31 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, piştrast kir ku bûyerên kuştin û wêrankirinê yên li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê diqewmin, ji encama xemsariya civaka navnetewî û polîtîk û helwêstên wê yên sist û lawaz dibin.

Mistefa di axaftineke tomarkirî de li ser rewşa Idlib û Hemayê got ku divê civaka navnetewî biryarên pratîk bistîne ji bo rawestandina bi yekcarî ji kiryarên kuştin, wêrankirin û koçberiya bi darê zorê re, û bal kişand ku " biryarên navnetewî tenê têrê nakin, ji ber pêwîstiya biryaran bi pabendbûn û cîbicîkirinê heye, û biryar ji xwe ve cîbicî nabin!".

Wî axaftina xwe arasteyî Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker kir û got: "Divê hûn berpirsiyariya ji bo cîbicîkirina biryaran û bicîhanîna yasa navnetewî û darazindina tawanbaran li xwe bigirin ... lê dudilî û jimartina qezenc û ziyznan , ne ew e riya rûbirûbûna tawanbaran ".

Wî daxwaza mekanîzmayên alternatîv kir ji bo rawestandina bobilata berdewam li Sûriyê, û daxwaza rakirina astengiyan kir ji bo rê li ber rejîmê bigire, û hemû fişeran têxin li ser Rûsya ji bo rawestandina êrîşan û piştgiriya xwe ji Esed re.

Mistefa diyar kir ku berpirsiyariya di ber tawanên li dijî sivîlan de "zelal e, û tawankar xuya ne", û diyar kir ku ew hêzên rejîma Esed û çekdarên Îranê û Rûsya ne, û bal kişand ku hemû hewldanên navnetewî ji aliyê Rûsyayê têne têkşikandin û wê karê Konseya Ewlekariyê beravêtî kiriye, û tekez kir ku ew berdewam e di binpêkirina zagonê û rêznegirtina karûbarên komîsyonan û redkirina encamên lêkolînên têne pêkanîn ji aliyê lêkolînerên navnetewî.

Herwiha tekez kir ku Moskow bûye hevparê rasterast di pêkanîna tawanan de her ji destpêka destêwerdana Sûriyê de, ku bajar û bajarok bi mebest bombebaran kirin, hevdem ligel lawazkirina pêvejoya çareseriya siyasî û piştgirtina yekalîkirina leşkerî û kuştin û koçberkirina bi darê zorê.

Serokê Hevbendiyê diyar kir ku welatiyên sivîl li deverên kêmkirina bûyerên zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, rastî hemû tiştên qedexe û neheq û dijî yasa navnetewî dibin, weke bombeyên balafirên Rûsî, bermîlên teqîner û bombeyên fosfora spî, zêdebarî çekên kîmyayî û bombebarana topan li ser bajar û bajarokan.

Û diyar kir ku xalên bijîşkî û nexweşxane, armancên sereke yên bombebaran û kuştina rejîmê ne, û got ku ji ber vê yekê ew bûne ji cihên herî metirsîdar.

Li dawiyê tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji bizavên Artêşa Azad ya Sûriyê û artêşa Tirkiyê re kir, yên bi hevkariya xwe êrîşên mezin li dijî terorê serxistin, û bal kişand ku Tirkiyê hêjî bi xurtî kar dike ji bo rawestandina kuştinê û piştgiriya çareseriya siyasî û rizgarkirina jiyana welatiyên sivîl û nehlana koçberbûna wan ji malên wan.

Wî gazî li "tevaya dewletên ereb yên bişeref û cîhanê hemî kir da ligel rastiyê rawestin, ligel qurbaniyên êrîşên xirab û neheqî li dijî gelê me, û bibin alîkar bi hemî wateyên piştevaniyê û awayên berdest".

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

30 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê operasiyonên xwe yên leşkerî li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê gurtir kirine û çend komkujî di 24 demjimêrên bûrî de pêk anîne, ko ew ji zincîreke dûrdirêj ji tawankariyên cengê ye ko derheqê miletê Sûrî de pêk tîne.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ko di çend demjimêrên bûrî de ‘’hêzên rêjîma Esed û firokên dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî 4 komkujî li Idlib û Helebê pêk anîne, bombebaranê bêtir ji 35 bajar û bajarok amanc kirine. ‘’

Bêtir got ku hejmara şehîd û birîndaran zêdetir dibe û hejmara dawî 26 şehîd in, piraniya wan jin û zarok in, 70 birîndar jî hene.

Û destnîşan kir ko tîmên berevaniya sivîl û tîmên bijîşkî di rewşine pir aloz de kar dikin, çimkî di bombebaranê de ew bêtir amanckirî ne, û tekez kir ko xalên bijîşkî û nexweşxane amancin sereke ne ji alava kuştin û wêrankirina rêjîmê re.

Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ji civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî tê xwestin ko alaveke guncaw ji bo rawestandina kuştaran bibînin, piştî ko alavên berê kuştin û tawankariyên cengê ranewestandin.

Hevbendiya niştimanî dibîne ko ev bêçaretî ‘’ sozên rêkxistinan yên hilgirtina berpirsiyariyên xwe ji nirx û diristiya wan vala kirin, û dît ko ev dezgehên li pêşberî nakokiyeke mez in, û nakokiyên navdewletî bêçare ne ko têwerdanê bo çareserkirina metirsîtirîn nakokiyên navdewletî bikin, û ew dezgeh di rêza miriyan de ye.‘’

Hevbendiyê ji aliyên kartêker di civaka navdewletî de xwest ko yekser bi berpirsiyariyên xwe rabin û kar bikin ji bo agirbestê ferirz bikin û rêjîmê neçarî çareseriya siyasî bikin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

 

28 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa tekez kir ko tawankariyên cengê yên ko rêjîma Esed û Rûsya li Sûriyê pêk tînin bi demê re têk naçin, û got ew dê rojekê lêpirsînê digel wan bikin.

Mistefa operasiyonên wêrankirina hêzên Esed û Rûsya ji navendên bijîşkî û nexweşxane û dibistan û bazaran re pirotesto kir û got ku ew tawankariyên cengê ne.

Diyar kir ko Rûsya û Esed û milîtanên Îranî yên tirorist bêtir ji 20 navendên bijîşkî li bakur wêran kirine, û bal kêşand ser ko ya dawî nexweşxana Dar Elhikmê li bajarê Kefer Nibil li gundewarê Idlib bû.

Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko êrîşan nexweşxana Dar Elhikmê roja sêşembê amanc kirine û wê hişt ko ji xizmetê bi giştî derkeve.

Bêtir got ku rojên dawî operasiyoneke metirsîdar li dijî sivîlan pêk hatiye, ko çekên qedexeya navdewletî di operasiyonê de û bermîlên teqîner bikar hatine.

Her weha toreya Sûriyê ya mafên mirovan aşkere kir ko rêjîma Esed hefteya bûrî çekên kîmawî li gundewarê laziqiyê bikar anîne, di van operasiyonên leşkerî yên dawî de yên ko kontrolkirina Idlibê amanc dikin.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştim

27 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku rejîm û Hevalbendên xwe hemû "tiştên qedexe û tewankarî li gor yasa navnetewî" li dijî welatiyên sivîl li deverên Idlibê û deşta Hemayê bikar tînin, û daxwaza parastina sivîlan ji NY û endamên wê yên kartêker kir.

Hevbendiya Niştimanî duhî daxuyaniyek da û têde bal kişand ku pêşhatên niha li ser erdê û hemû pevçûnên rojane li ser eniyên cuda dibin, û got bûyerên nuha di bin "navûnîşana berdewamiya tawanan ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve" ne, û diyar kir ku "Xanşîxon" û gundewarên başûrê Idlib û bakurê Hema, rastî kampaniya şewitandin, wêrankirin, qirkirin û tinekirinê dibe.

Û daxuyaniyê dewam kir û got: ku "bombeyên balafirên Rûsya û bermîlên teqîner yên helîkopterên rejîmê, û bombeyên fosfora spî û bombeyên topxaneyan li ser bajar û bajarokan dibarin, û hemû tiştên qedexe û tewankarî li gor yasa navnetewî niha li dijî welatiyên sivîl li wan deveran tên bikaranîn".

Hevbendiyê dît ku kampanya niha dibe; biryarên navnetewî û peymanên derbarê deverê binpê dike, û tekez kir ku divê ev bûyer bilez ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY bêne pêşkêşkirin, û tekezî li ser ku her aliyekî sûcdar barê berpirsyariya xwe hilgire kir.

Daxuyaniyê bal kişand ku divê Netewên Yekbûyî biryarên pratîk bistîne ji bo rawestandina kuştin, wêrankirin û koçberiya bi darê zorê, û gerek e bê naskirin ku ev biryar û yasa ji ber xwe ve bicih nabin, û got divê NY û endamên wê yên kartêker bilez bi erkê parastina welatiyên sivîl rabin, û tawanbaran siza bikin û biryarên Encûmena Ewlekariya navnetewî bicih bînin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

25 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, Ehmed Remedan, daxwaza vekirina lêpirsîneke fermî û bilez ji Neteweyên Yekgirtî kir derbarê radestkirina hêzên ewlekariya Libnanê ji hejmarek penaberên Sûrî re bo rejîma Esed, tevlî metirsiya îşkencekirin û kuştina wan.

Remedan di tiwîtekê de nivîsandiye ku"rewşa yasayî ya 74 % ji penaberên Sûrî ne normal e, bi sedema serhişkiya desthilata li jêr bandora milîsên Hizbulah û Îranê".

Herwiha hin çalakvan û mafnasan ev kiryara ku polîsê şaredariya Beyrûtê kir bê ku wan agahdar bikin şermezar kirin, ku vê yekê hişt penaberên Sûrî ji malên xwe derkevin, û dilgiraniya xwe ji vê bûyerê nîşan dan û ew yek bi kiryareke xerab binav kirin.

Herwiha hin çalakvanan roja Şemiyê kampaniyek li ser malpera "Afaz" belav kirin, û têde behsa tişta ku parêzerê Sûrî Enwer El-Bunî li ser rûpela xwe ya Fasbokê belav kirbû nîşan dan, ku wiha gotibû: "Desthelata Libanê ya bi piştgiriya gelek nijadperestan, dema ku planên wan ligel tawankarê Rûsî Putin di dîtina sîwaneke navdewletî ji bo vegera penaberên Sûrî ji bo tawankar Beşar Esed û dana delîveyeke nû ji bo kuştina wan biser neketin, dixwazin di rêyên din û bi rêya fişarên ser penaberan de armancên xwe bicih bînin."

Kampaniyê diyar kir ku wezareta navxwe ya Libnanê biryarek derxistiye ji bo ruxandina mal û çadirên penaberan bêyî wergirtina ti tedbîran ji bo vehewandina wan li hin cihên din, û bi vê yekê 1400 malbatên Sûrî li çolan dijîn, û destnîşan kir ku milîsên bêserber li Libnanê dev ji penaberan bernadin û bi taybet yên çalakvan radestî rejîma Esed dikin.

Rêvebera Beşê Rojhilata Navîn bi wekalet di Human Rights Watch de Lema Feqîh Doh, daxwaz ji desthilata Libnanê kir ku " ti kesekî ji bo Sûriyê dersînor nekin, eger delîveyek ji bo berevaniya xwe ji wan re dabîn neke, herwiha dabînkirina dûrkirina wan ji metirsiya kuştin û işkenceyê û her şêweyên din."

Human Rights Watch di raporteke xwe de tekez kir ku Libnan pabende bi piransîpa yasaya navdewletî derbarê vegerandina bi zorê, ku nahêle ti kes vegere wan cihên ku dibe lê bêne îşkncekirin, yan rastî metirsiyeke rasteqîne bên, yan serderiyeke tûnd yan nemirovayetî yan metirsî li ser jiyana wan hebe.

Jêder:Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

24 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên Esed û Rûsya herêmên niştecihan, bargehên giştî û yên bijîşkî li Idlib û gundewarê Hemayê bi berdewamî bi çekên qedexeya navdewletî jî bombebaran dikin, berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ko êrîş’’dûrî aniyên şer û hêlên pevçûnê ne, li kûrahiya gundewarê başûr e ‘’

Berevaniya sivîl got ku rêjîm û Rûsya di êrîşên leşkerî de yên berdewam mûşekên valahiyê, yên goşeyî û mûşekên C5 bikar anîne, di encamê de wêraniyeke mezin di mal û milkên xelkê de çêbûye û agir bi berhemên çandiniyê ketiye.

Çalakvanan tekez kirine ku bi sedema operasiyonên bombebaranê dora 5 sivîlan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, û destnîşan kirin ko li piraniya herêmên gundewarê Idlib û Hema nimêja înê hate tunekirin , ji ber firîna pir ya firokên cengê li asmanê herêmê, û tirs ji amanckirina komên xelkê heye.

Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê duşema bûrî 492 qurbanî ji nav wan 144 zarok ji 2 sibatê heta 20 gulanê belgeh kirine.

Bikaranîna bombeyên teqîntund wekû sizakirina sivîlan hatiye, piştî ko hêzên Esed ziyaneke mezin ji destê artêşa Sûrî ya azad dît, û Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê tekez kir ko sivîl qelenê nebûna civaka navdewletî didin.

Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ‘’ dewletên kartêker karin‘’ êrîşên leşkerî li ser sivîlan ‘’eger bixwazin ‘’ rawestînin, û dikarin çareseriyeke siyasî li gora biryarên navdewletî feriz bikin.Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

 

23 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Hêzên rijêmê û Rûsya bombebarana ser Idlibê û gundewarê Hemayê pir kirine, piştî ku têkçûnên mezin li ser destê Artêşa Azad, a ku di herdû rojên dawî de hejmarek ji deveran vegerandine, dîtin.

Û hin çalakvanan gotin ku hêzên rijêmê bombeyên goşeyî û mûşekên valahiyê di bombebarana xwe ya dijî gund û bajarên deverê de bikar anîne, û bû sedema şehîdketina heyşt sivîlan , 2 zarokên keç di nav wan de hene, û bidehan kes jî birîndar bûn.

Û Berevaniya Sivîl a Sûrî , diyar kir ku xaniyên sivîlan hatin armanckirin, her weha 2 dibistan û navendek firotina kelûpelan li bajarê Kefrenbul hatin armanckirin.

Û bombebarana tund a ku hêzên rijêmê û Rûsya doh pêkanîn bû sedema komelkujiyekê li Meeret Alnu`iman, û 9 kes bûn qurbanî, û Berevaniya sivîl a Sûrî diyar kir ku hejmara qurbaniyan li piraniya deveran doh gihişt 18 kesan û birîndarbûna 77 kesên din.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî berpirsyarî xist stuyê civaka navdewletî, û got ku “ Gelê Sûrî hîn jî nirxê ne amadebûna civaka navdewletî dide, bi taybetî ku ev tewan yek ji zincîreke dirêj a tewankariyên dijî sivîlan tên pêkanîn, û ew tewaneke cengê û dijî mirovahiyê ye”.

Û got ku “erkê me li ser me ferz dike ku em civaka navdewletî deynin ber berpirsyariyên wê derbarê parastina sivîlan”. Û tekez kir ku eger dewletên kartêker bixwazin Karin van êrîşên hovane yê rêbazkirî rawestînin, û tevbigerin ji bo ferzkirina çareseriyeke siyasî li gor biryarên navdewletî ya ku daxwaza meye û em tekeziyê li ser bilezbîna cîbecîkirina wê dikin”.

Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbenidya Niştimanî ya Sûrî

22 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Riyad al-Hesen, tekez kir ku rejîma Esed û hevalbendên xwe, berpirsyar in li hemberî komkujî û rewşa trajîk ya li welêt û bi taybetî li bakurê Sûriyê, û bal kişand ku ev yek dibe bi rêka operasyonên leşkerî yên berdewam li dijî deverên akinciyan û navendên bijîşkî û giştî, û ev yek bi binpêkirineke eşkere ji biryarên navnetewî û peymanên Astana yên girêdayî agirbestê re dît.

Hesen, îro roja çarşemê di daxuyaniyeke taybet de, piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji bo Artêşa Azad dupat kir ji bo parastina welatiyên sivîl ji ber têkşikestina civaka navnetewî ya berdewam û nekarîna rawestandina operasyonên leşkerî yên bi destê rejîma Esad û Rûsyayê li dijî Idlib û gundên Hemayê.

Wî bêzariya xwe xuya kir ji nekarîna Encumana Ewlekarîyê ji bo rawestandina bombebarana li ser Idlib û gundên Hemayê, herweha ji nekarîna peydakirina alîkariyên mirovî ji welatiyan re, û da zanîn ku ew hevdem in ligel têkçûneke din ya têkşikestina li hemberî destpêkirina pêvajoya siyasî û pêvajoya danustandinê ji bo bicihkirina biryarên navnetewî, bi taybetî jî daxuyaniya Cenevê û biryara 2254 .

Hesen got ku pêşdeçûna artêşa azad ya Sûrî di du rojên borî de û kontrolkirina piraniya deverên ji dest dayî, bêhêziya hêzên rejîma Esed û lawazbûna çekdarên terrorist ên Îranê ji ber cezayên navnetewî piştrast dike , û tekez kir ku şervan dê berdewam bimînin di pêşveçûnên xwe de heta kontrolkirina hemû deveran.

Tê zanîn ku komên Artêşa Azad êrîşek pêk anîn ji bo vegerandina bajarokê "Kvrenbaudh", ligel devera "Tel Hawaş" û "Al-Humayrat" li gundewarê Hemayê.

Ji aliyê çalakvanan ve vidoyo û kasêt hatibûn belavkirin li ser amadekariyên mezin ji aliyê artêşa azad li eniyên şer, û armanckirina hêzên rejîmê û milîtanên Îranê bi çek û mûşekên dijî-mertalan.

Fermandarên artêşa azad diyar kirin ku wan gelek ziyanên mezin gihandin hêzên rêjîmê û hevalbendên wê li Kefrenbauda û çeperên din yên şer, û niyazên xwe li biryardariya berdewamiya şer heta kontrolkirina hemû deveran piştrast kirin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

20 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê desteya Sûrî ya danûstandinan Nesir Elherîrî hişyarî da û got ku jidestdana Idlibê dê pirosesa siyasî têk bide, berî ko dest pê bibe, û destnîşan kir ko rêjîma Beşar Elesed dixwaze bi gurkirina şer ji pirosesa siyasî bireve.

Elherîrî di hevpeyivînekê de digel acansa Enadol ya Tirkî ko evro duşembê belav bûye got: ‘’ her ko operasiyona siyasî nêzîk dibe rêjîm agir gur dike.‘’ û her weha got: ‘’pêşveçûnên neyênî li ser xakê bandorek neyênî li pirosesa siyasî dikin. ‘’

Elherîrî tekez kir ko têwerdana Rûsya ya leşkerî li Sûriyê sala 2015ê; piştgirî ye ji rêjîmê re, tako rewşê bi riya leşkerî çareser bike, lê ew hisab li ser xakê pêk nehatiye.

Destnîşan kir ko ‘’li hemû herêmên kêmkirina şerî behaneya rêjîmê rêkxistinên tiroristî in, û her weha li Idlibê jî komên sivîlan û jêrxanan bi mebest amanc dike, ko firokên cengê û yên perwane û topa giran, û siyaseta xaksotinê bikar tîne. ‘’

Her weha got: ‘’Bobelat ji salixdanê mezintir e, bi sedhezaran derbiderên ko ji malên xwe derketine, hin ji wan cara duyê ye, di rewşeke xerab de dijîn, û bal kişand ser ko ev lidijî ramana çareserkirina siyasî û daxwaza vegera penaberan in. ‘’

Elherîrî derbarê dosya girtiyan got: ‘’Hejmara girtiyan li Sûriyê nêzîk 300 hezarî ye, û hejmara rastî tenê yên ew girtine dizanin, ev di zindanên rêjîmê yên aşkere û veşirtî de ne , û binpêkirin ji riswakirin û êşkencedanê û heta bi kuştinê derheqê wan de pêk hatine ‘’

Elherîrî di hevpeyivîna xwe de anî ziman ku heya nuha çi pêşveçûn di dosya girtiyan de çênebûye, û em bi pirinsîba “yek himber yekî” nakin, ji ber bi hev re nayên pîvan, û divê girtî bêne berdan.

Derbarê komîta destûrî Elherîrî anî ziman ku ‘’hemû aliyan li ser daxuyaniya Cinêvê 2012 û biryara 3354 (2015) li hev kirine , û lihevkirin heye ko komîta destûrî ne hemû çareseriya siyasî ye, lê dergehê pirosesa siyasî ye.‘’
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

18 May 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Encumana Ewlekariyê doh êvarî civînek awarte li ser daxwaza Almanya , Belcîka û kiwêt lidar xist, ji bo gotûbêjkirina pêşketinên di rewşa idlibê de dibin, ku ev civîn wek temaker ji civîna girtî ya hefteya bûrî re ye, û gelek dewletan di wê civînê de dilniyabûna xwe ji çêbûna kirîzeke mirovî li deverê anîn ziman.

Û cîgira emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ya karûbarên siyasî, Roz Mari Dicarlo, got ku gurkirina leşkerî ya rijêmê û Rûsyayê dijî Idlibê zêdetir ji 120 hezar kesî derbider kiriye.

Û karlo dît ku sedemên rijêm û Rûsya dibêjin; nabin behane ji bo xistina jiyana 3 milyon kesî di bin metirsiyê de, û daxwaza yekirina rêzan kir ji bo kêmkirina şer li deverê û pêşdebirina ber bi dîtina çareyeke siyasî.

Û cîgirê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ya karûbarên mirovî, Mark Lokok, amaje bi hetina raporên ku behsa kuştina 160 kesan bi kêmanî di sê hefteyên bûrî de li deverê kir, û amaje kir ku çi êrîşa berfireh dijî Idlibê, wê ji karînên rêxistina navdewletî ya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji xelkên deverê re mezintir be .

Û bal kişand ser ku ajansên mirovî nikarin ta niha alîkariya derbiderên li bakurê Sûriyê bikin, û dilniyabûna xwe ya mezin ji berdewamiya êrîşên asîmanî li ser deverê anî ziman, bêyî ku têxe hustê aliyekî de, û tekez kir ku 49 avahiyên pizîşkî karê xwe helawîstine ji ber pirbûna dijminkariyan.

Û nûnerê Tirkyê yê herdemî li Neteweyên Yekbûyî , Ferîdon Sinîrlî oğlo, hişyarî da ji çêbûna bobelatekê li parêzgeha Idlibê, û dilniyabûna xwe ya mezin anî ziman ji binpêkirinên ku rêjîm dike, yên ku bi ser 600 pinpêkirinan ketiye.

Û Sînîrlî Oğlo amaje kir ku hêzên rêjîmê sivîl û dibistan û nexweşxane armanc kirine, û tekez kir ku rêkeftina Idlibê ta niha nehiştiye ew bobelat çêbibe, û daxwaza parastina wê rêkeftinê kir ji bo ewlekariya bi milyonên kesan.

Û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, doh , tekez kir ku berdewamiya operasyonên bombebaranê wê badoreke neyînî li prosesa siyasî û rewşa mirovî bike.

Û camûs bal kişand ku têkçûna Encumana Ewlekariyê careke din di parastina sivîlan de, tê wê wateyê ku jiyana 4 milyon kesî di metirsiyê de ye, û got : Ji Encumana Ewlekariyê tê xwestin ku sivîlan li Hema û Idlibê zû biparêze, û alîkariyên pizîşkî û mirovî ji wan re pêşkêş bike.

Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Page 1 of 3
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: May 2019