin, ji ber ku ezmûnên berê diyar kirin ku Rûsya bêalî nîne û nikare kiryar û reftarên rejîmê û yên milîsên Îranê yên terorîstî kontrol bike, û diyar kir ku bi tenê pirsa penaberên Sûriyê li Netewên Yekbûyî û bi rêya çareseriya siyasî çareser dibe.

Wê bal kişand ser ku tu kes nikare rola milîsên Hizbulaha Libnanê û beşdariya wê ligel rejîma Esed di pêkanîna tawanên şer û wêrankirina bajar, navçe û gundan de û tevî koçberkirina xelkê wan bi darê zorê ji bîr bike.

Û seroka karûbarên penaberên Sûrî, daxwaz ji biryardarên Komara Libnanê û hemû rayedarên wê yên karên civakî û mirovî kir, ku li dijî "projeyê stemkarî rawestin, yê hewl dide penaberên sûrî vegerîne dojeha hêzên ewlekariyê û saziyên tawankariyê, yên Libnan û xelkê wê bi dehên salan xistibûn bin destê xwe de".

Şêxo, erkên hemû rêxistinên navnetewî, bi taybetî Netewên Yekbûyî û Komisyona Navnetewî ya Mafên Mirovan û hemû rêxistinên navnetewî yên pêwendîdar, derbarê penaberên sûrî anîn bîra wan, û ji wan xwest ku hemû bizavên xwe bikin ji bo rawestandina tevaya karên neçarekirina penaberan li ser kirina karên ku bibin gef li ser ewlehî û pêşeroja wan, û divê lêkolînê li ser vegera bi dilxwazî dûrî neçarkirinê bikin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Page 1 of 2
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: April 2019